Aziz SAMUR, Di 18ê Adara 1981ê de, li Silîvaya Diyarbekir hatiye dinyayê. Perwerdeyên xwe yên destpêk, navîn û lîseyê li heman ciyî dîtin. Li Zanîngeha Wanê, ji Beşa Mamostetiya Polê; li Zanîngeha Eskîşehîrê, ji Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî bawernameyên lîsansê girtin. Di 2012an de, li Zanîngeha Mêrdînê, di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de, bi teza “Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê” bawernameya lîsansa bilind wergirt. Digel kurteçîrok û gotarên wî yên di kovar û rojnameyan de, pirtûkên wî yên wergerê jî hatine weşandin. Berhema wî ya yekem “Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya Kurmancî” ye. Niha li Diyarbekir, mamostetiya edebiyat û zimên dike.