Ehmedê Xanî muzîk, armonî û nîzam


Ehmedê Xanî muzîk, armonî û nîzam

Cengîz Mamo

Feylezof, fikirmend û ramangeh Ehmedê Xanî di berhema xwe ya nemir Mem û Zînê de bi zimanekî wêjekarî û bi mejûyekî civakî û bi bang û qêrîneke bi zimanekî şiêr hizra xwe digihîne ruh û giyana me. Ramangehê mezin Xanî dema berhema xwe ya nemir û abadîn ava kir xwest ku nîzamekê bide civaka me Kurd û li ser vê nîzamê xwest tifaqeke ava bike û bide çêkirin û xwest li ser vê avadanî û çêkirinê ruh û giyanekê bide civaka me Kurdan û dîsa sêwirmanê hêja Xanî li ser hîmeke civakî ye û angaştkarê mezin û hêja xwest bi sembol, nîşan û karekteran peyam, şîret û hişyariyê bide civak û komela me Kurdan. Jixwe Ehmedê Xanî dema sêwirandina xwe ava kir wî xwest civak û komela xwe hemû bi motîv û metaryalên Kurdistanî ava bike û bingeha xwe ji civaka Kurdistanî bistîne û ji ber evan tiştana Xanî her dem û her car komelparêz e.

Dema em seydayê mezin xwediyê destan û berhema xwe ye nemir û abadîn a Mem û Zînê dixwînin, em dibînin ku Xanî li pey tifaqeke Kurdan e û ew dixwaze ev tifaqa Kurdan bi civak û Kurdistanî û Kurdewarî bixemilîne. Dîsa zanyar, feylezof, fikirmend, civaknas, niştimanperwer, civakparêz mi­rovparêz Şêx Ehmedê Xanî li cîhanê û gerdûnê û feyzê û li civak û mirovahiyê tevayî dinêre û dinirxîne, wî tu car diyarde bi yek yek nexist dest û nenirxand; wî bi nêrîneke tevahîkar û berhevkar li cîhan û gerdûn û civakê nerî û xwest ku li gor pîvanê tevahîkar tevbigere û ji ber van tiştina dema sêwirandina xwe ava kir xwest di hundir vê avahiyê civakeke yekdest û tifaqî biçêrisîne û li gor ruh û giyana vê civakê an jî ruh û giyana vê civakê bi armoniyek û bi dengekî dengbêjkarî û bi mûzîk û ahengek Kurd û Kurdistanî disiplîne bike û nîzameke Kurdewarî derxîne pêş.

Weke çawan feylezofê Alman ê navdar Hegel yekdestiya gelê Alman di mejiyekî yekgirtî de dîtiye û weke çawa feylezof Hobbes di berhema xwe ye navdar Levîathan de gotiye, “Yekitiya civakê di hêzbûn, xurtbûn û li derdor û berhevbûna desthilatdariyê dîtiye” û weke çawa xwediyê îdealîzmê feylezofê Yewnan yekitiya civak û gelê Yewnan di tifaqekê dîtiye û gotiye -ji bo civakek yekdest bê avakirin divê zîhn û mejiyê mirov paqij be û ji bo rastî û qenciyê amade be, lê li hêla din jî ji bo mejî û zihnên paqij gerek bedena mirov jîrek û mahir be û xurt be û ji ber vê yekê gerek civak û komel bi nîzamekê perwerde û hînbûna jîmnastîk û muzîk û armonî û ahenga evan tiştana bê disîplînekirin- her weha xwediyê berhema xwe ya netewî û nemir Ehmedê Xanî jî di Mem û Zîna xwe de gelek caran dixwaze bi xemlên Kurdistanî û bi armoniyeke Kurdewarî civakê bîne ber nîr û nîzamekê.

Xanî dixwaze bi ahenga sema, govend û bêrîteyê bangî kesayetan bike û evan kesayetan bi armonî û ahenga muzîkê û bi geş û tevgera muzîkê tevlî tifaqeke civakî bike. Li gor Xanî ruhê mirov bi pênûsa xwe ya pîroz û bi hibra xwe ya derman dirijê ser giyana me û dibêje: Cihê sema, govend û bêrîte lê hebe li wê derê tifaqî û ruhekî ahengî û tevahîkar heye. Xanî dixwaze bi giyanekî viyan bangî kesayetan bike û me weke kesaye bi -reqsê- ji xwe derxîne nav civakê û wan jî tevlî govend, sema û bêrîteyê bike û bi van mudaxeleyên xwe yên civakî, komela xwe bike yekdest.

hin mest û hinek dikir di bengî
xwenende û bezlego û çengî
her bengî û serxweşê di bohtan
têk hatine çerx û baz û lotan
bêrîte sema û saz û govend
şîrîn û şekerleb û şekerxend
ezra û rewal û bikr û murdan
horî û melek û perî û wîldan        
 

Fikirmend û ramanwarê mezin û hêja û bêhempa Ehmedê Xanî dixwaze bi bikaranîn û şuxilandina armonî û muzîkê ahengeke Kurdistanî pif ke giyana me û nîzameke Kurdewarî radestî mejiyê me dike. Seydayê mezin xwediyê destana netewî û a nemir û abadîn Mem û Zîn  bi vê huner û hunermendiya xwe ya bêhempa dersê dide me Kurdan û ji ber vê yekê em jê re dibêjin seyda…

Dema em berhema zanyarê mezin Mem û Zînê dixwînin, em di gelek merhele û qonaxan re derbas dibin û em merhela armonî û muzîka Kurdewarî jî yek ji wan e û em bi van qonoxan ku Xanî di Mem û Zîna xwe de ava kiriye, şad dibin û em digihêjin tameke xweş. Xanî di berhema xwe ya nemir Mem û Zînê de bîst û heft meqamên muzîkê bi kar aniye û bîst û du amûr û haletên muzîkê şixulandiye û daye xebitandin. Weke em lê dinêrin hîn jî li ax û welatê Kurdan û Kurdistanê ev meqam û halet û amûrên mûzîkê tên şuxilandin û bikaranîn. Fikirmend û zanyarê mezin Xanî di Mem û Zîna xwe de xwest ku xwe bigihîne ruh û giyana me. Weke hûn jî dizanin muzîk û armonî û ahenga muzîkê cewhera giyana kesayet û mirovan e. Xanî van tiştan baş dizane û xweş dahûrandiye û li gor van pîvanan dixwaze bi ahengek û armoniyake Kurdistanî civakê têxe nîzameke tifaqî û dixwaze bi muzîk û armoniyeke Kurdewar giyaneke û komeleyeke Kurdistanî ava bike. Ala ku Xanî bi peyv û hevokên netewî û niştimanî xemilandiye emê hîn bêtir bi jorde pêl bikin…


Cengîz Mamo
Nûbihar, Jimar: 119, Sal: 2012, Bihar

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook