Mirinek Zû, Helbestên Giranbûha; Serda Selahaddînê Gimgimî


Mirinek Zû, Helbestên Giranbûha; Serda Selahaddînê Gimgimî

Aziz Tekin

Dibe ku ji bo helbestvanek tişta herî bedbext wendabûna helbestê wî/wê be lê nedîtina belavbûna helbestê xwe bo helbestvanek, çiqas cîhê xemgîniyê ye? Ku meriv bi hûrgulî li dîroka kurdan dinêre bi dehan mînakên waha hene. Hin helbestvan ji tirsa dagirkeran ya bi xwe helbestên xwe şewitandine yan jî avêtine behrên bê binî. Yên bi şans dane ba hin kesan. Ew jî bi piranî wenda bûne ya piştî mirina wan hatine belavkirin yan jî hê jî nehatine belavkirin.
Serda Selaheddînê Gimgimî jî ji wan kesan yek e ku helbestên giran buha nivisî ye lê hê nehatî çapkirin. Dê di dimek kin de Dîwana wî ya bi navê Derdê Welat were çapkirin. Ji ber ku Serda Selaheddîn di temenek civan de ji vê dinyayê koç kire zêde agahî li ber destê mereqdaran wî tune. Birayê Serda Selaheddîn ku pêşgotinek ji dîwana wî hê nehatî çapkirin re nivisiye de dibê ku: “Diya min digot; di erdehecê de (erdeheca Gimgimê ya di sala 1946’an) Selaheddîn sala xwe tije kiribû û êdî hêdî hêdî birêve diçû.” Li gor van gotinên diya Serda Selaheddîn em pê derdixin ku di hundirê sala 1945’an de hatiye dinê. Cîhê hatiye dinê navê xwe daye paşnava Serda Selaheddîn. Li gor nasnama fermî navê Serda Selaheddîn wek Selahttin Gümgüm tê nivisinadin. Lê di helbestê xwe de tu car vê navê bikar neanî ye, bi piranî mahlasa Serda, Serda Selehaddîn helbestên xwe nivisîye.

Hişek zelal, perwerdeyek qewîn
Serda Selaheddîn hetanî heft saliya xwe li Gimgimê li nik malbata xwe dimîne. Hetanî heft saliya xwe ligel bavê xwe perwerdeya Quranê dibîne û li wir xitim dike. Li gor vegotinên birayê wî piştî ku heft saliya xwe dibore bavê wî biryar dide ku wî bişîne medreseyan. Di vê biryara wî de firsend nedîtina pê re mijûlbûnê û xwasteka ku kurê wî perwerdeyek baş bibîne heye. Bi vê niyetê Serda Selaheddîn cara pêşî berê xwe dide medreseya Mala Mele Mehmûd ya li gundê Xandilis’ê (Karaköy) Li vê derê qasê salek dimîne. Piştî ku bavê Serda Selaheddîn pê dihese kurê wî ji alî xizmên wî ve di karên din de tê xebitandin wî paşve tîne û dişîne hêla Kop û Milazgirê. Li van navçeyan melayên ku di dema xwe de bi bandor bûn hebûn wek; Seydayê Mele Sadiq, Mele Îbrahîmê Exdadê, Mele Zekiyê Îmadî... Serda Selaheddîn piştî perwerdeya gundê Xandilisê hetanî dawiyê li medresa Seydayê Mele Sadiq dimîne û li wir perwerde dibîne. Li gor ku em di lêkolînên hêja yê Nedîm Dît ya bi navê “Tehlîlên Stran û Helbestan 1” hîndibin Serda Selaheddîn di dibistanên fermî yê dewletê de perwerde nedîtî ye lê dû re ji derve de destûrnameya dibistana sereteyî û ya navîn bi dest xistiye.

Nameya wî ya di Rojnameya Dicle Fıratê de
Piştî ku serhildana Dêrsimê jî hat tepisandin bakûr ket nav bêdengiyek mezin. Di vê bêdengiyê de rojnameya Dicle Fıratêdi 1’ê Kewçêra 1962’an de derket. Rojneme heyşt hejmar derdikeve û bi desteserkirina xwedî û edîtorê wî, Edîp Karahan tê girtin. Tiştê vê rojnameyê û Serda Selaheddîn digîne hev nameyek e. Di hejmara 6’an ya rojnameyê de ku di 6 Adara 1962’an de derdikeve nameyek tirkî bi navê “Selâhattin Gümgüm” belav dibe. Serda Selaheddîn di nameyê de dibê ku: “ Ji bo Mûdiriyeta Berpirsiyar ya Rojnameya Dîcle û Firatê; Rojnemeya we ku em dizanin bi kedek mezin derdikeve, em bi eleqeyek mezin dixwînim. Ji bo vê keda we spasî û mineta xwe ji we re pêşkeş dikim. Li gel rêz û silavan. Selâhattin Gümgüm/ Varto.”
Ji vî nameya Serda Selaheddîn em pê derdixin ku di dema xwe de bi siyaset û netewperweriya kurd re têkildar bûye, ji xwe di pêşgotina dîwana Serda Selaheddîn ya tê amadekirin de birayê wî dibê ku:“Pisxaltiyê min Mele Meheme (Mehmet Özkan) ji min re vana got; Ez bi mirina pisxaltiyê xwe Selahaddîn gelek dem şûn de li Ruhayê di civînek de hînbûm. Wan deman telefot tunebûn, me nikaribû zû têkilî dayniya. Bavê min bo ku ez neqehirim derbarê mirina pisxaltiyê min de agahî nedabû min. Min li Ruhayê meletî dikir. Civînê de serokê TKDP (Partiya Demokrat ya Kurdistan Tirkiyeyê) Seîd Elçî got ku; Gimgim par felaketek pir mezin jiya, di erdehecê de 3.000 can wendakir lê felaketa îsal jiya ji felaketa erdeheca par pirtir bû. Lewra Selaheddînê Gimgimî çendek berê jiyana xwe ji dest da. Ezji serxweşiya malbata wî têm. Bila serê we û yê hemî welatê me xweş be...”Serda Selaheddîn di salên xwe yê dawî de vedigere Gimgimê hevaltiyek bi kurê Xalid Begê Cibrî, Mehmud Beg re datîne, dema xwe bi piranî bi wî re derbas dike.

Naveroka helbestên Serda
Helbestên Serde Selahaddîn bi wezna beyta hatî nivisandin û li gor Arûzê hatî rêzkirin. Di helbestên wî de bi rehetî bandora Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanê xwuya dibe, helbestên heyî yê ku min xwendî bi piranî ji hêla mijar û nêzikbûna mijarê de dişibe van herdû helbestvanan. Ji xwe ji hin heval û dostên xwe re gotiye ku; “Ez ê Melayê Cizîrê di warê helbestê de derbas bikim.” Mijara helbestan; heskirina welat, xweşiya yarê, daxwaza azadiyê, qehrementiya gelê kud û lehengên kurd û hwd e...

Serda Selahaddînê Gimgimî û
kurê Xelîlê Cibrî Mehmûd Cibrî

Emrê ciwan, salên dawî...
Piştî ku Serda Selaheddînê perwerdeya xwe ya medreseyan diqedîne du salan li Stenbolê dersên erebî dide. Di 19 saliya xwe de nexweşiya kêmasiya gurçikan derdikeve holê. Qasê du mehan li nexweşxana Hasekî ya Stenbolê dimîne û ji wir derbasê gundê Avrêzê dibe û demek kin li wir melatiya gund dike. Dû re li Gimgimê katiptiya Miftîtiyê dike. Piştî wî li Erziromê di nexweşxanê de tedawî dibîne û hê di 22 saliya xwe de di 31’ê Tîrmeha 1967’an jiyana xwe ji dest dide. Li Gimgimê tê binaxkirin.
Ku Serda Selaheddîn jiyana xwe ji dest dide lênûska helbestên wî dikeve destê xalê wî Şêx Elbaqî. Pismamek xalê wî beriya 12’ê Îlonê van helbestan dinivîse û li ba xwe vedişêre. Piştî ku birayên wî pê dihesin ku helbestên wî weşartîne hewl didin ku wan wek pirtûk çap bikin. Ji tîpên erebî diguhezin tîpên latînî û dîwan niha amadeye û di demek kin de dê were çapkirin.
Serde Selahaddîn ji xalê xwe re dibê ku: “Van helbestên min, bi piranî wek hevîr in. Ez hê gelek li ser vana bixebitim.” Mixabin nexweşî derfet nadê ku van hevîr-helbesta bistirê û di tenûrê de bipêje û pêşkeşê gelê xwe bike lê her çiqas derfetên xebitandina li ser helbestan nedîbe jî ji helbestên wî temek bi cêj difûre.



CEJN
Siba cejnê li dergâhê me yar nîne nizam bo çi/Gelek keyf û gelek şahî, me par nîne nizam bo çi

Dixwest karê me zewq û ken, sema û reqs û govend ba/Dixwest em jî biban rewşen, me axîn e nizam bo çi

Dibînim xelq dikin şâhî, dikin cejnê bi hev pîroz/Dikin zewqê li her cahî, me dil kîn e nizam bo çi

Me dil wek kozikê ârê, di şew'te mislê tendûrê/Di şûna gul di dest xarê, me her şîn e nizam bo çi

Hemî dunya hemî âlem, bi kêyf û îşwe nin vêkra/Ne cejnêm hem ne sersalêm, me tişt nîne nizam bo çi

 Tu wek tîrek ji agir bû, dilê Serda xisar çêbû/Dijê me tim li me pir bû, me nedîne nizam bo çi

Dignûg (Milazgir), 20.02.1965

Çavkanî: http://xewname.blogspot.com/2016/02/mirinek-zu-helbesten-giranbuha-serda.html 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook