Aram Gernas ji Farqînê ye. Xwendina xwe ya sereta, navîn û lîseyê li vî bajarî temam kiriye. Piştî xwendina Înstîtuya Perwerdeyiyê dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Di serdema cuntaya eskerî ya 12ê îlona 1980yan de gelek caran hatiye girtin û zêrandin. Di sala 1983an de wek penaberek polîtîk derketiye dervayî welat û li Swêdê bi cîh bûye. Li wê derê jî, digel xebatên kurdperwerî, nivîskarî û redaktorî, ji nû va dest bi xwendina Zanîngeha Mamosteyî ya Bilind kiriye. Herweha piştî xwendina bilind dest bi karê mamosteyiya Kurdî kiriye. Digel karê mamosteyiyê, bi salan karên redaktorî û nivîskariya kovarên Roja Nû, Berbang, Çira û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye.
Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat de û di malperên înternetê de gelek nivîsarên wî derçûne. Ev 17 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî. Xebatên wî yên nivîskariyê, her bi zimanê Kurdî didome.
Heta niha wek roman, tiyatro, xeberoşk, stran û muzîka zarokan, werger, lêkolîn û hwd yazdeh berhemên wî, li dervayî welat û li Tirkiyê, derçûne.