Cemal Xeznedar: Me heta sala 1968an rojnameya Kurdistan nedîtibû


Cemal Xeznedar: Me heta sala 1968an rojnameya Kurdistan nedîtibû

Kenanê Nado

Di 22yê Nîsana îsal de bi munasebeta 114. salvegera rojnamegeriya Kurdî, hukûmeta başûr em vexwendin festîvala rewşenbîriya Soranê. Ez jî li ser navê weşanxane û kovara Nûbiharê beşdarê festîvalê û pêşangeha kitêban bûm. Ji bo festîvala ku li bajarê Soranê hatibû lidarxistin, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji diyasporayê rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetvan, weşanger û kovargerên Kurd hatibûn vexwendin. Hevdîtin û sohbeta me ya xweşik a li jêr, bi ustadê qedirşînas û kedkarê mezin rojnameger Cemal Xeznedar re li wê derê çêbû. Li ser axeke azad guftogeyeke bi tam bû.
K.N.
 
Kenanê Nado: Merheba mamoste tu dikarî xwe bi kurtî bidî nasandin, herwiha qala xebat û berhemên xwe jî bikî…
Cemal Xeznedar: Ez zêdetir karê rojnamegeriya Kurdî dikem û vê yekê jî ji sala 1958an pê ve ye didomînim. Di serî de jî bi kovara “Şafaq” min dest pê kir. Kovara Şafaqê di zemanê melîkî Iraqê Feyselê II. de bi zimanê Kurdî û erebî derdiket. Ev kovar du mehan carekê derdiket. Ez li Bexdayê peyamnêrê vê kovarê bûm. Kovar bi xwe li Kerkûkê derdiket. Wê demê Dr. Marûf Xeznedar mamoste bû li xwendegeha qutabîyan a duyem a navendî. Paşî me kovarê li Bexdayê çap kir. Piştî şoreşa 14ê Tîrmehê ya sala 58an Iraq bû cûmhûrî, dema ku Kurd jî beşdarê destûra muweqqet bûn, wê çaxê bendek ji vê destûrê ew bû ku “Divê Ereb û Kurd wek hev bihatana dîtin.” Di rojnemevaniya Kurdî de çalakiyên min dûv û dirêj in. Li dezgahê çapemenî û rojnamegeriya Kurdî min kar kirine.
Me wek rewşenbîrekî dîroka rewşenbîriya Kurd dixwend, lêbelê me heya sala 1968an rojnameya yekem ya Kurdî a bi navê “Kurdistan”ê nedîtibû. Tenê digotin ku rojnameyeke wiha heye, mesela Mînorsky, M. Emîn Zekî Beg qala wê dikir, lê dîrokeke eşkere ya derketina vê kovarê kes nizanibû û me bi xwe jî bi çavê xwe nedîtibû. Lêbelê 22 Nîsan 1968an de Dr. Marûf Xeznedar her çar lapirey/rûpelên yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistanê belav kir û pêşniyar kir ku 22yê Nîsanê bibe roja rojnamegeriya Kurdî. Wê demê li Bexdayê bi navê “el-Teaxî” rojnameyeke Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi zimanê Erebî derdiket hebû û rojnameyeke bi navê “Birayetî” ku bi zimanê Kurdî weşanê dikir hebû. Van her du rojnameyan çar rûpelên kovara Kurdistanê roja 22 Nîsanê di sala 1968an de belav kirin û dane nîşan ku ev roj dê bibe roja rojnamegeriya Kurdî. Min wê rojê (22 Nîsan 1968) navenda arşîv û lêkolînê ya rojnamegeriya Kurdî li Bexdayê li mala xwe damezrand. Ji ber ku wê gavê hukmê rejîma Baas hebû me newêribû bi awayeke fermî cihekî wisa damezrînin. Min jî vê navendê li mala xwe damezrand. Arşîv û pirtûkxaneyeke min a hêja hebû, min jî wêya veguherande navendeke lêkolînê. Piştî min wê navendê damezrand, qasê pênc sal şûnde pirtûkeke min a bi navê “Raberî rojnamevaniyê Kurdî” derket. Ev xebat ji 133 navê rojname û kovarên Kurdî yên li hemû derên Kurdistanê derketine, pêk dihat. Min paşî dîroka deh rojnamenûsên kevin yên wek “Qataxî Mûrad” ku li Ermenistanê di Rêya Teze de kar dikir û her wiha neh rojnamenûsên kevin yên dî jî bi jiyan, dîroka jiyana wan û bi wêneyên wan ve wek pirtûkekê amade kir. Piştî vê du sê kitêbên min ên din jî derketin. Yek ji wan li ser rojnameya “Bangî Kurdistan” bû ku şazdeh hejmar derketibû. Yeke dî jî dema ku Şêx Mehmûdê Hefîd hukmê Kurdistanê dikir, bi navê “Melîkî Kurdistan” kovarekê derdiket. Min çardeh hejmarên wê kovarê bi lêkolînekê ve çap kir. Di heman salê de min kitêbekê jî li ser “Rojî Kurdistan-1923” amade kir ku ew jî rojnameyek bû ku piştî rojnameya “Bangî Kurdistan-1922” derketibû. Ev xebat û berhemana hemû bi saya wê navendê derketin. pişt re min sê hejmarên “Rojî Kurd” li gel lêkolînekê di sala 1982an de belav kirin ku ew jî kovara yekemîn Kurdî ya li bakurê Kurdistanê bû. Li Stenbolê bi zimanê Kurdî û tirkî derdiket. Paşî bo dewlemedkirina wê navendê min dîsa xebatên xwe berdewam kirin. Di sala 1968an de 133 kovar, rojname û belavkar hebûn li wê navendê, lê îro li wê navendê 3500 rojname, kovar û belavkar hene. Yên ku li hemû Kurdistanê û li hemû Ewropayê çap bûne.
Ez di sala 1996an de ji destê Baasê reviyam Ewropayê. Min navenda rojnamegeriyê emanetê xizmên xwe kir û ez hatim bajarê Hannover ê Almanyayê. Ji roja ku ez çûme Almanyayê şûn de lêkolînê dikim li ser hemû rojname, kovar û belavokên Kurdî yên li Ewropayê, Emerîkayê, Awistralyayê. Ez li van deran digerim û çi kovar, rojname, belavokên Kurdî hebin, berhev dikim. Ev navenda xezîneyek e bo rojname û kovarên Kurdî, li Almanyayê jî hukumet bi awayeke fermî piştgirî dide me û alîkariya me dike. Dema ku em çalakiyan li dar dixin, civînên rewşenbîrî, zanyarî çêdikin ew alîkarî bi me didin.
 
K.N.: Niha we du navendên rojnamegeriya Kurdî ava kirine, yek li Bexdayê ya din jî li Hannoverê bû. Îcar her cureyê ku li Bexdayê hene, li Hannoverê an jî her cureyê li Hannoverê li Bexdayê jî hene?
C.X.: Na ji hev cuda ne. Ya li Ewropayê zêdetir weşanên li derve bûn. Ya li welêt jî zêdetir weşanên li welêt bûn. Lê dîsa jî kovareke ku li Kurdistana Başûr hatiye çapkirin li Hannoverê jî hebû. Yanî piçek tevlihev e. Lê dîsa jî gelekî wan ji hev cuda ne.
 
K.N.: We navenda Almanyayê kengî ava kir?
C.X.: 22 Nîsanê di sala 1996an de ava kir.
 
K.N.: Bawer im we her gav xebatên xwe di 22 Nîsanê de daye destpêkirin.
C.X.: Ez gelekî ji wê rojê hez dikim. Lewra roja damezrandina rojnamegeriya Kurdî ye, rojeke rewşenbîrî û gelek mezin e li nik me. Pîrozbahiyên me her ew roj in. Ji ber wê em dixwazin her gav munasebetên edebî, rewşenbîrî, dîrokî li wê rojê bin.
 
K.N.:Piştî ku we navendê li Almanyayê ava kir wekî din xebat çawa domiyan?
C.X.: Min berhevkirinên xwe li wir domandin heya ketina Seddam. Dema ku Seddam ket ez yekser vegeriyam Bexdayê. Di sala 2004an de ez vegeriyam û min trimpêleke mezin kirê kir û ew rojname, kovar û pirtûkên li navenda Bexdayê anîne Hewlêrê. Li Hewlêrê maleke min a şeş odeyî heye. Min çar odeyên wê ji kovar û rojnameyan re veqetandin. pişt re ji bo bi awayeke fermî navendekê ava bikin, min serî li hukumeta Kurdistanê daye, heger ku îcaze derkeve ez ê navenda Ewropayê jî barê li vir bikim.
 
K.N.: Heya îro hukûmeta Kurdistanê tu alîkariyê nedaye we?
C.X.: Na nedaye me. Lê belê fikreke wan a wisa heye ku alîkariya me bikin. Waliyê Hewlêrê soz daye me ku li Keleha Hewlêrê maleke mezin bide me û em jî li wir bikin navenda rojnamegeriya Kurdî. Heger derfeteke me ya wiha çêbe, projeyeke me ya mezin heye ku ew jî di wê navendê de avakirina çapxaneyekî û derxisitina kovareke mehane ya li ser rojnamegeriya Kurdî ye.
 
K.N.: Ji bilî xebatên we yên sala 1973an û avakirina navendan, Hûn li ser tiştekî din xebitîn?
C.X.: Em salê sê çar civînan li dar dixin li Ewropayê. Gelên me yên li wir beşdarî van civînan dibin û ev civîn piranî li ser rojnamegeriya Kurdî çêdibe. Mesela jiyana rojnamevanên me yên berê ji mijarên civînên me yek e.
Ji bilî van civînan xebateke min a din jî heye ku ew jî weşandina tasnîfeke hemû rojname, kovar û belavokên Kurdî wek xebateke ansîklopedîk e. Ji rojnameya yekem bigire heya îro.
 
K.N.: Tu dikarî piçek berfirehtir qala vê xebata xwe bikî?
C.X.: Ev xebat bi rêza herfên alfabeyê çi kovar û çi rojname derketibin, dê bi awayeke ansîklopedîk biweşe. Mesela bi herfa “?”ê çi kovar û rojname hatibin weşandin, dê di cilda herfa “?”ê de bi danasîneke xwe ve cih bigire. Vê gavê cilda yekem li Hewlêrê Sendîkaya Rojnamenûsên Kurdistanê çap kiriye. Ev nêzî 650 rûpel e û bi qasî 360 navên cuda tê de hene. Zimanê van kovaran jî Kurdî, Kurdî – Tirkî, Kurdî – Erebî, Kurdî – Îngilizî ne. Bi sedî sed hemû weşan tê de tunebe jî ez bawer im sedî nod û neh min kontrol kiriye.
Cilda “?”yê jî teqrîben ji 220 an jî zêdetir navan pêk tê. Cilda “P”yê jî vê gavê hazir e, ew jî teqrîben 240 nav dihewîne. Piştî Cilda “P”yê “?,?,Ç,?,?” li ser hev bûne cildekê, lewra bi van tîpana kêm nav dest pê dikin. Ev cild jî teqrîben ji 300 an jî 320 cureyan pêk tê. Cilda din jî “?” e. Ev cild jî hazir e, lê gelekî zehmet e lewra ev cild ji 350 navan pêk tê. Piştî “?”ê cilda “?”yê tê. Ew jî gelek zehmet e, di vê cildê de jî nêzî 350 nav hene. pişt re cilda “?,?” yê tê, ev jî teqrîben ji 250 navan pêk tê. Cildek jî bi tîpên wek “?, ?, ?, ?” pêk tê. Ev cild jî ji 300 navî pêk tê. pişt re Cilda “?” yê tê, ev cild jî gelek zehmet e. Lewra bi navê Kurd û Kurdistanê gelek rojname û kovar derketine mesela tenê bi navê Kurd û Kurdistanê 30 an jî 35 nav hene û ev cild jî ji 400 navî pêk tê. pişt re cilda “?, ?” jî heye ku ev jî teqrîben ji 250 navan pêk tê. “?” jî cildek e, ew jî gelek zehmet bû, lê hejmara navan nayê bîra min. Lêbelê tu cild ji 250 navan kêmtir nîne. “?, ?” jî cildek e. Bi temamî li ser hev 12 cild in. Vê gavê “?” û “P” jî çap dibe, yanî amedehiya çapê tê kirin. Cildên “?” û “?” yê jî amade ne. Niha jî ez cilda piştî “?”yê amade dikim.
Ez dixwazim ji vir rojnameger û kovargerên bakur agahdar bikim. Lewre ev projeyeke netewî ye. Îcar çi rojname û kovarên ku li bakur derketibin û negihiştibin destê me hebin, bila ji me re bişeynin.
 
K.N.: Em bibêjin di paşerojê de gelek xebat û berhemên bi vî awayê derketin. Îcar ew çiqas derkevin, hûn ê jî li ansîkloopediyan zêde bikin?
C.X.: Li ser van ansiklopediyan wiha hatiye nivîsîn: “Projeya nusîneweyê mêjûyê rojnamevanî Kurdistan” ev projeyeke di navbera salên 1898 û 2010an de ye. Lê wek ansiklopediyeke pêvek jî ez ê yên nû lê bar bikim. Yanî xebatên min ên li ser vê qadê berdewam in.
 
K.N.: Tişta ku tê zanîn rojnameya Kurdistanê di sala 1898an de yekemîn rojnameya Kurdî ye. Lêbelê hûn di lêkolînên xwe de hîç rastê agahiyên nû nehatin?
C.X.: “Kurdistan”a yekem qonaxa yekem e. Lewra ev dabeşê sê qonaxan dibe. Qonaxa yekem ji sala 1898an bigire heya sala 1902yê 31 hejmar derketiye. Heya niha ji vê 31 hejmarê 5 hezar bizir bibû. Lêbelê du hejmarên wê Malmîsanij, du hejmarên dî jî Dr. Celîlê Celîl dîtiye. Ji bilî van hejmarek hê jî winda ye, ew jî hejmara 19emîn e.
Qonaxa duyem jî di sala 1908an de li Stenbolê bi navê “Kurdistan”ê rojnameyek der çûye. Em heya niha pê nizanin ku çend hejmar çap bûye. Di destê me de tu hejmarek wê jî tune ye. Lê em çawa dizanin ku qonaxeke wiha heye? Ji qonaxa sêyem em dizanin. Lewra di sala 1916an de li Qahîreyê rojnameya “Kurdistan”ê careke dî derket. Di hejmara yekem ya vê rojnameyê de qala qonaxa duyem dike. Dibêje me di sala 1908an de li Stenbolê bi navê Kurdistanê rojnameyekê çap dikir. Dibêjin piştî ku me çend hejmar çap kir, hukûmeta tirk sernûseran girt û vê rojnameyê belav kir. Lê nabêjin ku çend hejmar derketiye.
 
K.N.: Têkiliyeke şexsî an jî têkileyeke ji hêla mîsyon û vîzyonê ve di navbera van her sê qonaxan de heye? Mesela di navbera qonaxa yekem û sêyem de çi wekhevî hene?
C.X.: Kurdistana ku di qonaxa yekem de derket, pênc hejmarên wê Miqdat Mîthat Bedirxan derxist, piştî ku wefat kir birayê wî Ebdurrahman Bedirxan tevav kir. Di qonaxa sêyem de rojnameya Kurdistanê dîsa jî Ebdirrehman Bedirxan îstîmrar dikir. Lê ji hêla nivîskar û nivîsan ve gelek cudahî jî hebûn. Yanî em dizanin ku têkileyeke Bedirxaniyan bi van her du qonaxan re jî hebûye. Her wiha ez dixwazim li vir tiştekî din jî bi we re parve bikim. Di xebata min a ansiklopedîk de rojnameya Kurdistanê hem di cilda “?”ê hem jî di cilda “?”ê de heye, di her du cildan de jî di serî de ye, ji ber ku rojnameya yekem ya Kurdî ye.
 
K.N.: Ez dixwazim hûn hinek qala destpêka rojnamegerî û kovargeriya ku li çar parçeyên Kurdistanê derketine bikin.
C.X.: Seretay rojnamegeriya Kurdî li bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Mesela qonaxa yekem li qahîrê çap bû lê ew rojnameya bakurê Kurdistanê bû. Piştî wê gelek komele, kovar û rojname li bakurê Kurdistanê der çû. “Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi”, “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, wek kovar “Kurdistan”, pişt re “Jîn” hem wek kovar hem jî wek rojname li Stenbolê der çû. Piştî 1922an heya herba duyemîn ya cîhanê li bakurê Kurdistanê rojname û kovar derneketine.
Li başûrê Kurdistanê yekemîn kovara Kurdî ya ku der çûye di sala 1914an de bi navê “Bangî Kurd” bû. Ev kovar bi zimanê Tirkî û Kurdî derdiket. Lewra hê wê demê dewleta Iraqê ava nebibû, hukumeta Osmanî li wir hukumdar bû. Piştî ku Îngiliz li vir dagir kirin û Tirk derketin, Îngiliz li Bexdayê rojnameyekê ku hefteyê du car belav dikirin derxistin. Ev rojname bi navê “Têgihiştinî Rastî” bû. Di sala 1917an de dest pê kir û ev rojname 64 hejmar derket. Piştî ku Îngiliz hêdî hêdî Kurdistanê jî dagir kirin teqrîben êdî Tirk nemabûn. Wê çaxê Şêx Mehmûd Hefîd hukumdarê Silêmanî bû. Îcar Îngiliz rojnameya ku li Bexdayê derdixistin neqlê Silêmanîyê kirin. Di sala 1920an de bi navê “Pêşkewtin” rojnameyekê derxistin. Ev rojname 118 hejmar derket heta sala 1922an. Heya wê çaxê Îngilizan derdixist. Piştî ku Şêx Mehmûd bo hukumdarê mintiqeya Silêmanî, “Rojî Kurd”, “Bangî Kurd”, “Ûmîdê Îstîqlal” derxist. Piştî ku Îngilizan dûbare Şêx Mehmûd bêhêz kirin, rojnameya “Jiyan” piştî wê “Jiyanewe”, “Ziban”, “Têgihiştinî Rastî” û “Jîn” derket heya sala 1940î ku herba duyemîn derket. Ev rêraweyekê rojnamevaniya başûr bû.
Îcar em bêne li ser rojava, li wir di sala 1932an de Celadet Bedirxanî kovara “Hawar”ê derxist pişt re wek pêvek û dewama Hawarê di sala 1941-42an de “Ronahî” derxist. Hawar 57 hejmar derket, Ronahî jî paşkoyê Hawarê bû û li Şamê derdiket. Birayê Celadetî, Kamiran Bedirxan jî li Beyrûtê di sala 1943an de bi navê “Roja Nû” 72 hejmar rojnameyek û pişt re wek paşkoyekê 3 hejmar jî “Stêr” derxist.
Heger em qala serhildana rojnamevaniya Rojhelat bikin bi taybetî berî damezrandina Komara Kurdistanê kovareke bi navê “Niştiman” 2 hejmar derket, yê ku derdixist jî Ebdurrehman Zebîhî bû. pişt re Komar ava bû û rojnameya “Kurdistan”ê du sê rojan carekê derdiket, bi zimanê fermî yê Komarê 113 hejmar derket. pişt re kovareke bi navê “Kurdistan” jî di salên 1945 û 46an de derket. Paşê kovara “Halale”, “Roj”, “Kur û kalî mindalanî Kurd” û gelek kovar û rojnameyên dî jî derketin.
 
K.N.: Wê çaxê li Ewropayê tiştek hebû an na?
C.X.: Li Ewropayê berî salên 1950 tiştekî wisa derneketibû. Lê piştî li Ewropayê “Rêxirawî Xwendekarên Kurd” ava bû di salên 1952-53an de kovareke bi navê “Kurdistan” derket. Ev kovar bi zimanê Îngilizî, Kurdî û Erebî derdiket. Ev jî teqrîben 16-17 hejmar derketiye. pişt re li her welatê Ewropayê zêde bûn. Komelaya Xwendekarên Kurd gelek xurt bû. Mesela li welatên mîna Hollanda, Belçîka, Londonê kovar û rojnameyên xwe derdixistin û belav dikirin.
 
K.N.: Piştî serhildana rojnamegeriya Kurdî a li her çar parçeyan em dizanin ku demeke rawestanê jî kete navberê û dîsa destpêk û geşadenek dî jî çêbû. Ev pêvajo çawa bû yanî serhildan, rawestan, dîsa destpêk û geşedana rojnamegerî û kovargeriya Kurdî li her çar parçeyan çawa xwe da nîşan?
C.X.: Li bakur di salên 1960î de Mûsa Anter mesela kovarên bi navê “Deng”, “Dicle ve Fırat”, “Yeni Akış” derxist. Li bakur geşedan di salên 70yî de bi derketina hizbên Kurdan ve çêbû. Ji ber ku van partî û rêxistinan çalakiyên xwe nikaribûn li Kurdistanê bikin, çûne Ewropayê li wir dest bi xebatên xwe kirin. Heya salên 1990î li Ewropayê dîsa xebat û çalakî gelek bûn, lê li bakurê Kurdistanê heya wan salan bi xefkî dihate kirin. Piştî wê dîsa gelek kovar û rojname li bakur derketin û her roj hejmarên wan zêdetir dibin.
Li başûrê Kurdistanê piştî serhildana rojnamegeriya Kurdî serdemeke fetretê çêbû. pişt re 14 Tîrmeh 1958an de azadiyeke gelek mezin li başûr çêbû. Rojnameya “Xebat” û “Dengî Kurd” derket bi eşkere. Rojnameya “Azadî”, “Qutabiyan û Lawan û Afratan” bi eşkre derketin teqrîben heya sala 1964ê dewam kir. Piştî “Beyanî Azar 1970”, “Teaxî”, “Birayetî”, “Rêgay Kurdistan”, “Serdemê Nû” û gelek rojname û kovar derketin. pişt re car carinan rawestan çêbû, lê her ku diçû xebat û berhem zêdetir dibûn.
Li rojhilatê Kurdistan ji ber ku azadî nebû rojname û kovar kêm bûn. Yên ku derdiketin jî xwendekaran derdixist. Lê niha li rojhilatê Kurdistan rojnamegerî û kovargerî gelek berfireh bûye.
 
K.N.: Ez dixwazim pirsek jî derbarê naveroka kovar û rojnameyan de bipirsim. Dema ku tu lê dinêrî qonax bi qonax ji rojnameya Kurdistanê bigire heya îro fikra netewperwerîyê ya rojname û kovaran çawa bû?
C.X.: Di destpêka rojnamegeriya Kurdî de hesta netewetiya Kurd li ser rûpelên wan eşkere bûn. Di bin gelek zext û zordariyê de bûn. Hewl û têkoşîna wan bi tenê ji bo azadiya Kurdistanê bû. Her çiqas meseleyên dîrokî, zimanvanî, edebî, ş‘ir’î nivîsîbin jî fikra serdest netewetiya Kurd, Kurdayetî û azadkirina Kurd bû.
Bêguman di dema ku sala 1970 de dengê azadiya başûrê Kurdistan derket. Wê tesîreke gelek mezin li ser parçeyên dî yên Kurdistanê kir. Li Îranê Kurdan dest bi belavkirina kovar û rojnameyan kir. Li bakurê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hebû dest bi çalakî û xebatan kirin. Tabî her kovar û rojnameyekê li ser hizbek, komek û rêxistinek bû. Ev serdem jî hem li Ewropayê hem jî li Kurdistanê dengekî bilind derxist li ser navê Kurdan û Kurdistanê. Ji bo xwenasandina Kurdan serdemeke gelekî girîng bû. Li ser Kurdan nîqaş û gengeşî dihatin kirin, derbarê heq û huqûqa Kurdan de dihate axaftin. Ev nîqaş, gotin, axaftin hemû di rûpelên wan kovar û rojnameyên wê serdemê de bûn.
 
K.N.: Hûn dizanin ku kovara “Nûbihar”ê ji hêla komek û cem‘ateke ku xwe bi nasnameyeke misilman û Kurd dide nasîn derdiket û hê jî derdikeve. Yanî di sala 1992an de derketina vê kovarê ji hêla Kurdên misilman ve înqilabek bû û wisa jî tê zanîn. Îcar ez dixwazim bibêjim li Ewropayê an jî li bakurê Kurdistanê beriya Nûbiharê kesekî bi nasnameya hem misilman hem jî Kurd hebû ku xebatên rojname an jî kovarê kiribin?
C.X.: Li Ewropayê, Almanyayê hebû. Komeleyeka misilmanên Kurd li Hambûrgê bi navê “Newa” kovarekê derdixistin. Lê di serdemeke kin de qasê 4-5 hejmar derket.
 
K.N.: Hûn di nav kovargeriya Kurdî de kovara “Nûbihar”ê çawa dinirxînin?
C.X.: Min kêm hejmarên Nûbiharê dîtine. Wiha li ser piyan temaşe kiriye. Ji ber wî ez nikarim bi gelemperî binirxînim. Lê di nav kovargeriya bakurê Kurdistanê de xizmeteke wê ya mezin û dûv û dirêj heye.
 
K.N.: Hûn wek gotineke dawî ji Kurdên bakurê Kurdistanê re dixwazin çi bibêjin?
C.X.: Ez rêgeyeke gelek ron li bakurê Kurdistanê dibînim. Ez wisa têdigehim ku ew çalakî û rewşa li nav rojnamegerî û kovargeriya bakurê Kurdistanê bihêztir e ji rewşa başûr. Ez têdigehim ku bakurê Kurdistan dibe çirayekî ronahiyê ji bo hemû Kurdistanê. Hereketekî gelek mezin heye li nav rewşenbîrên bakur. Her çiqas hukumdariyeke tarî jî hebe li ser wan dîsa jî hereketekî mezin ya kitêbnûsî û rojnamegeriyê heye.
 
K.N.: Ji bo vê hevpeyvîna têr û tijî a ku we da me, ez zor zor spas dikim.(Bi spasiyê re bi zorê destmaçiyek jî ji min hebû bo keda mezin.)
C.X.: Ez spas dikim.

Hevpeyvîn: Kenanê Nado

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook