Peymana Aram û Kurdistaniyan: Dilsozî


Peymana Aram û Kurdistaniyan: Dilsozî

Mehmet Rauf Çiçek

Dilsozî/Wefadarî peyvek zor watedar.
Dilsozî; esasek jî esasê mîrovahatiyê, wesfên mirovên qedîrzan.
Dilsozî; hususîyeta milletê qedîm.
Dilsozî; alîkariyên rojên zor û zehmet bibîranîn.
Dilsozî; li mirovên bi wefadar xwedî derketin.
 
Di dîroka mirovahatiyê û dîroka gelan de wefadarî/dilsozî kêmanî qasî peyva “leheng/qehreman”  bi wate û bi rûmet e.

Em bawer in ku Aram û gelê Kurd  li hember hev peyva wefadarî/Dilsozî di asta herî bilind de danin jiyandin.
 
Aram Tîgranê ku bavê wî bi xêra kurdek ji jenosîdê xelas bûye. Aram Tîgranê ku li Qamişlo, li mişextê hatîye dinê. Aram Tîgranê ku wasîyeta bavê xwe bi cih anîye. Aram Tîgranê ku dilsozîya xwe bi dengê xwe ê dawudî nîşan daye. Aram Tîgranê ku herî kêm qasî kurdek li zimanê kurdî xwedî derketiye. Bi zimanê xwe ê fesîh û sade Kurdî li derî belav kiriye. Bi zêdetirî sed stranê xwe ziman û kurdayetî li ser ziman û mêjîyen gel de bi cih kiriye.

Ev dilsoziya Aram Tîgran e.

Li hember vê helwesta dilsozî, helwesta gelê qedîm, gelê wefadar, gelê Kurd çi bû? Belê bi milyonan gelê Kurd ev stranan wek gencîneyek dîtin. Gencîneyek zînde. Li her derê vî dengê dawudî û zelal guhdar kirin. Stranê wî li ser zimanê wan e. Hunermendê vî gelî,  wî li ser destan girtin. Serok û rêberên sazîyan her tim qedr û qiymetê nîşan dan. Kijan kurd stranên  “ Zimanê Kurdî, Serxwebûn Xweş e, Dil Ax e, Bebextî, Bilbilo, Sebra Dila,Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Ay Dîlberê, Ay Dil” nizane.

Di mihrîcanan û Newrozan de li Amedê bi sed hezaran kes wî pêşvazî kir. Aram Tîgran li ser vê dilsozîyê  van çarîna wek stran vegotibû:

 “Di xewnên şevan de min bawer nedikir.
Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir
Rojbaş Diyarbekir me pir bêrîya te kir
 Te derî lî me vekir / Te me şa kir.”

Belê dostê qedîm, hozanê hêja; me xebera nexweş heştê Tebaxê de bihîst. Em pir xemgîn in, bizanibe deriyê Diyarbekir û derîyê dilê gelê Kurd her tim ji bo te vekiriye. Tevî axa xwe a dilsoz.
 

Mehmet Rauf Çiçek

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook