Dotmîra wêjeya Kurdî Mestûre Kurdistanî


Dotmîra wêjeya Kurdî  Mestûre Kurdistanî

Rûken Çalıştıran

“Min ew jinem ke le pakî le serûy hemiwan im
Le hemû xêlê jinan da niye kes hawşan im
Le jêr serwênekem da serêke hêjay tac
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im”  [1]
 
 
Ev helbest dor 200 sal berê ji aliyê jinek kurd ve hatiye nivîsîn. Gava ku em li helbestê dinihêrin, jinek xwebawer û serbilind derdikeve holê. Haya wê ji qabiliyetên xwe hene û vê rastiyê eşkere dike. Ev jina bêhempa tenê ne helbestvan bû. Di heman demê de nivîskar û dîroknivîs jî bû. Heta di Rojhilata Navîn de dîrokzana jin a ewilî tê zanîn. Ji ber vî bêguman, wek wê jî gotiye, ew rûsipîtiya dewranê, rûmeta gelê Kurd e. Ev jina behremend Mah Şeref Xanima Kurdistanî ye. Nasnavê wê yê helbestvaniyê Mestûre Kurdistanî ye. Di nav rûpelên wêjeya Kurdî ya klasîk de digel desthilatdariya mêran navê xwe bi pûntoyên girs nivîsiye.

 Gava ez bi dû vê jina jêhatî û serketî ketim ez gelekî xemgîn bûm. Mixabin ji xêynî çend lêkolanan di derbarê Mestûre Xanimê de lêkolan hema hema nehatiye kirin. Li gor agahiyên min bi dest xistin, ez dixwazim bi kurtasî behsa jiyan û berhemên Mestûre Xanimê bikim.

Mah Şeref Xanima Kurdistanî di sala 1804ê de li bajarê Sineyê [2] ji dayik bûye. Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbatek xuyanî û ronakbîr bû, bi huner, zanîst û dîrokê eleqedar dibûn. Dêya wê ji malbata wezîrên Kurdistana Sineyê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbatek desthilatdar bû. Ev hêman di paşerojê de astengê li ser rêya perwerdehiya wê berteref dike. Mestûre Xanim piştî ku digihêje temenê salên perwerdeyiyê bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike. Lewra di wê dewranê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne pêwîst jî bû. Hilawiya Kurdan jî zêde guh nedida xwendina jinan. Lê bavê Mestûre Xanim Ebûl Hesen Beg ji malbatek ronakbîr bû û gorî serdema xwe mirovekî pêşketî bû. Wî gelekî guh daye perwerdekirina keça xwe. Mestûre Xanim çûye koçka parêzgarê Sineyê û bi keçên parêzgar re hatiye perwerdekirin. Li vir hînî zimanê Erebî û Farisî bûye. Ligel vê, ji salên zaroktiyê pê ve çûye pirtûkxaneya parêzgar û li vir ji Xusro Banî Erdelan ders girtiye. Xusro Banî Erdelan serokê pirtûkxaneya parêzgar bû û zanyarekî wêje û dîrokê bû. Li cem mamosteyê xwe wêjeya Farisî, Erebî û fiqha Îslamî xwendiye. Mestûre Xanim di vê heyamê de dest bi ceribandina nivîsa helbestan dike.

Bi parêzgarê Erdelanê Xusrew Xan re zewiciye û ketiye nav vê malbata mezin. Ji xêynî mîrtiya wî, Xusrew Xan hunermend û wêjenas jî bûye. Hunerheziya wî ji Mestûre Xanimê re bûye piştgirî. Wan bi hev re jiyanek geş û xweş domandiye. Mestûre Xanim di vê heyamê de jî xebatên xwe yên li ser dîrok û helbestan berdewam dike.

Di sala 1834ê de hezkiriyê Mestûre Xanim Xusrew Xan di sih saliya xwe de miriye. Rewşa jiyana Mestûre Xanim bi vê bûyerê ser û binî bûye. Rojên geş qediyane cihê xwe dane rojên reş û tarî. Mestûre Xanim pir bedbext bûye û ketiye valatiyek mezin, berê xwe daye nivîsandinê. Bi saya nivîsa helbestan bêhna wê fireh bûye û dilê wê yê neçar aşt bûye. Helbestên xwe piranî di vê demê de nivîsandine. Ez dixwazim beşek ji helbestek Mestûre Xanimê ku li ser mêrê xwe Xusrew Xan û dilêşiya mirina wî nivîsiye derpêş bikim. Di helbestê wiha dibêje:
Xusrew wehar en, Xusrew wehar en
Kor bam ce dîde feslê wehar en
Mevsîm cilûs gul gulzar en
...
Ûmîd we hezret danay bî çûn bû
Pezî nakamît dinya nigûn bû
(Mestûre)! kor bay xeyalet xamen
Xesrewt destan we bend û damen [3] [4]
 
Bêguman hûn jî dibînin ku mirina Xusrew Xan bandorek wêranker li ser Mestûre Xanimê kiriye û bûye mijara helbesta wê.

Mestûre piraniya helbestên xwe bi Kurdiya zaraveyê Goranî nivîsandine. Bi zimanê Farisî û zaraveyê Soranî jî helbestên wê hene . Li gor Mîrza Elî Ekber dîwana Mestûre ji bîst hezar helbestan pêk hatiye. Lê ji van helbestan qasî du hezarî dest ketiye. Di sala 1887ê de helbestên Mestûre Xanimê yên Farisî bi navê ”Dîwan-ı Mahşeref Hanım Kurdistanî” ji aliyê Yahiya Marîfet ve têne çapkirin.

Mîrza Elî Ekber li ser Dîwana Mestûre Xanimê wiha dibêje: ”Ew di zanist, huner, xweşnivîsî, vehûnandin û helbestkariyê de bêhempa ye. Wê, nêzikî bîst hezar helbest vehûnandine ku yek ji ya din xweştir û keşînertir e.”

 Feqî Huseyn Sağniç der barê helbestên Mestûre Xanimê de wiha dibêje: ”Helbestên Mestûre Xanimê bêhempa ne. Ger mirov helbestên wê bide ber helbestên helbestkarên serkeftî û berz ên Kurd ên wekî Mîrza Şerîfî, Xana û Elmas Xanê û wan miqayîse bike bêguman heke helbestên Mestûreyê ji yên wan berztir, şîrîntir, xweştir û keşînetir nebe ji wan kêmtir jî nîn e.”

Mestûre Xanimê peyitandiye ku helbestvan û zanyarên di nav klasîkên Kurdî de tên zanîn, ne tenê mêr in, di heman demê de yên jin jî di navbera wan de hene û derfet di destê wan de hebe ew ê jî wekî helbestvan û zanyarên din ên mêr serfiraz bibin.
Mestûre Xanimê di heman demê de dest bi nivîsandina dîroka binemala Erdelanê jî kiriye. Dîroka mîrgeha Erdelan li dor hezar salî dom kiriye. Ji ber vê nivîsandina wê ne tiştekî hêsan bû û xebatek hûrgilî dixwest. Mestûre Xanim ji mêj ve gelek pirtûkên li ser dîrokê xwendibûn. Gelek agahî û serpêhatî ji bavê xwe, ji mamostê xwe û ji Xusrew Xan bihîstîbûn. Beriya ku dest bi nivîsa dîroka binemala Erdelanê bike demeke dirêj lêkolînên girîng kirine û gelek agahî berhev kirine. Piştî vê xebata dijwar berhemek hêja derdikeve holê. Ev berhem, agahiyên ji damezirandinê heta hilweşandina mîrgeha Erdelanê yên dîrokî vedihewîne û bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.

Ev berhema wê ya dîrokî, piştî damezirandina Komara Kurdistan a Mehabadê, di sala 1920î de li Sineyê ji aliyê zanyarê Kurd Nasir Azadpûr ve bi navê “Dîroka Ardêlan” tê çapkirin. Nasir Azadpûr, di pêşgotina pirtûkê de wiha dinivîse: “Peydabûna jineke wisan xwendî di civaka misilmanî de, tiştek e ku nayê bawerkirin.’’

Ev berhem di dîroka Erdelanê çavkaniyek serekî ye û di dîroka cîhanê de cihekî gelek girîng diyarî Mestûre Xanimê dike. Di Rojhilata Navîn de dibe dîroknasa jin a ewilî. Mestûre Xanim bi vê taybetmendiyê bala zanyarên biyanî jî dikişîne. Dîroknasa Rûs Yêvgêniya Vasîlêva ku pêncî sal e li ser dîroka Kurdan nemaze li ser dîroka Kurdên rojhilatê lêkolîn dike, pirtûka wê ya “Dîroka Ardêlan” werdigerîne zimanê Rûsî û di sala 1990î de li ser Mestûre Xanim bi navê “Max Şeref-Xanim Kurdistanî” pirtûkekê dinivîse û li Moskovê çap dike. Vasîlêva di pêşgotina pirtûkê de diyar dike ku di dîroknivîsa wê de bi qasî jîrahiya wê statûya wê ya civakî jî rolek girîng lîstiye û Mestûre bi tenê ne di serdema xwe de di nav portreyên dîroka Kurdistanê yên jin de jî kesek rengîn û terwende ye.

Ji xêynî herdu berhemên wê ku me li jor behsa wan kir, berhemeke wê ya din jî heye. Li gor agahiyan, ev berhem li ser rêz û rêçikên îslamê ye. Bi zimanê Farisî hatiyê nivîsîn. Nivîskar Azad Zal ji bo vê berhemê wiha dibêje: ”Kîjan jin e ku wê hêzê di xwe de bibîne, li ser olê kûr bibe û di ola îslamê de şerhê bike, ji ber vê cihê xwe di nava alim û rêzanên îslamê de bi jinanî bigire... ”

Ji mirina Xusrew Xan sê sal piştre di 1847ê de desthilatdariya mîrgehê dikeve destê Xusrew Xan Gurcî. Bi vê bûyerê rewşa Erdelanê diguhere, êdî li Sineyê cih ji Mestûre Xanim ê re namîne. Mestûre teva hin kesên ji endamên malbata Banî Erdelan koçber bûye û çûye mîrgeha Baban bajarê Silemaniyê û heta dawiya temenê xwe li vir jiyaye. Ev hunermenda nemir di çil û sê saliya xwe de di 1847an de çûye ser heqiya xwe.

Mestûre Xanim ji malbatek ronakbîr û hunerhêz dihat û bûye bûka parêzgarê Erdelanê, lê ev nayê vê wateyê ku Mestûre Xanim hew saya van derfetan pêş ketiye û bûye Mestûre Kurdistanî, lewre gelek jinên torin ên mîna wê xwe li vî karî ranekişandiye. Afîrînerî, jîrayî û hêrsa fêrbûnê jî di serfirazbûna wê de bandoreke girîng kiriye. Mestûre bi dîroknasên navdar ên li ser mîrgeha Erdelanê berhem afirandiye yên wekî Muhammet Şerif Qazî, Xusref Îbnî Muhammed, Mîrza Alî Ekber re tê nasîn. Helbestvanê mîna Nalî di bin bandora wê de maye. Navê wê di çavkaniyên biyanî de tevî şeş dîroknasên Kurd ên ku li ser eşîrên Kurdan lêkolîn kirine yên mîna Şerefxanê Bedlîsî tê bibîranîn.
Evê jina piralî û nirxdar sê berhemên hêja li dewsa xwe hiştine. Di nav rûpelên wêjeya Kurdî de navê xwe bi pûntoyên girs ên zêrîn nivîsandiye û bûye dotmîra wêjeya Kurdî.
Wek Tosinê Reşîd jî dibêje, serê wê hêjayî tacê bû.
 

Rûken Çalıştıran
Nûbihar, Jimar: 117, Sal: 2011

 
TÊBINÎ:
[1] Mah Şeref xanima Kurdis­tanî
[2] Carina Sinedij an jî Senendec bajarekî li rojhilatê Kurdistanê ye.
[3] Ev helbest ji pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyn Sağniç hatiye wergirtin.
[4] Wate: ’’Ey Xusrew! Ya Xweda bila çavên min kor bin ku tu ne li vir î, va werz û demsala biharê ye û çaxê vebûna gul û geşbûna gulzaran e.
...
Hêviya min ji Xwedayê mezin ew e ku dinya têk biçe ji ber vê nakamî û bêhêvîtiyê. Ey (Mestûre)! bila tu kor bibi, xeyala te xave û Xusrewê te niha di gorê de hatiye bend û asteng kirin. ’’
Ev wateya helbestê ji pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyn Sağniç hatiye wergirtin
 
ÇAVKANÎ:
Adak, Abdurrahman, Erdelanlı Kadın Bir Saray Şairi: Mestûre Mahşeref Hanım, Uluslararası Kürt Kadını Kongresi Bildirileri, Hakkari Üniversitesi Yay. Hakkari 2011.
Rahmi Yağmur /Mamed Mustafayev, Kürt Tarih Yazarlığı ve Erdalan Okulu www. gelawej.net, 31 Ağustos 2011
Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol, 1992
Tosinê Reşîd, Mestûre, Amed, 2010
Zekî Beg, M. Emîn, Kürt ve Kürdistan Ünlülerî, Sweden, 1998
Zekî Beg, Mehemed Emîn, Kurtiyek ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan Ji Destpêkirina Mêjûwê Tanî vê Rojê, Werger: Dr. M. S. Cuma.
 
 
 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook