Min Pirtûkek Xwend Ango Kenê Reş


Min Pirtûkek Xwend Ango Kenê Reş

M. Zahir Ertekin

“Heger mirov jiyanê bişebihîne cengê,
bêguman çek û silehê mirov jî di wê berxwedanê de,
dîsan ziman e, axaftin e.”

Diya Ciwan

 
Ev gotina bin sernavê nivîsa min ji nivîseke “Kenê Reş” hatiye wergirtin. Ji bo ferqkirina ziman gotineke balkêş e û hêviya min ew e ku ev gotin wê bibe gotineke pêşiyan ji cîlên Kurdan ên dahatûyê re. Vêca min got ku min pirtûkek xwend. Na welleh, ne tenê min pirtûkek xwend. Min jiyanek xwend. Min konekî nû veda li nav jiyana rasteqîn û ez gîro bûm bi derd û hesreta jiyana Kurdên penaber, Kurdên mexdûr, Kurdên xizan, jina Kurd a reben… ez ketim çol û beyarên heyeta kurdewariyê ya 50-60 sal berê, ya ku zagonên zexim ên kevneşopiyê li ser dimeşiyan û rê tunebû ber bi azadiyeke dilder ve, bi tu awayî…
 
Min tenê pirtûkek nexwend, lewra min di nava van peyvên nazik de, dilekî zîz xwend, min dilekî kelogirî xwend, min dilekî şikestî, bi hesret, bi ‘işq, pihêt bi welatê xwe ve girêdayî, xwend.
 
Min tenê pirtûkek nexwend. Bi rastî min suhbetek digel Diya Ciwan li dar xist. Her ku min dixwend, herwekî ku min dengê wê dibihîst, herwekî ku diaxivî… lewra Diya Ciwan weke nivîsê diaxife û weke ku diaxive dinivîse. Ev jî taybetiyeke siruştî û balkêş a Diyan Ciwan e.
 
Min tenê pirtûkek nexwend. Min herwiha jan û êşên jina Kurd xwend. Xemgînî û feqîriya wê… bêsuûdî û bêşansiya wê…
 
Min pirtûkek xwend, di wê de bîranînen watedar, rewneq û amojgar tê de civiyabûn. Suhbeteke ber beroşkên xaniyên gundên Kurdan, ji devê Xanimê, Nefyayê, Emîneyê, Periyê û hê gelekî din… mêvanên gelekî bi qîmet cihê xwe girtine di vê pirtûkê de û xwendekarên xwe jî vedixwîne û dawetî heqîqeta jiyanê dike. Fermo…
 
Diya Ciwan… û Pirtûka Wê
Bi rastî hin pirtûk hene ku meriv bi danasîneke baş ya di derbarê wan de, dikare qenc ji wan sûd werbigire. Carinan nivîseke rexneyî an yeke şîroveyî li ser hin pirtûkan ji bo xwendevanekî/e wê qadê dikare ku bes be. Lê hin pirtûk jî hene ku gotarek an danasînek, tehlîlek, şîroveyeke teknîkî nikare hemû fêkiyên wan raxe ber çavan. Tenê dikare bide naskirin û xwendevanan vexwendî ser sifreya wê bike. Divê îlehim bêtin xwendin. Car hene divê du caran, sê caran bêne xwendin. Hin caran divê xulaseyên wan bête derêxistin. Lewra di sivikahî û giraniyê de pirtûk jî ‘eynî wekî nivîskaran ne wekî hev in.
 
Di destê me de berhemeke nû heye ku îhtîmaleke mezin dê ji bo dahatûya edebiyata Kurdî ciyekî baş werbigire. Lewra her pirtûk nikare xwe bigihîne dahatûyê. Hin pirtûk ji bo roja xwe û salên têdeyî têne nivîsîn û ji dahatûya gelan re nikarin xwe bisitirînin. Hin ji wan jî bi kalîteya xwe ve nikarin li ber xwe bidin û ji sibetirê re bimînin ango xwe bigihînin nifşên sedan sal şûnde. Gelek berhem hene ku tenê carekê têne weşandin û pey re di nava pelên dîrokê de dirizin û diçin. Lêbelê em; berhemên ku tevî toz û teşqeleya sedsalan ji qiymeta xwe tiştekî wenda nakin, xîtabî xwendevan/xwînerên her serdemê dikin wekî klasîk bi nav dikin. Jixwe yên ku layiqî xwendinê ne jî, di serî de ev in. Îja berhema ku li ber destê me ye, bîranîn/xatirateke Kurdî ye ku ji aliyê ziman, naverok, hikemî û şêwaza berhemê ve hêja ye, ji ber ku ji destê nivîskareke xwedan tecrûbe derçûye. Bi rastî ev nivîsa min weke danasîn û pêşgotinekê ye, herwiha ji hest û pêjnên min pêk tê. Tenê xwendekaran dawetî ser dikê dikim.

Bavê wê (Bavê Diya Ciwan) di biçûkatiya wê de fam kiriye ku cewherekî rewşenbîriyê pê re heye, loma qîmet daye wê û xwestiye ku ew bi zanîn, qelem û pirtûkan re ‘eleqedar bibe. Ew vê behsê di vê berhema xwe de -belkî bê hemdê xwe- di çend ciyan de îşaretê pê didet. Di ciyekî de wiha dibeje:
 
“Temenê min pênc sal bûn dema bavê min ez danîm ber xwendina dînî û wêjeyî. Pênc salan bavê min mamostayê min bû. Ez ji xwişk û birayê xwe hemiyan bêtir pabend û pêgirê xwendinê bûm. Ev giha wê radeyê ku bavê min û mamê min tahnên min didane hemî zarokên malê, yên ji min mestir û yên ji min piçûktir. Wê demê herwekî dinya hemî ya min be, nemaze dema ku bavê min û mamê min ji kurên xwe re digotin: Hûn bi qurbana wê bin. Hingê ew gotin ji tu keçan re nedihate gotin.”
 
Berhem ji aliyê kevneşopî û edetên Kurdan ve dagirtî ye. Di gelek ciyan de Diya Ciwan têkilî mijara xwe, xwe bera kûrahiya kevneurfên Kurdan dide û gelek tiştên îro ji bîr çûne, wenda bûne, ji nû ve zindî dike û li ser sifreya Kurdî radixe. Bo nimûne, wiha dibêje di nivîsa bi navê “Gayê Coht” de ku ev nivîs çendîn pir kurt e jî lê di hundirê wê de dirêj dirêj ders cih werdigirin:
 
“…Gelek caran xwedanê ga xemxwarê gayê xwe bû, bêtir ji mal û zarokên xwe, heta ku êmê gayê xwe peyda nedikir, pirsa xwarina xwe û malê nedikir. Dema dijminahî diket navbera du malbatan de, heger yek ji wan lihevhatin bixwesta, herdu gayên xwe yên coht didane pêşiya xwe û ew dibirin devê deriyê dujminê xwe digot: Min herdu gayên xwe yên coht anîne ji te re, da tu li min bibûre û em lihevhatinê di nav xwe de çêkin. Hingê aliyê dî naçar dibû ku bi wî re lihev were û gayê wî jî lê vedigerand...”
 
Berhem ji aliyê peyvên resen ve jî tijî ye. Herwiha biwêj û gotinên pêşiyan ciyekî girîng digirin di berhemê de.
 
Nivîskar di berhema xwe de behsa hin jinan dike ku mêr li ber wan biçûk dimînin. Bi hurmet, bi esalet, bi cesaret, di nav kar û barên giran de tu kêmaniyeke wan tune ji mêran. Yek ji wan jî herwekî ku di pirtûkê de derbas dibe Nefya ye. Bi rastî dema ku ez gihame nivîsa bi navê Nefya, gelek kêfa min hat, ji vî navî re, hetta min di hundirê xwe de derbas kir, gelo navê pirtûkê “Nefya” bûya baştir nedibû. Helbet “Kenê Reş” pir li naveroka berhemê hatiye. Ev jî hostetiya nivîskar bi xwe ye. Heta ku naverok neyête xwendin, meriv pê nahese ku ev nav çi dihewîne.
 
Diya Ciwan belkî 70 sal temenek di nava du peyvên sihirkirî de veşartiye û dema tu devê wê sihrê, wê şîfreyê vedikî tu dibînî ku yek bi yek tewsîfa wan herdu peyvan tê de hatiye bi cih kirin. Ji bo wê jina gewredil wiha hatiye gotin:
 
“Zilamê wê kalemêrek bû, gelekî ji wê mestir bû, car caran mêrê wê ji mal dixeyidî û berê xwe dida mala me. Dema dihat da ku mêrê xwe haş bike û bibe malê nedida pêşiya wî, mêrik jê re digot bimeşe, wê digot: Na şerm e, tu zilam î.!”
 
Bêşansiya Diya Ciwan a dirûtin û terziyan nivîseke vê pirtûkê ye û gelekî balkêş e. Bi min ji bêşansiyê wêdetir hin ders û hikmetên din hene di wê de… lê Xwedê zane. Lê ewqas tewafuqat li pey hev, di heman mijarê de, pir ecêb in. Ew jî wiha diqedîne vê nivîsa xwe: “Min nedizanî bêşensiya min, ji dirûtin û terziyan, li pey min hatiye heta vê derê.”
 
Çend agahiyên nû yên di berhemê de
 
Di berhemê de hin ‘edetên Kurdan di nava pêlên bajarên modern û teknolojiya ruhkuj de hatine ji bîr kirin (çi erênî çi neyînî) siruştiyane di nava nivîsên bîranînî de cih werdigirin. Çend ji wan ev in;
 
1. Birinc weke derman dihate bikaranîn.
2. Bêwicdaniya jinbavan, kêmdilovaniya jinmaman.
3. Di demên berê de ku heyî û neyî di destê xesûyê de bû.
4. Jina Kurd gelek tadeyî dîtiye, di demên berê, dadwer û dadgeh zêdetir xelk bûn, ne malî û hevjîn bûn.

 

Min pirtûkek çawa xwend?
 
Min pirtûkek tijî kul û keser xwend. Min pirtûkek xwend tijî êş, min jî bi êş xwend, min halê Kurdan xwend, min halê azarê xwend. Min xwend û li xwe nihêrî ku ev gel di çi qonaxên pepûkane re derbas bûne, fikirîm, min serê xwe bera ber xwe da, min dilê xwe tijî genimê zer kir ên ji xeman dagirtî û dîsa di kovika giyana xwe de çand. Min pirtûkeke giriyê jina Kurd xwend, xizaniya bêbinî, derdên bêaman xwend… min pirtûkek xwend herwekî ez bi Diya Ciwan re suhbetê bikim, lewra çawa ku ew di suhbetê de diaxive wisa jî sade û nerm nivîsiye ku ji peyvên keftûleftane û cerbeze û cuwankariyê re cih tune. Lewra dixwaze ku nivîsa wê bigihê zarokên Kurdan û loma ezmûnên xwe bi wan re parve kiriye. Loma bi lutf nivîsiye. Eger nivîskarek nekeve tatêla hunera nivîsa xwe, sadedil dinivîse û helbet bandora wê nivîsê jî mezintir dibe. Lewra dema ku peyvek ji dev derkeve heta guhan xwe digihîne, lê eger peyv ji dil derkeve heta dilan diçe û ‘elema xwe di dil/an de diçîkîne.
 
Eger we nekarî hemî pirtûkê bixwînin jî tenê nivîsa “Xweda Kurekî Bide Te” bixwînin û hûnê bibînin bê jina Kurd çi keser kişandiye. Bê ka Kurd carûbaran çend ji qedera Xwedê dûr mane û çend nezanên dana Xwedê bûne. Lewra keç jî kur jî diyarî û lutfên Xweda ne bo ev gerdûn û ev cîhan bi hev re, bi ahengeke xweş bizivire û jiyan berdewam bibe. Vêca ev fesadiya genî ya ku keçan biçûk û bêqîmet dibîne, dema bûkanitiya wê de jî lêdanên mêrê wê meşrû dike, zilma xesûyê re jî fetwayê dide. Ji ber wilo divê keçik ewil li ber dilê dê û bavê xwe pir delal bin, hetta belkî ji kuran bêtir. Ji ber çi? Ji ber ku zeîf in, nazik in, bêhêz in… eger tu qîmetê nedî keça xwe tê çawa vê qîmetê ji xelkî bixwazî, da ku ew bidin keça te?!!
 
Di pirtûkê de rêz bi rêz dengên girînê dibare. Carûbaran îronî mijareke sosyolojiya civaka Kurdan tefsîr dike. Carûbaran di hest û saykolojiya jinekê de xusûsiyet, hestên baş û xerab ên mirovan rave dike. Carûbaran di nava kenîneke ponijandî de meriv li derseke hekîmane rûbirû dimîne. Ji ber ku dîmen hemû heqîqet in û çîrokên xiyalî tê de nîn in, loma bandora nivîsan zêdetir dibe.
 
Kenê Reş, bi rastî berhemeke berdest a jina Kurd e, bi raya min. Lewra bi gelek fesl û beşan ve jina Kurd tevî komek taybetiyên xwe ve hatiye nîşandan, li ber çavan.. Nivîsa “Xanim” ê înad û hirseke ‘ecêb a hundirê însan derdixe meydanê û xesareta vê dilînê weke dersekê ji xwendekar re vedibêje. Eger tu bi qismetê xwe qayil nebî, eger tu çavtêr nebî tu dê zirarmend û derbeder bî.
 
Em di berhemê de rastî edebiyateke xurt, zimanekî dewlemendtir û ravekariyek û cuwankariyeke rewane tên ku hêjayî pesinandinê ye. Yek ji wan parçeyên edebî yên vê berhemê nivîsa “Du Reşik” e ku nivîseke gelekî kurt e. Wiha dibêje Diya Ciwan:
 
“Du reşik, yek ji vî aliyê kolanê dihat, û yê dî ji aliyê dî ve dihat, serê wan di ber wan de bûn. Mal û jin û zarok, digel bîranîn û dîmenên welatên wan, bi çipikên xwêhdana eniya wan re, di nav wê gilêşê de diwerihan.
 
Yek diçû yê dî dihat. Yek diçû yê dî dihat. Yek diçû yê dî dihat, heta serê melkesên wan terqînî ji hev anîn. Herdu bi hev re veciniqîn, li hev nêrîn. Beşişîn
Serê xwe hejandin, dîsa herdukan berdewamî dane karê xwe, û di riya xwe de çûn.”
 
Di hin nivîsên berhemê de heyecan û metirsî meriv dorpêç dike. Ev jî hem xwendinê şêrîn dike û hem jî meraqê zêde dike, herwekî çîrokeke derasayî. Bo numûne; nivîsa “ez û xwişka xwe” yek ji van nivîsan e ku hem li dawiyê balkêşiyeke hikmetawer heye û hem jî tijî xof û kelecan e.
 
Di hin nivîsan de nivîskar berê xwe dide gotinên meşhûr û xelet. Bo numûne; di nivîsa “Dara Bê Ber Tê Birîn û Şewitandin” de ravekariyeke gelekî baş dike ku çima ev gotin şaş e. Ango xeleteke meşhûr e. Ev jî tayebetiyeke vê berhemê ye ku ew pirlayane li jiyanê dinêre û neynikên cuda li ber xwendekaran datîne.
 
Kirasê Sipî nivîsa dawî ya vê pirtûkê ye. Bi min ev nivîs, sernivîsa vê pirtûkê ye. ‘Evîna vê pirtûkê ye. Sebebê nivîsandina vê pirtûkê ye û edebiyat û hez, û ‘işq û huner, xwe bera nava vê nivîsê daye ku bi xwe ji çend hevokan pêk tê. Hêja ye. Destxwoş Diya Ciwan…
 
Ez ji xwe dipirsim gelo Diya Ciwan ev zimanê şêrîn, resen, xweş û zelal ji ku peyda kiriye. Gelek bersivên vê pirsê di hişê min de zelal bûne, ji bilî ku Xwedê qebîliyeteke zimanî daye wê. Helbet ez nikarim bingeha vê pirsê bi tefasîl li vir bibersivînim. Lê çîrok û metelokên ku ji mezinan, ji pîrika xwe guhdarî kirine, zimanê wê yê edebî şikilandiye, yek jî jinên salmezin ên gundê wê… ev benda li jêr, dide dest ku wê pir meraqî godarîkirina axaftina van jinan dikir, helbet ev jin jî bi Kurdiyeke resen û paqij diaxiftin… wiha dibêje Diya Ciwan di nivîsa “Emîne” de…
 
“Emîne, cîrana me bû, jineke ser xwe bû, xeberxweş û bi serbor bû, her ku li ber siha dîwarê me, ew û çend jin, dighane hev, min dev ji lîstikê berdida û ez diçûme nêzîkî wan rûdiniştim. Tevî jiyê min î piçûk jî, min dizanî ku Emîne wê tiştekî xweş bibêje. Dema ez nêzîkî wan rûdiniştim, tu kes ji wan jinan haj ji min nedibûn, lê min hemî hestên xwe amade dikirin da ez bibhîzim û bizanibim ka Emîne wê çi bêje..? ji min hebû ku axaftinên wê çîrok in, ji ber şêweyê axaftinên wê.”
 
Hevîdar im sûdewer be û ciyê xwe li nav pirtûkxaneya Kurdî werbigire.
 
Mala te ava Diya Ciwan…
‘Aqûbet li serê berhemên din be…
 
Dr. M. Zahir Ertekin
Bîngol 30.03.2021

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook