Mirin


Mirin

Murad Celalî

Mirin rastiyeke wisan e ku çiqasî nêzîkî mirov e ewqasî jî dûr tê xuyan. Gava êş û jana mirinê li kezeba merivan da a wê hingê çetiniya vê rastiyê tê nasîn û hesîn. Ew hevalcêwiyê jiyanê ye. Gava qala yekê ji wan bê kirin îlam ewa din jî tê bîra mirov. Dema wêneyê yekê ji wan bê kişandin ewa din jî xwe nişkêva diavêje navê. Loma wekî du baskan in ewna. Bêyî yekê ya din nikare bixebite, bilebite… 

Mirinê kemîna xwe li ber deriyê jiyana hemû kesan vedaye, li benda keys û firsenda guncaw e. Çaxê firsend ketê, anî fesalê, xwe li zengiloka mirov dialîne, şîrê zikmakî ji bêfila merivan re tîne. Lewra hebûna jiyanê tunebûna mirinê divê. Van herdu hevalcêwiyan rik kutane hevdu. Gava yek ji wan were derekê, hedur ji ya din re namîne. Mîna roj û şevê li pey hevdu digerin. Fenanî du neyarên xwîndarên bi salan, bi salên dûr û dirêj… 

Mirin qet naweste, nakerixe. Tu carê dev ji armanca xwe bernade. Ji bo wî ev kar şerê man û nemanê ye. Heke bi ser nekeve dê têk here, binkeve. Lewma gotî herdem hişyar be, li bertangî nêçîra xwe bikeve. Seba ku merema dilê xwe hasil bike, xewên şevan li xwe heram dike. Çavê xwe nade hev, lewra ew baş dizane ku ev şixûl sistî, teralî û xewariyê qebûl nake. Ev firsenda kûjêr jî hergav û dirgav bi dest nakeve. Her car dayika meriva kuran nayîne. Ji ber vê, gotî bi tiştên din nebile, guhê wî li ser karê wî be…

Mirin derdê bê derman e, nexwaşiya bê hekîm e. Seba ku neyê nasîn xwe dike hezar û yek dilqî. Geh li ber çavê mirov digere, xwe nîşan dide, geh dibe deng di kerika guhê meriva de olan dide. Car carna dibe birûsk ji dûr ve berq vedide. Lê hergav xwe bi mirov dide hesandin… 

Mirin ne li ciyekî tenê ye, lê li ku derê bîhna jiyanê hilde li wir dibe mêvan. Tu lê dinihêrî şev nîvê şevê deriyê cînar dikute, xwe dadide hundir, tevî maliyên malê dibe neferek ji malbatê. Li ber serê yekî ji wan digere, çavê xwe jê re diqirpîne û di axiriyê de wî ji wê birê radiqetîne bi xwe re dibe, direvîne. Mîtanî gurekî şeveke reş û tarî de xwe li birekê dixe, ji nav sewalan de ya herî bijare ji xwe re hildide dibe… 

Mirin hevgelê jînê ye. Jîna bi jan û erjeng. Notîrvan e li ber qiraxê temen. Ji bo para xwe ya li qada ezmûnê hilde bi sebir û semax li hêvya kutabûna roj, hefte, meh, sal û temen e. Ka em nizanin ewê kîngê li me bibe mêvan, konê xwe li ber devê dergehê jiyana me vede. Lê divê bi hezkirina Xwedê, em bi kar û bar, bi hêvî û fikar li bendê, çavnihêriyê hevalcêwiyê jiyana xwe bin… 


Murad Celalî
Nûbihar, Jimar: 124, Sal: 2013, Havîn

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook