Eyşe Şan sala 1938an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Eyşe Şan li taxa Erebşêx û Erbedaşê mezin dibe. Keça mezin ya malê ye; du xwişk û birayekî wê hene. Eyşe Şan hîn biçûk e civat li hev kom dibe, carinan ji wan re Qur’anê dixwîne û carinan jî stran û kilamên ku ji bavê xwe fêrbûyî dibêje. Her kes dixwaze ji dengê wê li beyt, îlahî, mewlûd û stranan guhdarî bike.
Gava ku malbata wê pê dihese xelk bi taybetî ji bo dengê wê guhdarî bike tê mala wan û pê re jî Eyşe Şan dixwaze bistrê û bi nav û deng bibe, gotina stranan li wê qedexe dike. Lê ew diçe dengê xwe bi awayekî amatorî tomar dike, bêyî ku haya malbata wê pê bikeve. Dengê wê belav dibe. Şan dibêje: “Wextê min dest bi gotina stranan kir ez 15 salî bûm.’’ Salên 1955-60î de, keçekê li nav civatê stran bigota, nav û deng bida, tiştekî ji adetê der bû û ev yeka li ba xelkê karekî nehêja û bêrûmet bû. Ji ber ku Eyşe Şan yeka zana bû dixwest her kes li dengê wê guhdarî bike. Lê serê serî de malbata wê dixwaze pêşî li wê bigre.
Zewac û qebûlnekirina hêwiyê û zewaca wê ya duyem
Şan, bi Şewket Turan re dizewice û wê dibin Dêrika Çiyayê Mazî. Sal û nîvekê li ba Şewket Turan dimîne, keçeke wan çêdibe, navê wê Yasemîn e. Wextê xezûrgelanê wê dibihîzin ku bûka wan bi dengê xwe li derdorê hatiye naskirin, ji nav eşîrê keçek hanîn ser Eyşe Şanê. Lê Eyşe Şanê hêwî qebûl nekir, keça xwe ya sê mehî hilda berê xwe da Diyarbekirê û mala bavê xwe. Peyre gelek gotinan bi pey dixin û neçar dimîne bi yekî bi navê Çerkez re bizewice. Çerkez, mirovekî mêrxas e û rojek şer derdikeve û ew tê kuştin. Ser kuştina Çerkez xelk paşgotiniya wê dikin lewma malbata wê zorê li wê dike ku dest ji karê stranbêjiyê berde. Ji ber vê Şan serê salên 1960î diçe Eyntabê (Dilok).
Radyoya Eyntabê û destpêka hunermendiya Profesyonel
Eyşa Şan cara pêşîn li vê radyoyê dest bi stranbêjya profesyonel dike û di vî warî de gelekî bi pêş dikeve. Di serî de bi zimanê Tirkî stranan dibêje. Piştî xebata wê ya du salan, ji radyoyê vediqete, di vê navê de çend stranan datîne û di warê muzîkê de ezmûneke baş peyda dike. Lê piştî ku ji radyoyê vediqete û her di vê serdemê de jî keça wê ya bi navê Şehnaz ku hê sal û nîvî ye dimre; derdê wê yekcar giran dibe û di sala 1961an de berê xwe dide Stenbolê. Li ser keçika xwe Şehnaz strana “Qederê” çêdike.
Qederê
Were yar... Qederê yar
Qederê şer bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq
Li ser pista sêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê yar
Çûna Stenbolê: Cara pêşîn Sêlika jineke Kurd derdikeve
Di sala 1963an de sêlika xwe ya yekem ya bi navê; “Ez Xezal im” dertîne ku ji stranên Tirkî û Kurdî pêk tê. Di vê sêlika 45î de çar stranan Kurdî dibêje: “Ez xezal im’’ û “Lê lê ximşê” û yên Tirkî ji bi navê “Siverek yollarinda” û “Çileli başim” bûn.
Piştî ku bi vê sêlika xwe bi nav û deng dibe, deng dide li konser, aheng û şahiyan û gelek cihan derdikeve ser sehneyê. Bi taybetî li Stenbol û derdorê wê bi gelek hunermendên navdar ên Tirkî re derdikeve ser sehneyê, bi kesên wekî Nezahat Bayram, Zeki Müren, Arif Sag, Nuri Sesigüzel, Ali Ekber Çiçek, Orhan Gencebay.
Eyşe Şan tê birîndarkirin
Eyşe Şanê karê xwe bi wêrekî dikir û konsertên xwe didomandin, lê di konsereke ku li Stenbolê de tê birîndarkirin. Nezahat Bayram: “Eyşe derket ser sehneyê û me hew dît ku hatiye kêrkirin. Vê çaxê destê min girt û got: “Ez ji mirinê natirsim, ditirsim bimrim, Diyarbekirê û malbata xwe nebînim.”
Yilmaz Güney û Eyşe Şan di şahiyekê de
Piştî vê yekê Eyşe Şan ji Diyarbekirê diçe û berêberê sêlikên wê derdikevin. 5-6 meh derbas dibin, hunermend Zulkuf Yoldaş tevî Eyşa Şanê li çend bajaran tûrne, konsert û şevbûhêrkan digerîne ku hingê Yilmaz Güney jî beşdarî yek ji wan şevbûhêrkan dibe.
Çûna bo Elmanyayê û navdartirbûna wê
Sala 1972an de serê pêşî ji bo çend konsert û bernameyan diçe Elmanyayê. Eyşa Şan bi sazbendê xwe Evdirehman Kerse re dizewice. Ew li Ewrûpayê, Elmanya, Holanda, Awusturya ji bo gelek konsert û bernameyan derdikeve ser sehneyê, şeş sêlikan derdixe. Eyşe Şan sê sal û nîvan Elmanyayê dimîne. Şan di sala 1975an de bi yekcarî ji Ewrûpa vedigere, Stenbolê bi cih dibe û bi Mustafa Ayhan re dizewice. 13-14 salan bi hev re dijîn. Li ser vê yekê re dayika wê dimre, lê malbata wê nahêle here ser dayika xwe û ew jî vê kilamê çêdike:
Dayik
Dayik qurban ava çemê feratê
Îro dîsa tê ye leme leme
Dayê qurban ji xwe re
Pel li ser pel te têxîne, ser keleme
Hecî xanim îro dîsa dilê min şewitî
Dayika min kete bîra min
De hêstirên çavê min xerîbê
Mîna tava barana biharê
Ji xwe re nesekinîne
Piştî ku ew ji Elmanyayê vedigere, çend salan dev ji stranbêjiyê berdide; lê peyre biryar dide ku here Îraqê. Di sala 1978an de pêwendiyê bi hin nas û dostên xwe re datîne û berê xwe dide Îraqê.
Rojên li Radyoya Bexdayê
Eyşe Şan dema digihêje Radyoya Bexdayê ya Kurdî ev yek ji xebatkarên radyoyê re dibe surprîz. Gelek qedrê wê digrin. Şan diçe mala Sekvan Evdilhekîm, ji ber ku di nav xebatkarên radyoyê de bi tenê ew xwedî mal û zaro ye; heta vedigere ew hevkariya Eyşe Şanê dike. Li gorî gotina Sekvan Evdilhekîm, Eyşe Şan di payîza sala 1978an de li Bexda û başûrê Kurdistanê, li Mûsil, Hewlêr û Duhokê dimîne, gelek bername, şahî û ahengan saz dike. Herweha ew ji aliyê parêzgarê Hewlêrê ve wekî hunermendeke Kurd bi resmî tê dawetkirin. Peyre bi alîkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurd û pêşengiya Evdila Zero li Duhokê li Hola Nûhendra jî konsertekê li dar dixe. Di vê geryana xwe de hevnasî û dostaniya wê û gelek rewşenbîr û hunermendên Kurd çêdibe. Wekî Mihemed Arif Cizirî, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar, Fewziye Mihemed, Resûl Gerdî, Sekvan Evdilhekîm, Bedirxan Sindî û gelek kesên din.
Eyşe Şan Dibe Eyşe Xan
Hunermenda ku li bakur bi navê Eyşe Şan, Eyşana Elî dihate naskirin, başûrê Kurdistanê bi navê Eyşa xan nav û deng dide. Di televîzyona Kerkûkê de stranên wê têne belavkirin, nav û dengê wê bêhtir belav dibe. Eyşe Şan piştî wan rojan vedigere Tirkiyeyê.
Rojên Tirkiyeyê: Bêdengiya wê
Sala 1980an de li Tirkiyeyê derbeya leşkerî hatibû kirin. Wê demê gelek hunermend an revîbûn an jî di zîndanan de bûn. Şerafettîn Elçî, ku wê hingê di hukumetê de wezîr bû kadroyeke memûrtiyê, di daîreya avadaniyê beşa ewraq û qertan de peyda dike û tê de bi cih dike.
Di sala 1991an de, di dema Turgut Ozal de qedexeya li ser zimanê Kurdî heta radeyekê hate hildan. Eyşa Şan jî kasêta xwe ya bi navê: “Werin werin pêşmerge ne’’ derdixe ku li ser Enfala li başûrê Kurdistanê ye. Bi navê “Diyarbekir” û “Newroz” du kasêtên dî derdixe. Piştî vê yekê sala 1993an de dîsa li bajarê Îzmîrê li Navenda Çanda Mezopotamyayê bername û ahengeke qedirgirtinê bo Eyşe Şanê tê gerandin.
Rojên li Îzmîrê: Nexweşî û mirina wê
Kurê Eyşe Şanê Murat Kerse: “Doktorên wê jê re dibêjin heger malzaroka wê hildin tu problem jê re çênabin û jixwe ji ber temenê wê ev yek tu astengan li pêşiya wê çênake. Li gorî Murat Kerse “wê wextê ew her tim nimêj û taeta xwe dike.” Çend salan bi vê nexweşiyê dijî û rojên wê yên dawî jî nêzîkî sê mehan, li nexweşxaneyê û di bin çavdêriya doxtoran de derbas dibin. Di sala 1996an de çûye ser dilovaniya Xwedê. Eyşe Şan wesiyet dike: Dema ku ez çûm ser dilovaniya Xweda, min bibin Diyarbekirê.” Lê ev yeka naçe serî. Piştî 11 salan Hasan Akbal dibeje: “Me xwest gora Eyşe Şanê bibin Diyarbekirê, lêbelê keça wê nehîşt.” Li ser vê yekê Hasan Akbal tê bin çavkirin.
Murat Kerse dibêjê: “Serokê Şaredariya Diyarbekirê Osman Baydemir jî got, em Eyşe Şanê bînin Amedê. Ez naxwazim dayika min ji gorê derxin û bibin Diyarbekirê.” Li ser vê yekê navê Eyşe Şanê didine parkekê.
Sala 2008an de li Dihokê Enstituya Kelepûra Kurdî kilam û stranên Eyşe Şanê di dozde cdyan de top kirine û di wan de 153 stran hene. Ji wan stranan 71 Tirkî, 68 Kurdî, 14 jî Tirkî-Kurdî ne. Ji wan stranan 30 hebên wê Eyşe Şanê bi xwe çêkirine
Dicle Katar Nûbihar, Jimar: 123, Sal: 2013, Bihar
E-mail: info@nubihar.com