Mahmûd Barik di sala 1961ê de li Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Goliyê yê li ser navenda Mêrdînê, dibistana amadeyî û zanîngeh jî li navenda Mêrdînê xwendiye.
Di derbeya 12ê Îlonê li Mêrdînê karmend bûye. Di 18ê cotmeha sala derbeyê de hatiye destgîrkirin û di 18ê kanûnê de ketiye Hebisxaneya Amedê. Di sala 1991ê de ji Hebisxaneya Aydinê hatiye berdan. 11 salan di hebisxaneyê de maye. Barik, di lêkolanên xwe yên li ser çanda Kurdî de berdewam e û li Mêrdînê dijî.
Berhemên wî:
Roman:
- Kumrular Hiç Uğuldamadılar, weşanên M, 2004 (çapa duyem, weşanên Ava, 2013. Çapa sêyem weşanên Ber, 2016)
- Güneşe Gömülmek, weşanên Ber, 2016.
Lêkolîn:
- Ax Pişta Min, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, weşanên Şarevaniya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)
- Kevneşopiyên Kurdan, (weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003)
 - Lîstikên Zarokan, (weşanên Şarevaniya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)