Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî


Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî

Hêriş Kemal Rêkanî

Her wekî me li berî nûke jî amaje daye kesayetiya Mela Mehmûdî û şehrezayatiya wî di çendîn biwarên cuda cuda da, bêguman rengvedana wan biwaran li ser berkarên wî jî diyar e. Şiyaye di gelek layenan da xizmeteka mezin û hêja û berkeftî pêşkêşî çand, edeb, keltur, folklor, dîrok û zimanê Kurdî bike. Evên li jêrê ew berhem û şûntiblên wî yên zêrîn û rengîn in, çi yên heta nûke hatîne dîtin û destnivîsên wan berdest in û yan jî bi tenê navên wan hatine zanîn, ev berhem çi ji nivîsîna wî bin çi jî wergêran û nesxkirina wan berheman be.
 
1- Pertûka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî, Muherrema 1253 mş./Nîsana 1837 z. li bajarê Erziromê nivîsiye, ji 137 rûpelan pêk dihê.1
 
2- Pertûka Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan sala 1274 mş./ 1857 z. nivîsiye, yek ji girîngtirîn berkarên wî yên dîrokî ye ku heta nûke maye berze. Ya jê hatiye zanîn ew e ku ji yazde beşan pêk dihê û rûdanên di navbera 1200-1274 mş.-1785/1786-1857 z. bi xwe ve digre.2
 
3- Pertûka Nûbihar ya Ehmedê xanî, sala 1274 mş./1857 z. li ser xatirê Alexandre Jaba li bajarê Erziromê nivîsiye. Ji 140 peran pêk dihê, belê ji ber ku bi tenê li ser layekê perî hatiye nivîsîn lewma rûpelên nivîsînê dibine (70) rûpel).3
 
4- Pertûka Kitab Tercume Leyla Mecnûn Tirkî Bi Zimanî Ekrad û Kurmancî sala 1274 mş./1857 z. li ser xatirê Alexandre Jaba nivîsiye. Ji (171) peran pêk dihê, belê ji ber ku bi tenê li ser layekê perî hatiye nivîsîn lewma rûpelên nivîsînê dibine (85) rûpel.4
 
5- Pertûka Kitab Mewlûd Şerîf Kurmancî ye anko Mewlûdnameya Melayê Bateyî, sala 1274 mş./1857 z. nivîsiye.5
 
6- Pertûka Adat û Rusûmatname’ê Ekradiye sala 1274 mş./ 1857 z. Nivîsiye6 û ev daneye bi tîpên Erebî û Latînî ye, dîsa heman salê (anko 1274 mş./1857 z.) ev pertûke di daneyeka dîtir da navê wê bi vî terzî hatiye nivîsîn Kitab Adat û Rusûmatname’ê Tewayif Ekradiye û Usûl Nizamatê Kurmanciye7 û digel rûpelê tîpên Erebî, bi tîpên Latînî jî hatiye nivîsîn û di rûpelê beramber da wergêrana Fransî jî ji layê Jaba ve hatiye nivîsîn, gelek caran bi tîpên Erebî û Latînî hatiye çapkirin.
 
7- Pertûka Durr El-Mecalis Bi Zimanî Kurmancî ya Mela Mûsayê Hekarî, li (2 Rebî’el Ewel 1274 mş./20 Çiriya Yekem 1857 z.) Mela Mehmûdî bo Alexandre Jaba nivîsiye,8 ji 58 hîkayetan pêk dihê, li sala 2019 ji layê Dr. Hêmin Omer Xoşnaw li Zankoya Soran hatiye çapkirin.
 
8- Wergêrana pertûka Şerefname ya dîroknivîsê Kurd (Şerefxanê Bidlîsî (1543-1601/1602 z.) sala 1275 mş./1858 z. li ser daxwaza Alexandre Jaba ji Farisî wergêraye Kurdî. Ev destnivîse ji layê nivîser Seîd Dêreşî hatiye tiwêjandin û sala 2007an li Dezgeha Spîrêzê li Duhokê hatiye çapkirin.
 
9- Beyta Sîseban ya Ehmedê Hekarî9 û Zembîlfroş ya Feqiyê Teyran, sala 1276 mş./Nîsana 1859 z. nivîsiye, li ser bergê Jaba keftiye şaşiyê ku Sîseban bo Ehmedê Xanî û Zembîlfiroş bo Melayê Bateyî danaye.
 
10- Pertûka Cam’iê Rîsaleyan û Hîkayeatan bi Zimanê Kurmancî, sala 1277 mş./1860 z. nivîsiye û sala 1860î Alexandre Jaba li Rûsyayê bajarê Petersbûrgê çap kiriye.
 
11- Pertûka Luxet Başî Nemazic Tesrîf el Ef’al Fî el Luxe el Kurdiye sala 1860 z. li Erziromê nivîsiye, wek ferhengokekê ye ku ji 800 karan anko fi’lan pêk dihê û bi Kurmancî ye. Latînî û Fransî jî layê Jaba ve hatîne danan, di her rûpelekê da 8 kar (fi’l) hatîne danan. Her çende bi navê Mela Mistefa hatiye nasandin, belê lidûvçûnê û hevberkirina curê nivîsînê her heman curê nivîsîna Mela Mehmûdî ye anko Mela Mistefa jî yek ji nasnavên Mela Mehmûdî ye dinivîsînê da.
 
12- Istranêd Kurmancî 8 Remezana sala 1276 mş./29 adara 1860 z. nivîsiye.10 Dîsa heman stranêd Kurmancî yên borî bi navê Kilamî Kiçan li heman mêjû anko 8 Remezana sala 1276 mş./29 Adara 1860 z. nivîsiye. Belê li ser wê destnivîsê navekî dîtir anko Mela Mistefa danaye û ji 24 rûpelan pêk dihê11 û lawîjk û Gewrê.12
 
13- Pertûka Xeberdana Zimanî Kurmanciye, sala 1865 nivîsiye, ji 86 rûpelan pêk dihê.
 
14- Hîkayeta Kitabê Qisseya Şêxê Sen’an ya Feqiyê Teyran, sala 1282 mş./1865 z. bo Alexandre Jaba nivîsiye, sala 1965 rojhelatnasa Rûsî Rudenkoyê daye çapkirin.13
 
15- Pertûka Qewa’idê Lisanê Kurdî ye fî ‘Adatihîm, Risale Tuhfetul-Xullan fî Zimanê Kurdan sala 1866 hatiye nivîsîn, bi tîpên Latînî ji layê Mikail Bülbül-Mustafa Öztürk ji çapkiriyên Weqfa Mezopotamyayê û bi tîpên ‘Erebî ji layê Dr. Hêmin Omer Xoşnaw sala 2019an li Zankoya Soran hatiye çapkirin.
 
16- Pertûka Usûl û Qewa’idêd ‘Ulûmêd Nehw û Serfê sala 1283 mş./1866 z. li Erziromê hatiye nivîsîn, ji karên zimanê Kurdî di hemî deman da diyar kirîne (Borî/Rabirdû, Neborî/ Ranebirdû, Ayînde) û tîpên nerê (nefî).
 
17- Pertûka Riyadê ‘Işq ya Akifê Wanî, Mela Mehmûdî sala 1283 mş./1866 z. nivîsiye, ji 39 rûpelan pêk dihê.
 
18- Pertûka Riyadê ‘Işiq ya Aşiq Sîpkî, sala 1283 mş./1866 z. li Erziromê hatiye nivîsîn, ji 114 rûpelan pêk dihê.
 
19- Beyta Ey Av û Av ya şa’irê mezin Feqiyê Teyran.
 
20- Pertûka Mecme’a Xezeliyatêd Şu’erayêd Kurmancan, şi‘rên çendîn şa’irên klasîkî bi xwe ve digire wek 25 şi‘rên Ehmedê Xanî, beytên Zembîlfroş û Dimdim yên Feqiyê Teyran, Hespê Reş û xezeleke Elî Herîrî, du xezelên Melayê Bateyî, şi‘reka şa’ir Esamî (Mela Meqsûd), xezeleka şa’ir Direfşanî, şi‘reka Melayê Cizîrî, şi‘reka Remezanê Cizîrî, du şi‘rên Miradxanê Bazîdî, 69 rûpelan bi xwe ve digire.
 
21- Berîte/Birîte, hijmarek gotinên pêşiyan yên Kurmancî yên di şîn û şadiyan da dihêne gotin.
 
22- Îskendernameya şa’irê navdarê Fars Nîzamî Gencewî (1141-1209 z.), ku ji 87 malikan pêk dihê ji Farisî wergêraye Kurdî.14
 
23- Sefhe Sibyan elfabêya Kurdî ye bo zarokan, ji 38 rûpelan pêk dihê.
 
Zêdebarî van berkar û destnivîsan Mela Mehmûd harîkarekê serekî yê Jaba bûye bo danana ferhengan: Ferhenga Kurdî ya devoka Hekarî û Rewendî ku sala 1858an digel Jaba danaye ferhengeka biçûk e û ji 49 rûpelan pêk dihê destnivîs ji destnivîsa Şah Nezer e û sala 1858an Fransiya wê hatiye çapkirin û sala 1984an ji layê Mamosta Maruf Xeznedar hatiye berhevkirin û çapkirin.15 Her du bergên ferhenga yekê: Kurdî-Rûsî-Fransî di navbera salên 1869-1882yan hatiye amadekirin û ji 700 rûpelan pêk dihê, ya duwê: Rûsî-Fransî-Kurdî ev berg ji 15000 peyv û 721 rûpelan pêk dihê16 û ferhenga Kurdî-Fransî ku ev ferheng bo yekem car sala 1879an li bajarê Sant Petersbûrgê hatibû çapkirin.
* * *
 
 
 
 
1 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Mem û Zîn fî şehrî Muherrem, sene 1253 h.
2 Bo zanîna tewerên beşan binêre: Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, Tercema Mela Mehmudê Bazîdî, r. 56.
3 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Nûbihar, Ehmed Efendî Xanî fî sene 1274 h.
4 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Kitab Tercume Leyla Mecnûn Tirkî Bi Zimanî Ekrad û Kurmancî fî sene 1274 h.
5 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Kitab Mewlûd Şerîf fî Sene 1274 h.
6 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî Adat û Rusûmatname’ê Ekradiye 1274 h. Rojhelatnasa Rûsî Rudenkoyê sala 1962an bi zimanê Rûsî li Moskovayê belav kiriye.
7 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Kitab Adat û Rusûmatname’ê Tewayif Ekradiye û Usûl Nizamatê Kurmanciye, 1274 h.
8 Ji Destnivîsa Resen: Durr El-Mecalis Bi Zimanî Kurmancî, 2 Rebî’el Ewel 1274 h.
9 Di destnivîseka beyta Sîsebanê da mêjûya wê 1272 mş./1855 z. navê wî bi rohnî hatiye: Îslam dûr bû vê carî kafir dimane mehzûn Ey Ehmedê Hekarî gotî kelamê mewzûn
10 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Istranêd Kurmancî 1276 h.
11 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Kelamî Kiçan li 8 Remezana 1276 (29 Adara 1860 z.) ji curê nivîsînê diyar dibe ku Mela Mistefa jî yek ji nasnavên Mela Mehmûdî ye di nivîsînê da.
12 Mela Mehmûdê Bazîdî, Gewrê û Goraniyekanî, Wergêran ji Fransî: Necatî Ebdulla, Govarî Jîn, jimare 4, salî çiwarem, Novemberî 2012, r. 47-55.
13 Ji Destnivîsa Resen: Mela Mehmûdê Bazîdî, Kitab Qisseya Şêx Sen’an, 1282 h.
14 Celalî, Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye, r. 83.
15 H.b., 87. Dûr nabînîn ku Şah Nezer jî yek ji navên dîtir yê Mela Mehmûdê Bazîdî ye di nivîsînê da. Çunkî mêjûya nivîsîna wê her ew dem e ku demê ew mamostayê Jaba ye û di vê qonaxê da hemî berhemên wî yên bo Jaba nivîsîn her ji layê wî bi xwe ve hatîne nivîsîn. (Hêriş).
16 Celalî, Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye, r. 86.

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook