Şêxê Sen’anî û formulasyona Feqiyê Teyran


Şêxê Sen’anî  û formulasyona  Feqiyê Teyran

Rojen Barnas

Çi bigire ji hemî şi’rên Melayê Cizîrî hez dikim, lê hin ji wan hene ku di rêza hezkirinê de berî yên dîtir tên. Yek ji wan jî “Mey nenoşî Şêyxê Sen’anî xelet / Ew neçû nêv Ermenistanê xelet” e. 

Kurteçîroka Şêxê Sen’anî (an Sen’an) ev e: Şêxek di seriya heftê-heştê salî de, şêxê gelek murîd û zahidan e ku hin ji wan bixwe welî û xwedî keramet in. Şêx di wê pîrîtiya xwe de çav bi keça keşeyek Ermenî (an Fileh/kafir) dikeve. Dilê Şêx dikeve vê keçika nûgiha. Keçikê ji bavê wê dixwaze. Bav hin şertan dide ber Şêx ku ew wan bi cih bîne dê keça xwe bidê. Şert ev in: Divê Şêx here ser dînê keçikê ango bibe Fileh, meyê vexwe, zennar bide pişta xwe, here gavaniya berazan bike. Welhasil ji bona bisilmanekî ku pê kafir bibe çi divê wan tiştan wek şert dide ber Şêx.

Şêx wan tiştan gişt dike, bi cih tîne. Li ber van kirên wî civata dînî dibin du bend. Bendek (şerîetperwer/aşkeraxwaz) dibê-jin Şêx kafir bûye û benda dîtir (terîqetgir û hin murîd) ne di wê qenaetê de ne, di kira Şêx de sir û kerametên mezin dibînin.

Bûyer bi sê awayên cihê dikare bê nirxandin: A) Bi carîedet. B) Bi şerîet. C) Bi terîqet (felsefî/ideolojîk).

A) Bi carîedet ango li gora erfûadetên heyî: Şêx xerifiye, dîn bûye. Yekî heftê-heştê salî ku here dilê xwe bike keçikeka sêzdeh çardeh salî ku hê di jiyê neviyê wî an di yê zarûka neviyê wî de tê hesabê, hişê xwe winda kiriye. Divê muameleya li dînan tê kirin pê re bê kirin an wî bavêjin tîmarxanê an jî di hundir (axurê) de bê girêdan. 

B) Bi şerîet: Ew kes ji dîn derketiye û divê li gora şerîetê (qanûn) bê cezakirin. Şerîet aşkereyî dixwaze, bi şahid û îsbat Şêx çûye ser kufrê. Gunehkar e û kufra wî li ber çavan e, konkret e.

C) Bi terîqet an tesewifî: Di vê kira Şêx de hîkmetek îlahî, felsefeyek kûr an îmtihanek ji bona sedeqeta dûajoyan heye. Ji Şêx gazinkirin ne caîz e. Divê murîd jê nekevin gumanê û her tiştî li hêviya teqdîra Xwedê bihêlin.

Sê şairên me yên mezin jî li meselê bi awayê terîqet/tesewifê, lê bi sê balên cihêreng nihêrtine û formule kirine. Encama wan ev e ku Şêx êrî ye, bê guneh e.

1) Melayê Cizîrî evîndariya Şêx wek dîtina teceliya Xwedê di rûçikê keçika Ermen de dibîne û ji Xwedê re dibêje “Mislê Mûsa wî tecellaya te dît/Yê tu dî kanî xeta, kanî xelet?” Ango di kira Şêx de tu xeta û xeletiyek tuneye, wî tecellaya Xwedê di rûçikê keçika Ermen de dîtiye û her tiştî di riya tecellaya Xwedê de kiriye, di vê de “...kanî xeta kanî xelet?”

2) Şêx Ehmedê Xanî bi vî awayî formule dike: “Şêxê weko pênce hec bijarî/Dîn kir te ji bo keça kufarî” yanî her tişt bi xwestina Te (Xweda) bû, Te wisa lê kir. Te (Xweda) ew dîn kir, bire ser kufrê. 

Xanî her tiştî bi biryar û xwestina Xwedê (îradeya kullî) ve girêdide, rê nade xwesteka takekesî (îradeya cuz’î). Di bûyera Şeytan de jî wisa difikire; tu sûç û gunehek a wî feqîrê Şeytan nabîne, encamê bi teqdîra ceberûtiya Xwedê ve girêdide. Yanî Xweda wisa xwest û wisa bû.

3) Feqiyê Teyran bi awayek din bûyerê formule dike: “Ne aferîn j’ ehda wî re/Kafir nebû b’ şêxê xwe re.” Ango gunehkarî an bêgunehiya Şêx li aliyek dihêle û berê xwe dide murîdên wî yên dudilî û wan tohmetbar dike.

Bi dîtina min Feqiyê Teyran bi vê malikê zihniyeta giştî ya sosyopolitik a dema feodal û nîvfeodaliyê pir xweş formule dike:

Ne aferîn j’ ehda wî re
Kafir nebû b’ şêxê xwe re.

Meriv dikare vî şêxî wek lîderê siyasî an eşîrî, wek serok, wek rêber û terîqetê jî mîna partî, eşîr, komele an rêxistinek dîtir bifikire û li rewşa rojhilatanavîn binihêre, ku ji dema Feqiyê Teyran ta niha di têgihîştina me de –çi pêşverû çi paşverû- qet tiştek zêde neguheriye, çi bigire wek xwe maye. Parola her ev e “Ne aferîn j’ ehda wî re/Kafir (xayîn) nebû b’ şêxê (serokê/lîderê) xwe re.”


Rojen Barnas
Nûbihar, Jimar: 125, Sal: 2013
 

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook