Qêrîna zimanekî qedexekirî an jî dengê Kurdên jihevcuda: Radyoya Rewanê


Qêrîna zimanekî qedexekirî an jî dengê Kurdên jihevcuda: Radyoya Rewanê

Hasan Akboğa

“Erîvan xeber dide guhdarên ezîz, niha bibîzin deng û behsên teze…”
“Guhdarên ezîz, dengê Radyoya Rewanê kilamê cimaeta Kurdan...”

Dema ku ev her du replîk li ser şepêlê radyoyê belavê dinyayê dibû, bala hemû Kurdan vedigeriya Rewanê. Kurdan bi zimanê xwe ê qedexekirî nûçeyên gerdûnî guhdar dikirin.

Radyoya Rewanê wek çavkaniya wêjeya Kurdî ya devkî ye… Lewra di nav dîroka Kurdan de cihekî bêhempa, roleke girîng girtiye... Kurdên li hemû perçeyên Kurdistanê hay ji vê radyoyê hene. Lewra xewn û xeyalên Kurdan yên pêpeskirî di nava dengê dengbêjên Radyoya Rewanê de dijiyan. Kurd bi evîn û hêviyeke kûr li benda zimanê xwe yê zikmakî bûn. Kurdî heta ku Radyoya Rewanê dest bi weşanê nekiribû, wek zimanekî cîhangirî nehatibû bihîstin. Ji ber vê sedemê girîngiya radyoyê zêde dibû/dibe.

 Xeynî Radyoya Rewanê çend radyoyên din jî hebûn, ên ku Kurdî weşanê dikirin; wekî Urmiye, Bexdat, Kirmanşah… Lêbelê ev her sê radyo di bin bandora dewletên Îran û Îraqê de bûn. Ji ber ku tesîra folklor, ziman û çanda Ereb û Farisan bêhtir bû, yek jî bi enstrûmanên Ereb û Farisan stran/kilamên Kurdî dihatin gotin, dema ku enstrûmanên Kurdan nedihatin bikaranîn û çanda Kurdan hemberiya xwe di van radyoyan de nedidît, ji ber vê yekê gelê Kurd jî zêde guhdar nedibû. Lê Radyoya Rewanê bi zimanekî hêsan -piranî Kurmanciya Bakur- weşan dikir. Û bi enstrûmanên di nav gelê Kurdan de pir navdar in; fîq, bilûr, tembûr hwd dihatin bikaranîn. Ji bona van sedeman Kurdên Rojhilatê, Amedê, Binxetê, Hewlêrê heta Silêmaniyê Radyoya Rewanê guhdar dikirin.

 Hemû rêveber, xebatkar, hunermend û dengbêjên Radyoya Rewanê xwe wek berpirsiyarê parastina mafê Kurdan didîtin. Ji bo vê jî ked û xebatên wan mirovan arşiveke bêhempa qewimandin. Radyo di sala 1955an de dest bi weşanê kir, lê di navbeyna 50-60 salan de 1200î zêdetir stran, kilam, çîrok û bername hatin qeyd kirin. Dema ku nû dest bi weşanê kiribû, nava heftê de rojek û di wê rojê de jî 15 xulek weşan dikir. Lê bi têkilî û daxwaziya civakê ev kurtedem hetanî du demjimêran dirêj bû. Di nav pêşerojê de naveroka wê jî dewlemend bû. Ji xeynî stran û kilaman, çîrok destan jî dihatin vegotin. Û bernameyên cur bi cur dest bi weşanê kirin:

Serhildanên Kurda,
Rojnîşa Çandê,
Zimanê Te yî Dê,
Pêncşema Edebiyatê,
Xerîbên Xwe Digerin,
Rasthatin û Bîranîn,
Fikrê Guhdarên Me… hwd.
 
Ew dema ku Radyoya Rewanê dest bi vî karî kiribû ziman û wêjeya Kurdî pir astengî û pirsgirekên mezin re rû bi rû bû. Gava ku mirov van tişta jî bîne ber çav û bîra xwe, wê girîngî û rola Radyoya Rewanê hêsantir were fêmkirin. Lê di wê demê de çiqas kêmasî hebûn jî, dîsa jî rewşenbîrên her perçeyê Kurdistanê û diyasporayê xebatên zef girîng dikirin. Di Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê jî gelek çalak bûn. Wan nivîskaran berhemên xwe yekem car Radyoya Rewanê û rojnameya Riya Teze de diweşandin. Ango radyo, atolyeya xebatên Kurdên Sovyeta kevn bû. Heciyê Cindî, Cesîmê Celîl, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Emînê Evdal, Şikoyê Hesen û bî dehan kes bi pênûsên xwe ve piştgirî didan Radyoya Rewanê.

Mijarek jî heye ku bi tu tiştî nayê pîvandin û hemû peyv cem wê qels dimînin: Dengbêjî… Belê radyo bi her tiştî taybettir bi dengê dengbêjan ve dilerizî. Ew dengbêjen ku mîrata bav û kalan ji her nifşî re nû ve didan vejandin. Kevneşopiya Kurdan bi qêrîna xwe ve her dem zindî û rûmetbilind digirtin. Destan, kilam, stran, çîrok, serpêhayiyên mîr û began li ser lêvên dengbêjan ve digihîşte nifşên nû. Kul, keser, derd û xemên Kurdan bi saya wan ve nayê ji bîr kirin. Lê tenê ev neyîniyên Kurdan na, tiştên erênî jî dihatin vegotin; evîn, lehengî, şahî û hwd. Dengbêja wêjeya Kurdî ya devkî bi vî awayî zindî digirtin ta ku rewşenbîrên Kurd ew mîrata dewlemend nivîsîn û pêşkêşî me xwendekaran kirin. Lê hê jî çavkaniyeke bêdawî ye ger mirov hay ji vê yekê hebe.

Xebatkarên radyoyê ev xala gelek baş dîtibûn û bi taybetî li ser vê mijarê radiwestiyan. Gund bi gund digeriyan ta ku dengbêjan bînin radyoyê û dengê wan qeyd bikin. Keda radyoyê fêkiyên xwe da û bi dehan dengbêj bi dengê xwe ve ketin nav dilê gelê Kurd… Mînak; Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Karapetê Xaço, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Egîdê Cimo, Aramê Tîkran, Silêmanê Mecîd, Şêx Şamilê Beko, Xelîlê Ebdullah, Ehmedê Mîrazî, Şakiro, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cizrawî, Îsa Berwarî û hwd.

Yek jî jinên dengzirav hebûn… Carna tenê, carna jî bi dengbêjên mêr re wekî dûetekî hestên nav dilê Kurdan dianîn ser ziman. Asa Evdile, Eyşe Şan, Meryem Xan, Sûsîka Simo, Fatma Îsa, Belga Qado, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê… Lê ez dixwazim rola dengbêjên jin bihêlim nivîseke din. Lewra têra çend hevoka nake.

Ez dixwazim vê nivîsê bi strana Evdalê Zeynikê ya navdar Hekîmo biqedînim. Şeroyê Biro bi qêrîna xwe ve kêmasiya kilamê nahêle. Ez bawer im ku Evdal jî wekî Şero distira. Hema ezê fenanî Radyoya Rewanê bêjim:
 
 
“Guhdarên ezîz, dengê Radyoya Rewanê kilamê cimaeta Kurdan...”
Were bêje Hekîmo…
Hekîm qurban tu yê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…
Tu yê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey Esmerê bînî şîrê teyrê bazî
Ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû,
Ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî
Evdal im evdal im… nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e, neêşîne
 
Were bêje hekîmo, hekîm qurban
Tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî
Tu yê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê
Wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî
Wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû
Wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî
Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne

 
Hasan Akboğa 
Nûbihar, Jimar: 123, Sal: 2013, Bihar 

Çavkanî:
1-    Aras, Ahmet, Evdalê Zeynikê, Weşanên Deng, Stenbol, 1996.
2-    Antolojiya Dengbêjan, 1-2 Weşanên Şaredariya Mezin ya Amedê, Amed, 2008-2012.
3-    ANF, “Elegez’in Büyülü Kadın Dengbejleri”, 
www.ozgur-gundem.com, 14.07.2011.
4-    Balbal, Mustafa “Bir Zamanlar Erivan Radyosu”, 
www.Kurdians.blogspot.com, 12.08.2008.
5-    Beşikçi, İsmail Doğu Anadolu’da Göçebe Kürt Aşiretleri, Weşanên Yurt-Kitap, Ankara, 1992.
6-    Cudî, Helin “Bizler Kürtçe’nin Ruhunu Koruduk”, www.ozgur-gundem.com, 22.08.2011.
7-    Gültekin, Nihad “Erivan Radyosu Hafızamızdır”, www.ozgur-gundem.com, 18.01.2012.
8-    Kalkan, Mesud “Bir Öykü Bir Yıldız Bir Kılam ve Hayat” www.ozgur-gundem.com, 25.12.2010.
9-    Kevirbirî, Salihê, Bir Çığlığın Yüzyılı-Karapete Xaço, Weşanên Elma, Stenbol, 2 
10-    Kurdo, Qanatê, Tarîxa Ebediyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2010.
11-    Kürt Tarihi, (Haz.-Tem.) Sal: 1, Hejmar: 1, Stenbol, 2012.
12-    Xelîl, Têmûrê, “Feşkirina Karê Radyoya Rewanê Berdewam e” www.nefel.com, 03.03.2009.


 

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook