Diyabet Mellîtûs: Nexweşiya Şekir


Diyabet Mellîtûs: Nexweşiya Şekir

M. Fadıl Edebalî

Diyabet; nexweşiyeke civakî ya ku di nava gel de pir tê dîtin e. Girîngiya vê nexweşiyê li gorî pirbûna qewimîna wê ya di nava civakê de zêde dibe. Herî zêde di welatên pêşketî û di welatên ku pêşketinê de ne, tê dîtin. Di lêkolîneke ku di sala 2007an de hatiye çêkirin de; tîpa 1 DM herî zêde di parzemînên Ewrûpa, Emerîka û Asyayê de hatiye dîtin. Tê gotin ku di dinyayê de Nexweşiya şekir tîpa 1emîn ji %5 di zarokan de ye. Nexweşiya şekir tîpa 2yemîn di tevahiya cîhanê de, di derdora %10-20î de ye. Li Tirkiyê, ji % 90-95ê diyabeta tîpa 2 yê ye û ji %5-10 jî tîpa 1ê ye.

Nexweşiya şekir; nexweşiyeke têkildarî kêmbûna hormona însûlînê, hindikbûna wê, an jî berxwenedana wê ye (tevî ku di nav xwînê de heye jî bêbandor e). Însûlîn, hormoneke ji hucreyên sipilakê/pankreasê yên BETAyê avzê dibe. Piştî xwarinê însûlîn dest bi avzêbûna ji pankreasê dike. Vêca heke di pankreasê de, ji zikmakî ve însûlîn nebe, an jî di pêvajoya avzêbûnê de pirsgirêk hebe, an jî bi tevî ku avzê dibe jî, bes li dijî însûlînê berxwedanek hebe, hingê nexweşiya şekir dertê holê. Însûlîn, di ketina şekirê xwînê ya di hundirê şaneyan/ hucreyan de rol dilîze. Dike ku şane şekir bi kar bîne. Bi vî awayî bikaranîna şekirê ku di xwînê de ye pêk tîne; şekirê xwînê kêm dike.

 Bi gelemperî nexweşiya şekir dikare bi 4 cureyan bête dabeşkirin. Tîpa 1emin, tîpa 2yemin, ya sêyemîn gestasyonel (di dema ducaniyê de dertê holê) û ya çaran jî sekonder (weke tîpa ku di encama kulbûna bezê pankreasê, piştî emeliyata ku li ser pankreasê hatî kirin, trawma û weke wê tîpa ku piştî bikaranîna qismek dermanên mîna “STEROİD” ê dertê holê.)

Gestasyonel diyabet: cara pêşîn di ducaniyê de dertê holê. Bi gelemperî 3. trîmesterde (her sê mehên dawîn yên ducaniyê) û bi gelemperî di malbatê de çîroka nexweşiya şekir heye. Di 26- 28 emîn hefteyên ducaniyê de, bi barkirina testa 100 gr şekir teşxîs tê danîn. Bi şeş hefteyan piştî zayînê, xwîna şekir vedigere rewşa xwe ya asayî. 

Nexweşiya şekir a tîpa sekonder; di rêjeyeke diyar de bilindbûna şekirê ku di xwînê de ye. Di wicûda mirov de hinek hormonên ku tewşa şekir pêk tînin hene. Bi bêtewşiya avzêbûna van hormonan nexweşiya şekir çêdibe. Ev hormonên ku şekirê xwînê parseng dikin ji pankreasê avzê dibin. Ji ber vê yekê; di dema nexweşiya pankreasê bi xwe de jî nexweşiya şekir dertê holê.

Vexuyanên (nîşanên) nexweşiya şekir ên ku berê nexweşî didine bijîşk; birçîbûna zû, bi birçîbûnê re lerizîn, ziwabûna dêv, tîbûna zû, pir derketina ji bo îdrarê/ mîzê, bi şiklekî ku neyê ravekirin windabûna kîloyan û bi awayeke rasthetinî di çêkirina vekolaneke îdrarê de peyîtandina şekir.

Sedemên nexweşiya şekirê; mûltîfaktûriyel in (pirsedemî ne). Bi giştî tevî ku nayê zanîn jî; pîrbûnî, temen, (di jinan de ji %20 bêhtir e) bindestî û ramedîna genetîk, qelewbûn, kêmbûna aktîvîteyên fizîkê û hînbûna xwe xwedîkirinê (xwarinên ji hêla dohn û karbonhîdratê ve xurt, kêmarmûş û alqolê dihundirînin) rol dilîze. 

Teşxîsa nexweşiya şekir çawa tê danîn? 
 Bi du caran di demên cuda cuda de 8- 10 saetan piştî birçîbûnê, şekirê xwînê yê bi birçîtî 126 mg/dL an jî raserî wê bête peyîtandin an jî digel semptomên/vexuyanên nexweşiya şekir, şekirê xwînê ê ku bi rasthatinî lê tê nêrîn, 200mg/dL an jî raserî wê bê dîtin, teşxîs tê danîn.

Heke di testa barkirina 75 gr şekir de, şekirê xwînê di saeta 2yan de di bin 140î re be, wê demê di nexweşî de şekir nîne. Heke şekira xwînê di saeta 2yan de di navbera 140 –200 mg/dL be, jê re şekirê veşarî tê gotin. Lê heke di saeta 2yan de şekirê xwînê 200 an jî raserî 200 mg/dL be hingê teşxîsa nexweşiya şekir tê danîn.

Şekirê veşarî; cureyeke ku mirov ji nexweşiya şekir re dixe namzet û di demê pêş de dikare veguhere diyabetê. Şekirê xwînê yê bi birçîtî; di rêjeyeke di navbera 110 heta 126 be an jî di testa barkirina 75 gr şekir de; di saeta 2yan de şekirê xwînê raserî 140 î be, lê di bin 200 î re be, teşxîs tê danîn.

Cudahiyên bingehîn yên tîpa 1ê û tîpa 2yê a nexweşiya şekirê 

Tîpa 1ê: Di hucreyên pan­reasê yên beta yê de xirabûn mijara gotinê ye/ çêdibe. Tevna însûlînê a di pankreasê de têrê nake an jî tuneye. Bi gelemperî nexweşên nexweşiya şekir a girêdayî în­sûlînê, kesên lewaz in. Di piraniya van kesan de çîroka nexweşiya malbatî nîne. Di xwînê de C –PEPTİD û asta însûlînê kêm e. Bi gelemperî di ciwanan de (di bin temenê 30î de dest pê dike) cureyeke ku di dermankirina wê de teqez pêdivî bi însûlînê heye. Tablet tesîrê nakin. 

Tîpa 2: Bi gelemperî di huc­reyên pankreasê de xirabûn nîne. Avzêbûna însûlînê hindik bûye an jî li dijî însûlînê berxwedanek heye/çêdibe. Di wicûdê de însûlîn bê bandor e. Nexweşiya şekir a ne girêdayî însûlînê ye. Di xwînê de C-PEPTİD û asta însûlînê asayî ye an jî bilind e. Bi gelemperî di malbatê de çîroka nexweşiya şekir heye û piştî temenê 40î dest pê dike. Bi giştî qelew in. Ji bo dermankirina wê li rex însûlînê bi tabletên ku bi dev tê hilanîn jî dikare bê dermankirin. 

Dermankirina nexweşiya şekir: Bi diyet/parêzgirtin, egzersîz, însûlîn û bi hebên ku bi dev tên hilanîn çêdibe. 

Di nexweşiya şekir de diyet/parêzgirtin pir girîng e. Lê ne bes e. Dema di nexweşên şekir de diyet bête hesêbkirin, di serî de kîloyên îdeal tên hesabkirin. Li gorî kîloyên îdeal rojane kîlo kalorên werin wergirtin di mêran de wek 36 Kcal/Kg, di jinan de jî wek 34 Kcal/Kg tê hesibandin. 

Ev jî rojane bi 6-7 danên xwarinê (3 danên esasî û 4 jî di navbera wan de) tê veqetandin. Divê rojane ji %30 dohn, ji %60 karbohîdrat û ji %10 jî proteîn be. Divê ji %20 ê vê kaloriyê sibeh, %35 ê wê êvar û ji %15 ê wê jî şevê berî razanê bête dayîn. Divê zadên bi lîf; yên ku armûşeke bilind di nava xwe de dihundirînin û di avê de nahelin; yên mîna kapikê (rojane 40 gr) bêne tercîhkirin.

Di diyabetê de egzersîz/werzîş şekirê xwînê dadixîne. Werzîş ji bo qontrolkirina kîlo­yan, pesteya xwînê û qontrolkirina kolestrolê gelek bi feyde ye. Bes egzersîza ku tê pêşniyazkirin divê xiza dil ji %70 î nebore û divê di hefteyê de 3-5 rojan û herî kêm 30 deqîqe be. 

Bi taybetî kesên însûlînê an jî dermanên ku şekirê xwînê dadixînin; yên ku bi riya dev tên girtin bikar tînin, ji bo ku di dema werzîşê de HÎPOGLÎSEMÎ (kêmbûna şekira xwînê a ku mirov dixe qomayê) çênebe, divê berî ku dest bi werzîşê bike şekirê xwînê were pîvandin. (di navbera 100- 180 be) Heke di bin 100 î de be, divê xwarinê bixwe piştre dest bi werzîşê bike. Di nexweşiyên şekirê de AEROBÎK (jîmnastîk) nayê pêşniyazkirin.

Komplîkasyonên (zerarên) nexweşiya şekirê
Mîkrovaskûlerên ku rehên porpare (rehên herî biçûk) digrin; heke bi rehên çav bigrin, RETÎNOPATÎ (xirabûna dîtinê a ku dikare heta korbûnê jî here) heke rehên biçûk yên gurçikan bixetimîne, NEFROPATÎ (dikare heta têrnekirina gurçikan jî here) û bi PERÎFERÎK NÖROPATİYA ku bi tevizîna tiliyên dest û lingan a mîna lepik û goreyan dest pê dike û dikare heta windabûna lixwehesînê jî here. 

Zerarên MAKROVASKÛLER yên rehên mezin digrin; ATHEROSKLEROZ (hişkbûna demaran) qirîza dil, felcbûna mêjî, xwînîbûna mêjî û nexweşiyên demarên mezin yên lingan teng dikin û dixetimînin.

Wek encam: Ji bo ku nexweşiya şekir baş bê kontrolkirin ku ev çend di nav civakê de tê dîtin û dikare rê li ber ev qas zeraran veke; perwerdehiya nexweşiya şekirê ji bo her kesî şert e. Herî kêm divê mehê carekê di qontrola doktorê xwe re derbas bibe û bikaribe li malê şekirê xwîna xwe bişopîne.

*Pisporê Nexweşiyên Hundurîn

M. Fadıl Edebalî
Nûbihar, Jimar: 120, Sal: 2012, Havîn

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook