Di romanên Halîde Edîp Adivar de Kurd


Di romanên Halîde Edîp Adivar  de Kurd

Mehmed Emîn

Halîde Edîp Adivar (1882-1964) nivîskareke navdar a Tirk e. Perwerdehiyeke rind dîtiye. Di dagirkirina Îzmîrê de li mîtîngên Siltanahmedê bi xeberdanên xwe dengê xwe dibihîzîne. Di rojnameya Tanînê de cara ewil nivîsên wê tên belavkirin. Li Tirkiyeyê û li welatên din, di nêzîkî sih-çil kovar û rojnameyan de nivîsên wê tên weşandin. Li Îngilistan, Amerîkan, Hîndistanê ji kovar û rojnameyên wek The Nation, The Times, The Foreign Affairs, The Review, The Open Court re nivîsên xwe dişîne.[1] Di serî de ew welatên li jor navê wan derbasbû û li gelek cihên din tevlî rûniştin, semîner, panel, sempozyuman dibe. Têkiliyên baş bi kesên Îngilistanê re çêdike. Dema şerê Yûnan û Tirkan diçe qadên şer. Wê demê û çend salên piştî şer navbera wê û mêrê wê Adnan Adivar bi Ataturk re baş be jî, ev pir nadome û mecbûr dimînin ku welat biterikînin. Beriya avakirina Komara Tirkiyeyê jî têkiliyên wê bi Partiya Îttîhad û Tereqqiyê re rind bûn û di bîranînên xwe de qala xebatên xwe yên dema desthilatdariya wan dike. Bi taybet jî ji aliyê perwedehiyê ve roleke girîng dilîze.

Ev nivîskar û hevserê wê, dema komar ava bû, ji ber liv û tevgerên wan, mecbûr dimînin ji Tirkiyeyê birevin. Heta mirina Ataturk jî nikarin vegerin. Ji bo ku giringiya wê baş bê fêmkirin em dikarin guh bidin Ahmet Hamdî Tanpinar. Tanpinar di dîroka edebiyata Tirkan a nû de, bi taybetî bi berhemên xwe yên derheqê edebiyatê de di qada xwe de mamosteyekî mamosteyan, mamosteyekî heta îro jî fikr û ramanên wî her dem wek nêrînên herî giranbuha hatine dîtin, derheqê Halîde Edîp Adivar de vana dibêje: “Di navbera salên 1908-1920an de Halide Edîp bi tena serê xwe romanên nû ên Tirk temsil dike.”[2] Ev hevok cihê Halîde Edîp, di dîroka edebiyata Tirk de radixe ber çavan.

Gava li berhemên Halîde Edîp tê mêzekirin, tê dîtin ku ew di sê romanên xwe de qala Kurdan dike. Lê divê ev jî bê gotin ku, di vanan de mijara sereke Kurd nîn e. Lê bi taybetî, di “Zeyno’nun Oğlu” de giraniyek erdnigarî û lehengên Kurdan di romanê de heye. Ji vana ya yekemîn romana bi navê “Yenî Turan” e. Di vê berhemê de, bi çavê Îttîhatvanan li mijara Kurdan dinêre û zêde li ser nasekine. Di pirtûkê de bi çavê nijadperestiya Îttîhatvanên Tirk li pisrgirêkên Osmaniyan, dewletê û civakê dinêre.
Xencî Yenî Turan, herdu pir­tûkên ku li ser Kurdan disekine Kalb Ağrısı û Zeyno’nun Oğlu ne. Kalb Ağrısı di sala 1924an de berê di rojnameya Vakît de tefrîka dibe, bi dû re jî di nav wê salê de cara yekemîn çap dibe.[3]
Roman li Stenbolê dest pê dike. Lehenga romanê ya sereke keçek navê wê Zeyno ye. Bavê Zeyno bijîşk e. Keça xwe baş perwerde kiriye. Keçik bîstûpênc salî ye, dixwîne û dinivîse. Bi xwe bawer e. Bi xortekî mîna xwe zana, xwedî fikr û raman re destgirtî ye. Destgirtiyê wê Dr. Safvet jî bijîşk e.

Hesen, serbazek e. Li Diyar­bekrê, Çanaqalê di nav ordiyê de dimîne, şer dike. Bi dû re tê Stenbolê. Ew, merivê hevala Zeyno, Azîzeyê ye. Ji Anatoliyê teze hatiye. Nêzîkî sih salî ye û dilê Azîzeyê ketiye wî. Ji bo vegera wî a Stenbolê, Azîze partiyekê dide/şahiyekê li dar dixe, Hesen ji şahiyan hez nake, ji bo­ vê jî tev li şahiya ji bo wî hatiye organîzekirin nabe. Ev, Azîzeyê xemgîn dike. Piştî ku şahî xilas dibe, ji bo ber dilê Azîzeyê bide, diçe mala wan. Li vir cara ewil bi Zeyno re rû bi rû dimînin/dibe û dilê wî dikeve Zeyno. Lê Azîze bi eşqeke pir mezin ji Hesen hez dike. Zeyno jî vê rewşê dizane. Lê ew jî ji Hesen hez dike. Azîze, gava vê hîn dibe, dixwaze xwe bikuje, lê masîvan wê ji behrê derdixin. Bijîşk dibêjin ger ew bi Hesen re nezewice, ew ê bimre. Hesen jî poşman dibe, ji halê wê xwe sûcdar dibîne û biryarê dide ku bi wê re bizewice. Lê nexweşiya Azîzeyê her diçe xirab dibe. Mecbûr dibin ku wê bibin Viyanayê. Li wir Azîze hemîle dimîne û keçikekê tîne dinê û dimire. Di vê navberê de Zeyno jî li Stenbolê bi fermandarekî hevalê bavê xwe re dizewice.

Zeyno’nun Oğlu dewama Kalb Ağrısı ye. Di sala 1926an de di rojnameya Vakît de tê tefrîkakirin, lê ev tefrîka nîvî dimîne. Piştî neh mehan di heman rojnameyê de tefrîka dikin û salek şûnde jî (sala 1928an) wek pirtûk tê çapkirin.[4] Em dikarin vê pirtûkê wek beşa duyemîn bi nav bikin. Roman li Stenbolê dest pê dike. Zabît Hesen Beg emir hildaye di nav demeke kin de here Diyarbekrê. Mêrê Zeyno jî berê çûye wir. Jina qeymeqamê Diyarbekrê û keça wî, Dr. Safvet jî, her yek ji ber sedemeke cûda diçin Diyarbekrê. Mirov dikare bêje, sahne û dekor diguherin, lê lehengên sereke dîsa li ser rola xwe ne.

Nêzîkî deh-donzdeh sal berê, gava Zabît Hesen û Mîralay Muh­sîn li Diyarbekrê li ser erkê bûn, bûyerek diqewime. Keçeke Kurd, ku hemû zabît jê re dibêjin xox(şeftalî)a Kurd, bi diya xwe re li ordigehê şuştin û temîzkirina çek û odayên Mîralay Muhsîn û zabîtan dike. Ev keçik bi Kurdekî re destgirtî ye. Di romanê de wek Zeynoya Kurd hatiye binavkirin. Dilê vê keçikê dikeve Hesen û şevekê bi wî re dikeve têkiliyê û jê hemîle dimîne. Diya keçikê diçe rewşê ji Mîralay Muhsîn re dibêjê lê, Muhsîn Beg guh nade diya keçikê. Piştî vê jî destgirtiyê keçikê dixwaze di ordîgêhê de Hesen bikuje, lê tê girtin. Mîralay vê bûyerê di rê de ji Hesen re dibêje. Muhsîn û Hesen, roja din ji Diyarbekrê dertên û diçin şerê Çanaqeleyê.
Ji têkiliya Hesen û Zeynoya Kurd şûnde, keçik ducanî dimîne. Destgirtiyê wê tê girtin. Hevalê destgirtiyê wê, Remezan, çav xistiye/berdaye Zeyno. Gava hevalê wî tê girtin, bi diya keçikê re diaxive û bo ku keçik bi wî re bizewice, jinikê îkna dike. Lê haya wî ji hemîlebûna Zeyno nîn e.

Remezan, Zeyno û diya wê hildide dibe gundekî Diyarbekrê. Li wir hinekî dimîne, erd û erazî dikire. Tirkmenekî ji navçeya Kemahê (Ezircanê) li wî gundî bi cî bûye ji xwe re dike hevpar. Mal, milk û malbata xwe emanetî wî dike, bi behaneya ticariyê diçe Erziromê. Li wir wek êsîr dikeve destê Ûrisan. Çend salan piştî esaretê, vedigere gund. Dibîne ku, Zeyno lawek aniye dinê. Lê dibê, lawik naşibe min, û hem li lawik hem jî li Zeyno û diya wê zilmê dike. Gund ji wan re dike dojeh. Lawik jî ji malê davêje. (Navê lawik Zeyno daniye Hesen, lê jê re dibejin Haso) Mêrikê Tirkmen ji Haso pir hez dike. Wî hildide mala xwe, lê xwedî derdikeve. Haso ji hespan pir hez dike. Li cem vî Tirkmenî li hespan mêze dike, wan tîmar dike. Tirkmen dibîne ku lawik ji hespan pir hez dike û rind siwar dibe, Haso dixe pêşbirkeke hespan. Di vir de Haso yekemîn derdikeve. Ev rewş, wî dixe çavê şêxekî Kurd. Şêx, wî hildide hîmaya xwe û perwerde dike. Di vê navberê de Mîralay Muhsîn li Diyarbekrê mala Şêx ji xwe re kirê dike. Em ji romanê hîn dibin ku ev şêx, amadekariya serhildanekê dike. Haso û diya wî jî dişîne mala Mîralay Muhsîn, ji bo cesûsiyê. Zeynoya Stenbolî, li mala şêx bi cih dibe. Haso, bala wê dikişîne. Pê re dikeve têkiliyê. Ji vî zarokî hez dike. Serbaz Hesen jî demek şûnde hîn dibe ku ev lawik lawê wî yê ji Zeynoya Kurd e. Di dawiyê de serhildana şêx tê tepisandin, Stenbolî jî vedigerin Stenbolê.

Heta niha me her du pirtûk puxte kir. Niha em ê bên mijara sereke. Gelo bi çi çavî li Kurdan tê mêzekirin, çawa nêzîkî wan dibe?

Pirtûka yekemîn a bi navê Kalb Ağrısı em bi dest bikin. Di rûpela pêncemîn de em ji vê hevoka gotyar agahdar dibin: “Navê keçikê Zeyno bû, ji ber ku bavê diya wê Kurd bû.” û hinek taybetmendiyên kesayeta wê ji kalikê wî dihatin, bavê wê ev nav lê daniye. Lê tu têkiliya wê bi Kurdan an jî Kurdî re tune. Gava bi serbaz Hesen re cara yekemîn rastî hev tên û navê Zeyno dibihîze, metel dimîne, dibêje: “Allah Allah, divê hûn ciwaneke Kurd bin.” Li ser vê hevokê Zeyno wiha bersivê dide: “Na, ciwaneke Tirk a xwedî xwîna Kurdan im.”[5] Di romanê de qala kilameke Kurdî tê kirin. Wek leitmotifekê ev kilam di her du romanan de jî gelek caran derdikeve pêşiya xwendevanan. Serbaz Hesen, gava li Diyarbekrê ye, ev kilam hîn bûye. Rojekê ji Beyogliya Stenbolê ji şahiyekê vedigerin mala Azîzeyê. Li wir Hesen dixwaze bi piyanoyê kilamê lêxe, bi Kurdî kilamê dibêje: “Hey Zeyno Zeyno”. Wê demê Dr. Safvet û Zeyno dikevin odeya ku Hesen tê de ye û kilama Hesen digot dibîhîzin. Dr. Safvet berê xwe dide Hesen û dibêje: “Kilama barkêşan a çil salan we çi xweş û çi wek tiştekî nû got, Hesen Beg.”[6] Di vê gotinê de mirandin, biçûkxistina kilama Kurdî dertê pêş. Wek me li jorê jî got, ev kilam di pritûkê de leitmotifek e. Heta dawiya romana duyemîn jî ev leitmotif derdikeve hemberî xwendevanan. Mirov dikare bêje ku ev kilam wek bengawaziya Zeyno ya Kurd e, di berheman de olan dide.

Xêncî van herdu mînakan jî, li hemberî Kurdan nêrînên neyênî pir caran derdikevin pêş. Mesela, gava serbaz Hesen li Diyarbekrê bi keçikê re dikeve nav têkiliyê, helwesta wî ya li hember Zeyno ya Kurd, pir bi helwesteke biçûkxistî ye. Gava keçik hemîle dimîne, Mîralay Muhsîn diya keçikê bi derewkariyê tawanbar dike. Hesen, ji bo nexweşiya Azîzeyê diçe Viyanayê, li wir bi keçikeke cihû re dikeve nav têkiliyê. Carekê ji keçika cihû re behsa rojboriyên xwe dike, qesta Zeyno ya Kurd û Amedê dike û hevokeke wiha dibêje: “Di memleketekî mechûl de, di nav mirovên nîvhov de dibe ku zarekî min mabûbe.”[7] Serbaz Hesen li cem keçika cihû û cem Zeyno ya Stenbolî Zeynoya Kurd tîne bîra xwe; dîsa Mîralay Muhsîn jî gava navê Hesen Beg dibihîze, bûyerên Amedê tên bîra wî, Zeynoya Kurd dertê pêş.

Di pirtûka duyemîn de welatê Kurdan û Kurd li ser dikê ne; lê mixabin di roleke erênî de nîn in. Her çend bûyerên pirtûka duyemîn li Stenbolê dest bikin jî, lehengên romanê, her yek ji sedemeke cûda diçin Amedê û serpêhatiyên vir dertên pêş.
Li welatê Kurdan qala gundekî Amedê dike. Li vî gundî nîvî gundiyan Kurd, nîvî Tirk in. Gundî, wek însanên dij mirovahiyê/necamêr hatine tasvîrkirin. Mirov dikare bêje ku, kesên li vir ji xêncî Tirkmenê Kemahî, tu kes bi erênî nehatiye tasvîrkirin. Remezan, Şêx[8], mirovên şêx, Zeyno û diya wê, destgirtiyê Zeyno yê berê, gişt Kurd in; û ev kes bi nêrînên neyînî anîne ziman. Di herdu romanan de Remezan yekî ji mirovatiyê dûr e, Şêx xayînek e, mirovên şêx durû ne. Nivîskar di nav bûyeran de ev tişt wer hûnandiye, xwendevan bi çavê xwediyê berhemê li lehengan, bûyeran û erdnigariyê mêze dike. Ji bo ku hunermend di hunera xwe de xwedî helwestek e, em jî di neynika nivîskar de çi dixuye wana dibînin, dinirxînin. Lê mixabin, di neynika Halîde Edîp de qet tiştekî rind neketiye para Kurdan. Bi ser devê lehengan Kurd hov in, welatê wan jî diyarê hovîtiyê ye. Jina qeymeqam mîsyonekê li xwe bar dike. Dibê ez ê van mirovên hov û welatê hovîtî, beyabaniyê derxim asta hemdemiyê. Rêbazên wê jî dans, balo, vexwarinên bi alkol, bi tarza Ewrûpiyan rabûn û rûniştin, lixwekirin e. Nivîskar, bi alîkariya gotyarê xwe qerfên xwe pê dike.

Di herdu romanan de tiştekî balkêş û leîtmatîfîk jî bikaranîna rengê çavan e. Rengê çavên Haso û serbaz Hesen wek hev in. Mîna rengê hingivê ne. Bi çendîn çar çavê Haso tê bikaranîn. Bi vî şiklî xwendevan tê amadekirin ku ew lawê zabît Hesen e. Mesela çavên diya Zeynoya Stenbolî, ên Şêx, Remezan, Zeynoya Diyarbekrî reş in. Reş rengê neyîniyê ye. Xirabiyê tîne hişê mirov. Rengê çavên lehengên din rengî ne: Hesen Beg û Haso rengê hingivê; Muazzez, Azîze, Mîralay Muhsîn, Şaban, leşkerê ku gava Hesen ji bo îzna xwe dirêj ke ji Viyanayê vedigere wî pêşwazî dike xwediyê çavên bi rengê hêşîn in. Çavên keçika cihû rengê tîr ên xweş in. Keçika ku di operayê de di rola Karmen de ye, xwedî çavên kesk in. Azîze vê napejirîne û dibêje yeka wek Karmen divê bi çavên reş be. Ji ber ku, ev karektereke hov e û reş jî rengê hovitiyê ye. Di vê rexneya Azîzeyê de em nêrîna nivîskar dibînin. Ji ber vê jî ji bo Kurdan çavên reş hatine hilbijartin.

Tenê bi rengê çavan na, bi sifatên ku ji bo lehengan hatiye hilbijartin jî vê cudahiyê radixe ber çavan. Peyvên ji bo Kurdan hatine bikaranîn pir balkêş in. Mesela çend mînak weha ne: Ji bo Remezan: “poz eylo”, “êrîşker”, “xwedî tebîeteke hov”, “mîna kûçikan diqêre”, “mîna kûçikên harbûyî dike xirînî”, “wek kûçikekî harbûyî”, “ji meran zêdetir pelos”, hwd. Ji bo Haso “mexlûqet kêm tê dîtin”, “tûle”, “çêjika heywanan”, “bi dozîna mexlûqên seretayî”, “çêjîka guran a ji agir direve”, “fenek, kûçik, çêjika berazan”, “pîkekî harbûyî”, “masî”, “cehniyê birîndar”, “rovî”, “çêjikê rovî”, “çêjikeke heywanan a xitimandiye qefesekî”, “çêjikê kûze”, “heywanekî ziyandar” hwd. Ji bo Zeynoya Diyarbekrî, “mih”, “çêlek”, “ga”, “dewar”, “deveya kovî”, “mexlûqeke seretayî”, “şabûna wek heywanan”, “wek nankor û heywanan”, hwd. Bi van sifatan jî tê dîtin ku Halîde Edîp bi kîjan çavî li Kurdan mêze dike. Gava mirov li lehengên romanê yên din dinêre, tê dîtin ku xêncî diya Mazlûmê, ji tu kesî re ev sifat nehatine bikaranîn. Wê jî dişibîne teyrê tawis. Lê lehengên Kurd hema her carê dişibîne heywanan û bi vî awayî wana li ber çavê xwendevanan reş dike. Rê jî rava dide û dibêje, ger ew jî wek Tirkên Stenbolê bin, dê ji vê rewşa xirab rizgar bibin, bigihîjin aramiyê. Wek mînak jî Haso, Zeynoya Diyarbekrî û diya wê û Şaban dibin Stenbolê, bi vî awayî ev kes digihîjin dilşadiyê. “Zeynonun Oğlu” bi sahneyên li Stenbolê, di nav bextewariyê de bi dawî dibe.

Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku ev roman ji bo rewşa Kurdan rexne bikin û ser­hildanên Kurdan reş bikin, polîtîkayên dewletê ên tund û asîmîlîlasyonîst rewa bidin nî­şandan hatine nivîsîn. Û ecêb jî, wê demê navbera rayedarên dewletê û ya Halîde Edîp xirab e. Ji welat direve derve, heta Ataturk dimre jî nikare vegere. Lê ew dîsa jî di riya polîtîkayên dewletê ên qirêj de berheman dide.

Mehmed Emîn
Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz
 


[1]      Ji bo jiyan, berhem û ramanên wê binêrin: Prof. Dr. İnci Enginün, Halide Edip Adıvar’ın Eserlerinde Doğu-Batı Meselesi, Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları, İstanbul 1995./Nazan Bekiroğlu, Halide Edip Adıvar, Şule Yayınları, İstanbul 1999/Ayşe Durakbaşa, Halide Edib/Türk Modernleşmesi ve Feminizm, İletişim Yayınları, İstanbul 2002 (2. Baskı)./İpek Çalışlar, Halide Edip-Biyografisine Sığmayan Kadın, Everest Yayınları, İstanbul 2011(2. Baskı).
[2]      Ahmet Hamdi Tanpınar, “Türk Edebiyatında Cereyanlar”, Edebiyat Üzerine Makaleler, Dergâh Ya­yınları, İstanbul 2000 (Altıncı Baskı).
[3]      Bi tîpên Erebî li Stebolê, ji aliyê matbaaya Vakîtê ve tê çapkirin û ji 474 rûpelan pêk tê. Me ji bo vê nivîsê ji vê çapa yekemîn sûd girt.
[4]      Ev pirtûk li Stenbolê, sala 1928an cara yekemîn ji aliyê Îlhamî-Fevzî Matbaası ve tê çapkirin û ji 411 rûpelan pêk tê. Bi tîpên Erebî ye. Me ji bo nivîsê ji vê çapê sûd girtiye.
[5]      Rûpel:13
[6]      Rûpel: 51
[7]      Rûpel: 400
[8]    Ew kesê ku wek şêx di berhema Halide Edip de cih digire, ez bawer dikim Şêx Seîd Efendî ye. Mirov dikare ji dîroka bûyeran vê encamê derxe.
 
 

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook