Dom: Neteweke winda


Dom: Neteweke winda

Dilazad ART

Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê,
Were saqî heta kengî neşoyîn dil ji vê jengê.
Melayê Cizîrî

Kurte
Dom li axa Mezopotamya di nav Kurdan de dijîn. Zimanekî wan ê taybet heye. Jê re dibejin Domanî. Lê mixabin ji xeynî pîrên Doman tu kes nizane vî zimanî. Ev ziman nehatiye alfabekirin û bi tu alfabeyan jî nehatiye nivîsandin.

Bêjeyên Sereke
Dom, Domanî, Kemençe/Ribab, Parsekî/Ger, Kon, Komkon, Serokê Komkon.

Dom
Dom, komek ji wan mirovên ku ji welatên xwe yê Hîndistanê koç kirine û li axa Kurdistanê bi cih bûne. Îro ne wek aşîretekê ne, bêhtir wek netewekê ne. Zimanê Doman, Doma dixe asta netewekê. Îro bi zimanê wan ew tenê têdigihêjin. Heta îro li ser zimanê wan tu xebat nehatine kirin. Kurd ji Doman re dibejin Mitirb, Qereçî û Cingene. Di nav Kurdan de kêm kesî navê Dom û navê zimanê wan Domanî bihîstiye.

Domanî
Dom ji zimanê xwe re dibejin Domanî. Ev ziman ji malbata zimanên Hînd – Ewrûpî ye. Ji şaxê Hîndiyê. Nêzîkî zimanê Urdî ye (zimanê Hîndistanê). Lê ji ber ku bi sed salan e ji hev dûr ketine zimanên wan jî ji hev cûda bûne. Ji zimanê Domanî tenê bêjeyên rojane ên jiyana Doman mane. Ji ber ku ziman nehatiye bikaranîn bêjeyên nû ava nekirine û bêjeyên xwe jî ji bîr kirine.

 Jiyana Doman (Çand û Huner û Jiyan)
 Jiyana Doman ji du beşan pêk tê:

  1. Dema Koçberiyê: Ji dema ku ji welatên xwe yê eslî hatine heta mîladî sala 1990î bi awayê koçberiyê jiyana xwe domandine. Di jiyana dema koçberiyê de bingeha Doman kon û komkon bûn. Bi taybetî li gundan kon vedidan. Doman li gorî nasîtî û êlîtiyê koç dikirin. Komkon ji sê – çar konan pêk dihatin. Serokê/mezinê her komkonekê hebû. Ev serok bi taybetî ji yê zilam û ji yê herî pîr dihate hilbijartin. Ev hilbijartin bi awayekî sirûştî çêdibû. Ne ku bi rayan dihate hilbijartin. Di nav komkon de ji zilaman kî pîr bû ew dibû serokê komkonê.
  2. Dema Niştecîbûnê: Ji mîladî sala 1990î û bi vir de Dom jiyana niştecîbûnê bi kar tînin. Mîladî sala 1990î ji bo Mitirban saleke gelekî girîng e. Ev sal jiyana ku bi sed salan dihate jiyandin bi carekê de veguheste rengekî dî. Heta vê salê Dom li her derê bê nasname bi awayekî hêsan digeriyan. Li gor rewşa demsalan li devera ku dixwestin konê xwe an komkonê xwe vedidan. Piştî ku li axa Kurdistanê ji sedemên siyasî bi darê zorê gund hatin valakirin wek Kurdan rewşa Doman jî serûbin bû. Bi valakirina gundan re, çandinî û heywanvanetî di yek carê de mir. Derketina newal û gir û çiya û zozanan hate qedexekirin. Gelê Dom piştî vê rewşa nû mecbûrê guhertina jiyana xwe bûn. Ê dî li ber bajaran bi cih bûn. Ji ber ku tu sermaye di destê wan de tunebû li ser axê bêxwedî bi kelpîç û kevir û pirîkêtan xaniyên yek ode ava kirin. Bi vî awayî jiyana Doman kete dewra duyemîn.

Xanî
Berî ku Dom bi cih bibin di konan de dijiyan. Li gora demsalan konê xwe li gundan an keviyên bajaran dadinîn. Dema di konan de bûn jî ji hemû tiştê ku jiyana mirovan hêsan dikin bêpar bûn.
Xaniyên Doman li keviyên gund an bajaran e. Xaniyên wan xerabe, kevin, hêrivî, bêboyax in. Kolanên wan lewitî ne. Hin xanî bê av û bê kahrîbar in. Avdestxane wan di hewşên wan de ne. Sedemên van nexweşiyan nezaniye, xîzaniye û bêkarî ye. Xaniyên kêm Domên dewlemend di nav bajar de paqij û xweş in.

Aborî û Debar
Dom ji piçûkan heta mezinan dizanin li ribabê bixin. Ji ber vê kemençe/ribab bûye sembola Doman. Lê ji bo ku orkestraye muzîkê zêde bûne wek berê nan ji kemençê dernakeve. Ji ber vê Dom karên dî yên dinyê dikin. Bi erebê dewara hemaliyê dikin. Dema havînî wek Kurdan Dom jî bi malbatî diçin ber Derya Reş ji bo karkeriya findiqan bikin. Kêm Dom debara xwe bi xurdevanî û etariyê dikin.
Beriya dema niştecîbûnê Dom bi gelek curên karkeriyê dihatin naskirin. Jinên Dom bi taybetî li falan dinêrîn. Hin ji zilamên Dom li herêma ku diçûnê nalbendîtî dikirin. Jinên Dom dermanên sirûştî çêdikirin. Ev derman li gor dema xwe gelekî bi kar dihat. Dirandarî jî karekî ku Dom tê de pêşketî bûn. Bi taybetî li ser diranan zêr kiras dikirin. Heta îro jî diranên gelek Doman zêrkirî an zîvkirî ye. Ev bi xwe jî nîşana spehîtî û xemladiniya Domane.

Wêje û Huner
Dom ji ber ku bi zimanê xwe nepeyivîne û nenivîsandine wêjeya wan a nivîskî nîne. Hunera xwe jî bi zimanê Kurdî ava kirine. Ji ber vê ye ku bi Domanî ne stran, ne çîrok, ne gotinên bavûkalan, ne mesel, ne metelok hene. Doman ji serî heta binî xwe li gor hunera Kurdî saz kirine. Di stran û çîrokên Kurdî de kêm Kurd wek Doman zana û jêhatî ne.

Ol/Dîn
Dom Misliman in. Ji ber vê hemû rîtûelên Îslame bi kar tînin. Miriyên xwe li gor Îslame vedişêrin. Rîtûelên zarokçêbûnê jî li gor Îslamê ne. Dom jî zarokên xwe sinet dikin. Di baweriyê de tu cûdayî di navbera Dom û gelên misliman de nîne. Tenê di hêla torevaniyê de torevaniya Kurdan ji xwe re girtine.

Ziman
Zimanê netewî ya Dom û Domanî ye. Lê mixabin ev ziman roj bi roj bi ber windabûnê ve diçe. Zarokên Dom kes hînî zimanê xwe yê zikmakî nabe. Ya rast dê û bavên zarokan naxwazin ku zarokên wan li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber vê di nav civata Doman de ê mezin li ba zarokan tu car bi domanî napeyîvin. Jixwe hin Dom xwe Kurd dihesibînin. Dom ji hêla ziman ve di nav civaka Kurdan de roj bi roj dihelin. Jixwe Domên herî pîr jî ji zimanê xwe gelek bêje ji bîr kirine. Ji xeynî çend bêjeyên taybet tiştekî bi Domanî nabêjin. Sedema helandina zimanê Domanî, Dom naxwazin di nav civaka Kurdan de wek neteweke cûda bêne xuyakirin. Sedemeke dî jî ji ber ku Domanî tu meferê nade Doman, Dom naxwazin zimanê wan Domanî bijî. Tiştekî xerîb e, bê çawa Kurd dixwazin bi Tirkî bipeyivin, Dom jî dixwazin bi Kurdî bipeyivin.

Perwerdehî
Xwendin di nav gelê Dom de gelekî kêm e. Ji gelek sedeman yek jê bênasnametî ye. A duduyan, zarokên Dom hê di temeneke gelekî piçûk de tevlî debariya malê dibin. Ji bo ku Dom di nav Kurdan de dijîn tu pêwistiya xwendina Tirkî nedîtine. Jixwe perwerdehiya Kurdî û ya Domanî jî nîne.

Zewac
Zewaca gelê Dom di navbera hev de çêdibe. Kurd keçên xwe nadin Doman û ji Doman jî keçan ji xwe re naynin. Hine û dawet wek edetên Kurdan in. Girêdan, cil û bergan jî dişibe ya Kurdan. Dom di temenên piçûk de dizewicin. Di nav Doman de qelen xwestin heye. Lê ji ber ku Dom di jiyaneke xîzan de ne, qelenê ku dixwazin li gor dewlemendiya mala zavê ye.

Ger/Parsektî
Ger, nîşaneke netewa Dom e. Wateya gerê ne ku tê wateya parsektiya ku mal û diravan ji mirovan bixwazin. Ji ber ku di siruşta Doman de xebatkirina karên dinyê nebû, li gundên ku konê xwe lê vedidan ji gundiyan xwarin dixwestin. Li gor deman û demsalan ji gundiyan tiştê ku pê debara xwe biborînin dixwestin. Wek caw, hirî, mast, şîr, nan, cil, dirav... Gera ku mal bi mal li gund digeran û ji xwe û ji bo zarokên xwe xwarin didan hev, navê wê Ger bû. Bi taybetî jinên Dom derdiketin gerê. Zilamên Dom ji xwe şerm dikirin ku derkevin. Zilam tenê dema gundiyan bênder didan hev ji bo zekatê ji xwe re bidin hev derdiketin gerê.

Deq
Deq, tore û nîşaneke Doman e. Nivşê nû ne tê de hemû Dom çi jin çi zilam bi deq in. Jin deqên xwe li ser rûdan û li ser destê xwe çêdikin. Zilam kêm kes ne tê de yê dî tev li ser destê xwe deqan çêdikin.

Ribab
Ribab, amûra ku ji dara tûyê an ji dara gûzê çêdibê ye. Çermê heywanan lê dipêçin û têlên kevana wê ji mûyên tirya hespan e. Nava kodika wê vala ye. Ji bo ku têlên kevanê bi akort bikin alaveke ku jê re benîşt tê gotin li ba xwe digerînin.

Şabaş
Dema Dom li dawetan govendvan dicoşandin, kesên ku dixwest pere dixistin nava kodika ribabê. Piştî vê yê Dom divê bi awayekî hunermendane pesnê vî kesê ku ew pere xistiye kodika ribabê bidaya. Ji vê pesndanê re Şabaş tê gotin. Şabaş hîmekî dawetên Kurdewarî ye. Kî gelek pere bidê yê Dom pesnê wî xweştir û gotinên pesndayînê dirêjtir dike.

Reqs
Govenda ku mirov dikevin milê hev navê wê Reqs e. Reqs tê wateya hejandina bedenê û coşbûnê. Li gor ritmê stranê hejandina milan pêk tê. Bi hejandina milan re ritma piyan û pakan jî tê girtin. Di reqsê de ê ku ketin destê hev heta yek ji wan dev jê bernede, bi dawî nabe. Jixwe reqs wek meydana şer e. Ê ku zû dev ji reqsê berde ew binketî yê dî serkeftî ye. Ji bo vê di hin dawetan de yê ku direqisin heta cilên li wan ji xwehdanê nebin wek avê dev ji reqsê bernadin.

Navên Mirovan ên Doman
Dom navên zarokên xwe li gor baweriya xwe –Îslam–deynin. Ehmed, Yûsif, Fatma, Meryem... Ji bo ku di nav Kurdan de dijîn navên Kurdî yê watekûr li zarokên xwe dikin. Bi taybetî navên Kurdî li gor bûyerên ku hatine serê wan li zarokên xwe dikin. Mînak: Nîsan, Bextnema, Demhat, Ecepzeman, Pehlewan, Ceger, Hêja, Levhat, Dilxwaz, Rûber... Lê mixabin navên bi Domî li zarokên xwe nakin.

Jiyana Civakî
Taybetmendiyeke Doman jî ev e ku bê nasname ne. Zilamên Dom ji ber ku bê nasname ne leşkeriyê jî nakin. Ji ber ku nasname nînin zewaca fermî jî di nav Doman de nîne. Lê hin bi hin malbat nasnameyên xwe derdixin. Sedema yekemîn jî ji bo derxistina Qertên Kesk û ji bo tenduristiya wan e. Sedemeke dî jî ji bo meaşê pîrîtiyê nasnameyên xwe derdixin.
Dom di demên berê de di nav civata Kurdan de bi qiymet bûn. Ji ber ku li dîwan û odeyên axayan, malmezinan, began civat bi mesele û şer û çîrok û stranên Doman dixemilî di dawiya civatan de xelatên hêja pêşkêşî yê Dom dikirin. Hin Dom wek berdestkê axa û began dixebitîn. Ji ber ku Domê stranbêj dê li dîwanên mezinan pesnê axayan an began bide ji hêla axa û began ve dihatin parastin. Ji ber vê ye ku berê ji Doman re digotin begzadê.

Daxwazên Doman
  1. Dom bi taybetî ji mirovên derdora xwe dixwazin ku bi çavekî baş li wan binêrin.
  2. Dom dixwazin mirov ji wan re nebêjin mitirb, qereçî an cingene ji ber ku ev nav bi parsektî û bi dizî ye û bi tiştê nebaş têne fêmkirin. Dom dixwazin bi navê sazbend, hozan, hunermend an Dom werin binavkirin.
  3. Dom dixwazin Kurd keçên xwe bidin lawê Doman û ji kurên xwe re jî keçên Dom bixwazin.
  4. Dom ji xeynî ribablêxistin dixwazin di karên dî de jî bixebitin. Ji bo vê dixwazin ku mirov wan bixin karên xwe.
  5. Dom ji bo ku hunera xwe (sazbendiyê, ribablexistin, çîrokbêjî, stranbêjî) bi pêş de bibin û di hunera xwe de bibin pispor dixwazin ku ji bo wan sazûman, komel û navendên çandî bêne avakirin.
Encam
Dom di nav Kurdan de dijîn. Tore û aşîrtiya Kurdan bandoreke girîng li ser netewa Dom kiriye. Dom nahêlin ku mirovên xerîb ji zimanê Domanî haydar bibe. Ev çend sed sal in ku di nav Kurdan de dijîn lê Kurd hê nizanin ku zimanekî Doman ê zikmakî heye.
Dom li ba Kurdan hê bi çavekî neyînî têne dîtin. Navê Dom (Mitirb, Qereçî, Cengene) di nav Kurdan de ji stranbêjî bêhtir bi parsektiyê/gerê têne naskirin.
Mîrê meclis nekenit mutrubê goya çi bikit,
Xunçe xendan nebitin, bilbilê şeyda çi bikit.
Ehmedê Xanî


Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz
Dilazad ART, dilazadart@gmail.com, 21.03.2012
 

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook