Şûna edebiyata biçûkan di edebiyata Kurdî de


Şûna edebiyata biçûkan di edebiyata Kurdî de

Ali K.

Çi sedem in ku wêjevanên Kurdan ji edebiyata zarokan dûr mane? Di vê pirsê de du nuqte hene ku hêja ye meriv li ser raweste. Yek jê, jevkirina edebê wek edeba biçûkan û mezinan, herweha hemû ew tiştên ku weke unsûrên edebê tên dîtin. Ya duduyan jî, bi rast peywendiya wêjevanan kêm e bi edeba zarokan re?
 
Jevkirina Edebiyatê

Peyva edebiyatê pêşî berhe­mên “nivîsandinê” tîne fikra meriv. Ji ber vê yekê, ku bê gotin “edebiyata biçûkan”, dîsa eynî fikr ewê bê hişê meriv; kitêbên ku edebiyata biçûkan, an zarokan di xwe de vedihewînin.
Ku em edebiyatê weke ber­hemên nivîsandî tenê bibînin, rast e edebiyata zarokan, an edebiyata biçûkan bi nisbet edebiyata mezinan hindik e. Lê ne rast e ku ji peyva edebiyatê tenê nivîsandin bête famkirin. Lewra zargotin û berhemên zaravî jî edebiyat e. Ji dêvila nêrîneke weng/teng, rastir e ku edebiyatê weke ‘edebiyata nivîsandî’ û ‘nenivîsandî’ jêv bike.

Derheq edebiyata Kurdî de, ku bi nisbet edebiyata dinyayê, berhemên wê yên nivîsandî hindik e, meriv dikare behsa beşa edebiyata biçûkan bike. Ji aliyê din ve, gelo rast e an nerast e ku edebiyat bibe du cih wek edebiyata biçûkan, edebiyata mezinan?
Edebiyat, gotina bi pergal, xe­milandî, hûnandî, maneya fireh û kûr, famkirina hêsan û zelal, ne kêm ne zêde, ristandî û durustkirî ye. Bêguman ev ‘îbareyana ne weke nasandina edebiyatê ez dibêjim, tenê weke nîşan û taybetiya berhemên edebî (berhemên niviştî an berhemên zaravî dibin), an tiştê jê re tê gotin edebiyat. Lewra edebiyat milkekî pirr serûber e.

Îcar, ku ev gotinên hunermen­dane, an hunerkarane bê nivîsan­din, wê çaxê meriv dê bêje; edebiyat nivîsandineke hunermendane ye ku mirov hest û nêrînên xwe li gotinan bar dike û dinivîse. Ev berhemana di xezîneya niviştiya zimên û ferhengê de dibin heyînên edebiyatê û ji van heyînên xezîneyê, hem biçûk hem mezin, hemû endamên komelê sûdê/faydeyê werdigirin, an dibînin.

Herçendî cudakirinek bi vî rengî ne durust be jî, îro bi navê ‘edebiyata biçûkan’ cûrekî ede­biyatê hatiye qebûlkirin. Taybetiya edebiyata biçûkan, li gorî ya mezinan, bi ziman û şêweyekî sivik e. Ev navê “sivik” ne nîşana siviktiya hundirê gotinê ye, bi yekcarî cudatiyeke şiklî ye. Di çîrokên zarokan de jî, her gotin û tabîr çend wateyên ji yek cuda di xwe de dihewîne. Çi zarok, çi mezin, gava wan dixwînin, di xeyala xwe de dinyayekê li ser ava dikin. Wek nimûne, zarokek gava çîroka mişkê dihere berşoyê guhdarî dike, nirxandin û şîroveyên tevan di hişê xwe de dike. Mişkê tevî malbata xwe diçin ser golê borşêyê, lê gol, dewsa simekî dewaran e.

Zarokek li vê çîrokê guhdarî dike, nabêje: çawa dewsa simê heywanan bibe qasî golekê mezin? Mezin jî eynî şubhê nakin. Herdu birr (biçûk û mezin), zanin û qebûl dikin ku di çîrokê de şûna simekî, mînanî golekê fireh be. A ku guhdarê zar lê difikire stendina pahrêke û zewqekê ye. Ew dixwaze dersekê jê bigire.

Çîrok an destana dema tê gotin, ji biçûkan re, ji mezinan re bi heman derecê tê guhdarîkirin. Çi Leylê û Mecnûn be, çi Mem û Zîn be, çi serpêhatiyên keçel (gurî) bin, çi yên lehengê wan heywan bin, axir hemû çîrok û destanên gotî, mezinan jî, biçûkan jî lê guhdarî kirine. Ji ber vê sebebê, bi fikra min edebiyata zargotinî nayê jevkirin, lê edebiyata nivîskî dibe ku bê veqetandin ji bo beşan. Çawa ku me got, di edebiyata zargotinî de veqatandineke bi vî rengî zehmet e.

Jiyan heta ku di devereke teng de çerx dibû, mirovan heyînên zimanê xwe dewrî hev dikirin. Mumkin e ji wê demê meriv bêje dema mirov bi hev re dipeyivîn, li hev guhdarî dikirin. Heyînên zimên ferhenga xwe; çîrok, lorîn kilam, şê‘r, destan, bi kurtahî heta wê rojê bav û kalê wan çi ji wan re kom kiribûn, wan jî çi li wê zêde kiribûn, li malan, li çolan, li dîlanan, li şêwran, welhasil di her devera jiyanê de ji hev re digotin û ji hev digirtin. Di dirêjiya jiyanê de hem digirtin ji aliyekî ve jî hildiberandin, yanî çêdikirin; kana kilaman, çîrokan, mamikan, şê’ran fireh dikirin. Ji hêlekê ve jî heyînên xwe dixwestin bigihînin nifşên nû yanî zarokan. Bi danûstandinê ve pêşveçûn û hilberandina zimên pêk dihat.

Lê bi firehîya cih re, bi belav­bûnê re însan nema mîna berê digihîştin hevdu. Nivîsandina edebiyatê ji vî çaxî pêve weke rêbaza danûstandinê hatiye şixulandin. Ku meriv li dîroka edebiyatên dinyayê a nivîsandî dinêre, çiqas zorê bide û paşve bibe encax bigihijê hezar salî. Ew jî ne her ziman, ji nav hezaran, belkî jimara tiliyên yek destî derbas nekin.

Edebiyata Kurdî a zargotinî jî, ku weke beşeke edebiyata Hind-Îranî û Mezopotamî ye, bi hezaran, bi dehhezaran berhem hatine gotin û pirraniya wan di meydana gotinê de maye, neketine bin qeyda nivîsê.
 
Wêjevanên Kurd ji edebiyata zarokan dûr mane?

Heta qirnê 20ê, ji bilî kitêbên Şêx Ehmedê Xanî, Nûbara Biçûkan û ‘Eqîdeya Îmanê, sirf ji bo biçûkan bi Kurdî kitêb nehatine çêkirin. Bêguman li xwendexaneyan ji bo kesên nû dest bi xwendinê dikirin kitêbên dersê hebûn, lê bi zimanê ‘erebî bûn û tenê kitêbên wek elîfbê bûn. Mîna xwendegehên modern ên dema Osmanî û piştî danîna cumhûriyetê, ji bo biçûkan tu kitêbên çîrokan tunebûn.

Rewşenbîr û nivîskarên Kurdî ji serê qirnê 20ê pê ve di hinan de ji wan kovar û rojnameyên weşandine, cih dane berhemên ku mumkin e di beşa biçûkan de bêne qebûlkirin. Lê ew xebat gellekî kêm in. Ne pergala wan hebû ne jî girêdayê amanceke bi rêkûpêk bû.

Piştî danîna komarê, kesên ku kovar û rojname derxistin tev mirovên bi awayekî di nav rêxistinên siyasî de bûn. Mirovên polîtîze, wê çiqasî şû bike ku edebiyatekê ava bike, an edebiyata berê bide hev û biweşîne.

Tiştekî balkêş e li gor fikr û nêrîna polîtîze, edebiyat wek karekî meqbûl nayê dîtin û qedrê wê nayê bilindkirin. Dilketin û xweşikbûn wek hewesên vala tên jimartin/dîtin/hesibandin. Şêrînkirina peyvê, bedewiya gotinê ne girîng e, bera rast be bera nexweşik be. Xweşikbûna gotinê bi rastbûn û nerastbûna wê ve girêdayî tê dîtin. Gotinên nêrîna polîtîze, sloganîk in. Şê’r di qalibê marşan de ne, roman propagandeya dozê dikin. Mirov tenê dikare bibe evîndarê doza xwe.

Wext tuneye bimîne li hêviya demgirtina/meyîna şê’rekê. Tarîfa zulfê dilberê zaîfbûn e û heram tê dîtin. Ji bo rizgariya zarokan şerr dibe, lê ruhê zarokekî ji çi hez dike, çi tişt kêfa wî tîne, pê nayê zanîn. Ji vê yekê jî zarok ji tiştê ew dinivîsin aciz dibin, tu tiştî fam nakin.

Di kitêbên wan de, di marşên wan de, mişkek naçe ser avê, jineke bedew a ku sêhr lê nabe, venagere kebokekê û naçe bi cotkarekî re napeyive. Rûviyek bi gurekî, bi şêrekî re hevaltiyê nake. Bizinek naçe zozanan pelên kizwanan naxwe. Yanî edebiyat, tiştekî berhewa ye ku ruhê şoreşgeriyê nede mirov.

Piştî qirnê bîstan edebiyata Kurdî, ji ber van sedeman, ne zargotiniya xwe berdewam kir, ne jî edebiyateke nivîskî anî holê. Li seranserayî axa Kurdî, edebiyat kêm zêde di eynî rewşê de ma. Ancax vana bîst-sih salên dawî rewş ber bi guherînê ve reng dide. Lê neketiye çerxeke sererast.

Edebiyata Kurdî, hem muhtacê berevkirina zargotina xwe, hem jî muhtacê çêkirina edebiyatê ye. Berhevkirin û nivîsandina edebiyatê bi rast pirr îhmal bûye. Nezaniya usûla nivîsandinê jî weke sedemê dibînim. Zanebûn û serpêhatiya udebiyan Kurdî di vî warî de têr nedikir. Gotin ji me re rehet tê, nivîs mîna gotinê ne sanahî ye. Herçendî gotinê serûberekî xwe hebe jî, li gorî nivîsê gelekî azad e. Dikare ji dawiya gotinê, ji dawiya mijarê dest pê bike, paşê bere bere vegere serî. Lê nivîs meydaneke teng, bi berbest û qaîde ye. Hê jî meriv dikare bibêje ku em ne pirr serkeftî ne di warê nivîsandinê de.

Dengbêjên me yên gelekî serkeftî, gava tu ji wan re bêjî ka van destanên hûn pirr rind dibêjin û dihûnin, wan ji me re binivîsin, ewê nikaribin. Çimkî nekirine û nedîtine. Ez vê yekê weke sedema bingehîn dibînim û ev sedem ji me ye.

Berê, nivîskarên Kurd ên ku bi zimanekî din dinivîsin, digel ku bi rê û rêbaza nivîsandinê zanin jî, lê seba Kurdî meydanek li ber xwe nedidîtin û herwisa mecbûriyet jî tunebû. Belkî ev jî weke sedema ne ji me bête dîtin.

Piştî nîşankirina van sedeman ez dixwazim, weke pêşniyaz nîşanî nuqteyekê bikim. Edebiyata me ya zargotinî divê bê nivîsandin. Elbettê hin nivîskarên hêja yên wek seydayê M. Emin Bozarslan û Zeynelabidîn Zinar li gor derfetên xwe ev heyîna zargotinî derbasî nivîsê kirine û gelek çîrokên me ji wendabûnê rizgar kirine. Lê bi awayekî rindtir û ilmî xebatek pêwîst e. Mumkin e kovarek, an weşaneke vekolînî bê weşandin ku sirf bi çîrok, lorîn, mamik, tiştanek, peyvên pêşiyan, lîstinên berê re eleqedar be.
Kovar û rojnameyên me yên niha, kêm ji wan sirf ji bo zarokan dertên. Hîna me xwe ji bandorên siyasî nefilitandiye. Timî li ser mi­jarên komelî, siyasî û îde­olojik nivîs diweşin.

Her wisa di televizyonan de jî bernameyên tên weşandin, exlebe li pey îs­pat­kirina dozekê, li pey pesindan an rexnekirina meseleyan in. Biçûkên me heta zarok bin, ji çîrokan, piştî digihêjin xortaniyê ji berhemên li gor bayê xortaniyê mehrûm dimînin.
Kovareke weke Nûbiharê ku di dawiya 2011an de dê têkeve sala xwe ya 20an, heta niha ji bo zarokan gerek tibabek kitêb û weşanên bo biçûkan belav kiriba, lê hê em li bendê ne. Elbettê bi vê gotinê ve ne ku ez xwe dûr digirim, ez jî ji vê kêmasiyê têm pirskirin.l
 

Ali K.
Nûbihar, Jimar: 116

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook