Parêzkareke Mafên Jinan: Prenses Emîne Xanim


Parêzkareke Mafên Jinan: Prenses Emîne Xanim

Rohat Alakom

Serpêhatiya Emîne Xanimê (1868-1926), qasî serpêhatiya mêrê xwe, dîplomatê Kurd Şerîf Paşa (1865-1951) rengîn û balkêş e. Çend caran min xwest bala xwendevanan bikşînim ser vê kesayetiya rengîn. Di derbarê Emîne Xanimê de nivîseke herî dirêj di sala 1908an de -berî ji Swêdê barkirina malbatê- di rojnameyeke Swêdî de hatiye weşandin. Nivîs ji aliyê Fanny Petterson, mamosteya zimanê Swêdî ya Emîne Xanimê ve wek nivîseke bîranînê û xatirxwestinê hatiye nivîsîn. Ji gelek aliyan ve nivîseke înformatîv e. Emîne Xanim di vê nivîsê de zêdetir bi giştî wek têkoşereke mafên mirovan û bi taybetî jî wek dildar û parêzkareke doza jinan hatiye nasandin. 

Emîne Xanim di çavkaniyan de bi navê Prenses Emîne Helîm derbas dibe. Ji ber ku bavê wê Halîm Paşa (1831-1894), kurê avakarê Misirê Mehmed Elî Paşayê Kavalayî bûye, ji malbateke qraliyetê bûye, hertim wek prenses, şahbanû hatiye nasîn. Ew 11 xwişk û bira bûne: Seîd Halîm, Ebbas Halîm, Elî Halîm, Îbrahîm Halîm, Fatma Halîm, Zehra Halîm, Tewfida Halîm, Nazli Halîm, Emîne Halîm, Ruqiye Halîm, Kerîme Halîm. Malbateke gelek naskirî bûye. Hin birayên Emîne Xanimê di erk û postên Osmanî de cih girtine û xebitîne. Wek minak Seîd Halîm Paşa (1863-1921) ku demekê Sedrezamî kiriye birayê Emîne Xanimê ye. Birêz Kemal Mezher Ehmed di nivîseke xwe de diyar dike ku Emîne Xanim “keça Ebbas Hilmî Paşa” ye, lêbelê ev yeka nerast e, li vir şaşiyek çêbûye. Wek me li jor jî got Emîne Xanim keça Halîm Paşa (Mehmet Abdulhelîm Paşa) ye, ew jî kurê Mehmed Elî Paşayê avakarê Misirê ye. 

Emîne Xanim di sala 1890î de bi Şerîf Paşa re dizewice. Ji vê zewacê du keçên wan çêdibin, navê yekê Şerîfe, navê ya din Seza ye. Du keçên malbatê jî di zaroktiya xwe de mirine, navên wan Zeyneb û Seîde bûne. Zeyneb li Stenbolê hatiye dinê û li wir miriye, Seîde li Stockholmê hatiye dinê û li wir jî wefat kiriye. Emîne Xanim qasî deh salan (1898-1908) ligel mêrê xwe Şerîf Paşa li Stockholmê dimîne. Di sala 1898an de rojnameya bi navê Idun diyar dike ku Emîne Xanim ligel keça xwe ya 6 salî ji Misirê gîhîştiye Swêdê. Di derbarê vê yekê de di rojnameyeke din de jî tê gotin ku dîplomatên welatên îslamî dema tên Ewrûpayê jinên xwe bi xwe re nayînin. Berî ku Emîne Xanim bê Swêdê ji bo ku ji dê û bavê xwe xatir bixwaze çûye Misirê. Paşê di ser bajarê Îskenderiyê re hatiye Stockholmê.

Kesên ku Emîne Xanim dîtine, rastî wê hatine gelek pesnê wê didin. Emîne Xanim keseke zana û giran bûye. Zimanên Ingîlîzî, Frensî û Swêdî devkî û nivîskî gelek baş zanibûye. Mijûlî û hobiya wê ya herî mezin xwendin bûye. Wextê xwe yê vala zêdetir bi perwerdeya zarokên xwe û bi xwendina pirtûkan derbas kiriye. Ji bo aşitiyê, ji bo mafê dengdayîna jinan, li dijî xizaniyê û nezaniyê gelek hewl daye. Ji ber van sedeman wê hertim bi dil û can alîkarî daye tevger û rêxistinên dilrehmî û xêrxwaziyê. Emîne Xanim dema li Stockholmê maye, bûye parêzkareke maf û doza jinan. Du jinên swêdî ku ew di bin bandora wan de maye, nivîskara navdar Fredrika Bremer û Prof. Ann-Margret Holmgren bûye. Wek mînak Emîne Xanimê ji romana Fredrika Bremer ya bi navê Hertha gelek hez kiriye. Dema hatiye Swêdê, di navbera rewşa jinên Osmanî û swêdî de cudatiyeke mezin dîtiye. Ji mamosteya xwe ya zimanê swêdî re wek mînak wiha gotiye: “Em li Tirkiyê 50 salan li paş we ne, paşta ve mane”. Ji bo jiholêrakirina vê neheqî û bêdadiyê Emîne Xanimê gotiye ku divê mêr û jin destê xwe bidin hev û têkoşînê bikin.

Salên wê yên li Swêdê
Emîne Xanim dema hatiye Swêdê xwe gelek pêşve biriye. Di deh salên bihurî de tevî gelek çalakî û xebatan bûye. Şerîf Paşa di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku jina wî di destpêkê de hinekî şermoke bûye ji bo derkeve derva, paşê gelek zû zora vê hisê biriye û hînî mercên Swêdê bûye. Zimanê Swêdî fêr bûye. Dema ji Swêdê çûye Frensayê, alîkareke jin jî hildaye bal xwe bona ku pê re swêdî bipeyîve û vî zimanî ji bîr neke. Emîne Xanim wek jinên rojhilatê tenê di malê de nemaye, jiyana civakî û nûjen ecibandiye. Di sala 1900î de wek mînak Emîne Xanim ligel mêrê xwe Şerîf Paşa çûye pêşbirkeke hespan mêze kiriye. Di rojnameyê de wêneyekî Emîne Xanimê û Şerîf Paşa jî bi hev ra hatiye weşandin. Li wêneyekî din ku di binê vî wêneyî de cih girtiye malbata qiralê swêdî nîşan dide. Di nûçeyeke sala 1901an de em dibînin ku Emîne Xanimê 1000 kron bi peretî alîkariya sûka ku di bin parêzgeriya Welîehda Swêdê de hatiye vekirin, kiriye. Ev nûçeya dawîn jî diyar dike ku têkiliyên Emîne Xanimê ligel jinên Qiraliyeta Swêdê xurt û jîndar bûne.

Emîne Xanimê herwisa jî bi can û mal alikariya komeleya bi navê Xaça Kesk (Gröna Korset) kiriye. Rêbaza Komeleyê ya sala 1908an nîşan dide ku beşa swêdî ya komeleyê bi navê serekê rûmetê (hedersordförande) yê Xaça Sor û Xaça Kesk, Henri Dunant û di bin parêzgeriya (beskyddarinna) Prenses Emîne Xanimê de hatiye avakirin. Henri Dunant (1828-1910) wek avakarê Xaça Sor û Xaça Kesk tê nasîn, di sala 1901an de Xelata Nobelê ya Aşitiyê werdigre. Xaça Kesk di sala 1897an de bi alîkariya wî wek rêxistineke jinan tê sazkirin, armanca wê ya herî mezin alîkariya jinan û parastina mafên jinan bûye. Li ser qaxiz be jî di vê rêbazê de, di vê çavkaniyê de cîhgirtina navên Henri Dunant û Emîne Xanimê li nik hev bûyereke giring dikare bê hesibîn. Ev yekahan herwisa jî şan û şohreta Emîne Xanimê ya van salan gelek bi eşkereyî nîşan dide. Di destpêka rêbaza (nîzamname) beşa swêdî ya vê komeleyê de ku xuya dibe ku Emîne Xanim wek parêzger tevî karê wê bûye. Di rêbazê de armancên komeleyê yek bi yek hatine rêzkirin. Di xala yekem de tê gotin ku komele alikariya malbatên xizan û rihetkirina nexweşên van malbatan dike. Di xala duwem ya rêbazê tê gotin ku komele bi merhemet, bi femdarû û bi dildarî dixwaze alîkariya kesên ku tengasî û dijwariyan dikşînin, kesên di bin vî barê têkoşîna jiyanê de bêhêz ketine, bike, bona ku ew li ser pêyên xwe bimînin. Di derbarê vê yekê mamosteya wê, Fanny Petterson diyar dike ku Emîne Xanim di nav jinên Swêdê de keseke gelek hezkirî bûye:

 “Prenses di nav me de gelek populer e: Bi ser de jî bi kêmanî dilê wê yê qenc alikariyê dike. Gelek caran dema tiştekî baş derbas dibû yan jî giliyê kesekî êşkêş dibû, wê bi comerdî dest û dilê xwe vedikir. Ev yeka bû sedemê komîteya rêvebiriya Xaça Kesk wekî wê ziyaret bike û parêzgeriya wê ji bo vê beşa swêdî ya vê komeleya dilrehmiyê bixwaze. Wê, ev daxwaza tavilê bi evîndariya bê şert û merc qebûl kir. Wê niha dildariya xwe ji bo vê komeleyê; bi rêya dayîna bexşîşan (diyarî, alîkarî) û bi şandina keça xwe ligel mamosteya wê ya îngîlîzî bona ku tevî xebatê bibin, nîşan da”.

Bala nivîskar Pierre Loti dikişîne
Çawa em ê paşê jî bibînin dema di sala 1919an de Komeleya Pêşketina Jinên Kurd saz dibe, Emîne Xanim piştî deh salan dîsa tevî karê komeletiyê dibe û ji van tecrûbeyên xwe yên berê sûdê werdigre.  Çawa tê zanîn di sala 1919an de navê Emîne Xanimê tê rojevê û wê, ev pêşniyara sereka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd jî dipejirîne.

Angorî Şerîfe Xanimê, dayika wê Emîne Xanim bi modernbûna xwe û bi dîtinên xwe yên nûjen bala nivîskarê Frensî Pierre Loti jî kişandiye û Loti di romaneke xwe de ew wek mînak hilbijariye. Di cîhekî romanê de mirov rastî navê Emîne Xanimê tê. Di beşeke vê romanê de nivîskar Pierre Loti cih daye nameyeke ku lehenga romanê ya bi navê Cananê ku ji André re şandiye. Angorî agahiyên di nameyê de hene Hemdî Begê soz daye Cananê, eger karekî sefîriyê li derveyî welat peyda bike, wê Cananê jî ligel xwe bibe Ewrûpayê: “....Tu ê li wir mîna jinên rojavayê wek jina ambasadorê me li Viyanayê û wek Prenses Emîneyê li Swêdê pergalekê bidî jiyana xwe”. Ev romana ku di sala 1906an de hatiye weşandin bi zimanê swêdî û bi çend zimanên din jî derketiye. Emîne Xanim dema li Swêdê bûye, ev romana bi zimanê swêdî der çûye, bi îhtîmaleke mezin haya Emîne Xanimê ji weşîna vê romanê çêbûye. Em ji bîranînên Şerîfe Xanimê fêr bûn ku Pierre Loti cih daye Emîne Xanimê. Lêbelê em zêde nizanin gelo haya Pierre Lotî çawa ji kesayetiya Emîne Xanimê ya li Stockholmê çêbûye? Bersîva vê pirsê bi rûberîhevkirin û danberhevdinên çavkaniyên cihê dikare derkeve holê. 

Ji Swêdê koçî Parîsê dike
Dema di sala 1908an de malbat ji Stockholmê bar dike, diçe Parîsê, wê demê di çapemeniya swêdî de navê Emîne Xanimê gelek derbas dibe. Wek mînak rojnameyekê peyva “charmant” ji bo Emîne Xanimê bi kar aniye ku tê wateya xweşik, bedew û muhteşem. Emîne Xanim roja 16/6 1908an de ligel mêrê xwe Şerîf Paşa tevî şahiya 50 saliya bûyîna qiralê Swêdê dibe. Çend caran wêneyê wê ligel mêrê wê di çapemeniya Swêdê de hatine weşandin. Di wêneyeke ku koma (camîa) dîplomatîk a Stockholmê nîşan dide em Emîne Xanimê û Şerîf Paşa ligel çend dîplomatên welatên din dibînin. Eynî rojname dibêje ku dema ew ji bo hevpeyvînekê çûne mala Şerîf Paşa, jina wî Emîne Xanim bi servekirî ew qebûl kirine û xêrhatina wan xwestiye.

Emîne Xanim piştî sala 1908an ligel mêrê xwe li Parîsê dijî. Li vir wek tê zanîn Şerîf Paşa li dijî Tevgera Jonturkan bi rêxistinî tekoşîneke mezin dike. Dema Şerîf Paşa li dijî Îttîhat û Teraqqiyê muxalefeta xwe dajo, angorî lêkoler Tarık Zafer Tunaya, li welêt di nav alîgir û piştgirtiyên wî de Emîne Xanim jî hebûye. Angorî agahiyên çavkaniyeke swêdî dadgehên Osmanî di sala 1910an de 5 sal cezayê sirgûnê dane Emîne Xanimê. Dema kujerên Jon-Turkan (Les Jeunes-Turcs) di sala 1914an xwestine Şerîf Paşa bikujin, Emîne Xanim jî li mal bûye. Ji ber êrişan Emîne Xanim dikeve erdê, lêbelê xwe li miritiyê datîne, xwe winda nake, paşê radibe ser xwe û ji polîs re telefonê vedike. Rojnameyeke Amerîkî vê yekê “Xwînsariya jinê” (Wife’s presence of mind) dide nasîn.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dema pirsgirêka Kurd li herêmê û di platformên navneteweyî de tê rojevê, Şerîf Paşa dibe temsîlkar û berdevkê Kurdan û doza wan diparêze. Emîne Xanim di van hewledayîn û tekoşînên mêrê xwe de hertim li welêt û li derveyî welêt arîkariya wî dike. Dema di salên 1990î de min di derbarê dîroka jinên Kurd de lêkolînek amade dikir, ez rastî nûçeyeke gelek giring hatim. Angorî nûçeyeke rojnameye Îstîklalê ku di van salan de li Stenbolê derdiçû, wek mînak hatiye nivîsîn ku jina Şerîf Paşa pêşnîyera serektiya Komeleya Pêşketina Jinên Kurd pejirandiye (qebûl kiriye). Ev nûçeya tê wê wateyê ku Emîne Xanim wek mêrê xwe di van salan de ji bo doza Kurdan kar kiriye. Ev nûçeya ji gelek aliyan ve balkêş e. Orjînala naveroka nûçeyê wiha ye: 

“Jina Şerîf Paşa, Prenses Leyla Xanim ku li Parîsê dimîne serektiya Komeleya Jinên Kurd pejirandiye. Komeleyê ji Prenses Leyla Xanimê re telgrafek şandiye, ji ber xebat û keda wê spasiya xwe daye zanîn”. 

Alîkariyeke mezin daye Komeleya Xaça Kesk
Wek di vê nûçeyê de jî xuya dibe navê Emîne Xanimê bi xeletî “Leyla Xanim” derbas dibe. Ev şaşiya çima wiha peyda bûye, divê ev mijara bê lêkolandin. Dîroknasê Kurd Kemal Mezher Ehmed di nivîseke xwe de dibêje ku Emîne Xanim “Di sala 1919an de bûye endama fexrî ya Komeleya Pêşkevtina Jinên Kurdan a li Stenbolê”.  Lêbelê wek di nûçeyê de jî xuya dibe wê tenê ne endamtiyeke sade, wê “serektiya komeleyê” jî pejirandiye. Belkî jî Kemal Mezher Ehmed xwestiye nîşan bide ku Emîne Xanima ku ji welêt dûr ketibû, li Parîsê dima nikaribûye raste-rast tevî çalakiyên vê komeleyê bibe, wek endameke rûmet û rêzdariyê (fexrî) hatiye hesibîn. Divê em careke din dubare bikin ku wek me li jorê jî dabû kivşê Emîne Xanim hê di sala 1908an de dema li Stockholmê dima tevî karê komeletiyê bûye, wek mînak alîkariyeke mezin daye Komeleya Xaça Kesk û bûye parêzgera vê komeleyê.

Yek ji aktîvîstên jinên Kurd Encum Yamûlkî
Di van salan de keçmeta Şerîf Paşa, Encum Yamûlkî jî di vê komeleyê de aktîf kar dike. Dayîka Encum Yamûlkî, Safiye Xanim xweşka Seîd Paşayê bavê Şerîf Paşa bûye. Ev malbata bi navê Malbata Xandan tê nasîn. Lêkoler û nivîskarê Kurd M. Emîn Bozarslan dema di sala 1985an de koleksiyona kovara Jîn ji nû ve weşand, derkete holê ku yek ji wan aktîvîstên jinên Kurd Encum Yamûlkî bûye ku di nav tevgera Komeleya Pêşketina Jinên Kurd de cih girtiye. Piştî weşandina vê nûçeyê navê Encum Yamûlkî di medya Kurdî de gelek belav bû û di derbarê wê de gelek nivîs hatine weşandin, lêbelê di hemû nivîs û nûçeyean de jî eynî agahî hatin dubare kirin. Pir mixabin di derbarê Encum Yamûlkî de em îro kêm tiştan zanin. Tê gotin Encum Yamûlkî demekê li Parîsê maye û mêrê wê doxtor bûye. Di sala 1968an de li wir vefat kiriye. 

Ew û Komeleya Pêşketina Jinên Kurd 
Piştî ku Mehmet Emîn Bozarslan berî bîst salan ev nûçeya belav kir, paşê sê mijarên gelek giring derketin holê, ronahiyê. Yek ji wan rastiyan; hat zanîn ku wek Mehmet Emîn Bozarslan pêşta dikşîne yan jî texmîn dike, Encum Yamûlkî ne jina Mistefa Paşayê Yamûlkî bûye, keça wî ye. Bozarsan wiha gotibû: “...belkî jî xêzana Mistefa Paşa bûye”. Paşê rêbaz û destûra Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ku heta niha zêde nedihate zanîn, derkete holê û hate weşandin. Xaleke din jî ronîbûna pirsa sereketiya vê komeleya jinên Kurd e. Angorî nûçeyeke sala 1919 ku di rojnameya Îstîqlalê de belav bûye, serekê Komeleya Pêşketina Jinên Kurd jina Şerîf Paşa, Emîne Xanim bûye. Piştî vê nûçeyê bala xwendevanên Kurd vê carê şemitî ser nav û kesayetiya Emîne Xanimê. Dema di pêşerojê de dîroka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd bi hûralî hate nivîsîn bêgûman navê Emîne Xanimê wê dîsa bê pêşberî dîroknasan. Ev komeleya wek komeleya yekem a jinên Kurd tê hesibîn. Di nûçeyekê de komele bi navê Komîteya Jinên Kurd hatiye nasandin.

Di nivîseke din de em ê vê carî cih bidin jiyan û serpêhatiya keça Emîne Xanimê ya bi navê Şerîfe Xanim (1894-1973) û vê keça Kurd bi hûralî bidin nasandin. Herwisa jî em ê cih bidin bîranînên Şerîfe Xanimê yên di derbarê dayika wê Emîne Xanim û bavê wê Şerîf Paşa de. Şerîfe Xanim di van bîranînên xwe de qala tekoşîna bavê xwe ya li dijî Tevgera Îttîhad û Teraqqiyê dike û tekoşîna wî ya bo mafên Kurdan dide nasandin. 

Dîroka tevgera jinên Kurd angorî berî bîst salan îro gelek baştir tê nasîn. Di van salên dawîn de di derbarê jinên Kurd de wek mînak hin lêkolîn, tezên doktorayê û masterê hatin amadekirin. Jinên Kurd bû mijara xebateke kollektîf ku ji keda dehan zêdetir lêkolînan pêk tê. Hemû ev çavkanî, hemû ev agahî û zanyarî nîşan didin ku nivîsîna dîroka tevgera jinên Kurd roj bi roj pêşve diçe, em xwe dighînin çavkanî û belgeyên kêrhatî û nû. 
 

Rohat Alakom
Nûbihar, Jimar: 122, Sal: 2013, Zivistan

 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook