Cemîla Casimê Celîl


Cemîla Casimê Celîl

Salih Kevirbirî

Şayanê pesindan û gotinê ye ku Cemîla Celîl, bê navber 35 salan li Radyoya Erîvanê Beşa Kurdî, xebata li ser stran, kilam, nota û awazên Kurdî berdewam dike.
 
Ne şaş bim sala 2003 bû. Ji Stenbolê hatibûm Erîvanê û li wir ligel seredan û mêvandariya gelek dost û malbatên hêja, li mala Cemîla Casimê Celîl ya li kuçeya “Tpagirîçnêrî” (bi Rûsî, Paçatnîkov) numareya 3 qesidî bûm. Meta Cemîleyê, ligel dayîka xwe Xanimê, kurê xwe Rustem û bûka xwe li malê bû. Bi rastî jî pêrgî mêvanperweriyeke germ hatibûm. Dayîka wê Xanimê nexweş bû, wekî dayîkeke kezebşewat a dilrehm hay ji dayîka xwe dima, li ber nexweşiya wê wekî surhekê zexim sekinîbû. Bi ser de jî, xebatên xwe yên ku di wan salan de çap bibûn, bi dilgermî û coşeke mezin anî nîşanî min da. Wê rojê pir kêfa min hatibû. Ez bawer dikim, Apê Keremê Seyad ligel min bû. Min jê daxwaz kiribû ku ligel çend sazî, mal û dezgehan, min bibe mala Cemîla Celîl jî…
 
Cemîla Casimê Celîl ku di nava Kurdan de awazsaz, kompozîtor û muzîkzaneka navdar e, di 19ê Sibata 2010ê de, bû 70 salî.
 
Pîroz û bimbarek be!..
 
50 salên têr-tije di nava muzîk, berhevkarî û zargotina Kurdî de…
 
Ne hêsan e, keçeke Kurd, hê di 21 saliya xwe de, bikeve rojname û kovarên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyetê. Li Wiyanayê, li Pirtûkxaneya Casimê Celîl –ku ev der şayanê nivîsandina taybet e û divê her Kurdek were vî cihê pîroz ê Kurdewar bibîne- kovareke ku di serdema Yekîtiya Sovyetê de derdiket, yekser bala min dikişîne, navê wê kovarê; Sovyetsky Soyuz ango Soviet Union e ku Kurdiya wê Yekîtiya Sovyetê ye û bi gelek zimanan derdiket.
 
Helbestvan hejar-Cemila Celil- Prof. Kemal Mezher Ehmed
 
Di rûpela 32yan a hejmara 141ê ya Sovyetsky Soyuza ku di sala 1961ê hatiye weşandin de, ligel wêneyeke rengîn a Cemîla Celîl, bi cil û bergên Kurdewarî û devliken, wiha hatiye nivîsandin: “Di fotoyê de keçikeke bi cil û bergên neteweyî yên Kurdî. Ew xwendekara Lîseyê ya li Erîvanê Cemîla Celîl e. Cemîla Celîl, yek ji wan Kurdane ku li seranserê Yekîtiya Sovyetê bi deh hezaran têne hesibandin. Ew netew, di dema Qeyseriya Rûsyayê de, wekî neteweyeke koçber a bindest dihate zanîn. Lê şoreşê ji wan re, her wekî tevahiya netewe yên li Sovyetê; azadî, û wekheviyê anî. Xeyala Cemîleyê ew e ku xwe pêşkêşî lêkolîna li ser berhevkariya muzîka Kurdî bike…”
 
Sê sal paşê ango di sala 1964an de, di heman rojnameyê, hejmara 167an, rûpelên 22-23yan de, heft wêne hene ku tevahiya wan wêneyan ligel kurtenivîsaran li ser Kurdan in. Nivîsar çavkaniya xwe ji nûçe û agahiyên Rojnameya Riya Teze werdigire ku li Erîvana Ermenîstanê bi zimanê Kurdî, lê bi tîpên kirîlî derdiket. Sernavê nivîsarê ev e: “Razkazyvayet Riya Teze”, bi Kurdiya wê “Riya Teze dibêje.” Wêne û kurtenivîsar li ser fizîknasê Kurd Feyzoyê Egîd, Deşt û çandiniya Kurdan, Folklornas Ordîxanê Celîl, Serokê Beşê ji Wezareta Malhebûna Gundîtiyê li Ermenîstanê Semend Siyabendov, Sîma Semend diya du zarokan û Redaktora Radyoya Ermenîstanê ya Axaftinên Zimanê Kurdî, zarokên Kurd li ber televizyonê ku tê de Şakirê Xido li ser siyaseta derve diaxive.”
 
Herçî Cemîla Celîl, di heman nûçeyê de, tevî wêneyê xwe wiha hatiye destnîşankirin: “Cemîla Celîl xwe pêşkêşî muzîka Kurdan kiriye. Berhevoka wê ya ku ligel notayan, ji 60 stranên Kurdî pêk tê, hêjayî nirxandina germ a kompozîtor Aram Xaçaturyan bûye…”
 
 
Celîl-Zînê-Ordîxan-Cemîle-Xanim-Casim
 
Belê berhema ku behsa wê tê kirin, beriya niha bi 46 salan, ango di sala 1964an de, gava ku Cemîle hê 24 salî bûye, bi navê; “Kilamê Cimeta Kurdan”, li Erîvanê ronahiyê dibîne. Divê bidim zanîn; di kovarê de hatiye gotin ku Aram Xaçaturyan nirxandineke baş li ser berhevoka ji 60 stranî pêk tê kiriye. Lê çend meh paşê kitêb bi 75 stran/kilaman hatiye çapkirin. Wisa diyar e ku Xaçaturyan, beriya kitêb çap bibe, nirxandina xwe li ser destxet ango teksta Cemîla Celîl kiriye.
 
Divê bê gotin ku Cemîla Celîl, di pêşeka vê kitêbê de wiha nivîsiye: “Ez vê kitêbê pêşkêşî şehîdên Kurdan ên wetenperwer dikim, yên ku emrê xwe dane bo azaya Kurdistanê…”
 
Piştî wê berhemê, Cemîla Celîl bêrawestan û bi eşqeke mezin li ser muzîk, stran, meqamên Kurdî kar dike, ked dide û heta sala 2001ê berhemên bi navê; Kilamên Cimeta Kurda, Moskova, 1965; Kilam û Miqamê Cimeta Kurda, Moskova, 1973; Stranên Cimeta Kurda, Erîvan, 1977; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Stockholm, 1982; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Moskova, 1985; Goraniyê Milliyekanî Kurdî, Hewlêr, 1988; Stran û Dîlanên Kurdî, Benda 1. Erîvan, 2001; Stran û Awazên Kurdî, Benda 2. Erîvan, 2002; Goranî Millî Kurdî, Silêmanî, 2004; Stran û Awazên Kurdî, Benda 3. Hewreman, Erîvan, 2006; Stranên Kurdî yên Gelerî, Para 1. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001; Stranên Kurdî yên Gelêrî, Para 2. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001.
 
Şayanê gotinê ye ku Cemîla Celîl, ji van berhemên hêja duduyan ango “Stran û Dîlanên Kurdî, Benda 1. Erîvan, bi tîpên latînî, 2001” û “Stran û Awazên Kurdî, Benda 2. Erîvan, bi tîpên latînî, 2002” tevî keça xwe Naza Celîl amade kiriye û pêşkêşî pirtûkxaneya muzîka Kurdî kiriye.
 
Bi giştî 13 berhemên giranbiha û hêja, kedeke bêhempa dike ku navê Cemîla Casimê Celîl, tevî endamên din ên malbatê derbasî dîroka zêrîn a edebiyat, dîrok û çanda Kurdî/Kurmancî bibe.
 
Cemîla Celîl, di sala 1940î de, li Erîvana Paytexta Ermenîstanê, wekî zaroka sêyem a malbatê çavên xwe ji jiyanê re vedike. Bavê wê Casimê Celîlê Osê û diya wê Xanima Rizgo ye. Malbatên Casimê Celîl û Xanima Rizgo, ji gundê Qizilquleya Dîgora Qersê ne. Gava ku binemal, êl û eşîrên Kurdên Êzîdî, di sala 1918an de, ji ber karesat û fermana li serê wan rakirin, berê xwe dan “aliyê din ê Arasê”, -hema bêje- tevahiya kesên ji her du malbatan, di şert û şirûtên dijwar ên koça “xayîn û bêbext” de jiyana xwe ji dest didin. Karesat û bobelateke wisa ye ku dîtin û veşartina miriyan bi xwe jî, hesretek e. Di gotibêjeke ku çend sal berê min pê re kiribû de, Dîrokzan û Lêkolîner Celîlê Celîl, li ser wan rojan wiha digot:
 
“…Dema derbasî aliyê din ê Arasê bûne, gelek winda bûne, nexweş ketine, mirine. Trajediyeke mezin e. Ligel ku gelek kes derbasî Ermenîstanê bûne jî, dîsa ji kuştinê rizgar nebûne. Kazim Karabekir Paşa, ji pişta Gumriyê ve çeper li gelê wê derê digire. Çemekî biçûk hebûye li wir. Tê gotin ku ji ber kesên xwe ji ser pirê avêtine avê û qetlîameke mezin pêk hatiye, “xwînê laş bi xwe re birine!..” Qetlîama Êzidiyan wê zêdetir bûya. Lê zavayekî Kurdên Êzîdî, ku jina wî Êzîdî bûye fermandarekî Osmaniyan bûye. Navê wî Evdilmecîd Beg bûye. Dema dibihîze ku derdor Kurd in, nahêle ku qetlîam zêdetir bibe. Gelek kesan ji mirinê xelas dike, lê mixabin ku dereng hatiye... Dê û bavê diya min li wê derê qetil dikin. Hê zarok e, sêwî dimîne. Mamê bavê min Tajdîn, ji hêla leşkerên Osmanî ve dîl tê girtin. Bavê wî, yanî bapîrê min li pey şopa wî dikeve, diçe lê ew jî venagere. Diya bavê min nedihat bîra bavê min. Feqîrê hatibû serjêkirin. Meta min Xecê xelas dibe lê ji ber ku zarok in, rojek destên hev berdidin ew jî winda dibe...”
 
(Dema ku behsa vê bûyerê dikir, çavên wî şil bibûn, kurtedemek sekinîbû, paşê berdewam kiribû).
 
(…) Heta mirinê jî ew keser ji dilê bavê min derneket. Ji malbata diya min û bavê min 70-80 kesan jiyana xwe ji dest daye di karesatê de. Nexasim ji malbata diya min tu kes nemaye. Serpêhatiyeke kezebşewat bibêjim ji te re; meta bavê min, bavê min xelas dike. Gava av radibe, kur û qîzekê wê hebûye. Destê qîza xwe berdide, bi destê kurê birayê xwe digire û her du kuran derbas dike…”
 
“Cemîle tu diya min î, lê Zînê xwişka min e!..”
 
“Ji malbata diya min û bavê min 70-80 kesan jiyana xwe ji dest daye di karesatê de. Nexasim ji malbata diya min tu kes nemaye.” Çiqas zehmet e ne wisa? Lewma ye ku Lehenga vê nivîsarê Cemîla Casimê Celîl, li ser diya xwe wiha dibêje:
 
“Em şeş kes bûn. Dê, bav, Ordîxanê Bira, Celîlê Bira, Ez û Zîna Xwişk. Ji her du aliyên dê û bavê min, tu kesê me tunebû. Ne mam, ne xaltî, ne met, ne kalik, ne pîrik. Diya min ji birayê min ê mezin Ordîxan re digot; ‘Tu bavê min î’, ji Celîlê bira re digot; ‘Tu birayê min î’, ji min re digot; ‘Cemîle tu diya min î, lê Zînê xwişka min e!..”
 
Cemîla Celîl, di navbera salên 1948-1958an de, xwendina xwe ya destpêkê dike û derbasî Dibistana Taybet a Muzîkê ku navê wê Alexander Spendyaryan e dibe. Li vê dibistanê fêrî nota û lêxistina piyanoyê dibe. Piştî ku dibistana deh salan diqedîne, di sala 1959an de, dibistana heyşt salan ya muzîkê jî diqedîne û di sala 1960î de, dibe xwendekara muzîkê ya bi navê Romanos Melîkyan a çar salan. Di sala 1964an de Cemîle vê dibistanê diqedîne û diçe nehiyeya Talînê ku 12 gundên Kurdan lê hebûn. Li navenda Talînê bi qasî salekê mamostetiya muzîkê dike. Li gorî agahiyên hêja Ordîxanê Celîl, Kurdên li Talînê û dorhêla wê zarokên xwe bi dilgermî dişînin ber destê Cemîlayê ku dersa muzîkê bibînin. Cemîla Celîl di navbera salên 1960-1967an de, li dibistana Maksîm Gorkî mamostetiya dersa muzîkê dike. Ligel karê mamostetiyê, xwendina xwe ya li ser muzîkê berdewam dike û di sala 1964an de, dibe xwendekara Konserwatuara Erîvanê ya bi navê Komîtas û li Fakulteya Teoriya Muzîkê heta sala 1969an dixwîne.
 
 
Di Radyoya Erîvanê Beşa Kurdî de xebata 35 salan
 
Şayanê pesindan û gotinê ye ku Cemîla Celîl, bê navber 35 salan li Radyoya Erîvanê Beşê Kurdî, xebata li ser stran, kilam, nota û awazên Kurdî berdewam dike. Di sala 1967an dest bi karê radyoyê dike, heta sala 2002yan dibe deng û awazeke rengîn di nav civaka Kurdewar de. Cemîla Celîl, tevî rehmetiyê bavê xwe Casimê Celîl 1700 stran, kilam û awazên Kurdî –çi evînî, çi govendî, çi mêranî, çi şînî- berhev kiriye û pêşkêşî fondazêrîn a Radyoya Erîvanê kiriye. Divê bê gotin ku bavê wê rehmetiyê Casimê Celîl, wekî nivîsarvan, kedkar, rêveber bi giştî 9 salan di heman radyoyê de kar kiriye. Ji 1700 stran û kilamê behsa wan tê kirin, 1000ê wê ji hêla Cemîla Celîl ve hatine berhevkirin û amadekirin. Şêwaza xebata Cemîleyê wiha ye: Pêşî stranên Kurdî li ser piyanoyê lê dide, paşê ew stran dike nota.
 
 
Ked û xebateke bêhempa...
 
Cemîla Celîl Endama Yekîtiya Muzîkarên Sovyetê, Endama yekîtiya Muzîkarên Ermenîstanê, Endama Yekîtiya Rojnamegerên Sovyetê û Endama Yekîtiya Rojnamegerên Ermenîstanê ye.
 
Dema ku min li navenda Pirtûkxaneya Casimê Celîl ya di bin banê Enstîtuya Kurdzaniyê ku li Wiyanayê ye, ji Celîlê Celîl xwest ew behsa xebata xwişka xwe Cemîleyê bike wiha got:
 
“Bi qasî 50 salan ku Cemîla Celîl li gundê Kurdan geriyaye, stran û awazên Kurdan berhev kiriye û kiriye nota. Di fonda muzîkê ya malbata Casimê Celîl de ku bi tevgera tevahiya endamên malbatê hatiye avakirin, ji deh hezarî zêdetir stran û awaz hatine civandin û têne parastin. Gundekî Kurdan li Ermenîstanê nemaye ku Cemîla Celîl neçûye û stranên Kurdî ji dengbêjan nenivîsandiye. Di sala 1988an de min tevî Cemîlayê, rêwîtiyeke zanyarî ji bo sê mehan li Suriyeyê kir. Geryana me li nava Kurdên Helebê, Çiyayê Kurmênc, Qamîşlo, Dêrikê, Eyn-Erebê û li deverên din pêk hat û me li dora 1000 stran û awazên hêja civandin. Pareke ji berhevoka vê civandinê, di pirtûkeke taybet de hatiye çapkirin.”
 
Cemîla Celîl, di serî de Yekîtiya Sovyetê, li welatên Ingilîstan, Başûrê Kurdistanê, Austurya, Fînlandiya, Suriye, Holanda, Polonya, Lîtwanya û deverên din beşdarî konferans û sempozyûmên mezin bûye û bi axaftinên zanyariyê awaz, folklor û muzîka Kurdî bilind nirxandiye.
 
Kerem bikin em careke din guh bidin nirxandinên Celîlê Celîl yên li ser xwişka wî Cemîleyê:
 
“Xîreta Cemîleyê, wekî xîreta bavê min bû. Nexwest ku ew dewlemendiya mezin, xezîneya kal û bavan winda bibe. Bibe yê xelkê. Her cara dilê wê diêşiya, gava ku stran û awazên Kurdî di radyo û televizyonan de, di birc û serayên xelkê de, wekî muzîka gelên cînar dihate binavkirin. Cemîleyê, stranên gelê xwe baş nas kir. Dît ku cînar ji me didizin, talan dikin, dikin milkê çanda xwe. Ji ber vê jî, dilê wê yê nazik diêşiya, birîndar û kovan dibû. Cemîla Celîl, çentê mezin tevî makîna dengnivîsar û qeydkirinê, defter û qelemên xwe digirte destê xwe û gund bi gund, zozan bi zozan digeriya. Giraniya çentê, riya xerabe yên gundan Cemîleya nazik, aciz nedikirin û nediwestandin. Ji ber ku wê baş dizanibû ku divê ew kar bê kirin, lewre sibe êdî dereng e. Cemîleyê li hêviya kesî nedima. Zivistan bûya, payîz bûya, havîn bûya, ne xema wê bû. Herdem di nava gelê xwe de bû. Tevahiya dengbêjan Cemîleyê nas dikirin. Wê wekî xwişka xwe qebûl dikirin. Di ber xizmeta wê de bûn. Distiriyan, stran û awaz li ber destê Cemîleyê dibûn nota, herf-notayên reş û spî ser pelê kaxezan hev digirtin, dibûn pirtûk. Pirtûkek, dudu, sisê, çar, pênc…”
 
 
Pîrozbahiya 60 Saliya Cemîla Celîl,
19 Sibat 2000

 
60 saliya Cemîla Celîl, di 19ê Sibata 2000î de, bi daxuyaniyeke gelek girîng ku li ser navê sazî û dezgeheke mezin û bi îmzeyên navên gelek navdar hate pîrozkirin. Yekîtiya Kompozîtorên Ermenîstanê, di nameya ji bo pîrozkirina 60 saliya Cemîla Celîl de wiha gotiye:
 
“Cemîla Casimê Celîl a Giranbiha;
 
Rêveberiya Yekîtiya Kompozîtorên Ermenîstanê, tevî kompozîtor û muzîkzanên li Ermenîstanê, ji kûrahiya dil 60 saliya te pîroz dike. Di warê pêşvexistin û afirîneriya Kurdî de ku te jiyana xwe bexşî berhevkirin û folklora Kurdî kiriye de, xizmeta te nayê qiyaskirin. Di çapemeniyê de, xwedana meqaleyên pirhêjmar, li nêvwelat û li derveyî welat, tevî stranên gelêrî ku çap bûne. Di vê roja şahî de, tevî tendirustî û bextewariyê, em ji te re serkeftin û afirandinên nû dixwazin.
 
Îmze: Mîrzoyan, Çavuşyan, Harutsunyan, Hovhannesyan, Orbeliyan, Têrteryan, Arîstakesyan, Amîrxanyan, Godakyan.”
 
Şayanê gotinê ye ku tevahiya van navan, li seranserê Ermenîstan û Yekîtiya Sovyetê elît û giregirên muzîkê bûn.
 
Keça Cemîla Celîl, Naza Celîl a 38 salî ku daye ser şopa dayîka xwe û niha li Wiyanayê, li Zanîngeha Muzîk û Hunerê, li ser “Dawet, govend, muzîk û erf û adetên Kurdî” doktoraya xwe dike, bi van gotinan behsa tesîra ku dayîka wê li ser kiriye, dike:
 
“Ji ber ku ez di mala kalikê xwe de mezin bûm, tesîra kalikê min pir li ser min hebû. Paşê dayîka min tesîr li min kir. Em biçûk bûn û serê sibê zû, bi fîqa kalikê min şiyar dibûn. Melodiyên kalikê min, pir xweş bûn. Nexasim melodiya ‘lûr de lûr’ û hinek melodiyên din, dilê me geş dikirin. Tim di mala me de gotin li ser neteweperwerî, folklor û muzîkê bû. Kalikê min ne muzîkvan bû, lê pir baş lê dixist. Guhên min her li ser dengên kasetan bû. Dayîka min herdem ez bi xwe re dibirim gundên Talînê, Elegezê, Eçmiadzînê, Masîsê, Oktobiryanê û Artaşatê. Di nava vê rewşê de ez fêrbûm, pêre jî mezin bûm. Hezkirina min a muzîkê bi vî awayî destpê kir. Ez qet aciz nedibûm, wexta bi dayîka xwe re digeriyam. Ji ber ku dengê govendê, muzîkê û awaza Kurdî dilê min geş dikir. Ev xebata ku dayîka min kir, hişt ku ez tevî xwendina xwe ya giştî li dibistana Maksîm Gorkî her wiha li dibistana muzîkê ya Alexander Spendyaryan bixwînim, paşê 4 salan li lîseya Romanos Melîkyan bixwînim, ji wir di sala 1991ê de bikevim Konservatuara Komîtas û ji wir jî di sala 1996an bikevim Akademiya Zanyariyê Beşê Hunerê. Min li wir 4 salan wekî aspîrant berdewam kir…
 
“Nazê Celîl bi van gotinan dawî li vê nivîsara me ya li ser dayîka xwe tîne:
 
“Ez dîsa bêriya xebata bi dayîka xwe re dikim… Derfet û mecal hebin, ezê dîsa pê re herim xebata nav gund û zozanên Kurdan!..
 

Salih Kevirbirî
Nûbihar, Jimar: 122, Sal: 2013, Zivistan

 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook