Helbestvanê muhbet û xurbetê: Mela Ehmedê Heyderî


Helbestvanê muhbet û xurbetê: Mela Ehmedê Heyderî

Abdurrahman Adak

Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawiya Osmaniyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Edîbê hêja yê wê dewrê Mela Ehmedê Heyderî, mixabin heta niha di bin perdeya veşartinê de maye û tu xebat li ser berhemên wî yên edebî nehatine  kirin. Ji vê jî zêdetir dema em li sahayê dinêrin, em dibînin ku di nav derdorên medreseyan yên hevdemî de jî, ev edîbê mezin zêde nehatiye bihîstin.  Ji çendîn melayên hevdemî re dema min behsa wî û berhemên wî kiriye, heyretmayîna ku çawa ew nebihîstine di wan de rûdaye. Bi baweriya min du sebebên nebihîstina wî hene: Yê yekem ew e ku, ji ber derbasbûna 75 salan li ser wefata wî re, îdî Mela Ehmed ne şexsiyetekî hevdemî ye, ew bûye malê tarîxê. Sebebê duyem jî  ew e ku, berhemên Mela Ehmed yên edebî wekî destxet mane û bidestxetî jî be zêde nehatine istinsaxkirin û naskirin.  Lê ber ‘eqsê bavê xwe kurê wî Şêx Mihemed Emînê Heyderî, ji ber ku hêj nû wefat kiriye (2003), li herêmê hatiye naskirin û berhemên wî yên edebî gelek caran bi destan hatine istinsaxkirin û vê dawiyê jî hatine çapkirin. 

Gelo helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebiyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî kî ye? Li jêr em dê bersiva vê pirsê bidin. Bi vê munasebetê, ji ber ku agahiyên malbatî yên derbarê Mela Ehmed de û her weha hemû berhemên wî bi destê xwe teslîmî min kiriye, ez spasiyên xwe pêşkêşî neviyê wî û kurê Şêx Mihemed Emînê Heyderî Mela Diyaeddîn dikim. 

Jidayikbûn û nasnameya wî

Mela Ehmedê Heyderî, di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatiye dinyayê. Mela Ehmed, kurê Salih, ew jî kurê Reşîd, ew jî kurê Hemze, ew jî kurê Elî, ew jî kurê Imadeddîn e. Ev malbat, ji eşîra Heyderiyan, ji bavikê Asiyan e. Eşîra Heyderiyan ku zehftir li herêma Serhedê belav bûye, her weha li herêma Dêrsimê û Başûrê Kurdistanê jî xuya dibe. Wate: Mela Ehmedê Heyderî ji herêma Serhedê ye û ji eşîra Heyderiyan e. Mela Ehmedê Heyderî di van beytên xwe yên jêrîn de weha behsa herêma xwe Serhedê  kiriye:

Rencûr û zer bûm bê hebîb bê hogir û yar û qerîb
Ez mam di vê semtê xerîb nalîn ji min çûn Serheda

Îro di êşan ezyetê yad û mihacir Ehmed î
Xweş ke bi sewta Serhedê şi’rê di hengamê xerîb

Di gelek beytên xwe de jî, navê eşîra xwe bi şiklê ku ji xwe re bike mexles bikaraniye: 

Ey Heyderiyê dil-keîb perwaneê şem’a hebîb
Xemrê binûş hilgir selîb ger sadiqî ya Ehmeda 

Xwendina wî

Mela Ehmedê Heyderiyê ku asta wî ya bilind ya ilmî ji berhemên wî û jiyana wî ya dersdariyê hişkere xuya dibe, bêguman di medreseyan de perwerdeyeke baş dîtiye. Tişta ku di vî warî de tê zanîn ew e ku wî xwendina xwe ya medreseyê li Hîzanê li cem Şêx Şehabeddîn kiriye. Ev Şêx Şehabeddîn kurê Şêx Nûr Mihemed, ew jî kurê Seyid Sibxetullahê Erwasî ye. Wate: Mela Ehmed di medreseyeke baş de perwerde bûye. 

Li gor agahiyên ku malbata Mela Ehmed ji Mela Ebdullahê Sergelya (Sergelya, gundê Bismila Diyarbekirê ye.) stendine, Mela Ebdullahê Sergelya,  Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî û Mela Ehmed demekê di medreseyekê de bi hev re xwendine. Wê demê Bedî’uzzeman di ilmê tefsîrê de, Mela Ebdullah di ilmê tesewwufê de û Mela Ehmed jî di ilmê şi’r û Erûzê de jêhatî û zîrek bûne. Li ser teqdîra ku ev agahî rast be, pêwist e ku ev medrese, medreseya Hîzanê ye. Lewre Bedî’uzzeman jî di medreseya Hîzanê de li cem Şêx Nûr Mihemed xwendiye. Wate seydayê Bedî’uzzeman Şêx Nûr Mihemed, bavê seydayê Mela Ehmed Şêx Şehabeddîn e. Ji bilî medreseya Hîzanê jî, tu medreseyên ku her du kesan bi hev re tê de xwendibin em nizanin. 

Mela Ehmedê Heyderî ji bilî xwendina med­reseyên Kurdan yên klasîk, her weha li Tebrîzê mekteba sen’et û hunerê jî xwendiye. Ji ber vê yekê di karên destan û zeneetkariyê de gelekî jêhatî bûye. Di vê çarçoweyê de Sobeyên xwe wî bi destê xwe çêkirine.

Mela Ehmed di dîwana xwe de jî behsa Tebrîzê kiriye:

Di semtê xurbetê bend im li Tewrîz û Hemawend im
Birûska hicretê jendim biqîmê hel kirim Hellac

Hemawenda ku di vê beytê de derbas dibe, navê eşîreke li herêma Kîrmanşahê ye. Ev jî dide nîşan ku helbestvanê me demekê li Îranê maye û li bajarên Tebrîz û Hemawendê jiyaye. Jixwe li gor agahiyên ku malbat dide, Mela Ehmed bi Farisî jî dizanî. Ev taybetiya wî û mana wî ya li Îranê hev temam dikin. Serdema perwerdehiya Mela Ehmed, heta bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekem dewam kiriye. Dema em sala jidayîkbûna wî (1887) bînin ber çavan, di wextê şerî de (1914) dibe 28 salî.  Piştî vê demê serdemeke nû di jiyana wî de destpêkiriye.

Şerê Cîhanê yê Yekem û koça Nisêbînê

Şerê cîhanê yê yekem, jiyana Mela Ehmed bi tevahî guherandiye. Çawa ku me li jor jî got, Mela Ehmed di 28 saliya xwe de beşdariya vî şerî kiriye û wekî encam tê de birîndar bûye. Birayê wî jî di heman şerî de şehîd ketiye. Heçî bavê wî ye, ew hêj berî şerî çûye ber dilovaniya Xwedê. Dema ku di vî şerî de Rûsan herêma Serhedê dagir kirine, xelkê herêmê ji bêgavî koç kirine. Mela Ehmed jî bi qafîleyekê re koçî herêma Nisêbînê kiriye û li Newala Bûnisra bi cih bûye. 

Mela Ehmedê ku hêj li Serhedê xwendina xwe xilas kiribû, li wir dest bi melatiyê kiriye. Mela Ehmed heta ku ecelê wî hatiye li wê herêmê maye û zehftir li gundên Kelehê û Bawernê û her weha li gundên Gurînê û Baqisyanê jî melatî kiriye. Ji aliyê tesewwufî ve, intisabî Şêx Ehmedê Xiznayê ku ew bixwe li Sûrî bû, lê li herêma Nisêbînê xwedî bandor bû kiriye û li ser wî medhiyeyek jî nivîsandiye. Ji xwe piştre kurê wî yê mezin Mihemed Emîn dê bibe xelîfeyê vê malbatê. 

Wefata wî û zar û iyalên wî

Mela Ehmedê Heyderî piştî koça xwe bi 23 salan, di sala 1937an de 50 salî li gundê Bawernê wefat kiriye û li wir hatiye defnkirin. 

Dema em li zar û iyalên wî dinêrin rewşa wan wehaye: Piştî koça wî bi demeke hindik, xanima wî ya yekem wefat kiriye. Piştre bi keça Mela Eliyê Koçer ku ew jî weke wî bibû mihacirê şerê cîhanê yê yekem û berya şer li Melazgirdê melatî dikir re zewiciye. Ji vê xanima wî bi navê Hemîde keçek û bi navê Mihemed Emîn, Mihemed Salih û Mihemed Seîd sê kur hatine dinyayê. 

Dema Mela Ehmed wefat kiriye kurê wî yê herî mezin Mihemed Emîn deh salî bûye. Li ser wesiyeta wî xanima wî zarokên xwe şandiye medreseyan û ew dane xwendin. Helbet medreseyeke herî girîng ji bo malbatê medreseya Xeznayê ya li Sûriyê ye. Zarokê mezin Mihemed Emîn jî ji bo perwerdehiyê bo vê medreseyê hatiye şandin. 

Mihemed Emînê ku perwerdehiyeke baş dîtiye, piştî bavê xwe derketiye pêş û wekî şexsiyetekî navdar malbata xwe temsîl kiriye. Wî hem melatî, hem şêxîtî kiriye û di sala 2003an de wefat kiriye. Şêx Mihemed Emînê ku di herêmê de zehf dihate naskirin, bi Kurmancî gelek berhemên edebî nivîsandine. Bi taybet mewlûda wî ya bi zimanê xelkê hatiye nivîsandin gelek belav bûye. Ji bilî Mewlûda Kurdî, wî Mewlûda Erebî, Eqîda Îmanê, Werdu’l-Etfal, û Dîwan jî nivîsandine. Piştî wefata Şêx Mihemed Emîn, kurê wî Mela Ehmed niha wezîfeya postnişîniyê dike. 

Dîwana muhbet û xurbetê
Mela Ehmed dîwanake gelekî girîng nivîsandiye. Wî jî li pey rêça helbestvanên klasîk di helbestên xwe de edeta bikaranîna mexlesê domandiye. Wî wekî mexles carna Ehmed, carna Heyderî, carna jî Ehmed Heyderî bi hev re bikaraniye:

Tûtiyê şêrîn-zeban im Ehmedê şeker dehan im
Her seher şahê cîhan im Heyderê mîrane va

Ey Heyderiyê dil-keîb perwaneê şem’a hebîb
Xemrê binûş hilgir selîb ger sadiqî ya Ehmeda 

Mislê te Ehmed Heyderî ka şehdê peyxamê xerîb
Neqşê seraser cewherî geş kir dilê ‘amê xerîb

Mela Ehmedê Heyderî helbestvanekî tebî’et nezm bûye. Ji vê beyta wî ya jêrîn tê fêhmkirin ku wî di ciwaniya xwe de hêj dema li Tebrîzê xwendiye dest bi nivîsandina helbestan kiriye. 

Di semtê xurbetê bend im li Tewrîz û Hemawend im
Birûska hicretê jendim biqîmê hel kirim Hellac

Şerê cîhanê yê yekem û koç û hicreta wî, wusa xuyaye, bandoreke mezin li ser Mela Ehmed kiriye û wî derûniya xwe bi riya helbestê aniyê zimên. Ji vê benda jêrîn tê fehmkirin ku Mela Ehmed piştî koça xwe bi demeke hindik ev helbesta xwe nivîsandiye.

Lewre ev helbest di sîh salîya wî de, wate piştî koça xwe bi du salan hatiye nivîsandin: 

Min nema ismê heyatê faniyê sih sale me
Nam û nîşanê tebatê qet nema dîwane me
Sa’eta badê seba tê pir bi ah û nale me
Çi dema reqs û sema tê serxweş û wîrane me
Can-fidaê şehdê xendan im exisnî ya xiyas

Di helbestên Mela Ehmed de temaya xurbet, firqet û hicretê zehf heye. Ev temayên ku aidê jiyana wî ya şexsî ne, bi temaya eşq û muhebbetê ve yên ku malê hemû helbestvanan e, gihiştine hev û helbestvan ketiye nav renc û derdekî mezin de. Di wê pileyê de ku helbestvan dikare wekî “helbestvanê muhbet û xurbetê” bê binavkirin. Lewre dîwana Mela Ehmed bi van temayan hatiye dagirtin: 

Ji ser ta pê birîndar im bi derba hicretê îro
Cunûn û bê hiş û har im ji kerba firqetê îro
Ze’îf û jar û naçar im ji te’ba xurbetê îro 
Seyahê sîne sed-par im bi herba muhbetê îro 
Bi mislê gestiyê mar im ji şewqa qameta pur-tab

Îro di hebsa xurbetê ez dê bikêşim zehmetê 
Heta bibînim fursetê rûnim li ser banê ferec

Narê işq û muhbetê sohtî li min qelb û kebed
Wan îş û rencê xurbetê kuştim nigarim el-meded

Daxan ji narê firqetê tîran ji qewsê hicretê 
Top û tivingê xurbetê yekser helandim sed hewar 

Îro bi derba hicretê dil tarûmar im el-xiyas
Sohtim birûska firqetê perwerdigar im el-xiyas

Bi derba hicretê har im bi mislê cemreyek nar im 
Mudamê bendeê yar im çi qitmîr ber derî yim ez 

Ji dîwana wî tê fêhmkirin ku wî jî wekî hemû melayên medreseyan dîwana Melayê Cizîrî xwendiye û di bin bandora wî de maye:

Ela ya eyyuhe’s-saqî ji zatê te ricakar im 
Werîn camek meya baqî ji hicrê mest û xemdar im 
Melûl im bê qeder saqî muferreh bim bi camê ra
Nûra te girî yekser rûyê cîhan lebaleb
Heft asîman beraber hûr û cinan lebaleb
Qedehên abê heyatê ne dî şî’ra me labaleb

Berhemên wî yên Edebiyata Dînî

Ji bilî dîwana ku li pey rêça dîwanên klasîk hatiye nivîsandin, Mela Ehmedê Heyderî her weha di edebiyata dînî de jî du berhemên hêja li pey xwe hiştine. Yek ji van Eqîdeya  Îmanê, ya dî jî Munacatê Heyderî ye. Ji bilî aliyê wî yê edebî ji van berheman tê fêhmkirin ku ew zanayekî baş yên medreseyan bûye. Eqîdeya îmanê li ser terzekî klasîk hatibe nivîsandin jî, Munacatê Heyderî wekî cûreyekî edebî di warê munacatê de di edebiyata Kurdî de berhemeke gelekî girîng û orjînal e. Bi taybet naveroka wê, çanda nivîskar ya fireh û çavkaniyên wî yên dînî, tesewwufî û edebî bi me dide nîşandan. 

Teqwîmnameya wî

Teqwîmname yekane berhema wî ya pexşan e. Ev berhem ber’eksê berhemên wî yên edebî bi Erebî ye. Heyderî jî wekî gelek zana û nivîskarên berî xwe, Kurdî hew di helbestê de bikaraniye. Dema ku xwestiye li ser mijareke cuda raweste, wê demê berê xwe daye zimanê Erebî. Teqwîmname jî bi sebeb ku ne edebî ye bi Erebî hatiye nivîsandin. Mijara vê berhema wî li gor zanista klasik ya astronomiyê nîşandana wextan e. 

Encam
Mela Ehmedê Heyderî, alim û edîbê dewreke gelekî zehmet e. Ew dewra ku hemû medrese ketibûne binê erdê û edebiyata Kurdî ya klasîk jî di nav wan şert û mercên zehmet de hebûna  xwe berdewam kiribû. Çawa ku tê zanîn bi avakirina komara Tirkiyeyê (1923) û bi qanûna esasî ya sala 1924an hebûna Kurdan hatibû redkirin, zimanê Kurdî hatibû qedexekirin û medreseyên Kurdan jî bi qanûna “Tevhida Tedrisatê” hatibûn girtin. Piştre bûyera Şêx Se’îd qewimî bû. Ji ber vê rewşa giran gelek edîb û çalakvanên Kurd koçî Sûriyeyê kiribûn û li Sûriyeyê di nav azadiyekê de xebatên xwe domandibûn. Heçî welat e, di vê dewrê de li wir medreseyên Kurdî ketibûn binerdê, lê heyîna xwe bi dizî û zehmetî jî be berdewam kiribûn. Îcar di van şert û mercên dijwar de jî hinek berhemên Kurdî yên edebî hatine dayîn. 

Bêguman Mela Ehmed di nav wan kesan de cihekî gelek mezin digire. Mela Ehmed jî ji wê nifşa edebî ye ku di dawiya dewleta Osmaniyan de mezin bûne û qedexeyên Komara Tirkiyeyê bi ser wan de girtine, lê digel vê dîsa li ser piyên xwe mane. Helbet Mela Ehmedê Heyderî bi çar berhemên xwe, cihê xwe yê gelekî taybet di nav edîbên Kurdan yên medreseyên wê deme de yên wekî Mela Nesreddinê Zoqî  (1930), Mela Reşîdê Comânî (berya 1950) û Seydayê Xasî (1862-1951) hwd. heye. Hêviya me ew e ku di demeke gelekî nêz de xebateke akademîk li ser vî helbestvanî bê kirin û cihê wî di ferheng û edeba Kurdî de bê tesbîtkirin.
 

Abdurrahman Adak
Nûbihar, Jimar: 116

 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook