Di dema Stalîn de polîtîkaya tehcîrê û rewşa Kurdan


Di dema Stalîn de polîtîkaya tehcîrê û rewşa Kurdan

Anjelıka Pobedonostseva-Kaya

Rûdanên ku di destpêka sedsala XXan de qewimîn tenê bandoreke neyînî li ser Împaratoriya Rûsyayê nekirin, pergala dewlet û hikûmetê jî guherand û bandoreke mezin li ser qedera gelê Rûsyayê jî kir. 
Polîtîkaya Sovyetê ya heta sala 1953yan, du dem in: Di dema yekem de, xweseriya neteweyî û rêvebiriya herêmî hate dameziran­din û personelên neteweyî gihiştin. Di dema duyem de jî, ji bo pirsgirêka neteweyî helwesta dewletê guherî, bi vê guherînê di salên 1930an de koçberiyên komî û îskanên zerûrî derketin holê. 

Di vê demê de, ev polîtîkayên tecrîdê li cihên cuda yên dinyayê dihatin dîtin. Yekitiya Amerîkayê zorê koçê kir, Brîtanyayê Almanya ji qoloniyên xwe qewirandin. Piştî şer Rojhilata Ewropayê jî Alman sirgûn kiribûn, wekî din Tirkan Yûnan, Yûnanan jî Tirk ji cihên xwe rakiribûn. Koçên li Sovyetê jî, ji 1920an dest pê kir heta 1955an berdewam kir. Sovyetê netewên ku pê bawer nebûn ji sînoran koç dikirin. Di serî de sînorê Gurcistan, Azerbaycan, Ermenîstan, Ta­cîkistan, Ûzbekistan û Turkmenistan, li nêzîkê 40 herêmên sînor koç pêk hat. 

Di ser de, nezîkê nîv sedsal derbas bû, lê zordestiyên Stalîn, sûcên ku ji hêla rejîma totalîter û otorîter pêk hat, hêj jî derneketine holê, bandorên wan hêj li ser nûjenkirin û nûkirina civaka Rûsyayê berdewam e. Heke li ser otonomiya Kurd û tehcîra Kurdan lêkolîn were kirin, sedem û encamên wan dê derkeve holê, wê bi giştî kiryariyên ku ewê demê qewimîne bên fêmkirin. 


Herêma Kurdistanê

Rûsyayê operasyonên leşkerî girt ber çavan û di encama xwestina firekirina axa xwe ve Kurd nas kirin. Kurd bi şiklek sîstematîk di sînorê Tirk-Îran, Rûs-Tirk û Rûs-Îran de hatine bicihkirin. Gelek gundên Kurdan di çaryeka pêşî û duyema XIX sedsalê de hatin koçkirin. 

Rûsya di sala 1828an de bi peymana Turkmençayê ve sînorê xwe yê Îranê, di sala 1919an de bi peymana Edîrneyê ve sînorê Tirkiyeyê diyar bû, li gor van peymanan, Rûsyayê hinek herêmên ku Kurd û Ermenî lê dijîn girtin bin kontrola xwe. Ji Kurdistana Îranê Salmast, Xoye û Ûrmiye, ji Tirkiyeyê jî, Wan, Erzirom û Qers ku wek bajarên Kurd û Ermenî dijîn tevlî Qafqasyayê kir. Kurd di vê sedsalê de, li herêma Tîflîs, Surmelî, Erîwan û Îçmezînê, di bin desthilatdariya Împaratoriya Rûsyayê de wek Koçeran jiyan. Di dawiya sedsala XIXan de, rêvebiriyek eyaleta Tîflîsê, 9 parçe (Tiflis, Akhalkalakî, Ahiska, Borchalî, Gorî, Dushetî, Sognahsky, Telavi, Tîonetsky) û navçeyek (Zagatala) bû. Piraniya nifûsa Kurdan li Akhalkalakî, Ahiska, Borchali û li navçeya Borchaliyê dijiyan. Ev bajarana wek herêma Elîsavetpol dihatin zanîn. Xeynê van cihan, Kurd li jêrê Qafqasya Qers, Ardahan, Kaxizman û Oltiyê jî hebûn. Pirsgirêka Kurd ji nîvê sedsala XIXê heta ku hikûmeta Sovyetê hate damezirandin tu car ji rojevê derneket. 

Di sala 1921an de, li herêma Kurdan xela û birçîtî derket holê. Li ser vê mijarê gelek nivîs hatin nivîsandin û vê bûyerê di çapemeniyê de bi şiklekî fireh cih girt. Cara pêşî di vê demê de navê Kurdistanê hate bikaranîn. Ew xela ya ku li herêma Kurdistanê diqewimî dişibiya xelaya peravê çemê Volga yê ku jê re digotin “Povoljiya”. Serokê Sovyeta Azerbaycan yê wê demê N.Narîmanov, di derbarê vê xelayê de, ji Lenîn re telgrafek şand. Lenîn piştî ku ji xelaya Kurdistanê haydar bû, emrê alîkariyê da. Di Qomîseriyên Neteweyî de damezirandina Komara Kurdistanê hate nirxandin. Damezirandina Komara Kurdistanê di bin serokatiya Stalîn de hate nîqaşkirin. Piştî van nîqaşan di 16.07.1923an de, bi talîmata Qomîteya Rêvebiriya Navendî ve Kurdistana Sor, li herêma Qerebax ya Azerbaycan û navenda Komara Ermenîstanê hate damezirandin. Navenda Kurdistana Sor, Laçîn bû. Di nav sînorê Kurdistana Sor de, navçeyên ku piranî lê Kurd dijîn Qerekişlak, Kelbecer, Koturlu, Kubatli û Kurt-Xajî û Murathanli hebû. Li gor jimara nifûsê ku ew dem hate kirin nifûsa Kurdistana Sor 51,200 kes bûn û ji % 73 vê nifûsê jî Kurd bûn. 

Lê rewşa vê wilayetê di 8ê Nîsanê 1929an de guherî. Di Sovyetê de pergala wîlayetiyê guherî û rêvebiriya herêmî hat sazkirin. Rêvebiriya herêman jî kete destê komaran. Li ser vê yekê, Kongreya Azerbaycanê rêxistina Kurdistanê belav kir û ew navçe bi Qerebaxê ve girêda. Lê di 25ê Gulana 1930an de car din Kurdistan hate qebûlkirin û vê carê jî navçeyên Zengelan û Cibreîl jî pê ve hatin girêdan. Lê di 23ê Tîrmeha 1930an de ev car bi biryara Qonseya Rêvebiriya Navendî ya SSCBê dîsa ji holê hate rakirin. 

Ev wilayeta Kurd ku paşê bû herêm di nav Kurdan de gelek girîng e. Hebûna Kurdistana Sor bi pirsgirêka Qerebaxê ve girêdayî bû. Komara Demokrat ya Azerbaycan îdia dike ku, di nav salên 1918-1920an de, ji bo ku nifûsa Ermeniyan paqij bike, herêmek wek tampon çêkiriye û Kurd jî li wê bi cih kiriye. Sedem çi dibe bila bibe, lê ev rastî heye ku, di wê demê de Ermeniyan gundên xwe terk kirine. 


Xeyalşikestî û Destpêkirina Zordestiyan

Tê îdîakirin ku, xebatên rew­şenbîriya Kurdan di sala 1924an de, yanî bi mirina Lenîn ve bi dawî bû. Tê destnîşankirin ku Lenîn li Kurdên Sovyetê xwedî derdiket. Li welêt raye û hêz kişandin navendê ji ber vê yekê li ser mixalefetê zordestî zêde bû. 
Piştî salên 1930an dev ji polîtîkayên neteweyî yên kevn hate berdan û otonomiyên çan­dinî hatin tasfiyekirin. Piraniya van jî kêmneteweyên dîasporaya bûn. Dîroknasên nûjen, vê rewşê wek amadehiyên şer dinirxînin. Yek ji sedema van tasfiyeyan jî, polîtîkayên Stalîn bûn. Şoreşkerên dijber û muxalîfên polîtîkaya rejîmê, xebatên xwe zêde dikirin, yên li hemberî pêşesazî û kolektîfkirinê bûn, wek din, tahliyekirinên kêmnetewên bê­hewa ku di bin desthilatariya SSCBê (KKSS) de dijiyan, gişî van sedeman di wê demê de wek amadehiyên şerê li dijî Almanya, Fînlandya û Japonya dihatin nirxandin. Bi vî şiklî piştî Baltik Înrîa û Rojhilata Dûr Qafqasya jî wê bihata paqijkirin. Li gor Stalîn hejmara gelê Xamşîtî, Koreî, Kurd, Alman, Qereçay, Kalmîk, Çeçen, Înguş, Balkar, Teterên Qirimê, Rum, Tirkên Mesetîn li vê herêmê zêde bûn û divê ev bihatana paqijkirin.

Qomîteya Navenda Partiya Komînîst, di 9ê Adara 1936an de, ji bo ku KKSSyê ji teror, gef û sixûran biparêze rêznameyek qebûl kir. Bi vê rêznameyê, ketina welêt ya penaberên polîtîk dijwar bû. Ji bilî wê li gişî KKSSyê ji bo ku ji rêxistinên navneteweyî were paqijkirin komîsyonek hate amadekirin. Guhertina Qanûna Bingehîn ya sala 1936an jî gelek girîng e, di dewsa Qanûna Bingehîn ya Lenîn, Qanûna Bingehîn ya Stalîn pêk hat. Di 5ê Çileya Pêşîn a 1936an de, di Kongreya 8ê ya Sovyetê de, piştî ku 6 meh hate nîqaşkirin, hate qebûlkirin. 

“Qanûna Bingehîn ya Stalîn” ango “Qanûna Bingehîn ya Serkeftina Sosyalîzmê” îdeolojîk û polîtîka xurtkirina şoreşê dimeşîne. Dev ji fikra şoreşa dinyayê berdabû û şoreşa kesayetî derxistibû pêş. Dewlemendiya KKSSya gişî, mulkiyeta gel, qa­nûnên mafên mirovan (Mînak; wijdan, azadî, azadiya ramanan, guhdarîkirin, mafê teqûdbûyiyê) red dikirin. Mafê bikaranîna wan dewrê gel hatibû kirin. Lê hemî kesî ev yek baş dizanibû ku bi giştî ev guhertinan sembolîk in, rastî cûdatir e. 

Qomîseriya Gel ya Karên Hundirîn (NKVD), di 11ê mijdara sala 1930ê de, wek gişî gelan, di derbarê Kurdan de jî, rêznameyên tund derxistin. Li gor van rêznameyan Kurdên ku li nav erdnîgariya Azerbaycanê dijîn hatin koçkirin. Di sala 1937an de, li Asya Navîn û Trans Qafqasyayê cihên taybet hatin çêkirin. Nifûsa li wê derê sewqê Asya Navîn hate kirin. 

Li ser vê yekê, di salên 1937–1938an de, Kurdên li Azerbaycan û Ermenîstanê şandin Komarên Asya Navîn û Qazakîstanê. Wek sê – çar malbat li gundan dihatin belavkirin. Bi vî şiklî îskan pêk hat. Nêzîkê 1325 Kurd li Qirgizîstan û Qazakîstanê hatin bicihkirin. Di dawiya sala 1937an de, ji Azerbaycan û Ermenîstanê 1121 Kurd koçê Qazakistanê (Almata û bajarên başûr) bûn. Di heman demê de, ji Îraniyan jî koçê vê herêmê hatin kirin, di nav wan Îraniyan de jî, ji % 10 Kurd hebûn.

Di dema van koçan de, perwerdehiya zimanê zikmakî û weşanên bi zimanên zikmakî hatin sekinandin. Wek din, folklora neteweyî û cil û bergên kevneşopî qedexe bûn. Bikaranîna peyva Kurd jî qedexe bû. Çimkî heman rewş, li dewleta cîran Tirkiyeyê jî, li ser Kurdan hebû. Piştî serhildana Şêx Seîd, ev tiştana li Tirkiyeyê jî hatibûn qedexekirin. Kurdan, ji van polîtîkayên ku li ser wan pêk dihatin re digotin “Polîtîkaya Înkarê”.

Di dema Konferansa Lozanê û piştî wê, gelek caran rêberên Kurd ji hikûmeta Sovyetê alîkarî xwestin. Heta jiyana di bin himaye û rejîma Sovyetê de jî qebûl dikirin. Lê hikûmeta Sovyetê di wê demê de, dixwest bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên baş bimeşîne. Ji ber vê yekê, tenê li hemberî zordestiya li ser Kurdên Tirkiyeyê bêdeng nema, helwesteke neyînî jî bi kar anî. Ev helwesta neyînê li ser Kurdên xwe jî pêk anî. 

Zarokên ku di sala 1930an de nasname digirtin, destûr nedidan ku netewa xwe wek Kurd binivîsin. Heke di nasnameyê de, neteweya xwe milletekî din binivîse ji bo wê gişî maf hebû, ji ber vê yekê Kurdan netewa xwe vedişartin. Hikûmeta Sovyetê bi vî şiklî hejmara netewên di nav xwe de kêm dikirin. 

Li ser van polîtîkayan, piranî di nasmameyan de xwe wek Azerî qeyd kirin. Kurdên ku li Azerbaycan man, ji bo wek Kurdên Ermenîstan û Naxçivanê neyên koçkirin, di nasnameyan de xwe Azerî nivisîbûn. Bi vî şiklî, li Azerbaycanê pirsgirêka Kurd çareser bû. Yanê beriya tecrîdê li Komara Azerbaycan 50 hezar Kurd dijiyan, di sala 1979an de kesek jî tune bû. Yanî heke gel tunebe otonomî jî tuneye. Li gor îstatîstîkên nefermî, dema em zêdebûna nifûsa Kurdistana Sor bidin ber çavan divê 300 hezar Kurd hebana.

Zarokên Kurd ku, bê dibistan man, diçûn dibistanên Azerî, Ermenî û Gurciyan, ji seba ku dibistan ne bi zimanê wan bû, serkeftî nedibûn û ji dibistanê dihatin avêtin. Çimkî bi Azerî û Ermenî nizanibûn. Bi vî şiklî Kurd bê perwerde û nezan man, çanda Kurdî ku pêşve diçû, piştî van sepandinan li paş ma. 

Bi van koçan, Kurd ji kev­neşopî û orf û ededên xwe yên sed salan dûr diketin, çand û kevneşopiya wan dihate tunekirin. Axa çandiniyê ku gelek baş bû, êdî ji bo çandiniyê nedihatin ajotin. Ji hêla din ve, di van deman de herb hebû, dema em mercên herbê jî bigrin ber çavan, zehmetiyên çawa hatine jiyîn mirov dikare fêm bike. 


Pêla tecrîda duyem

Her çiqas Kurdistana Sor piştî demeke kurt hate belavkirin û Kurd koçên Asya Navîn hatibin kirin jî, serkeftiyên Kurdên Sovyetê, ji bo Kurdên din wek mînak dihatin dîtin û ji bo çareseriyê wek referans dihatin girtin. Di demên pêşî yên avakirina Sosyalîzmê de, Sekreterê Ofîsa Asya Navîn A.Zelennskî, ji bo Kongreya 14ê ya Komîteya Navendê raporek amade kiribû. Di vê raporê de, dihate destnîşankirin ku, “Ji Hîndistanê gelek gel û eşîr koçî Sovyetê dikin. Di nav van gelan de, Belûcî, Kurd, Camîs, Xazerî û Berberî hene. Ev gel ji bo ji koletiyê birevin an jî pirsgirêka gelên xwe çareser bikin koç dikin. 

Kurdan, di sala 1941an de, ji bo ku artêşa Sovyetê derbasî Îranê bibe, alîkariyeke mezin dan. Wek qurye dixebitîn û êrîşê yekîniya cenderme û artêşa Îranê dikirin, bi vî şiklî artêşa Îranê qels dikirin. 

Di destpêka Herba Cîhanê ya 2yemîn de, Almanên li Rojhilatê Ewropa koçê herêma KKSSê hatin kirin. Di nav sala 1924 – 1944an de, gelek netew hatin koçkirin. Evana; Fînî, Karmikî, Çeçen, Înguşîan, Bulgar, Teterên Qirimê, Nûgîan, Tirkên Mesetin û Rûm bûn. Li gor qanûnan sedema koçan: Reva ji eskeriyê, alîkarîdayîna dijmin û yên ku li hemberî Sovyetê bûn. Evana wek sedema koçan dihatin dîtin. Di nav yên ku hatin koçkirin, kesên ku, zarokên wan di artêşa sor de wezîfe kirine jî hebûn. 

Asta pêşî ya van koçan, bi zilm û talan pêk hat. Gelek lêkolîner destnîşan dikin ku, ev koç bi kêrî Almanan ku di nav axa Sovyetê de pêşve diçûn, dihatin. Çimkî Almanan soza azadiyê dida wan gelên ku tûşî zilmê hatine. Ev koç wek malzemaya propagandayê ji hêla Almanan ve dihate bikaranîn. 

Divê neyê jibîrkirin ku, ev koç piştî sala 1944an ku Alman têk çûn û hatin qewirandin jî berdewam kir. Gelên ku zilma personelê îstîxbarata Stalîn dîtibûn alîkarî didan artêşa Alman. Bi taybetî jî Qafkasan. Stalîn piştî şer dîsa dest bi tecrîdê kir, ji seba girîngiya jeopolîtîk Gurcistan hedefa pêşî bû ev car. 

Di bihara sala 1944an de, li Gurcistanê tehcîr dest pê kirin. Hejmara van koçberan 77,5 hezar kes bûn. Ev kesana li Rojhilatê Gurcistanê yanê li sînorê Tirkiyeyê dijiyan. Di dawiya meha Adarê de jî, 608 malbat, nêzîkê 3240 Kurd û Azerî hatin koçkirin. Yên ku, li Tiflîsê dijiyan şandin nav KKSSê. Piştî Gurciyan Stalîn vegeriya gelê Misliman. Tirk, Kurd û Hemşîn (Ermeniyên misliman) ku piraniyên van, di nav sînorê Tirkiye û Sovyetê de, li navçeya Axalsik, Adige, Asbinzen, Axalkalik û Bogdan dijiyan.
Heta 3ê Tîrmehê, 76021 Tirk, 8694 Kurd û 1385 Hemşîn hatibûn koçkirin. Di dewsa wan de, 7 hezar gundî û 20 esker hatibû bicihkirin. Ev biryara tehcîrê, A. Kabulov, Îstîxbarata Gurcistan û Wezareta Karê Hundir bi hev re meşandibû. 

Di wê demê de, Tirkiye di sînorê KKSSê de 30 henge artêş bi cih kiribû. Li Sovyetê ji artêşa Tirk zêdetir, ji kêmnetewên nav xwe ditirsiyan. Şefê Polîsên Taybet ê Sovyetê Lavranti Beriya, di nameya ku ji Stalîn re dişîne de, destnîşan dike ku, “Xizmên van kesan li Tirkiyeyê hene, bi qaçaxiyê re mijûl dibin, fikrên wan yên cuda hene. Ji ber vê yekê, ji bo xebatên Îstîxbareta Tirkiyeyê mercên erênî hene.” 

Rehabilîtasyona gelên hatin tehcîrkirin

Tehcîrê heta mirina Stalîn berdewam kir. Gişî rayederên KKSSê û Partiya Komînîst berpirsiyarên polîtîkayên van tehcîran in. Çimkî gişî rayedar û rêvebirî wezîfeya îmzekirina belgeyên “dijminê gelan” hebû. Gelek car operasyonên wisa li hemberî organîzator û îstîxbaratê jî pêk dihatin. Yanî yên ku tehcîr pêk anîne jî car car dihatin kuştin. Rayedarên wek G.Yagoda û N.I.Ejov ji wezîfeyê hatin girtin. Mirov dikare bibêje ku gişî rayedarên rêveberiya KKSSê di bûyerên tehcîrê de cih girtine. Piştî sala 1956an, ev tehcîr ji hêla kesên nav Partiya Komînist ve li hemberî hev bi kar anîn. Hinek kes ji wezîfeyê hatin girtin. Lê tenê hinek kes ji seba ku tehcîr pêk anîne ji wezîfeyê hatin girtin. Berpirsiyaran ceza negirtin. Piştî sala 1964an tu kiryarî pêk nehat. 

Statûyeke taybet a Kurdên ku sirgûn bûne hebû, ji wan re “Nişteciyên taybet” dihate gotin. Di 8ê Çileya Paşîn ya sala 1945an de, NKVD û SNK (Qomîseriya Gel ya Sovyetê) di derbarê nişteciyên taybet de, qanûnnameyeke taybet derxist. Mafê hemwelatiyê dîsa da wan. Zordestiya tund ya li ser wan rakirin. Lê mafên van yên koçê û jiyana azad tune bû. Lê dîsa jî mirov direviyan. Heta di 01.10.1948an de, 2.104.750 kes reviyabûn. Kesên ku reviyan, ji % 2,2 Alman, Ji % 3,5 Bakurê Qafkasya, ji % 4.4 jî Qirim û Teter reviyabûn. 

Her tim hêzên taybet wek NKVD (Îstîxbarata hundirîn) û SNK (Qomiseriya Gel ya Sovyetê) li cihên ku van koçberan dijîn hebû. Ji bo ku nerevin tevdîrên tund digirtin. Mînak; di 24ê Mijdara 1948an de, bi şiklekî tund ev tevdîr li ser Kurdan jî pêk hatin. 
L.P.Beria di 26ê Adara 1953an de, ji bo Serokatiya Qonseya Sovyetê ya Bilind, raporek amade kir, di vê raporê de efû dixwestin. Rojek piştî vê raporê, yanê di 27ê Adarê de Serokatiya Sovyetê ji bo afûyê rêzikname derxist. Di vê rêziknameya afûyê de, efûya mahkûmên siyasî hebû û destnîşan dikirin ku, tevî mal­batên xwe bila serbest bin. Lê belê vê rêziknameyê gelên ku hatine tehcîrkirin hêvîşikestî kir. Mafên wan nehatibûn dayîn û kiryariyên ku li ser wan pêk dihatin berdewam bûn. Di nav 1954 – 1955an de, di kamp û qolîniyan de, bi lezgînî 88.278 kes ji hêla dadgehên Sovyetê ve hatibûn serbestberdan. Doza 32.798 kesan jî wê ji nû ve bihatana dîtin. Ji bo kesên ku, di navbera 1941 – 45an de alîkarî dabûn hêzên dagirker jî efû hatibû. Dîsa di heman salê de, ji bo niştecihên taybet, destûra pasaportgirtinê hate dayîn. 

Xruşev di 25ê Sibata 1956an de, bi rapora “Esasiya Kesayetî û Encam” ve, ev qanûn ji holê rakir. Di sala 1956an de, pasaport û vîze ji holê rabûn. Destûra azadiya seyehatê û xebata li Moskova û bajarên din hate dayin. Di 18ê Avrêlê de, ji bo Kurdan jî hinek serbestî hebûn. Azadiya seyehatê hatibû dayîn û xeynî cihên ku jê hatine sirgûnkirin karibûn biçin cihên ku dixwazin. 

Pêvajoya rehabilitasyonê, di desptêka salên 1980an, di dema Mîhaîl Gorbaçov û Alexander Yakovlev de, dîsa dest pê kir. Di sala 1988 – 1989an de 83.740 kes hatin rehabîlekirin. Qonseya Bilind ya KKSSê di meha cileya pêşîn ya 1989an de, di deklerasyona ku derxist de wisa digot: “Di encama hovîtiya rejîma Stalîn de, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Balkar, Înguşîan, Kalmîkîan, Qereçayiyan, Teterên Qirimê, Alman, Tirkên Mesetin û Çeçen bi zorê hatine koçkirin. Polîtîkayên tehcîrê, qedera gelê Kore, Rûm, Kurd û yên din wek felaket li ser wan bandor kiriye. Qonseya Bilind ya KKSSê, ceza dide sûcên ku li hemberî qedera gelan pêk hatine. Ev tevger li dijî zagonên navneteweyî û sosyalîzmê ne. Sovyet mafên mirovahiyê qebûl dike û tahût dide ku dê tu car tiştên wisa pêk neyne. 

Sirgûnê di hişê Kurdan de cih girt

Piraniya gelên ku hatin sir­gûnkirin, di nav gelên din de asîmîle bûn. Mesela Kurdên ku di salên 1936–1941an de sirgûnê Qazakîstan û Tirkmenîstanê bûn, careke din paşve venegeriyan Kurdistana Sor. Polîtîkayên ku, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de pêk hat tahrîbatên mezin pêk anîn. Di demeke dirêj ji bo ev tahribat bêne serastkirin hewl hatin dayîn. Hêj jî xebat berdawam in. Di 26ê Avrêla 1991an de, zagona Rûsyayê hate qebûlkirin. Li gor vê qanûnê, gelên ku bi zordestî hatine koçkirin û tûşê tundiyê hatine dê rehabîlîte bikin û sirgûn û koç hatin şermezarkirin. 

Salên 1923 – 1936an, ji bo pêşveçûna çanda Kurdî û pêşketina rewşenbîriyê, mirov dikare wek demek girîng binirxîne. Di dibistanan de perwerdehiya zimanê zikmakî hebû. Di otonomiya Kurdistanê de, pirtûk û rojname bi zimanên Kurdî hatin weşandin, dibistana mamostetiyê ya Kurdî vebû. Li Ermenistanê dibistanên Kurdî û saziyên çapemenî û weşanê hatin damezirandin. Şanoya neteweyî ya Kurdî vebû. Ev rûdan li Gurcistan, Ermenistan û Tirkmenistanê pêk hatin. 

Lê salên sirgûnê di hişê Kurdan de, tahrîbateke mezin pêk anî. Piraniya Kurdan koçê qebûl nekirin, yên ku taswîb kirin jî ji azadiya kesayetiya xwe ditirsiyan, ji ber vê yekê qebûl kirin. Di dema koçan de, bi rêziknameya taybet, nedihiştin ku mamoste an kesên ku perwerdehiyê bidin bikevin nav van koçberan. Lê tevî van mercan, li Asya Navîn hinek entelektuelên Kurd jî gihiştin, wek Nadîr Nadîrov.

Çavkanî:
1-Mevzûata SSCB Cilt. 10, 1990.
2-Aliyeva S. Tak Eto Bilo: Natsionalniye repressîî v SSSR. 1919-1952 godi. Cîlt 1. Moskova, 1993.
3-Arîstova T.F. Materîalnaya Kultura Kurdov XIX - pervoy polovinî XX v. Moskova, 1990.
4-Babayan D. Krasniy Kurdîstan – Geopolîtîçeskiye aspekti sozdaniya i uprazdneniya. // “21-y VEK», ? 2, 2005.
5-SBKP (Partiya Komûnîst ya Yekitiya Sovyetan) Sekreteriya Pêşî ya Qomîteya Navendê N.S. Rapora Hruşov Li ser bingeha kesayetî û encamê wê 25 Sibat 1956. http://lib.ru/MEMUARY/HRUSHEW/kult.txt
6-Lazarev M.S. Kurdistan i Kurdskiy vopros (1923-1945). Moskova, 2005.
7-Staline Nameyên Beriyayê 10 Gulanê 1944 ? 424/b. http://vif2ne.ru/nvk/forum/archive/1498/1498956.htm
8-Polyan P. Ne po svoyey vole… İstoriya i geografiya prinuditelnıh migratsiy. Moskova, 2001.
9-Uşakov ?.G. Fenomen Ataturka. Moskova, 2002.
10-Arşîvê Devletê ya Komara Kazakîstanê f. 1490.
11-http://www.rian.ru/society/20091114/193419498.html
12-http://scepsis.ru/library/id_1237.html

Anjelıka Pobedonostseva-Kaya
Nûbihar, Jimar: 119, Sal: 2012, Bihar
 

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook