Serkarê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil: Wê xebata Zengezûrê bi Înstîtuyê re xurtir bibe!


Serkarê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil: Wê xebata Zengezûrê bi Înstîtuyê re xurtir bibe!

Salih Kevirbirî

Kurdên Sovyeta Berê bi awayeke giştî li Ermenistan, Gurcistan, Rûsya, Azerbaycan, Ûkrayna û li welatên Asya Navîn dijîn. Kurdên Asya Navîn li Kazakîstan, Ozbekistan, Tirkmenîstan û Qirgizîstanê dijîn. Di nav wan welatan de Kurd herî kêm li Qirgizîstanê dijîn û bi awayeke fermî hejmara wan li dora 14 heta 20 hezar kesî ye. Li vî welatê ku hejmara xwendevanên Kurdî bi qasî tiliyên du destan kêm in, weşanxaneyeke Kurdî hatiye vekirin û heta niha bi têra xwe kitêbên Kurdî pêşkêşî kitêbxaneya Kurdî kiriye.
Weşanxaneya Zengezûrê sala 2006ê ji hêla rojnameger û nivîskarê Kurd Hejarê Şamil ve li Bîşkeka paytexta Qirgizîstanê hatiye avakirin. Hejarê Şamil kurê rewşenbîr, şaîr û kurdologê Kurd ê navdar Şamil Eskerov e. Şamil Eskerov di dema Sovyetê de, li seranserê Azerbaycanê xwediyê yek ji mezintirîn kitêbxaneyê bû.
Hejarê Şamil herçiqas ev demek e li Rûsyayê jî dijî, di serdaneke min a Bîşkeka paytexta Qirgizîstanê de derbarê Weşanxaneya Zengezûrê de bersiva van pirsên min dabû…
Salih Kevirbirî: Ezbenî beriya her tiştî malavahiya cenabê te dikim ku li vî welatê Asyaya Navîn, li ser sînorê Çînê tu xizmeta çand, dîrok, edebiyat û zimanê Kurdî dikî. Gelo bi çend peyvan be jî dikarî ji min re bibêjî; heta niha di bin banê Weşanxaneya Zengezûrê de çend kitêb ango berhem ronahî dîtine?
Hejarê Şamil: Spas dikim ji bo vê derfeta ku tu didî min. Cara yekem e ku ezê derbarê weşanxaneya me de bersiva rojnamegerekî bidim. Ez bêm ser pirsa te. Di bin banê Weşanxaneya
Zengezûrê de heta niha bêhtirî 20 kitêb hatine çapkirin ku piraniya van kitêban bi zaravayê Kurmancî ne. Çend kitêb jî bi Rûsî û Tirkî hatine çapkirin, lê dikarim bi serbilindî bibêjim ku tevahiya kitêban li ser çand, huner, wêje û siyaseta Kurdan in. Di rojên pêş de wê weşanxaneya me gelek kitêbên din pêşkêşî kitêbxaneya Kurdan bike. Ev jî bila bi saya vê gotûbêja me bibe mizgîniyek.
 
S.K: Serxêrê be! Kekê Hejar ez dibêm Zengezûr yekemîn weşanxaneya Kurdî yan jî Kurdan e li seranserê Qefqasyayê û Sovyeta Berê ne wisa? Taybetmendiya sereke ev e, ne wisa?
H.Ş: Belê rast e Salih Can! Herwekî cenabê te jî diyar kir, balkêşiya Weşanxaneya Zengezûrê ew e ku ne tenê li Qirgizîstanê, lê li tevahiya welatên Sovyeta Berê yekemîn weşanxaneya Kurdî ye. Rast e, li gelek welatên mîna Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê kitêbên Kurdî/kitêbên li ser Kurdan hatine weşandin, lê tevahiya wan kitêban di weşanxaneyên fermî yên wan dewletan de hatibûn weşandin û belavkirin. Ji ber vê yekê ye ku Weşanxaneya Zengezûrê, li gorî bîr û baweriya min bi xwe jî di warê çapemenî û weşangeriya Kurdî de dezgeheke girîng e.
 
S.K: Ezbenî, bi qasî em dizanin gelê Kurd ji sala 1937ê ve ango piştî fermana Stalîn ve li Qirgizîstanê dijî. Gelo tu dikarî behsa heyam an jî serdemekê bikî ku kitêbên Kurdî tê de hatine çapkirin?
H.Ş: (Pêşî hinekî dibişire, paşê dibersivîne) Dikarim li ser vê pirsa te ya girîng vê yekê bibêjim; heta sala 2006ê, ne bi Kurdî, ne jî li ser Kurdan kitêbek jî nehatibû weşandin.1
 
S.K: Ji bo xebata Zengezûrê tu tenê bûyî yan komeke we ya weşanê hebû?
H.Ş: Ya rast bibêjim mecalên me pir û pir kêm bûn, niha kêmtir in jî. Xebat bi min tenê dest pê kir, ez tenê bûm. Paşê komeke me çêbû ku ji van kesan pêk dihat: Gulşena Mûsayê Beşkî, Viktoriya Boytsova û Kamîz Şeddadî. Heta ji van dost û kesayetiyên hêja dihat, me hewla başkirina xebatên weşanxaneyê dida. Piştî ez ji Asyaya Navîn çûme Rûsyayê, wekî min got, wê xebata weşanxaneyê bi înstîtuya me re baştir bimeşin. Di rojên pêş de hêviya min ew e ku em komeke xurt saz bikin û careke din kar û barê weşangeriya Kurdî, bi awayeke xurtir berdewam bikin.
 
S.K: Siheta te xweş, ez jî hêviyên xwe tevli hêviyên te dikim. Gelo çima Zengezûr? Ev nav ji ku tê?
H.Ş: Dema Kurdistana Sor hat avakirin, herêma Zengezûrê mezintirîn dever ango herêm bû. Ev dever bi ser wîlayeta Yelîzavetpolê ve bûye ku sala 1868ê de hatiye avakirin. Sala 1921ê herêma Zengezûrê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hate dabeşkirin. Bi gotineke din, weşanxaneya me navê xwe ji herêmeke pir xweş ê Kurdistana Sor standiye.
 
S.K: Heger tu navê çend berhemên Weşanxaneya Zengezûrê ji me re bibêjî, ewê kîjan bin?
H.Ş: Kerem bike navê çend berhemên Weşanxaneya Zengezûrê:
1- Çelovek Legenda, (Mirovê Efsane), 110 Saliya Mele Mustefa Barzanî, E. Ziyo Bedirxan, 2013.
2-Zimanê Kurdî, Bona dersxane II-V’, Kinyazê Îbrahim, Kurdî, 2006.
3- Zimanê Kurdî. Bona dersxane VI-IX’, Kinyazê Îbrahim, Kurdî, 2006.
4- Jiyan di rêya welatparêziyê de, biyografî, Kurdî, 2007.
5- Dîlbera min, Barîyê Bala, helbest, Kurdî, 2008.
6- Berevok, Wezîrê Nadirî, Kurdî, 2009.
7- Kulîlkên Neçilmisî, helbest, Kurdî, 2011.
8- Axîna Dil, Hesenê Hecîsilêman, helbest, Kurdî, 2011.
9- Êşa Dil, Evdille Îbrahîm Şemoyî, helbest, Kurdî, 2011.
10- ??????? ??????????? ??????????, (Tarîxa Kurdistana Kafkasyayê) Wekîl Mustafayev, lêkolîn, Rûsî, 2011.
11- Rêbera Axaftinê, Rûsî-Kurdî, Kamîz Şeddadî, 2012.
 
S.K: Xebatên li ber destê te hene ku di demên pêş de bikevin nav refên Kitêbxaneya Kurdî?
H.Ş: Helbet hene! Em vê gavê amadekariya sê kitêbên nû dikin:
1- Ferhenga Beşavendên (kafiye) Kurdî.
2- Ferhenga Rûsî-Kurdî (40 hezar peyv)
3- Sed Kurdên Sovyetê.
 
S.K: Kekê Hejar, wekî em dizanin li seranserê welêt û diyasporayê bi dehan kitêbxane û weşanxaneyên Kurdan hene. Gelo têkiliya Zengezûrê bi kitêbxane, sazî û dezgehên weşangeriya Kurdan re çawa ye?
H.Ş: Mixabin têkiliyên me zêde tunene. Hêdî hêdi çêdibin. Yekitiya Nivîskarên Dihokê  kitêba Bariyê Bala ku me weşandibû bi tîpên aramî jinûve çap kir. Carcaran gazî dikin, çend sal berê min serdana Başûr kir. Lê ez dixwazim ev serdan zêdetir bibin.
 
S.K: Gelekî spas dikim ji bo vê gotûbêjê, kêfxweş bûm.
H.Ş: Spasxweş, ez jî kêfxweş bûm
 
1 Şayanê gotinê ye ku Hejarê Şamilê ku ji Herêma Kurdistana Sor e, sala 1966ê li bajarê Kelbecerê hatiye dinyayê. Sala 1989ê li Bakûya Azerbaycanê Enstîtuya Pedagojiyê temam kiriye, di navbera salên 1984-1986an de leşkeriya Artêşa Sor kiriye. Şamilê ku ji nîveka salên 1980yî dest bi karê rojnamegeriyê kiriye, sala 2006ê li Bîşkeka Qirgizîstanê bi cih dibe. Piştî jiyana bêhtirî 10 salên li Bîşkekê, ev 5-6 sal in ku li Rûsyayê jiyana xwe berdewam dike. Hejarê Şamil li Rûsyayê tevî çend rewşenbîrên Kurd Înstîtuya Kurdî ya li Rûsyayê ava kiriye. Weşanxaneya Zengezûrê jî, vê gavê xebatên xwe di nava înstîtuyê de dimeşîne. Hejarê Şamil herwiha endamekî çalak ê Komeleya Yekbûnê û Televizyona Yekbûnê ye ku ev herdu dezgeh vê gavê di bin serkariya Profesor Kinyazê Îbrahîm de kar û xebatên xwe berdewam dikin. (Salihê Kevirbirî)

Ev nivîs di hejmara 156an a Nûbiharê de hatî weşandin: Nûbihar 156, Sal: 29 Cild: 25 Havîn 2021 R: 54-57

 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook