Mele Mistefa û rewşenbîrên Kurda û Qedrîcan


Mele Mistefa û rewşenbîrên Kurda û Qedrîcan

Ahmet Aras

Piştî darbeya eskerî ya 1971î da ez ji ber îdara eskeriyê derketim çûm Kurdistana Iraqê, nêzîkî sê mehan li wir mam. Peyra derbasî Suriyê bûm, bi qasî mehekî jî li Suriyê û Lubnanê mam. Tiştek ku bala min kişand, ji Kurdan qet kesekî nedigot Berzanî, digotin Mele Mistefa. Mînanî merivekî mala xwe, malbata xwe, mînanî birayê xwe, apê xwe digotin Mele Mistefa. Ewqas nêzîkî xwe didîtin. Min bi gellek kesên ku Mele Mistefa dîtibûn ra xeberda. Li gor gotinên wana rewşenbîr û rewşenbîrî du nezera Mele Mistefa da pir bi qedr û qiymet bûne. Digotin, dema ku Mele Mistefa xeberdide, wek mînak ji gotinên Ehmedê Xanî, Melayê Cûzeyrî û Hafizê Şîrazî çend beyta dixûne û usa pirsa xwe dibêje. Piştî peymana 11 Adara 1970yî, gellek rewşenbîr û hunermend diçin serlêdana wî, pir qedrê wan girtiye, bi hinekan ra jî henek kiriye. Wexta ku Muhemed Arif Cizrewî derdikeve hizûra wî, destê xwe dirêj dike, dibêje; “Ez bilbilê Kurdistan Mihemed Arif Cizrewî!..”
 
Mele Mistefa dibê, “Na na… Tu bilbilê Kurdistan nîn î, tu bilbilê Xemşê yî Xemşê!.. Lo hey malava, ev bi salan e di ser Kurdistanê da agir dibarînin, yê te jî ji sibê heta êvarê ‘xemşê, ha xemşê… Hinekî jî Kurdistanê bibîne, çend pirsa jî li ser Kurdistanê bibêje diha!...”
 
Wê demê di nav Kurdên Suriyê da dubendiya “yemenî (solcu) û yesarîtî (sağcı) bûbû moda. Gişk bi hevra diçin cem Mele Mistefa; Cîgerxûn jî di nav wan da bûye. Mele Mistefa dibê, “Heyran Kurd miletekî belengaz e, gişk bi hevra tên perçiqandin, vê ‘yemenîtî’ û ‘yesartiyê’ bidin alîkî, bibin yek.”
 
Cîgerxûn di helbesteke xwe da dibêje; “Kanê Lenîn… Kanê Stalîn… Kanê Seydayê Cîgerxûn…” Dema ku Cîgerxûn dikeve hizûra wî, Mele Mistefa dibêje; “Bi xêr hatî Seydayê Cîgerxûn. Aha vaye Seydayê Cîgerxûn hate vir, lê kanê Lenîn, kanê Stalîn!..”
 
Piştî peymana Yazdê Adarê Kamuran Bedirxan jî çûye Kurdistanê cem Mele Mistefa. Mele Mistefa pir qedrê wî girtiye, mînanî şexsîyetekî herî pîroz pêra muamele kiriye. Çil û çend sal peyra min di televîzyoneke Kurdistanê da temaşe kir; Mela Mistefa ji Kamuran Bedirxan ra ewqas hurmet nîşan dide, nahêle ew çentê xwe hilde, bi zorê çentê wî ji destê wî digre, ew bi xwe çentê wî pêra digerîne.
 
Ez li Beyrûtê bi nebiyê Cemîl Paşa bi Ekrem Begê ra hevnas bûm. Qedrîcan ez biribûm cem wî. Ekrem Beg di sala 1963ya da bi muxabîrê Newyork Timesê Jon Dana Adam Smith ra bi qaçaxî derbasî Kurdistanê dibin. Bi qaçaxî, di wan çîya û banya da -geh li qantiran siyar dibin, geh peyatî- rêwîtiyeke gellek zor û zehmet dikin. Ekrem Beg wekî mîhmandar tercûman bi J. Dana ra çûye Kurdistanê. Got, “Em êpê li wir man. Dana bi Mele Mistefa ra roportajeke dirêj kir, ew ku di N.Y. Timesê da hate weşandin, li dunyayê bo hereketa Kurda sempatiyeke gellek baş çêbû.”
 
Ekrem Begê got: “Xeberdanên Mele Mistefa û tevgera wî, tesîreke zêde li Dana kiribû, jê ra hewes û hezmekar mabû, pir memnûn mabû. Min jê ra got: “Dana ez bala xwe didimê ku tu ji halê xwe memnûn î?” Ewî got: “Ez pir memnûn im, vê hevdîtinê ber zehmetê me girt. Kurd bi şans in ku yekî mîna Berzanî serokê wan e.”
 
 
Qedrîcan û Mele Mistefa
 
Ez di dawiya havîna 1971î da li Şamê bi Qedrîcan ra hevnas bûm. Nêzîkî mehekî em bi hevrabûn. Ewî ez ji Suriyê derbasî Beyrûtê kirim û li teyarê siyar kirim û şandim Awrûpayê. Qedrîcan ji Dêrikê bû. Di sala 1928an da derbasî Suriyê bibû. Ewî siyaseta Turkiyê û nivîskarên Turkiyê ji nêzda şopandibû. Siyaseta TİPê (Türkiye İşçi Partisi) dipejirand. Jixwe birayê wî Davut Özcan serokê navça Dêrikê yê TİPê bû. Ez bi apê Davut ra li Ankarê hevnas bûbûm.
 
Wexta ku derbasî Suriyê dibe, di serî da pir zehmetî dikşîne, piştî du salan li Antakyayê dest bi mamostetiyê dike. Ji min pirsa Kemal Sülkler kir. Ez bi Kemal Sülkler ra hevnas bûbûm. Min jê ra got, “Kemal Sülkler sekreterê sendîka karkera ya pêşverû bû (DİSK).”
 
Ewî got: “Dema ku min dest bi kar kir, xuşka Kemal Sülkler jî di mekteba min da mamoste bû. Keçeke xweşik û delal bû. Dilê me ketibû hev, me nîşanî kir. Du sê meh piştî nîşaniyê keçik bi nexweşiya weremê ket û mir. Ez pir xemgîn bûm, paşê ez bi keçeke Çerkez ra zewicîm.”
 
Ji wê xanimê 2 kur û qîzeke wî dibin. Mizgîn, Şirîn û Serwet. Mizgîn û Şirînê li Moskovayê universîte xwendibûn. Şirînê salek berê doktor derketibû. Ew herdu wê demê li Şamê nebûn. Mamoste bo xurek ez teklîf kirim û birim mala xwe. Meta delal bi Tirkî xêrhatina min kiribû. Piştî sohbeteke kurt em li ser sifrê rûniştin. De jinên Çerkezan ji karê malê re pir bi huner in. Metika min belkî deh cure xurek hazir kiribûn. Min hetanî wê çaxê ne navê piraniya wan xurekan bihîstibû, ne jî ew tem kiribûn.
 
Mamoste Qedrîcan qala Orhan Kemal kir, qasî ku di bîra min da maye, ez dibêm qey ew li Beyrûtê hevnas bûne. Got, “Orhan Kemal di dema xortaniya xwe da pir zehmetî dît. Di berhema xwe ya ‘Baba Ocaxî’ da tiştên ku dibêje gişk rast in. Bavê wî merivekî dewra berê bû, pir bîhnteng bû. Ewî pirtir ji destê bavê xwe kişand.”
 
Min jê ra qala nasthatina xwe û Orhan Kemal kir, min got; “Mamoste min du sal berê di weşanxaneyekî da haziriya pirtûkekî dikir, (E Yayınevi). Navê xwediyê weşanxanê nivîskar Cengiz Tuncer bû. Orhan Kemal hatibû cem Cengiz Begê. Camêr em bi hev dan naskirin. Me bi hevra çay vexwar, demekî sohbet kir. Wexta ku rabû û çû, gazî Cengiz kir, bire derva. Cengiz çû, hema vegeriya hat. Çar-pênc roj peyra Orhan Kemal dîsa hate wir, piştî sohbeteke kurt rabû, dîsa gazî Cengiz kir, bire ber derî. Cengiz ku vegeriya hat, serê xwe hejand, got, “Allah Allah... Çi merivekî durust e. Wê rojê hat gazî min kir bire ber derî ya, ji min ra got, tu dikarî 10 lîra bidî min ezê heftekî deh roja şûnda li te vegerînim: Hê hefta wî temam nebibû hat ew pere da min.”
 
Mamoste got: “Yekî mînanî Orhan Kemal ku kirine vî halî, ez texmîn dikim çi anîne serê yên mînanî te…”
 
Di sala 1957a da Cemal Evdilnasir bi Suriyê ra yekîtî çêkir (Birleşik Arap Cumhuriyeti). Navê wê Yekîtiya Cumhuriyeta Ereba bû, lê di heqîqetê da C. Evdilnasir Suriye tevî dewleta xwe kiribû. Piştî wê yekîtiyê Nasir piraniya rewşenbîrên Kurda avêtibûn zindanê. Qedrîcan jî sê sal di zindanê de mabû.
 
Qedrîcan merivekî sosyalîst bû, lê tu carî nebibû zilamê hizbekî. Wan pêştahatî û rewşenbîrên Kurda, yên ku ji 1930î hetanî 1945a bi hevra kar kiribûn û “Xweybûn” damezirandibûn gişk bi hev dikevin. Nuredîn Zaza û Qedrîcan ji klîk û grûbên wan dûr disekinin. Ji ber wê yekê Kurdên Suriyê ji wan herduyan pir hez dikirin.
 
Qedrîcan xêncî helbestan kurteçîrok (hikaye) jî nivîsandine. Bi qeneeta min, kurteçîrokên wî di edebiyata Kurdan da ciyekî xwe yê mustesna henin.
 
Rewşenbîrên Suriyê ji bo wan kurteçîrokan Qedrîcan şihibandine nivîskarê Rûsî Chehov. Min ji Kurdên Suriyê bihîst. Digotin, “Wexta ku heval hinkûfên wî rastî dihatin, jê ra digotin, merheba! çawanî, kirîvê Çehov?”
 
Belê Qedrîcan sosyalîst bû lê Kurdîtî ji bo wî di ser her tiştî ra bû. Pîvana wî Mele Mistefa bû.
 
Piştî hilweşandina Komara Mahabadê, Mele Mistefa ku derbasî Kurdistana Iraqê dibe, Ereb lêdixin, ew derbasî yalê Turkiyê dibe. Wê demê Tirk lêdixin. Pey van ra derbasî yalê Îranê dibe, Ecem lêdixin. Mele Mistefa bi wî karî bi sê dewletan ra şer dike, usa usa xwe digihîne ber çemê Erez sînorê Azerbaycanê.
 
Azerbeycan sînor venake û Mele Mistefa tevî 800 hevalên xwe di binê agirê top û tivingên Îranê da dimînin. Helbet sekreterê partiya Komînîsta Azerbeycanê Bagirov bûye sebebê vê zulmê, lê ewî jî li gor fermana zalimê herê mezin Stalîn hereket kiriye. Piştî heftekî ku sînor vedikin, Mele Mistefa û hevalên wî hildidin hundûr, dest bi zulmeke dinê dikin. Mele Mistefa û hevalbendin wî ji hevdu diqetînin, heryekî dişînin ciyên cuda cuda.
 
Hevalbendên Mele Mistefa bi temamî dest bi grewa birçîbûnê dikin. Demekî peyra wana tînin arekî dighînin hev. Dîrokzan wê rewîtiya Mele Mistefa wekî “Meşa dîrokiya hera dirêj ya duyemîn” qebûl dikin. Meşa hera dirêj jî ya Mao Zedûng e.
 
Qedrîcan di sala 1948an da derheqê wê meşa Mele Mistefa da helbestekî dinivîsîne û dide weşandin. Helbesteke dirêj e. Ezê tenê beşeke wê helbestê hildim vira.
 
Navê helbestê “Serdarê Kurdan… Berzanî” ye:

Berzanî… Berzanî…

         Vî
                        Navî
                                       Nizanî?
Herkesî dît,
Herkesî bihîst
Li Rojhilat…
Rojhilata navîn…
Zivistan û havîn
Kî dike ceng? Kî dike xebat?
Li hemberî çend dewletan.
Çend dewletên îstî’mar
Kî bûye kelem? Kî bûye bar?
………………..
Ordî ordî şikandin,
Hezar çember qetandin,
Mîna birûsk û ewran,
Li her cî, li her deran...
Diçirîse dide deng,
Mîna dawet diçe çeng
Sînoran diçîrîne,
Ordiyan didirîne…
Gava jê ra bû meraq,
Bê perwa dajo Iraq…
Dide ser dilê Tirkan…
Diçe bakûrê Kurdan…
Dibe tîr… dibe kevan…
Xwe dirêj dike Îran…
Ey Ecemên esrarkêş…
Eyfûnkêş…
Bi qelûna xwe digrin,
Dikevin taya mirin,
Û dibêjin:
Dîsa kire xuyanî
Hat Ruh-stîn Berzanî!
 
Çûyîna Moskovayê û Hevdîtina Qedrîcan û Mele Mistefa
 
Di havîna 1957an da li Moskovayê mîhrîcanekî çêdikin. Qedrîcan jî vedixînin wê mîhrîcanê. Pêvendiyên Qedrîcan û rewşenbîrên Kurdan yên Sovyetê gellek baş bûne. Hetanî wê demê helbestên Qedrîcan di Rêya Teze da hatine weşandin. Ji wan helbestan çend heb ji min ra xwendibûn. Qedrîcan got: “Em bi gemiyê çûn. Roja em li gemiyê siyar bûn, min ji Qanatê Kurdo ra telgiraf kişand. ‘Em li gemiyê siyar bûn, filan rojê ezê li Moskovayê bim, ezê bêm serlêdana te.”
 
Qedrîcan got, “Me xwe gîhande Moskovayê. Ça ku ez ji tiranê peyabûm, raste rast çûm mala Qanatê Kurdo. Min li derî xist, Qanat bi geleşeke xweş pêşwaziya min kir û di ber lêvan da dikeniya. Mînanî ku dibêje, “Min ji te ra sûprîzeke xweşik hazir kiriye.”
 
“Ez çawa ku ketim hundirê salonê, min hew dît Mele Mistefa ji ciyê xwe rabû, berbe min tê. Ewî ez hemêz kirim û çavê min ramûsî. Em rûniştin me li hev pirsî. Di jiyana xwe da tu carî ez bi qasî wê demê kêfxweş nebûbûm. Dême Qanat jê ra gotiye, “Qedrîcan filan rojê tê.” Ew jî hatiye mala Qanat li benda min bûye, li Moskovayê me sê-çar rojan hevdu dît sohbet kir.”
 
Li gorî gotina Qedrîcan di zemanê Stalîn de Mele Mistefa gellek zehmetî kişandiye. Piştî mirarbûna Stalîn Mele Mistefa ji berpirsiyarên Sovyetê û Kruşçev ra nameyan dişîne. Demek şûnda berpirsiyarên Sovyetê gazî Mele Mistefa dikin û dibin Moskovayê, jê ra dibêjin; “Heyran vî zalimê kurê zaliman çawa bi herkesî ra kiriye, her usa bi te ra jî neheqî û zulum kiriye. Ka bêje em ji bo te çi dikarin bikin?”
 
Mele Mistefa dibê, “Ez dixwazim hûn di radyoya Yerîvanê da rojê çend seeta weşana Kurmancî bikin.”
 
Ew jî dibêjin, “De here Ermenîstanê, bi Kurdan ra xeberde, rê û rêzan, şert û merc bi çi teherî dibe, em bikin.”
 
Mele Mistefa diçe Ermenîstanê, bi rewşenbîr û pêşta hatiyên Kurdan ra civînan çêdike, bi wan ra xeberdide û carke din diçe Moskovayê. Rewşenbîr û pêştahatiyên Kurdên Ermenîstanê jî hema hema ji sedî nodî wî Kurdên Êzdî bûne. Qedrîcan digot: “Di nezera Mele Mistefa da rewşenbîrên Kurdan pir bi qiymet bûn ha Musliman, ha Êzîdî, ha Sosyalîst, çi dibe bira bibe, bi rewşenbîrên Kurdan ra pêwendî çêdike û pir qedrê wana digre.”
 
Piştî ku Mele Mistefa diçe bi berpirsiyarên Sovyetê ra xeberdide, di zivistana 1955an da Radyoya Yerîvanê dest bi weşana Kurmancî dike.
 
 
Qedrîcan li Moskovayê Rastî Nazım Hikmet Tê
 
Qedrîcan got: “Min bihîst ku di ciyekî da dê xeberdana Nazım Hikmet bibe. Ez çûm wê salonê, min xeberdana wî guhdarî kir. Di dawiya civînê da hinek kesan tiliya xwe bilind kirin jê suwal dikirin, ewî jî bersiv dida. Min jî tiliya xwe bilind kir. Ewî got ‘keremke!’
 
Min dest bi xeberdana xwe kir, ‘ez Kurdê Turkiyê me, ez jî mînanî te ji ber zulma dewletê reviyam çûme Suriyê. Ez jî nivîskar û şair im. Ez him ji te hez dikim, him jî helbestên xwe di terzê te da dinivîsim. Lê tiştekî bala min kişandiye; te li ser reşikên Afrîkayê, li ser belengazên Latîn Amerîkayê ku neheqî dîtine, li ser belengazên Çîn û Maçînê da helbest nivîsandine. Lê li ser Kurdên belengaz qet tiştek nenivîsandiye. Him jî ew zulma li ber çavên te hatiye kirin, ev çi mesele ye?’
 
Ji min ra got, ‘raweste, raweste; piştî civînê were em teke-tek xeberdin!’
 
Civîn ku xilas bû, Nazım Hikmet aha çavên xwe li salonê gerand; ‘got, o şamata yapan kimdi gelsin!”*[1]
 
Qedrîcan got, “Em çûn odekî, me xeberda. Tiştên ku wî gotin, qet di heşê min da rûnenişt. Ez xeyalşikestî bûm, min qet tiştek negot, ez rabûm çûm.”
 
Min ji Qedrîcan ra got, “Mamoste ew dîtinên partiya wî nin. Nazım Hikmet jî xwe bi partiya xwe va hişke hişk girêdaye. Ewî xwe, lawê xwe, heta wijdana xwe teslîmî partiya xwe kiriye. Helbet haya te jê tune. Li Turkiyê merivên partiya wî dengê wî hildane bandê, virda-wêda didin guhdarîkirin. Di wê bandê da gotiye, ‘oğlum Memed seni Türkiye Kominist Partisine emanet ediyorum.”**[2]
 
Di nav Kurdên Tirkîyê da Qedrîcan mixabin zêde nehatiye naskirin. Bo mînaka zimanê wî yê xweşik, ezê beşeke helbesta wî ya “Begê Axir Zeman” bidim. Ewî çend cara ew helbest û ya “Şêrê Welat Berzanî hat” ji min ra xwendibûn.
 
Begê Axir Zeman
 
Dostê min;
Dujminê postê min…
Begê axir zeman…
Ew zembîla tu pê hat,
Nema datê ji ezman.
Benê wê riziya
Li nav rê qetiya,
Ew ket…
Ket nava Derya Sor,
Derya Sor jê ra bû gor,
Derya Sor
Ji Fir’ewn û çend xudayê piçûk ra
Bû kefen…
Musa û mirîdê wî
Bê per û bê gemî
Ji wê deryayê derbas bûn,
Ji cewr û cefayê
Li wir xelas bûn.
Fir’ewn li wir fetisî
Mûsa li ser reqisî
 
Nemrûdên piçûk
Me bi agir ditirsînin
Pif meşka vala
Ey kewnarê sala…
Baweriya dilê me
Taqeta milê me
Ji îmana Îbrahîm pirtir e
Ne kêmtir e…
Vîya bizan
Ey pêxemberê dizan
Dostê min
Dujminê postê min
Begê axir zeman
Ew zembîla tu pê hatî
Nema datê ji ezman
 
Meznatî,
Ne bi pere û mal e….
Ne bi gorîna kal e…
Meznatî
Bi cewherê însan e!
Bi îlm û îrfan e!
Belê… em xizanê mal in,
Lê zengînê kemal in…
Dostê min,
Dujminê postê min
Begê axir zeman
Ew zembîla ku pê hatî
Nema datê ji ezman
 
Mizgîn li we Şêr Hat Welat
 
Piştî ku Mela Mistefa ji Urîsêtê vegeriya hate Iraqê, di nav Kurdan da şahiyeke mezin çêbû.
 
Qedrîcan li ser hatina Mele Mistefa ev helbesta nivîsandiye: “Şêr Hat Welat”
 
Ez dîsa beşeke vê helbestê li vira didim:
 
Şêr Hat Welat
 
Şêr hat welat
Şêr hat welat
Roja Kurdistanê helat
Mizgîn li we Berzanî hat
***
Çiyayê Zagros bê deng mabû
Baxçe û bax bê reng mabû
Ew newala bê ceng mabû
 
Şêr hat welat
Şêr hat welat
Roja Kurdistanê helat
Mizgîn li we Berzanî hat
 
Mizgîn li wan der û beran
Reyhan û gul û sunbilan
Li ser çiyan… bi ser dilan
Roja Kurdistanê helat
Mizgîn li we Berzanî hat
…….
 
Gotinên Berpirsiyarên Partiya Komînîst ya Iraqê ji bo Talabanî
 
Di dawiya havîna 1971î da Esed Xoşevî ez şandim Zaxoyê. Berpirsiyarên Partiya Demoqrat Kurdistan ji wir ez derbasî Suriyê kirim. Li mala wî camêrî (min navê wî ji bîr kiriye) me xurek xwar, piştî demekî pênc-şeş kes yên bi cil û bergên gerîlla jî hatin wir. Ew berpirsiyarên Partiya Komunîst ya Iraqê bûn. Piştî nîvê şevê em gişk li cîpekî siyar kirin û birin perê çemê Dîcleyê. Qayîqvan li benda me bû. Camêr em li qayîkê siyar kirin û derbasî yalê Suriyê kirin. Merivên Partiya Komunîst ya Suriyê jî em li wir li mînîbusekî siyar kirin birin Qamişlûyê mala Osman, ewê ku di meclîsa Surîyê da parlementer bû. Ez du roja li cem wan mam. Esed Xoşevî namek nivîsandibû dabû min, bo nûnerê wan ê Qamişloyê. Navê wî qasî ku di bîra min da ye Eliyê Misto bû. Roja sisiya ez ji wan qetiyam çûm mala Elî.
 
Yek ji wanê Iraqê sekreterê partiya Komunîst ya Iraqê bû, yên din jî endamê polîtburoyê. Ewana jî yê biçûyana Moskovayê. Di wan du rojan da me bi hevra sohbet kir. Gişk xurt û qelew bûn, usa ku meriya derzî li sifetê wan bixista xûna wan mê metrokî qame bavêta. Lê di nav wan da yekî zeyîf jar hebû, meriya digot qey ew zemanekî dirêj birçî hîştine, hema lê ye bimire. Wê newşê bala min kişand. Ji wan ra min got: “Heyran li Tirkiyê min pir-kêm merivên partiya komunîst nas kirin, ew jî mînanî we qelew bûn, lê ev hevalê we çima usa zeyîf û jar e.”
Zarên Osman tercûmaniya me dikirin.
 
Serokê wan got; “Qet nebêje, qal neke… Ev hevalê me kete destê hukûmatê, nêzîkî salekî di zindanê da lê îşkence kirin. Axirê bi halekî me ew ji zîndanê xilas kir, ku bişînin Gilala cem Berzanî. Me ew derbasî yalê Kurdan kir. Li wê herêmê gruba Celal Talabanî hukûmperwa ye. Endamê me ku ji ber zulma hukûmatê direviyan derbasî wê herêmê dibûn, merivên Celal bi berpirsiyarên hukûmetê ra kelê wan bazar dikirin, pere distandin ew teslîm dikirin.
 
Merivên Celal ev hevalê me girtibûn, bi berpirsiyarên hukûmetê ra bazara kellê wî dikirin, ku pera bistînin û teslîm kin. Me bi halekî Mele Mistefa ji vê rewşê xeberdar kir. Mele Mistefa bi uslûbeke gellek sert, bi têlsizê ferman dike. Merivên Celal bi wî teherî ji tirsa Mele Mistefa ev hevalê me berdan û me ew şande Gilala û usa xelas kir.”
 
Min pirsî, got; “Hûn yeqîn dizanin, xebera Celal ji vî karî hebû?”
 
Got; “Tu bawer bikî Celal vî karî bizat bi xwe dikir!”
 
Sekreter pirsa xwe domand, got: “Ez Celal ji nêzda nas dikim. Xortekî çeleng û baş bû.” Mele Mistefa bi destê wî girt, anî pêş, kire xweyî fonksiyon, roleke muhîm dayê. Kîngê ku bi keça Îbrahîm Ehmed ra zewicî xûyê xwe guherand bû însanekî din. Eynî bû mîna Îbrahîm Ehmed. De Îbrahîm Ehmed xudênegiravî berê sekreterê partiya komunîst bû. Ez ji te ra sond bixwim ku ew Îbrahîm Ehmed ne komunîst e, ne Kurd e, ne Ereb e… Meriv nizane çi rewil e.”
 
“Aha… Îjar ez ji te ra ya Berzanî bibêjim. Tu eleqa vî camêrî bi çepîtî û komunîstiyê nîne û li dijî komunîstiyê ye, lê ruhê wî, ruhê şovaliyetiyê ye. Jixwe di însanê Kurd da ew ruh heye.
 
Wexta însanek dikeve tengasiyê, diçe xwe davêje ber bextê wî, kî dibe bira bibe, Berzanî bi wî ruhê şovalyetiyê, wî kesî diparêze.”

Ahmet Aras
Nûbihar, Jimar: 151, Sal: 2020, Bihar???????
 
[1]* Ew kesê şamata kir kî bû, bila were.
 

[2]**Memed kurê min, ez te emanetî Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê dikim
 
 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook