Ji Bihuşta Serhedê Dengbêjek: Evdirehmanê Perê (1933-2008)*


Ji Bihuşta Serhedê Dengbêjek: Evdirehmanê Perê (1933-2008)*

Kenan Söylemez

“Ger hûn dixwazin gelekî dîl bigirin,
muzîka wî pûç bikin.”
Konfuçyus

 
 
Çend Gotin li ser Dengbêjiyê
Dengbêjî heya niha ji aliyê gelek pispor, nivîskar û zaneyên dengbêjiyê ve cuda cuda hatiye pênasekirin. Belê bi saya dengbêjiyê ziman hatiye hebandin, zilm û zextên ku li ser Kurdan hatine kirin bi saya dengbêjan gihiştiye roja me. Çîrok, destan û wêjeya devkî ya Kurdî bi saya wan jiyaye. Deng û gotin (bêje) heya niha di pênasekirina dengbêjiyê de du peyvên sereke ne.
 
Lê îro em dibînin ku du peyvên din bêtir dengbêjiyê li roja me zindî digire û di nava civatê de belavtir dike; “rih” û “dil”. Dengbêjî îro di nava dil û giyanê Kurdan de cih girtiye. Mirov li kîjan qada jiyanê binihêre dengbêjiyê ji xwe re cih girtiye. Li hember hemû nakokiyên wan jî civata Kurd bi qasî ku di tu tiştî de nebûye li derdora dengbêjiye bi rih û dil hevgirtine. Dengbêjiyê civaka Kurd a ku ber bi netewebûnê ve diçe li derdora xwe civandiye.
Aliyekî din ve mirov lê binihêre dengbêjî koka xwe esas ji jinê digire, ji jin û jana jinê. Lorîn û hawara jina Kurd dengbêjî afirandiye. Mirov îro bi hûrgilî li kilaman binihêre piraniya wan ji devê jinê hatine gotin. Dibe ku ev ji xwezaya jin û mêrtiyê ji tê. Lewra di nava Kurdan de di şînekê an jî bûyerekê de jin dibêje dilorîne, mêr her tim girîn an hawarê ji xwe re weke eybekê dibîne. Evê jî bandor li ser dengbêjan hiştiye ku bi devên jinê kilaman bibêjin. Di vê nivîsa me de emê bibînin ku di jiyana dengbêj Evdirehmanê Perê de dîsa “leheng” jin e, dayika wî “Perê” bi xwe ye.
Welatê Serhedê jî di dengbêjiya Kurd de xwedî cihekî taybet e. Di sir û seqema Serhedê de germahiyeke ku ji dil û kezeba dengbêjan tê li seranserê Kurdistanê belav kiriye. Dîwanxaneyên axa û begên Serhedê bi dengê dengbêjan her dem tijî bûye. Ne tenê dîwanxane tu dawet bê dengbêj çênebûye. Di şevên zivistanê yên dirêj de her xwîşkek, dayikek, pîrikek çîrokbêjên mala xwe bûne. Sed korayî ku îro ev çand di roja me de li ber tunebûnê ye.
 
Jiyana Evdirehmanê Perê
Dengbêj Evdirehmanê Perê yek ji wan dengbêjan e ku ji herêma Serhedê û ji rêçika Evdalê Zeynikê ye. Evdirehmanê Perê yê ku jiyana xwe tev di nava dîwan û dengbêjiyê de derbas kiriye li gundê Partaşê ku li ser navçeya Erdîşê ye di sala 1933yan de hatiye dinê. Partaş gundekî Geliyê Zîlan e ku komkujiya sala 1930yî dîtiye. Navê kalikê wî Sofî Resûl, bavê wî Elî û dayika wî jî Perê ye ku pê tê naskirin. Eliyê bavê wî zû dimire û dayika wî Perê li ser neh zarokên xwe dimîne û wan xwedî dike. Lewma zar û nebiyên wê bi navê wê tên naskirin. Bav û kalên Evdirehmanê Perê ji eşîra Mikayîlî ne.
Malbata Evdirehmanê Perê ji komkujiya Geliyê Zîlan xilas dibe û direvin heya Mûşê, Bilîsê, heya Kevirê Qul diçin. Gelek belengazî dibînin, tî û birçî dimînin heya vedigerin Gelî. Piştî ve digerin Gelî hîn zor û zilma dewletê neqediyaye lê dîsa jî li gundê xwe bi cî û war dibin. Di sala 1950/51an de ji Erdîşê bar dikin tên gundê Xirbê Seyda bi cîh dibin. Xirbê Seyda gundekî li ser navçeya Milazgira li ser Mûşê ye. Xirbê Seyda/ Milazgir ji bo wî derfetekê çêdike ku bi dengbêjên navdar re bikeve têkiliyê û di warê dengbêjiyê de xwe pêşde bibe.
Sala 1983an de vê carê bar dike ji welat derdikeve diçe rojavayê Tirkiyeyê Adebazarê. Li Adebazarê jî xwe ji cimaetê dûr naxe û herdem ji mêvan û malbata xwe re kilam gotiye. Çiqas Kurdên derdora wan hebûna çûye cem wan û ji wan re straye. Aliyekî din ve jî li vir jî heywan xwedî dikir, danûstandin dikir û şîr difirot. Heya dawiya temenê xwe jî mal û milkên wî hebûn. Di nava xizaniyê û feqîriyê de nema.
Bi Evdirehmanê Perê re şeş kur û sê qîzên Perê hebûne. Evdirehmanê Perê jî du caran zewiciye. Xedîce jina wî ya mezin e du kur sê keç jê çêdibin, Fatma jina wî ya piçûk e çar kur sê keç jî ji wê çêdibin. Malbata wî niha li bajarê Adebazarê niştecih e.
Dengbêj Evdirehmanê Perê, li Adebazarê di sala 2008an de ji ber nexweşiya qeyrana dil jiyana xwe ji dest dide.


 
Dengbêjiya Evdirehmanê Perê
Perê, keça Ehmed Axa ye ku jê re dibêjin Ehmedê Dîwane. Ehmed Axa jî ji eşîra Mikayîlî ye û kesekî navdar e. Di dîwana Ehmedê Dîwane de gelek civat çêdibin û dengê dengbêjan jê kêm nabe. Perê hîn zarok bûye di dîwana bavê xwe de kilam gotiye û straye. Ne tenê kilam qesîde û hedîs jî jiber kirine û gotiye. Eqîda Îmanê zanibûye û gelek keç û jinên Kurdan dihatin li bal Perê hîn dibûn. Ya ku ji zaroktiyê de Evdirehman bi her awayî mezin kiriye û hînî kilaman kiriye dayika wî Perê ye. Kurê xwe weke şagirdekî dibîne û çi di berîka wê de hebe dide wî. Hezkirina dengbêjiyê wisa dixe nav dilê Evdirehman ku careke din ev hezkirin jê dernekeve.
Evdalê Zeynikê weke her dengbêjekî Serhedê bandoreke mezin li ser Evdirehmanê Perê jî hiştiye. Ev bandor jî di roja serî de bi rêya dayika wî Perê çêbûye. Evdirehmanê Perê kilamên Evdal bi giştî jiber kirine û gotine.
Xirbê Seyda merheleyeke nû ye ji bo Evdirehmanê Perê. Derfet çêdibe ku dengê wî li Serhedê bêtir belav bibe. Lewra Milazgir di nava erdê Serhedê  de  yek  ji  navendên  dengbêjiyê ye. Ferzê (Xelê), Siloyê Gulê (Dignûg), Tahiro (Qerealî), Xosrof (Demiya), Sebriyê Kor (Xelê), Keremê Oxçiya (Oxçiya) û Evdirehmanê Perê (Xirbê Seyda) ji Milazgirê ne. Milazgir jî mirov nikare anegorê nexşeyên îro tixûban lê çêbike lewra erdnîgariya wê bi Intap (Dutax), Qereçoban, Kop, Patnos û Xelatê ve yek e. Hîn mirov dikare bêje têkiliyên wê bi hêsanî navçeyên weke Varto, Kanîreş, Erdîş, Qereyazî, Tekman, Xuristan, Elcewazê re çêdibû. Danûstandinên wê bi bajarên Mûş, Agirî, Bilîs, Erzirom û Qersê re hêsan çêdibû û rêya dengbêjan her tim li Milazgirê diket.
Di nava vê gola dengbêjiyê de Evdirehmanê Perê jî xwe bêtir di warê dengbêjiyê de nas kir û heya jê hat bênavber ji kaniya dengbêjan av vexwar, sûd wergirt. De kilamên Evdalê Zeynikê kêm dengbêjan weke wî digot. Lê heya jê dihat bi xwe kilam çêdikirin û bi vê yekê dida nîşan ne tenê dengbêj e û pê re jî şaîr e. 
Jiyana xwe tev dabû li ser dengbêjiyê bi rojan bi mehan ji mala xwe derdiket di çû li dû dengbêjiyê digeriya. Ne tenê Serhedê bi dengbêjên hevalên xwe re diçû Amedê û heya Îran jî diçû. Di vir de ez dixwazim behsa du bûyeran bikim da ku em bizanin çiqas fedekarî kiriye ji bo dengbêjiyê. Dibêjin ku salekê Evdirehmanê Perê genim direşîne. Nêzîkê çinîna genim diçe dawetekê û nayê. Heya vedigere mala xwe wext derbas dibe û genimê wî li çolê dimîne. Bûyera duyem mirov pê re xemgîntir dike. Evdirehmanê Perê ji mala xwe derdikeve bi Dengbêj Silhoyê Îso re diçe dawet û dîwanan. Dîwan li ser dîwanê heya Taşlîçay, Îdir û Nexcîwanê diçin. Piştî wextan mehek derbas dibe paşê vedigerin. Vegerê de li Panosê pê dihese ku kurê wî yê du salî nû miriye, siwarê minîbusa Milazgirê dibin ku li ser rê gundê Xirbê Seyda peya bin. Êdî xelk wî nas dike û lava dikin ku ji wan re heya gund kilaman bêje. Evdirehmanê Perê şewata dilê xwe dide aliyekî û ji wan re distrê heya gund. Gava ku digihêjin gund paşê ew rêwiyên bi wan re bi bûyerê dihesin. Gelekî xemgîn dibin, bi hev re peya dibin û cinazê kurê wî bi hev re defin dikin. Ev her du bûyer aliyekî ve dide nîşan ka dengbêjan çiqas ked dane ji bo gelê xwe. Çiqas xweşî û şahî dîtibin ewqas jî têda û êş dîtine. Lê weke ku Resoyê Gopala dengê wî bi dinyakî hêja bû dengê wî xirab kirin jî dengbêj tu wextî ji civakê dûr neketin û nexeyîdin.
Evdirehmanê Perê bi gelek dengbêjên dewra xwe re ketiye lecê û straye. Reso, Şakiro, Huseyno, Sidîqoyê Şêxweliya, Sidîqoyê Dudeng, Keremê Delalê, Sebriyê Kor, Nûroyê Meter, Zahiro, Tahirê Qerexliyê, Mihemedê Paniyê, Xosrof û Dengbêj Silhedîn re gelek caran bi wan re kilam gotiye. Ev zêdebûna dengbêjan li heremê derfeteke xweş bûye ku Evdirehmanê Perê bikemile, bipije.
Îro di destê me de gelek kasetên kilaman yên ku ku Evdirehmanê Perê gotine hene. Kilama Evdal û Şêx Silê, Evdal û Gulê, Gula Esedê Xêlit, Emê Gozê, Elîko, Tarxan Beg, Kewa Gozel, Xelîlê Xeto, De Herê, Xemê, Hawer Delal/ Bavê Şukrî, Weylûr Weylûr û gelekên din gotine. Weke çend mînak emê hin kilaman li jêr binivîsînin. Piştî wextan emê lêkolîna xwe berfireh bikin, çiqas kaset hebin emê berhev bikin. Bi qasê ku ji destê me hatiye emê deşîfre bikin hemû kilaman.

 
ÇEND MÎNAK JI KILAMÊN WÎ
 
De Herê
De herê de herê way de herê bê de herê hay de werê
erê sebrê welatê me Serhed e em ketine xebata tirpanê wê girtina remezanê pêra kele kela germê vê havînê
keçikê digo dayê rebenê li min korê li te nemayê lawîkê min nexweşe nexweşê nav nivînê
dayê ca rabe vê sibengê cîkê lawikê min çêke lî ‘ewanê li birca bilind li qiblê ma li şaneşînê
ezê çote memikê xwe biqewêzim ji lawikê xwe ra bixime kew melhema vê birînê ezê destê lawikê xwe bigirim biherime qibla jorê belê li şaneşînê
ezê çotê reş keziyên xwe bibirim li serserê lawikê xwe ra bixime bayê baweşînê heke dayika min ji derva hat go lawo, berxê wa çi ye?
ezê bêjim dayê tu nizanî keçka te bakire ye wez ketime bela vê qelûnê de herê de herê way de herê way de herê bê de werê
le heta mirinê meraqa dilê mi sebrê
 
Tarxan Beg
Bavê min berdevkê mîran û hakiman e wî bavo erê wî bavo wî bavo wî bavo wî lo lo wîlo bavo rebeno mi dî sibe bû şerekî li me çêbû li Qûşqiranê şewitî ha va li berî avê anê mi dî qalekî li me qewimî li Qûşqiranê şewitî ha va li berî avê
ez bala xwe didimê tifinga destê Bavê Cemîlê Kekê Zezê ji êvar da dişixule mîna stêrka sibê ku derdikeve li Ometa Mihemed şuhlê davê
Cemîlê bi sê denga kire gazî go Zezê keziya serê min û te birîbe ca rabe cabekî ne bixêrê ji min ra hatiye dibê derbekî dane Tarxanê Delal Siwarê Gogerçîn bavê me her du kesûka
cendekî wî zilamî maye gundê Huseyn Begê Takorî li ber tavê wî hî hî hîîî
Zezê digo Cemîlê gulîbirê şerekî li me çêbû li Qûşqiranê şewitî ha va li derbenda anê mi dî qalekî li me qewimî li Qûşqiranê şewitî ha va li derbenda
de êja rabe bala xwe bide bejn û bala Bavê Cemîlê Kekê Zezê li hemayîla li gulika ha wa li bazbenda tu bala xwe bi dê bejna Bavê Cemîlê Kekê Zezê Siwarê Gogerçîn
li hemayila li gulika li reşiyê ‘ebayê li bazbenda
heyfa mi nayê li kuştina Tarxanê Delal heyfa mi tê li wê heyfê îro sibe da Gogerçîn di destê seyisan da digerînin
Huseyn Begê Takorî gazî dikir digo kuro em pêş sonda Tarxan va Gogerçîn bikişîne Sera Mexîna înçî bidine ser nalbenda
Cemîlê digo Zezê evan zilaman em xapandin, xuçê ez nizanim ewan zilaman çima em xapandin eskerê bavê min pir bûn ne hindik bûn gelo çima ji nîvê rê da zivirandin
mi dî derbekî dane bejn û bala Tarxanê Delal Bavê Cemîlê Kekê Zezê Siwarê Gogerçîn ûrt û ocaxê bavê me her du kesûkan ji binî va ditefandin
wey hî hî ax hî
were wî lo lo wî lo lo wî lo lo wî lo lo...
wîlo bavo rebeno mi dî şerekî li me çêbû li Qûşqiranê şewitî ha va li vî giltî anê mi dî qalekî li me qewimî li Qûşqiranê şewitî ha va li vî mitî
Cemîlê bi sê denga kire gazî go Zezê keziya serê min û te birîbe
ez nizanim anzêrê Gogerçîn îro binê bavê min û te da nebeziya, nekeşiya fena caran gelo çima nexebitî gulîbirê nizanim anzêrê Gogerçîn îro çima binê bavê min û te da nebeziya, nekişiya fena caran nexebitî xwezila ji xêrê Xwedê ra wexta dora kozika Tarxanê Delal Bavê Cemîlê Kekê Zezê Siwarê Gogerçîn digirtin bira lê derketa Kor Huseyn Paşa Bavê Edo Kekê Memo lê bi tevî çend xulamên şîr helalî dilşewitî Cemîlê digo Zezê bavê mi axa ye, gulîbirê wele bavê me axa ye
nava dilê bavê min dimire dil û gurcikê bavê min pola ye
îsal çend sal e li ber Cumhuriyeta Alî Osman sekiniye keko belê neheliyaye şahid û şuhudê Bavê Cemîlê Kekê Zezê Siwarê Gogerçîn gelek hene
di rojê oxilmê giran da berê hezar û hefsed kafirê qezax daye wey hî hî hî
 
Kilama Mala Emer/Şerê Kilîsekendê
Lîlo lîlo lîlo
lîlo rebeno şerekê li me çêbû êvara li sara sûra li hewşa Kafirê Emir Tûman li Kilîse li Kilîskendê li tereka ha wa li tereka yo yo yo wayê
ez bala xwe didimê Şemsedîn bi sê denga bang dikir go Ferzende bavê mino tu serê xwe bilind ke
kaxiz û beratê me merikî Hesenî ketine destê bînbaşiya, alayî qumandara gire gira pêra pêra û birayo van tereka oy oy oy hêê
erê bavê bavê mino tu şerekê wisa bike îro li hewşa Kafirê Emir Tûman da emê şerekê wisa daynin bira xûn bikişe mislê çeman û kaniyan
emê kela çêkin ji seriyan saqoqan çêkin ji cendekan lîlo lo lo lo
sibeye Şemsedîn vegeriya go Ferzende bavê mino de êja tu lêxe birayo ku îro em bin em bi xwe bin lawo mêrxasên nava Hesenan mêrên nav pê ketî mêrê kozikan em bi xwe bin
lawo elhemdulah em misliman in ji ometa Resûlê Ekrem in em çima teslîmê cumhureta xwe dewleta Alî Osman nebin
em werin hidûdê Îranê çar heb Ecemên papaxreşê papaxgenî serê xwe ji kozikan bilindkin bêjin gelî mêrxasên Hesenan
de êja bi nava tifinga xwe bigirin werin îro bi hêsiriyê bi dîlî teslîmê cumhureta me bin axa reş bûye lîlo lo lo lo
 
lîlo lo lo lo oy oy oy
lîlo rebeno şerekê li me çêbû vê êvarê li sara sûra li hewşa Kafirê Emir Tûman lawo ha ho çîkî ger e
ez bala xwe didimê bi tavdana sibê ra mufreze bû dengê çapa tê bêhna xûnê û barûdê yeqîn dikin ser serê berxê Mala Emer oxilmeye birayo qerebalixe yeqîn şer e Şemsedîn bi sê denga bang dikir go Besrayê ciya bavê minê
dergûşa milê te kurîne xûçê tu hilde qasekî ji nava Ecema derkeve dayê wê da here Besrayê vegeriya go Şemsedîn bavê mino dergûşa milê min kurîn e
navê dergûşa milê min Elî Zîver e min ê bi husn û rizayê dilê xwe kiriye nav, namûs û semyanê Mala Emer e lîlo lo lo lo loy
 
Sibeye Ferzende vegeriya go Şemsedîn bavê mino tu lêxe em îro mane di mala mirinê mala matê da hê hê hê
birayo hawara me dûr e gaziya me nayê mêrê hawar û gaziya Rizayê Xêlid bû hatiye girtinê Mûşa kavil da binê mahiyeta hukumatê di heps û zindana da yê
mêrê hewar û gaziya Keremê Qolaxasî îsal çar salê wî temam bû li hewşa Kafirê Salo şehîde ma ye di binê axê da hê hê hê
erê lawo hewara me dûr e gaziya me nayê çar heb cahilê me Hesenan mane ew jî Kela Milazgirê şewitîne ber agirê Romê da lîlo lo lo lo heylo lo lo lo felek xayîne lê wax lê
 
Xelîlê Xeto
Bê de lo lo Xelîlo lawo roka gundê me derketî
îro ji Mûşê ji Vartoyê ji Gumgumê ji Zozanê Qerqebazarê hû wayê lawo ha wa qaldirme ye Xelîlo lawo mi dî roka gundê me derketî
ji Mûşê ji Vartoyê ji Gumgumê ji Zozanê Qerqebazarê hû wayê ha wa qaldirme ye ezê bala xwe didimê Şerîfê Xelîlê Xeto bi sê denga kire gazî
go gele siwaran bi hevra lêxin Xwedê hezke fetha Mala Ferêt îro hû way hû way lawo yeqîn bi destê me ye
ezê bala xwe didimê kafirê Ferêt Bavê Heydo Kekê Romî li devê hespê dixe vegeriya ji van ra kire gazî go gele siwaran hûn bizivirin
heçî yê ketê Zozanê Qerqebazarê bajo ser kozika Şerîfê Xelîlê Xeto
yeqîn bizanibî mirinê lê kiriye gazî felek jê xeyîdiye dinya jê ra pûç e melîlo lawo bêfaydeye hayê ax axx
ax melûlo melûl ez melûla te me siwaro hoy hoy wîî waxx ha hî hî hû hîî
 
Bê Xelîlo lawo roka gundê me derketî
îro ji Mûşê ji Vartoyê ji Gumgumê ji Zozanê Qerqebazarê hû hê ha va bi danzde rima ezê bala xwe didimê şewqê û şemalê xwe daye koşk û seraya Bavê Heydo Kekê Romî îskan û tebaxa çaydana misîna taximê semawira hû hû wayê êê
melûlo van gumguman
ezê bala xwe didimê heçî kesê li zozanê Qerqebazarê bajo ser kozika Şerîfê Xelîlê Xeto
şahid û şuhûdê vî zilamî hene li derê meydanê derbekî daye bejn û bala Bavê Heydo Kekê Romî lewra min dî şîn agirî ketiye herem odasiya jorînî nava komên qîzan û bûkan
cotê gulîsora melûlo lawo cot xanima hayê
ax melûlo melûl ez melûla te me siwaro hayê ax lê ha hî hî hîî
 
bê Xelîlo lawo roka gundê me derketî
ji Mûşê ji Vartoyê ji Gumgumê ji Zozanê Qerqebazarê hû hê lawo ha bi zûda ezê bala xwe didimê ro li me hate nîvro tifinga Şerîfê Xelîlê Xeto
bi hukmê barûdê sê cara divê hû hû wê sava tîn da hî hîî
şahidê Şerîfê Xelîlê Xeto gelek hene serê meydanê tavdana sibê ra bi bayê gula ewilî ra derbekî lêda bejn û bala kafirê Ferêt Bavê Heydo Kekê Romî
lewra min dî hêdîka peya kiriye hê hê melûlo ji qaşa zînda ha hê hê waxx lêê
ax melûlo melûl ez melûla te me siwaro ha hî ha hî axx ho aa ho ho.

* Agahiyên di derheqê jiyana wî de min ji kurê wî Burhan Pala, birayê wî Kutbettin Pala û biraziyê wî Halil Pala girtine. (K. Söylemez)

Ev nivîs di hejmara 156an a Nûbiharê de hatî weşandin: Nûbihar 156, Sal: 29 Cild: 25 Havîn 2021 R: 34-40

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook