Yek ji alim û helbestvanê Kurd: Mele Nurullahê Godîşkî


Yek ji alim û helbestvanê Kurd: Mele Nurullahê Godîşkî

Cîhad Bakırhan

Heçî borîn, heçî bêtin Di defter da xwe avêtin
Li her yek jengekî rêtin Dê zahir bî, di heşrê da
 
Ji axa Kurdistanê ye bawer dikim, gelek alim û nivîskar û helbestvan li ser van axan gihîştine. Kurdistan, wek dibistaneke xwezayî, wek medreseke siruştî ye. Hinek jî ji Kurdîtiyê ye ku her tim di nava dilê wan de derd û kul kuta nebûye. Ew reş û spî yên ku ji pênûsa wan diweşin, pêta nav dilê wan ê pir bi kul e. Carinan dibînî wek Mem û Zîn di dilê Ehmedê Xanî de eşq e; carinan dibînî wek dîwana Melayê Cizîrî bi bal Yezdan ve gazî û hawar e. Carinan dibînî wek avê û Feqiyê Teyran, derdê xwe ji hev re dibêjin li deşt û bajaran, carinan jî dibînî wek Mewlûda Melayê Bateyî dilorîne li kom û civatan. Ji wan xweyderd û xemdaran ku kela dilê xwe dirijand yek jî Mele Nurullahê Godîşkî ye. Mele Nurullahê Godîşkî xwediyê qesîda ‘Hezar Zozan’e ku di medreseyên Kurdistanê de gelek navdar e. De werin em bi hev re evî alim û zanyar û helbestvanê Kurd nas bikin.
Mele Nurullahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nurullahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstiye di sala 1918ê zayînî (1337 romî) li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovaniya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne. Min bi xwe jî ji devê Seyda bihîst ku digot “gava ez bebikek bûm di nav dergûşê de, gerdaneke xelatê bavê min di stûyê min de hebûye, çaxê began destê zorê datînin ser mal û milkê Mele Ehmedê bavê min, wê gerdanê jî ji stûyê min dikişînin û jê derdixin. Meta min digot cihê kêşana gerdanê di stûyê min de xuya dikir.”
Seyda çend sal dîsa li Xarsê li cem apê xwe yê Feqî Mistefa dimîne. Piştî qedandina xwendina Qur’anê diçe Nokê. Ew jî gundekî nêzîkê Xarsê ye di deşta Mûşê de ye. Kurê apê wî Mele Sidîq kurê Mele Mihyedînê Godîşkî (bi Mele Mihyedînê Kosvarkê jî tê naskirin) mala wî li Nokê bûye. Çend sal Seyda li cem Mele Sidîq dimîne. Piştî zarokatiyek pir zehmet Seyda berê xwe dide Oxîn, gundê Şêx Elauddînê kurê Şêx Fethullahê Werqanisî. Feqîtiya Seyda li Oxîn li cem Şêx Elauddîn dest pê dike. Şêx Elauddîn, bi wesiyeta Mele Ehmed ê bavê Seyda jê re dibe wasî. Di xwedîkirin û xwendinê de bi gotina Seyda ferqa wî û zarokê xwe nekir. Heta da xwendin, îcazeta wî da, ew zewicand û bi meletî verêkire gundan.
Seyda di xwendina medreseyê û tehsîla ilmê de serkeftinek pir baş bi dest dixe. Dibe xwedî erebî û farisiyeke pir baş. Destxetek pir xweşik û delal dinivîsîne. Seyda hêj di medreseyê de gava ku feqîtî dikir dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Meyla Seyda bêhtir diçe ser pirtûkên eşq û evîniyê. Nemaze pirtûkên Kurdî. Lewra wek gotina Seyda Kurdî zimanê wî û ajara wî bû. Seyda berhemên xwe jî bêhtir bi zimanê dayîka xwe, bi Kurdî nivîsiye. Seyda hêj ku feqî bû di helbest nivîsandinê de wilo pêşketî bû ku feqiyên hevalê wî jê re digotin ‘Mele Nurullahê Şair’. Jixwe hêj jî li hinek deran, Seyda bi navê ‘Mele Nurullahê Şair’ navdar e. Seyda gava tehsîla xwe ya medresê qedand û îcazeta xwe stend, êdî ji bo meletiyê derket gundan. Li Bitlîsê li gundê Qerabo, li Tetwan li gundên Şikranis, Kizwak û Xizorkîn, li Xelatê li gundê Kuştiyan bi rûmetî (fexrî) melatiyê dike. Gava dibe melayê fermî wê çaxê diçe Sorpê (Reşadiye). Seyda panzdeh sal li Sorpê dimîne, piştre diçe Kopê (Bilanix) gundê Koxakê û piştî sê salan jî li wir teqawid dibe. Piştî teqawidbûnê Seyda diçe Tetwana navçeya Bitlîsê li wir îqamet dike û heta wefata xwe li Tetwanê dimîne. Seyda li kîjan gundî melatiyê dike li wir feqî xwedî dike. Temenê wî di ilmê de û di xwedîkirina feqiyan bihurî. Daxwazek Seyda jî ew bû ku dîroka Kurdistanê û eşîrên vî welatî binivîsîne, lê belê Xwedê jê re li hev neanî. Seyda di sala 2003an roja yekê meha nîsanê çû ser dilovaniya xwe.
Seyda di bikaranîna zimanê Kurdî de pir hestewer bû. Ez carekê bûme şahidê bûyereke Seyda. Seyda nexweş bû li nexweşxaneya Tetwanê radiza, ez wê rojê li bal Seyda tevber bûm. Camêrekî 40-45 salî gava Seyda li nexweşxaneyê dît, alaz kir ku Seyda bibîne. Hat cem Seyda, ji Seyda re got ‘Seyda gêçmîş be!’Ji berkalbûnê guhê Seyda baş nedibihîst. Ewî xortî careke din jî got: ‘Seyda gêçmîş be!’ Seyda vê carê bihîst, lê belê bersivek wisa da wî ku mat ma: ‘Ez nizanim gêçmîş çiye? Geçmîş çi tişt e? Bêje: Xwedê selametiya îmanê bide. Bi Kurmancî mijûl be’. Camêr pir fedî kir û got: ‘Xwedê selametiya îmanê bide!’ û paşve zivirî û çû.
 Belê, Seydayê Mele Nurullah, hema hema gişt temenê xwe bi nexweşî, bi jan û êş bihurand . Ji zaroktiya xwe heta mirina xwe Seyda her tim di nava derd û kul û êşê de bû. Di gel vê Seyda gelek berhemên xweşik û giring li paş hiştin. Seyda evîndarê pirtûkan bû, evîndarê pênûs û tênûsê bû. Eşqa Seyda pirtûkên wî bûn. Bîra min tê gava Seyda nexweş diket, em diçûn nexweşxaneyê Seyda digot filan kitêba min jî bi xwe re bînin.
Weke her alimî Seyda jî qet meyl neda dinyayê. Ji dinyayê re Seyda jî bêperwa bû. Çawa ku Seyda li ser wêneyekî xwe yê xortaniyê wiha digot:
 Xeyala min dimînî dê biçim ez,
 Di dunya lew nemaye kes muezzez,
 Bi dunya kî muferreh bit, dimînit,
 Kerê garanê yan kelbê li ber pez.
Seyda di dawiya temenê xwe de ku emrê wî ji 80yan bihurî bû dîsa helbest nivîsandin neşemirandibû. Helbesta xwe ya dawiya dawî -ku em malbata wî wisa dizanin- Seyda weha ji mirinê gazind dikir:
 Gazî dikim dostê kevin
 Bo çi li cem min nacevin,
 Heywax mirin, heywax mirin
 Ya Reb ji kî gazin bikem…
 
BERHEMÊN SEYDA

  1. El hemaîl û Fîş-Şemaîl: Kurdî ye, qiseta exlaq û rewiştên Pêxember (s.x.l) dike. Nezm e, ji 5569 malikan pêk hatiye.
  2. El Sebaîk Fîl Menasîk: Kurdî ye, behsa ibadetên Heccê dike. Nesr e.
  3. Camî ul Meanî: Erebî ye, şiroveya eqîda Şêx Ehmedê Xanî ye.
  4. Şerha Beyta Dilo ya Feqiyê Teyran: Erebî ye, şîroveya Beyta Feqiyê Teyran ya ku navdarê bi “Dilo Rabe “ye. Nesr e, derbarê şiretên gelemperî ye.
  5. Çenta Yetîman: Kurdî ye, derbarê eqîde û ibadetan de ye. Nezm e, ji bo zarokên Kurd hatiye nivîsandin.
  6. Kufr ul Kebaîr: Kurdî ye, nezma pirtûka Şêx Fethullahê Werqanisî “El Kufr û wel Kebaîr” e. Derbarê wan peyvên ku ji wan kufr û gunehên mezin çêdibin e.
  7. Şerha Mewluda Kurmancî ya Melayê Bateyî: Erebî ye, şiroveya Mewluda Bateyî ye ku di nav Kurdan de gelek navdar e.
  8. Şerha Tecwîdê: Erebî ye, şîroveya pirtûka “Hîdayetus Sibyan”e. Derbarê rêzika xwendina Qur’an a Piroz de ye.
  9. El Cewahîru Reşadiyet fî Siretî Nebewî: Kurdî ye, derbarê jiyana Pêxember (s.) de ye. Nezm e, ji 5204 malikan pêk hatiye.
  10. Dîwana Beytan: Helbest û qesîdeyên Kurdî, Erebî û Farisî ye. Bêhtirê ji 285 helbest û qesîde û 75 rubaî ye.
 
SEYDA Û HELBEST
 Qeyda evînê da demek,
 Dil zarî û pir da emek,
 Çavan ji giryê merd û mek
 Qurban kir û bê dîde ye.
 Belê… Eşq û evînî derdê her helbestvanî ye. Çi eşqa îlahî, çi eşqa beşerî… Wek derya ye di dilê helbesvanan de. Ma qey ji eşqa dilê helbestvanê nebe, dikare perên pênûsa xwe biweşîne ser evîniyê? Helbestvan bi eşq difikire, bi eşq diaxive, bi eşq dinivîse. Helbestvan peyvên xwe ji kûrahiyên dilê xwe, ji kelawecha eşqa xwe dihone. Seyda jî ji kûrahiya dilê xwe helbest nivîsîne. Bi eşq, bi evînî û bi bawerî… Carinan Seyda bi peyvan, destê xwe vedike ji Yezdan re dibêje:
 Derd ji te ye, dermanî hem, hem ji te ye şadî û xem,
 Çendî hene êş û elem, tev ji te ne Ya Rebbena!
Carinan jî, eşqa Pêxember (s.x.l.) di dilê wî de diherike:
 Kî seh kiriye merdê murad bê te wucûdê,
 Bê te’b û we bê qesdê can di hucûdê,
 Hey ferze li ser me li wiha şukrê sucûdê,
 Ey teyrê dilê min per û baskan biweşîne…
Seyda carinan jî ji eşqa beşerî, dilê xwe li qeydê dide:
 Dê alemê binîm ricakarê şirîna qendîleb
 Madem netîce her ev e bêdiliya Nurî meke..
Seyda di helbestên xwe de carinan zimanekî hêsan, carinan zimanekî gelek giran bi kar aniye. Lê belê Kurdiyek pir dewlemend di helbestên Seyda de xwe nîşan dide. Her wiha erebî û farisiya Seyda jî wisa dewlemend e.
Kurdî:
 Tu xweyê xemla şirînî, tu dilê kul dikewînî
 Tu li cem her kes evînî, ey biharê hey delalê…
Farisî:
 Kuca meyxane û saqî kuca dîr û kuca mescid
 Kuca nuşan ê muştaqî kuca tesbîh û seccade
 Heme ez nuşê mey baqî şudend sergeşte ey macid
 Kî der xumxaneyê saqî heme geştendê dildare.
Erebî:
 Sefînetul wîsalî ‘eyet bi behrî hicrî
 Keyfe yekunu halî şewqî ezabe sebrî
 Ma lil hewa we ma lî tudcî’unî bi qebrî
 Ya leytema xezalî hennet ileyye lisehrî
 



ÇEND HELBESTÊN SEYDA

 
Hezar Zozan
Hezar zozan bi qurban bin ji bo teyba Resulîllah,
Medîne xweş Medîne barekellah bû Resulîllah.
 Medîne cenneta dunya,Medîne cenneta uqba,
 Gelek şîn û gelek ‘ulya xweşa cayê Resulîllah.
Medîne bax û bostan e, Medîne raheta can e,
Medîne rewh û reyhan e cihê rewha Resulîllah.
 Qedemgâha peyember ew, mekana cumle serwer ew
 Be bal beytê ve rehber ew, muqqedes kir Resulîllah.
 
Cihê tenzîlê wehya heq, ji qeydê neqsê pûr mutleq,
Bulendîpâye pê mulheq, bila qeydê Resulîllah.
 Beqî’e cennetek sanî, qesem nîne ewî sani,
 Bi qencan bûye nûranî, bi tehsîna Resulîllah.
Dumadorê wî cennat in, Uhud Xendeq ne Muzcat in,
Ji nizmê jorvetir hatin, bi îqdama Resulîllah.
 Ji jor da ku tu dakeftî, ji dûrva bînî mizgeftî,
 Bi can û cîgerek pehtî, xwe davêjî Resulîllah.
Di orta mescîda ‘ali, dikey tebdilê ehwali,
Eger genci,weger kalî, ji bêr nûra Resulîllah.
 Melek teb’in rîcalê wî, wekî wildan tifalê wî,
 Ji xwe hurin xezalê wî, ji îkmala Resulîllah.
Şirîn erd û şirîn av e, şirîn cism û şirîn nav e,
Şirîn saye, û şirîn tav e cihê rewda Resulîllah.
 Bi me’na xwe çiyayê wî, bulend in pur giyayê wî,
 Bêhnxweş in dicayê wî, tijî tîba Resulîllah.
Xweşa deşt û xweşa banî, xweşa nehr û xweşa kanî,
Xweşa bostan, xweşa çanî ku toxmê wî Resulîllah.
 Xwezî ‘emrê mi înhaî dida weqtê li wa bûma,
 Gelek “Nûrî” dixwaze vî ji eltafê Resulîllah.
 
Birayê Delal
 Serê te ku jêken ji bona Xudê,
 Mebêje ku heyf e birayê delal
 
 Çi ku her Xuda ye w Xuda ye w Xuda,
 Ji bo te bi kar bit, ne milk û ne mal.
 
 Şivîlek rêya xwe bi yalê Xuda,
 Bihêle ji wî her dibînî kemal.
 
 Çi ku dê ji dunya biçî rojekê,
 Temam ber fenane ji bil Zulcelal,
 
 Di her du dinan baqî mînit ew e,
 Welê yê dinê tev diçin ber zewal.
 
 Binêrin ku ‘Nurî’ çi got û çi kir,
 Hemî çûn û borîn, çû xewn û xiyal.
 
Cîhad Bakırhan
Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz

Epeyam:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin info@nubihar.com
Facebook