Jiyana Seydayê Mela Mûsayê Celalî


Jiyana Seydayê Mela Mûsayê Celalî

Hanifi Taşkın – Enis Dilmaç

Îlim û alim bi hev ve têkildar in. Ê ku îlmê bixwîne pê emel bike dibe alim. Ev ilm û emelê dema berê bi feqetiya di medresê de dest pê dikir. Dibêjin ku di nav  Kurdan de usûla xwendina medreseyan bi Hz. Îmamê Elî dest pê kiriye. Li welatê Serhedê gelek cî û navend hene ku bi xwendin û medreseyên xwe navdar bûne. Yek ji wana jî bajarê Bazîdê ye. Bazîd bûye kan û mikana alim û feqiya. Îro jî Bazîd bi awakî di jiyana me de gelek efsaneyan diêwirîne. Gilîdax efsane ye, Ehmedê Xanî, seraya Îshaq Paşa,
Kerem û Asli, Korta Meteorê, Şikeftê Cemedê, Çiyayê Tendûrekê hwd. hemî efsane ne. Îcar li gor me Mela Mûsayê Celalî jî yek ji wan e ku wî bi ilm û alimtiya xwe nav daye.
Emê li vir li ser jiyana Seyda Mela Mûsa, kitêbên wî û fikr û ramanên wî bisekinin.

Agahiyên resim: Her pênc kesên li pêş, ji milê çepê ve: Mela Tewfîqê Xamûrê, Mela Îmadeddîn (Muftiyê Bedlîsê yê berê), Mela Muhyeddîinê Hawêlî, li pişt wî kurê wî Mela Ebdurrahman û Mela Mûsayê Celalî tevî feqiyan.

Agahiyên resim: Her pênc kesên li pêş, ji milê çepê ve: Mela Tewfîqê Xamûrê, Mela Îmadeddîn (Muftiyê Bedlîsê yê berê),
Mela Muhyeddîinê Hawêlî, li pişt wî kurê wî Mela Ebdurrahman û Mela Mûsayê Celalî tevî feqiyan.

 
Jiyana Seyda Mela Mûsa
Seydayê Mela Mûsa ji gundê Subhan (bi Tirkî Telçeker) ê girêdayî Bazidî ye. Di sala 1938an de hatiye dinê û navê bavê wî Hesen, navê diya wî Gulê ye. Rehmetiyê Hesen du jin hebûne. Ji diya Seyda sê kur du keç hene, ji jina piçûk Hecî Fatimê jî pênc kur û pênc keç hene. Mela Mûsa di sala 1944an de li gundê xwe dest bi mektebê dike. Lê ew paşê li cem sofîkî ku Quranê dizane dest bi xwendinê dike.  Eqrebayekî wî yê bi navê Elî Çawîş jê re rê û rêbazên xwendina elifbê dide nîşan. Seyda jî sirf cuzya ‘emayê dixwîne. Wekî din Quranê xwe bixwe dixwîne. Li pey Quranê, ne Mewlûda Mela Huseynê Bateyî dixwîne, ne Nûbara Şêx Ehmedê Xanî, ne jî Nehcul-Enama Mela Xelîlê Sêrtî xwendiye. Melayekî bi navê Mela Mistefayê Qizilqayê tê gundê wan ku feqiyê Mela Mihemedê Celalî bûye. Mela Mihemedê   Celalî   jî  seydayê Hezretî Bedîuzzeman Seîdê Nursî ye. Li cem Mela Mistefa ewil kitêba Îmamê Rafiî Meherrê dixwîne, heta beşa kirînfirotinê. Dema umrê Seyda dibe 11 salî, qîza albayê li gundê wan ji bavê wî re dibêje ku bila wî bişîne mekteban. Lêbelê ji ber îmkanên aboriyê wî naşînin. Dûre li Bazîdê îmtihana ketina dibistanên mamostetiyê çêdibe; ji Bazîdê du heb mekteba Arnêsa Erdîşê qezenc dikin. Ji wan yek Mela Mûsa ye û yê din kurê melayê Musûnê/Suluçam Mela Mêralî, Rifat qezenc dikin. Wê demê wesaît tunebûne; ew û bavê xwe bi peyatî diçine Çaldêranê, ji wir diçine Bêgiriyê û ji wir jî diçine Arnêsa Erdîşê.


Der barê wê demê de Seyda wiha dibêje: “Li Arnêsê bû êvar, nan dane me, her çeşît xwarin. Min ji bavê xwe re got: ‘Çi kesê bê ku li vê derê bixwîne wê Xwedê ji bîr bike.’ Bavê min: ‘Kurê min çima?’ min got: ‘Bavo li memleketê me nanê tisî bi dest me nakeve, li vir ev kêf heye. Sibetirê yê me îmtihan bikin. Doxtor hat yê me miayene bike. Ji hevalê min qet tu tişt nepirsî, tu nexweş î yan jî pak î. Nivîsek hebû jê re gotin evê bixwîne, wî jî xwend. Ew hildan. Doxtor ji min re got, niha xwîn ketiye çavê te, di mala we de di çavê diya te, wan de xwîn heye? Ji nişka vê hate devê min, min got, belê. Doxtor got: ‘Wisane di çavê te de nexweşiya traun heye, tu bi kêrî xwendinê nayê.’ Em rabûn hatine mal. Di sala 1950an de ez û kurapê xwe Mela Hesen em rabûn me got, em herine xwendinê. Em rabûn çûne Norşîna mala Seyda. Wî çaxî li Norşînê bavê Şêx Nuredîn Şêx Mesûm dinihêrî. Şêx Mesûm got: ‘Feqiyê me zehf in ezê we bişînime gundê Melakorka’. Belkî 15 km ji Norşînê dûr bû, em peya çûne wir; navê melayê wan Mela Cemal bû û navê birayê wî Remezan bû. Mela Cemal ne li wir bû, birayê wî li wir bû û wî jî ciyê me nekir, em xweyî nekirin. Got: ‘Hûn teze dixwînin, feqiyên me gerek camîxwîn bin.’ Ew gotina wî wisa li min tesîr kir; piştî feqîxwedîkirinê du feqî dema werine cem min ku yek camîxwîn be û yê din îzîxwîn be, ez ciyê yê îzîxwîn dikim. Em ji wir çûne Adgonê cem Şêx Taha, li wir jî ciyê me nekirin. Em çûne Melekendê wan jî nekirin. Herwisa li Pîyongê û li Evdalbazîdê jî nekirin. Em derbas bûn çûne Tirtopê, li Tirtopê Seydayê Mela Reşît hebû, got, hûn ji ku ne? Me got: ‘Em xelkê Bazîdê ne.’ Wî got: ‘Ez ji nesla Şêx Ehmedê Xanî me, ji bo Şêx Ehmedê Xanî ezê ciyê we bikim.’ Wî ciyê me kir. Ewil me li wê derê dest bi Îziyê kir. Wê salê min Îzî, Amil, Zirûf, Terkîb, Sedula Kiçik bi hevalê xwe ve me xwend. Dûre em hatine mal, sal bû 1951î; hevalê min ji min re got, ‘îsal em herine Îdirê. Li Îdirê li gundê Xweşxeberê melayekî bi navê Mela Hesen heye. Heta niha çûye Cizîrê cem Şêx Seyda xwendiye. Xwendina xwe xilas kiriye, feqiyên wî hene; ‘were ew herin cem wî’. Em rabûn çûne cem wî. Wî wextî divê me bi xwe re nivîn bibira. Wê deme hirî tunebû, diya min rabû astarek hinek pîne-mîne xiste nav, min wek orxan bi xwe re bire wir. Wê salê em li wê derê man. Hevalê min nesekinî, ez sal û nîvekî mam. Min li wê derê Şehrul-Muxnî, Sedînî, Hell xwendin. Saltira dinê min got, ezê herime Milazgir/Kelê û Bilanixê/ Kopê. Min rabû ew pîne mîne avêtin astarê orxana xwe, min hilda ez hatim. Ez çûme Milazgirê, min li gelek gundan xwend. Li Leterê cem seydayê Mela Ebdulkerîm Sedula Gewre, li Teterqaziyê li cem Mela Mihemed Nedîm, li Qasimiya Riza li cem Mela Eliyê xwezûrê Mela Ebdurehmanê Durre xwend. Li wir em deh dozde feqî bûn, tenê êvarên înan me çay vedixwar. Nîmet zehf be, şukur kêm be, îlim jî kêm dibe. Di nav feqiyan de edet bû ku şevên înan ji feqiyan yek kart berhev bikin bişînin dikanê mewîja binîn. Bû êvar, ji bo ku ji min peran nexwazin ez çûm ketime pişt nivînê ku li camiyê li ser hev in. Min orxanek avête ser xwe. Ji her kesî pere berhev kirin. Feqîki got, ka Mûsa, feqiyekî dinê got: ‘Feqî Mûsa baş e, exlaqê wî rind e, zekî ye jî, feqet perê wî tuneye’. Wê çaxê di bin orxanê de ez gelek giriyam.
Paşê Mela Ebdurehmanê Durre ji eskeriyê hate Kêranlixê. Ez çûme cem, min Suyûtî xwend. Me li Hesenpaşê li ba wî xwend.
Paşê çûme Pilûrê min li cem Mela Mihemed ku ji Sûriyê hatibû Netaîc xwend. Dûre çûme gundê Mala Seydayê Şêx Nasir Demircî jî min xwend. Seydayê min navê wî Mela Îbrahîmê Exdadê bû. Sala din ez çûme Çoxreşiyê mala Seydayê Mela Yehyayê Çoxreşiyê min bal kurê wî Şêx Ebdurehîm Qewl Ehmed xwend.”
Herwiha Seydayê Mela Mûsa wiha dibêje: “Ez daîm diçûm cem Seydayê Mela Sedreddîn Yuksel min jê faîde digirt.”
Mela Mûsa paşê diçe Midyatê gundê Dêrizbinê cem Mela Ebdulwehab ilmê feraîzê dixwîne. Xwendina xwe heta 1956-7an xwe xilas dike û tê Bazîdê. Li gundê Bazîdê Noreşênê bi fexrî dest bi melatiyê dike. Wê salê qîzxala xwe ji xwe re dixwaze. Paşê diçe Nêço melatiyê dike; peyre bi rêzê li gundê Çiftlik, Gilberana, Qanik, Qerecix, Zorave û Xarikê melatiyê dike. Dûre tê navenda Bazîdê li camiya navenda bajêr Ehmediyeyê waiztiyê dike. Herwiha li Heyderoxlu/Axrî, Şanezer/Zêtka melatiyê dike. Peyre di 1961an de diçe eskeriyê li Mêrdînê û bi jendirmetî 2,5an dike. Piştî eskeriyê jî daîmî li gunda feqiyan xweyî dike û dersan dide.
Seyda Mela Mûsa 1974an de dikeve qadroya resmî û di 1991an de li gundê Korimê teqawid dibe. Bavê şeş kur û qîzekê ye. Piştî teqawidbûnê li navenda Bazîdê medreseyê vedike û dersan dide. (Biner Tablo)
Îcazeya xwe, piştî zemanê ku melatî, muderistî û seydatî kiriye di 1982an de diçe cem Seydayê Mela Muhyedinê Hawêlê distîne.


 
TELÎFATÊN SEYDA:
1- Mecmuetul-Ulûm: Behsa 15 ilmên ku di medrese û mektebên dînî û fakûlteyan de têne xwendinê dike.
2- Mecmuetul-Fevaîd: Koma faîdan, di roja îroyin de ji bo xwenkarekî dînî çi lazim e berhev kiriye.
3- Mecmuetul-Qesaîd: Ew qesîdeyên req ên ku maneya wan zor tên zanînê şerh kirine; ên wek Mueleqatê Seb‘e, dîwana Hz. Elî û ya Îmamê Şafiî.
4- Mecmuetul-Fetawa: Bi kurtasî der heqê meseleyên klasîk û nûjen ên fetwayên çar mezheban de kom kiriye.
5- Mecmuetul-Meqasid: Kitêbeka we‘zan e.
6- Haşiye ela Îşaretil-Αcaz: Şerha Îşaretul-Îcaza Bedîuzzeman Seîd Nursî ye.
7- Mewlûd û Dîwan: Mewlûdeka bi zaravê Celaliyan û îbaretên ji hin şiîr û qesîdeyên seyda ne.
8- Şerhu Qesaîdê Îbnul-Farid: Şiîrên şairê nav- dar ê Ereb Îbnul-Farid şerh dike.
9- Şerhu Ebyati Tarîxul-Xulefa: Şerha şiîrên di Tarixul Xulefayê de ne.
10- Şerhu Ebyati Nûril-Ebsar: Şerha şiîrên ku di Nûrul-Ebsarê de derbas dibin şerh dike.
11- Bazi Şuphelere Cevaplar: Kitêbeke bi Tirkî ye. Tê de hin mesele û şubheyan îzah dike.
12- Şerha Qizil Îcazê: Şerha kitêba mantiqê Qizil Îcazê ye ku Hezretî Bedîuzzeman jî şerh kiriye.
13- Haşiya Tefsîra Muhmel: Şerha tefsîra ku bi herfên Erebî yên bêxal hatiye çêkirinê îzah dike.
14- Reddiyeya İhsan Süreyya Sirma: Reddiyeya li ser kitêba “Hilafetten Saltanata” ya Îhsan Sureya Sirma ye. Nehatiye çapkirinê.
15- Te‘lîqat ela Haşiyetil-Qizilcî ela Tesrîfil-Eşnewî: Şerha serfa haşiya Qizilcî ye.
16- Mecmuetul-Resaîl: Çar rîsale ne. Meseleyên muhîm ên ku di alema Îslamê de munaqeşe dikin bi delîl îzah dike.
17- el-Rîsaletul-Daiyye îla Mehebbeti Muawiye: Reda kitêbên ku te‘nan li Hz. Muawiye dikin dike. Fikra ehlê sunnet wel cemaetê îzah dike.
18- Nefyul-Cihetî wel-Hulûl wel-Îttihad wel-Mekan enil’llahil-Wahîdil-Qehharil-Rehman: Der heqê Eqîda ehlê sunet wel-cemaetê de redda mezhebe îtiqadî yên batil dike.
19- Te‘lîqat elel-Kitabil-Lezî Yebhesu enil-Lah: Şerha kitêba Seîd Hewa ya “Ellah” dike.
20- Senaul-Seqeleyn fî Menaqibil-Şeyxeyn Ebî-Bekir el-Siddîq we-Umer: Der barê menqibeyên li ser Hz. Ebûbekir û Hz. Umer de ne.
21- Celaul-Eyneyn fî Menaqibil-Heteneyn Osman Zîn-nûreyn we Elî Ebîl-Sibteyn: Der barê menqibeyên li ser Hz. Osman û Hz. Elî de ne.
22- el-Enwarul-Satie fil-Ecwîbetî enil-İ’tiradatil-Waridetî elel-Xulefail-Erbeetî: Der barê menqibeyên li ser Hz. Ebûbekir û Hz. Umer de ne.
23- Nûrul-Beser fî Menaqibil-Eîmmetil-Isneyn ‘Eşer: Der heqê menqibeyên 12 Îmaman de ye.
24- Feyzul-Qediril-Mubdî Şerhul-Mewlidil-Kurdî: Şerha Mewlûda Mela Huseynê Bateyî bi Erebî dike.
25- Feyzul-Qadiril-Ellam Şerhu Nehcil-En‘am: Şerha Nehcul-En‘ama Mela Xelîlê Sêrtî bi Erebî dike.
26- Feyzul-Qadiril-Rahman Şerhu Newbihara Biçûkan: Şerha Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî bi Erebî dike.
27- Feyzul-Qadiril-Mennan Şerhu Aqîdetil-Îman: Şerha Eqîda Îmanê ya Ehmedê Xanî bi Erebî dike.
28- Mecmuetul-Fuyûzat: Tê de şerha Mewlûd, Nûbihar, Nehcul En‘am, Eqîda Îmanê dike.
29- Haşiyetul-Wadihul-Mesalik ela Tefsîril-Medarik (Şerhu Tefsîril-Nesefî): Şerha Tefsîra Medarik e. Şeş cild in.
30- Feyzul-Qadil-Metîn Şerhu Kitabi Mem û Zîn: Şerha Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi Erebî û Kurdî kiriye. Du cild in.
31- Şerhu Tefsîril-Nesefî: Şerha Tefsîra Nesefî ye.

Ev nivîs di hejmara 146an a Nûbiharê de hatî weşandin: Nûbihar 146, Sal: 27 Cild: 22 Zivistan 2019 R: 60-65

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook