Edîb Polat di sala 1964an de li gundekî Amedê hatiye dunê, lîse û zankoyê li heman bajarî kuta kiriye. Mamosteyê biyolojiyê ye, ji bo pirtûk û nivîsên xwe gelek caran di zîndanan de maye. Ji sala 1999an heta sala 2017an, di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî biyolog û zimanzan xebitiye. Di Sibata sala 2015an de li Zankoya Artûklû Beşa Ziman û Çanda Kurdî masterê (lîsansa bilind) kuta kiriye û teza xwe li ser “Di Çend Pexşanên Kurdî de Evînên Efsanewî” amade kiriye. Du xelatên navnetewî yên Azadiya Ramanê girtine: Xelata Barbara Goldsmith (PEN) a Azadiya Nivîsê (1994) û Xelata Human Right Watch a Azadiya Ramanê (1994).
Lêkolîn, roman, çîrok û werger jî di nav de, heta niha ji 20î zêdetir berhemên nivîskar weşiyane.