Lixwegerîn

Mehmet Nuri Candemir di sala 1974an de li navçeya Panosê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li navçeya Elcewazê xwendiye. Dibistana navîn û lîse jî li Îzmîrê xwendiye. Di sala 1996an de Fakultaya Çandinî ya Zanîngeha Wanê qedandiye. Di sala 2013an de jî Zanîngeha Anadolê Beşa Wêje û Zimanê Tirkî kuta kiriye. Ji sala 1997an heta sala 2018an li Bajarê Panos û Wanê mamostetî kiriye. Ji 2018an wirde li Wanê Gerînendetiya Şaxa İpekyolê dike. Romaneke wî ya bi navê Annemin Sırrı Kaybolan Mektupta sala 2008an di weşanên Ravzayê de li Stenbolê bi Tirkî çap bûye. Zewîcî ye û sê zarokên wî hene.