Rojhilata Navîn ji kengê de û bi çi awayê bala rojavahiyan kişandiye em nizanin. Herçiqas ên wekê Napolyon û Marco Polo di dema xwe de li gelek ciyê rojhilatê geriyabin jî, ger û keşfên berfire di sedsalên 18 û 19an de bûne. Evana jî, encama şoreşa sanayî ya ku li Îngîltereyê bûn. Lewra pêşveçûyina ji hêla teknîk û teknolojiyê ihtiyaci ya bi bal xam maddeyan zêde kir. Ji ber vê, demek dirêj tenê ji bo sedemên ekonomîk ev keşf û ger hatibin kirin jî, lê piştî wextekî kî milletên rojhilatê ji aliyê çand, ziman û baweriyê ve bala oryantalistan dikşîne. Ev hal jî, bû sedem ku milletê Kurd bê nasîn. Di wê demê de miletê Kurd, herema ku lê dijiyan gelek fire bû[1]. Ji aliyê rojava de kî ji bo çi sedemê (çi ticarî çi mîsyonerî) bihata aliyê rojhilatê, bi Kurda re tekiliyên wan çêdibû.
Ji bilî sedemên ticarî, kesên ku bi awayê misyoner û dîplomat jî li Kurdîstanê mane û li ser Kurda xebat kirine gelek in. Emê li vir li ser van xala bisekinin. Kê li ser Kurda çi xebat kiriye û li kurdolojiyê çi zêde kiriye.
Kurdolojî bi serê xwe beşek fireh e. Di navê de mijarên wek çand, ziman, folklor, dîn, etmolojî, etnografya hene. Evana hemî, di nav komxebata kurdolojiyê de li ser xebat tên kirin. Mixabin li ser zimanê Kurdî di astek zanistî de xebatên baş nehatine kirin. Em dikarin bibêjin ku Kurdolojî gelek virnî ye.
Xebatên ku li ser kurdolojiyê hatine kirin bi xebatên oryantalîstan destpê dike. Li derdora salên 1270-1280 Marco Polo gerek berfireh li Rojhilata Navîn de dike. Bi vî awayî rêya wî di gelek bajarên Kurdan re jî derbas dibe. Bi taybetî behsa kurdên xiristiyan ên ku li çiyayê Mûsulê dijîn dike. Ev behskirin û balkişandina Marco Polo li Kurdistanê dibe sedema xebatên mîsyoneriyê. Yek ji wan kesên ku bi wezifa mîsyoneriyê tê û demek dirêj li Kurdistanê dimîne û li ser zimanê Kurdî xebat dike jî, Maurizio Garzonî ye.
Maurizio Garzonî, di navbera salên 1769-1787an de nêzî hîjdeh salan li bajarê Amediyê, (ku îro di nava sînorê Kurdîstana Başûr de ye) maye. Çawa ku me li jor jî anî ziman, çûyîna Garzonî ya Kurdîstanê bi niyeta mîsyoneriyê bû, lê belê dema ku li wir dimîne li ser zimanê Kurdî xebatên baş dike.
Diroknas Mehrdad İzady di kitêba xwe ya Bir El Kitabı Kürtler de wiha behsa Garzonî dike “Garzonî rahibek Îtalî bû hîjdeh salan li Amediyê maye. Wê demê xebatên li ser Kurdî bi piranî karê mîsyoneran bû. Garzonî bi qasê ku Încîlê wergerîne Kurdî, di Kurdî de pispor bû.” Garzonî di vê deme de li ser çand û zimanê Kurdî gelek agahiyan berhev dike.
Garzonî, vê xebata xwe di sala 1787an de li Îtalyayê çap dike. Kitêb ji du beşan pêk tê. Beşek li ser rêzimanîya Kurdî ye, ya din ferheng e. Ferheng, Îtalî-Kurdî ye û ji nêzê 4.600 peyvan pêk tê. Rêzimaniya Garzonî, li ber asta zimanê Kurdî ku îro tê de ye kêm e, ez vê kêmasiyê ji bo ferhengê jî dikarim bibêjim. Lê belê ji ber ku nêzê dused û bîst sal berê bi destê yekê biyanî ve hatiye nivîsandin, xwediyê qiymetek mezin e. Ev xebata ku beriya dused salî li ser Kurdî hat kirin, ji gelek xebatên kurdolojiyê re bû pêngavek girîng. Ji ber vê di kurdolojiyê de ji Garzonî re “bavê kurdolojiyê” tê gotin.
Xebata Garzonî ji hela yekembûnê de girîng e. Lê belê ew kesên Îtalî bûn û li ser Kurdî xebat kirin tenê ne Garzonî bû, yek ji wan Îtalyanên ku li ser Kurdî xebat dike Alessandro Caletti (1928-1985) ye.
Alessandro Caletti, di salên 1968-1972an ya de çarsal li herema Kurdistanê dimîne. Calettî jî wek Garzonî him li ser rêzimaniyê û hem jî li ser ferhengê xebat dike. Xebata Caletti ji du cildan pêk tê. Cilda yekem ya ku li ser rêzimaniyê ye, di sala 1984an de diqedîne. Lê mixabin cilda dudiyan beriya ku biqedîne wefat dike.
Di wê demê de li Almanyayê jî li ser kurdolojiyê çend xebatên dirokî dihatin kirinê. Prf. Ferdînand Justi demek dirêj li Kurdistana rojhilat li ser zaravayên Kurdî xebat dike. Ferdînand li ser hemû zimanên Îranî lêkolîn dike, lê belê ji ber ku demek dirêj li Urmiyê dimîne zimanê Kurdî gelek bala wî dikşîne. Li ser çanda Kurda jî gelek agahî berbihev dike.
Prf. Ferdînand vê xebata xwe di sala 1880an de bi navê “Kurdisch Gramatik” çap dike.[2] Ferdînand di vê xebatê de ji aliyê etmolojîk ve jî gelek tesbîtên girîng dike. İddîaya Ferdînand ya herî balkêş ew e ku dibêje “Di nava zimanê Îranî de Kurdî zimanek bi serê xwe ye û xwedî ciyek taybet e.”
Demeke dirêj ji ber ku navenda mezheba Katolîk Roma bû, bi wasita xebatên mîsyoneriyê kesên Îtalyanî rojhilatê dinasîn. Lê belê ji ber polîtîka wan a kolonyalîzmê em dikarin bibêjin ku di nava hemû dewletên rojava de yê ku herî munasebeta wan bi milletên rojhilatê re çêbûye Îngîliz in. Bi pirayê hebûna Îngilîza li rojhilatê ji bo berjewendiyê xwe be jî, ji hêla kurdolojiyê ve xebatên ku ji aliyê wan de hatine kirin gelek in. Emê tenê xebatên kul i ser ziman hatiye kirin bi kurtî bisekinin.
Ew kesê ku bi taybetî li ser zimanê Kurdî xebat kiriye, Ely Bamister Soane ye. Soane bi weziya dîplomatîk li Bexdadê û li Duhokê di navbera salên (1904- 1910) de şeş sal dimîne. Di vê demê de zimanê Kurdî bala wî dikşîne û ji bo hînbûna zimanê Kurdî dixebite. Lehçeya Kurmancî baş hîn dibe û li ser Kurmancî xebatên rêzimanî û etmolojîk dike.
Soane, ev xebata ku li ser Kurdî dike di sala 1913an de li Londra bi navê “Gramer Of The Kurmanji”[3] (Rêzimaniya Kurmancî) çap dike. Şeş sal piştê vê xebate Soane li Baxdadê bi navê “ Elementry Kurmanjî Gramer” (Destpêka Rêzimaniya Kurmancî) xebatek din jî dike. Ev herdu xebat jî li Îngîltere ji bo xebatên li ser kurdolojiyê du mînakên girîng in.
Em di vê nivîsa xwe de bi taybetî li ser oryantalîstên yekem ku li ser zimanê Kurdî xebat kirine sekinin. Çawa ku hûn jî dizanin, ji destpêkê heya îro yên ku li ser kordolojiyê xebat kirine gelek in.
Ekrem Malbat Nûbihar, Jimar: 125, Sal: 2013
[1] Şerefxanê Bidlîsî di Şerefnameyê de sînorê Kurdistanê wisa diyar dike: Herema Kurdistanê, ji kêleka okyanusa Hînd ji kendava Hurmuzê heta bajarê Meraş û Meletiyê ye.
[2] Rohat, Kürdoloji Biliminin 200 yıllık Geçmişi, Weşanên Deng, 1987, r. 63.
[3] Rohat, Kürdoloji Biliminin 200 yıllık Geçmişi, Weşanên Deng, 1987, r. 67.
E-mail: info@nubihar.com