Qedirbilindê di koşka dilê me de: M. Emîn Bozarslan


Qedirbilindê di koşka dilê me de: M. Emîn Bozarslan

Süleyman Çevik

Her merivê ku bi Kurdan û Kurdî aleqedar e ciheke mustesna dide Mehmed Emîn Bozarslan. Di van çil-pênce salên dawîn de, Bozarslan ne tenê di warekî de, di gelek waran de wekî egîdekî bi disîplîn, her roj û şeva xwe bi xebatê derbas kiriye.

Dema em li lîsteya xebatên wî mêze dikin jixwe ne mumkun e ku meriv evê keda wî teqdîr neke. Li ser tarîx, ziman, edebiyat, folklor û li ser rojnameyên dewra Osmanî xebatên bêhempa kirine û hê jî bi eşq û şewq van xebatên xwe dimeşîne.

Bi baweriya min, kesên xebatên bi vî rengî dikin ji bo milletê xwe wekî stûn in. Ew stûn, hebûnên milletekî ji wendabûnê xelas dikin û li hebûnên milletê xwe tiştên nû zêde dikin.

Li dora xwe binêrin, di van çil-pênce salên dawîn de çend Bozarslan ji nav me derketine? Ez dizanim, hûn nikarin çend hebên din bijmêrin.

Di nav milletekî de çend kesên wekî Mehmed Emîn Bozarslan hebin ew millet li cîhanê wê her hebe, dengê wî bêhtir derkeve û bi rehetî xwe bi herkesî bide qebûlkirin.

Xebatkarê Kurd û Kurdî Mehmed Emîn Bozarslan her sibê wekî ameleyekî radibe, mesaî dike û heta ku paydos bike… Bi salan e ku bi vî awayî dixebite.

Eger hûn li berhemên wî binêrin, hûnê bibînin ku çiqas kesekî bi bereket e. Hema di her warî de berhem dane. Jixwe Kurd jî muhtacê her tiştî ne, meriv ji bo edebiyat, ziman, tarîx û kelepora Kurd çi karî bike ihtiyaç heye û naqede. Bozarslan bi şexsê xwe wekî saziyekê, wekî enstîtuyekê xebitiye. Kurd ji bo evan xebatên wî her daîm minetdarên wî ne.

Deh-panzdeh sal berê ji mezinên Kurdan yekî ji min re gotibû: “Milletên din heykelên Bozarslanên xwe çêdikin. Eger ew ji milletek din bûya xelkê wê heykelê wî çêkira. Kurd lazim e heykelê Bozarslan çêbikin.”

Her merivê xwedîwicdan, di koşka dilê xwe de ji Seydayê hêja re muheqeq cihekî vedike. Bozarslan bi xebatên xwe yên ku cara yekem hatine kirin ve navê xwe di tarîxa milletê Kurd de tescîl û qeyd kiriye.

Cara yekem wergerandina Mem û Zînê, Şeref­nameyê, rojnameyên Jîn, Kurdistan, Kurd Teawun ve Terakkî û gelek xebatên din bûye nesîbê Seyda.

Dema kekê Ayhan Geverî li ser nivîskar û seydayê hêja amadekirina dosyayê teklîfî min kir gelek kêfa min hat. Paşê ez fikirîm ku ji bo dosyayek wanî em gelek dereng jî mane. Ji bo ku kekê Ayhan bû sebeb ku dosyayek weha amade bibe, ez gelek spasiyên xwe jê re dibêjim.

***
Heta niha min û Seyda me rûbirû hevdu nedîtiye. Lê min navê Seyda li dora salên 1980yî de bihîstiye. Ez li dora panzdeh salî bûm. Em li Mêrdînê bûn. Li Mêrdînê bi navê Xelîl Çawiş birayekî Bozarslan hebû. Ez şaş nebim li postaxanê dixebitî. Em zarok bûn, min ji dûr ve nas dikir. Belkî carekê jî min pê re xeber neda.

Diyarbekiriyên me li Mêrdînê hebûn, lê kêm bûn; carina mezinên me dihatin cem hev û pevre rûdiniştin û diaxivîn, me jî guhdariya wan dikir.

Xweş tê bîra min, Xelîl Çawiş tim rojnameya Cumhuriyetê pê re bû.

Tişt û gotinên li ser Kurdan bala me dikişand.

Min navê Bozarslan jî bi saya Xelîl Çawiş wê demê bihîst. Belkî jî ne navê wî, hebûna wî. Digotin, “birayê Xelîl Çawiş.” Yanê bi Xelîl Çawiş me dizanîbû ku birayek wî heye. Ez nizanim çima jê re digotin Xelîl Çawiş jî. Lê navê wî Bozarslan pev re dihat gotin.

Paşê ez di sala 1985an de hatim Stenbolê. Dema min di navbera salên 1985-1989an de li Stenbolê unîversite dixwend, ji bo xwendinê bi Kurdî tu çavkanî tunebûn. Lewra Kurdî qedexe bû. Ji me Kurdan hinekan bawer nedikir ku bi Kurdî nivîsandin jî dibe.

Me jî tiştên li ser Kurdan û zimanê wan meraq dikirin. Mixabin haya gelek Kurdan ji tu tiştî tunebû.

Mem û Zîn, Şerefname û Alfabeya Seyda li kutupxaneya Beyazidê hebû. Di wan deman de em du-sê heb heval diçûn kutupxana Beyazidê ya Stenbolê û me ji rayedarên kutupxanê ji bo xwendinê kitêbên seyda dixwestin û me li wê derê dixwendin. Carina em diçûn nedidan me; lewra kitêb yek tenê bû, xwendavanekî bigirta, nikarîbûn bidine yekî din. Carina jî nedixwestin bidine me, bala wan dikişand dema me ev cûr kitêb dixwestin…

Ev 21 sal in ku ez di piyasa Kurdî de me. Lê mixabin heta niha min û Seyda me bi rûbirû hevdu nedîtiye. Ji dema ku Nûbihar derdikeve heta îro bi telefon û nameyan be jî îrtîbata me heye. Gelek caran me di nivîsan de behsa wî kiriye, me nivîsên wî weşandine, ji me re gelek telefon kiriye û me jê re telefon kiriye.

Seyda însanek nazîk e; dema me jê re kovar û kitêb şandine, ewî ji bo spasiyê ji me re telefon kiriye. Heta niha gelek caran nameyên Seyda ji me re hatine. Di dema îro de bêyî hebsan êdî ji me re name nayên. Di salên 1990î de ji me re gelek name dihatin. Piştî ku înternet vebû û bi pêş ket, dewra nameyan jî qediya. Îro name tenê ji zîndanan ji me re tên. Seyda jî dema ji me re tiştek dişîne, ne faksê ne jî înternetê bi kar tîne. Nivîs û nameya xwe dixe zerfekê û dişîne vê navnîşana min: “P.K. 80 Fatih-İST.”

Îro Kurd hemû, weşanxana Deng jî ku kitêbên Seyda lê çap dibin, tev tîpên “i” û “î”yê bi kar tînin, tenê Seyda evê napejirîne û bi israr “ı” û “i”yê bi kar tîne. Heta niha me çiqas di Nûbiharê de cih daye nivîsên Seyda, ji me xwestiye ku em dest nedin gotin û îmlaya wî. Me jî di jêrenotê de gotiye, “Ji ber ku M. Emîn Bozarslan tipên “i”yê û “î” yê bi kar nayne, lê tîpên “ı”yê û “i”yê bi kar tîne, em li ser daxwaza wî, vê nivîsara wî û helbesta wî ya jêrîn, bi wan tîpan diweşînin.”

Dîsa carekê Seyda ji min re nivîs û nameyek şand. Min nihêrî Seyda di compîtorê de nivîsiye. Dema me derbasî compîtorê dikir, bivê-nevê xetayên rêzkirinê û nivîsandinê dibûn. Seyda jî ji ber ku hesas e, nedixwest em dest bidin îmla û gotinên wî, min jê re telefon vekir. Ji bo ku xetayên nivîsandinê nebin, çawa bigihê me em bi şiklî biweşînin, min jê xwest ku ji min re bi mailê bişîne. Ji min re got, maila min tuneye. Min wê demê got, ezê li Swêdê xwe bigihînim hevalekî, bila were bi flaşê ji compîtora te bistîne û bişîne maila me. Min nihêrî bê dilê wî ye, min nexwest Seyda biêşînim û israr nekir û me nivîsa wî ji nû ve nivîsand.

Seyda li medreseyên Kurdistanê xwendiye; heta dema me ya nêzîk jî rewşenbîrên me tev ji medresan derdiketin. Lewra di nav xelkê me de, ewana dizanîbû bixwînin û binivîsînin. Medreseyên me bi awayê xwendin û mufredata xwe jî ji mektebên dewletê jî cihê bûn… Ji ber evê sedemê ez li vêderê ji medreseyên me re minetdariya xwe îfade dikim ku însanekî wekî Seyda dane me

Süleyman Çevik
Nûbihar, Jimar: 123, Sal: 2013, Bihar 

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook