Mela Mehmûdê Bazîdî Jiyan û Berkarên Wî


Mela Mehmûdê Bazîdî Jiyan û Berkarên Wî

Hêriş Kemal Rêkanî

Mela Mehmûdê Bazîdî
Zana û nivîser û zimanzan û wergêr û edeb-dost û dîrokvanê mezin ê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî, li dûv vegêrana dostê wî Alexandre Jaba1 dibêje: Mela Mehmûd sala 1797an li bajarê Bazîdê2 li warê Ehmedê Xanî hatiye ser dinyayê, zarokî û xwendina xwe ya feqiyatiyê li Bazîdê biriye serî.

Ji bilî bajarê Bazîdê li çendîn bajar û deverên dîtir jî yên wek Tebrêz, Hekarî, Botan, Mûş, Wan, Erzirom, Amêdiyê û Stenbolê geriyaye û xwendiye3 û bûye zanayekî berkeftî û têrzanîn û li Bazîdê dibe seydayekî navdar. Belê dema eşîret û malbata Behlûl Paşa li Bazîdê şikestiye û hatiye jinavbirin ku dûmahîk Mîrê Kurdan bû li Bazîdê, Mela Mehmûd Bazîdê bi cih dihêle û qesta Erziromê dike û li wêrê karê seydatiyê dike.4 Dewleta Osmanî jî girîngiyê bi kesayetiya wî dide û çendîn caran bi biryara Sultanî anko Sultan Ebdulmecîdê Yekem (1839-1861 z.) bûye navbijîvan di navbera dewleta Osmanî û hindek mîrên mîrgehên Kurdî da. Bo nimûne sala 1846an Muşîr Hafiz Paşa bo hevpeyvînê li ser bizava Bedirxan Begê Mîrê Botan li Cizîrê Mela Mehmûd bûye navbijîvan, dîsa sala 1847an hakimê Erziromê Kamil Paşa ew bo navbijîvaniyê hinartibû def Mîrê Mîrgeha Hekarî Nurullah Begî5 ku dûmahîk Mîrê Mîrgeha Hekariyê bû.

Sererayê van pêngavên wî yên navbijîvaniyê, serleşkerê Osmanî Osman Paşayê ku waliyê Helebê bû dibe serleşkerê Serbazgeha Anadoluyê û Mela Mehmûdî bi harîkarê Bedirxan Paşa gunehbar dike û digire û qeyd û zincîr dike û rewaneyî Stenbolê dike û bo Sultanî diyar dike ku ev xayînê dewletê ye û Sultan jî Mela Mehmûdê dihinêrte Wanê.6

Jaba li dor girtina Bazîdî li Wanê dibêje: “Birayê Bedirxan Begî Xan Mehmûd7 serhildanek li Xewacî kir ku deh demjimêra ji Wanê dûr e, Mela Mehmûd jî bi vê serhildanê hate gunehbarkirin. Lewma Mela Mehmûdî digirin û bo maweyê pazde rojan dihête zindankirin. Wesa bo wî diyar diken ku heke careka dîtir tiştekî dîtir yê wesa bike, dê jiyana wî bikeve di metirsiyê da.



Bazîdî ji bilî rehwanî û şehrezayî di zimanê Kurdî da çendîn zimanên dîtir jî zanîne û şehrezayî têda hebûye wek Erebî û Farsî û Tirkî. Lewma ew ziman jî êxistîne di xizmeta edeb û rewşenbîriya Kurdî da her wekî Alexandre Jaba dibêje: Di sala 1856an da Mela Mehmûd Efendî bûye seydayê min, ew yekem kes e li Erziromê rewşenbîriya Farisî wergêraye Kurdî û Tirkî.8

Birayê Mela Mehmûdî di şerê Qirimê (1853-1856 z.) da yê ku di navbera Osmanî û Rûsyayê da rûda dihête kuştin û ji ber ku birayê wî bazirgan bû harîkariya wî jî dikir, rewşa jiyana wî ya diravî têk diçe, lewma biryarê dide Erziromê bihêle û qesta cihê jidayikbûna xwe Bazîdê bike. Piştî di vê maweyê da Alexandre Jaba dibe qonsulê Rûsyayê li Erziromê û akademiya Qeyserî wî raspêrin ku keltur û destnivîsên Kurdî kom bike. Jaba jî Mela Mehmûdî bo vî karî destnîşan dike ku bibe seydayê wî bo fêrkirina zimanê Kurdî û harîkarîkirina dinivîsîn û komkirina keltur û destnivîsên Kurdî da. Lewma Mela Mehmûd bi vê çendê razî bûye ku bimîne û çendîn karên girîng dinivîsîn û danenasandina keltur û edebiyat û rewşenbîriya Kurdî da kirine.9

Der heqa vî karî da Bazîdî di destnivîseka xwe da gotiye:

Ey birader bi lutf û xoşî
Tuwanî kî pîlî be mûy durkeşî
Hinde se‘y û diqqet ne ji boy paran e
Belku ji boy mihr û dostiya yaran e


Li dor mirina Mela Mehmûdî çi mêjûyên destnîşankirî nînin, belê li dûv mêjûya destnivîsên wî heta sala 1868 jî hatîne dîtin, anko li piştî vê mêjûyê çûye ber dilovaniya Xudê.


Têbinî:

1 August Jaba (Alexandre Jaba: Yek ji navdartirîn rojhelatnasan e yê ku girîngiyeka mezin daye ziman û edeb û folklora Kurdî û qutabî û hevalê nêzîk ê zanayê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Di 15yê tebaxa 1801ê da li Wilneya Lîtwanyayê ji dayik bûye. Di 29ê gulana 1824an da destpêkê wek wergêr li Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê kar kiriye. Paşê li heman wezaretê diçe pişka zimanên Rojhelatî. Di 2yê nîsana 1828an da dibe wergêr li Kolêja Dewletê ji bo karûbarên derva. Di 29ê gulana 1848an da dibe konsolê Rûsya li Erziromê û heta şerê Qirim (1853-1856) ewê di navbera her du dewletên Rûsya-Osmanî da berdewam dibe. Paşê piştî şerî dubare di 11yê gulana 1856an da dibe konsolê Rûsyayê li Erziromê û heta 27ê hezîrana 1866an berdewam bûye. Di navbera 1856-1868an da zor karên girîng di biwarê ziman û edeb û keltur û folklora Kurda da digel Mela Mehmûdê Bazîdî encam dayne. Di 3yê kanûna duwê 1894an da li Simirna (Îzmirê) wefat kiriye û li goristana Kasulikî (Kemer) hatiye veşartin. Paşê sala 1967an dubare gora wî û kes û karên wî dihêne veguhastin û li goristana Qerebeglerê ya li Îzmirê dihêne veşartin. Binêre: August Jaba, Ferhengî Kurdî-Fransî, pêşekî û wergêranî pêşekî û dubare çapdanewey: Necat Ebdulla, Le Bilawkirawekanî Ekadîmyay Kurdî, (Hewlêr: 2010), r. 15-16.
2 Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, Tercema Mela Mehmûdê Bazîdî 1797-1867, Tiwêjandin: Seîd Dêreşî, Duhok 2007, r. 45.
3 Murad Celalî, Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye, Nûbihar, Stenbol 2016, r. 77.
4 Aleksander Jaba, Çîrokên Kurmancî, vejandin: Cankurd, veguhastin ji elfabêya Latînî: Evraz Hisên, Dezgeha Spîrêz, Duhok, 2008, r. 13.
5 Nurullah Beg kurê Ebdullah Xan Beg (mîr û şa’ir) kurê Mistefa Beg (Pertoyê Hekarî, mîr û şa’ir) e. Dûmahîk Mîrê Mîrgeha Hekarî bû. Gelek rûdan di serdema wî da çêbûne. Di sala 1849an da wî xwe bi xwe radestî dewleta Osmanî kir. Biryara rewanekirin û akincîkirina wî û xêzana wî hate dan û birîna hemî peywendiyan digel Hekarî û bo Girava Girîtê hatine rewanekirin. Her li Girava Girîtê di 12yê Remezana 1277 mş. (24 adara 1861 z.) da miriye. Bo zêdetir pêzanînan binêre: Nizar Eyûb Gulî, Îmaretu Hekarî fîl Ehdî ‘Usmanî 1514-1849 Dirase Tarîxiye Wesayiqiye, Dar Spîrêz, Duhok, 2008.
6 Rojnameya Kurdistan, jimar 13, roja Duşembê, 20 Zîlqe’deya 1316an (31ê Adara 1899 z.), di hejmara 14an da, 9 Zîlhîcceya 1316an, (19yê Nîsana 1899 z.) babet bi Tirkî jî belav kiriye.
7 Ev agahî şaş e, Xan Mehmûd birayê Bedirxan Beg nîne. (Edîtor)
8 Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, Tercema Mela Mehmudê Bazîdî 1797- 1867, r. 48.
9 Mela Mehmûd Bayezîdî, Risale fî Adatil Ekrad we Teqalîdihim, Terceme: Jan Dost, Ebu Dabî, 2010, r. 18-19.


Ev nivîs ji pirtûka Hikayetêd Kurmancî ya Mela Mahmûdê Bazîdî ku Hêrîş Kemal Rêkanî amade kiriye û di 2021an de ji nav weşanên Nûbiharê de derketiye hatiye girtin.

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook