Kurtejiyana Mela Ehmed
Mela Ehmed kurê Mela ‘Ebdusselamê Mermerî ye. Mela ‘Ebdusselam kurê Mela Huseynê Resûlanî ye. Kalê Mela Ehmed Mela Huseyn digel xezûrê xwe Şêx Ebdulqadirê Hezanî li cem Şêx Ebdurrehmanê Taxî xizmeta ‘ilm û ‘emel kirine û bi emrê Şêx ‘Ebdurrehmanê Taxî ji gundê Resûlan ku bi Mûşê ve girêdayî ye, hatine herêma Licê û di gundê Hezanê de bi cih û war bûne.
Bavê Mela Ehmed, Mela ‘Ebdusselam ji aliyê diya xwe ve neviyê Şêx ‘Ebdulqadirê Hezanî ye. Li Hezanê hatiye dinyayê. Piştî kutakirina perwerdehiya wî ya medreseyê, weke mela û muderîs li gundê Mermerê dest bi wezîfeyê kiriye. Mela ‘Ebdusselam di şert û mercên gelekî dijwar û tund de li vê gundî melatî û muderistî kiriye. Di wê hiyamê de weke fermî şol dikir. Di sala 1968an de hate Diyarbekir û di mizgefta minareya çarnig de melatî kiriye. Di sala 1982yan de çûye ber dilovaniya Xwedê. Sê kur û heşt qîzên wî hebûne. Mela Ehmedê ku xwediyê vê berhema giranbiha ye, yek ji wan sê kurên Mela ‘Ebdusselamî ye.
Mela Ehmed li gundê Mermer ku li ser Amedê ye, di sala 08.04.1954an de hatiye dunyayê.
Xwendin û Melatî û Mamostetiya Wî
Mela Ehmed ji elîfbêtkê heta pirtûka medreseyê ya rêzê, Mela Camî li nik babê xwe xwendiye. Di pey çend medreseyan de xwendina xwe ya esasî û kamil li Hezroyê li cem Seydayê Hacî ‘Ebdulfettahê Hezroyî (Fethî) berdewam kiriye. Ji ber nexweşiya Seydayê wî, perwerdehiya xwe li cem Mela ‘Ebdullahê ku di wê maweyê de li Hezroyê miftîtî dikir, bi dawî kiriye.
Tehsîla xwe ya bilind a fermî li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekir di beşa Edebiyata Tirkî de, di sala 1979an de xelas dike.
Di payîza 1969an de, di meha îlonê de dest bi melatiya fermî dike. Di sala 2001ê de malnişîn dibe. Nêzîkî sî salî îmametî kiriye. Piranî di mizgefta Parlo (Palo Camii/Camî’ussefa) de melatiya xwe kiriye. Nêzî deh salan di Zanîngeha Dîcleyê de ji sala 1995an heta 2003yan ketiye dersên ‘Erebî, Farsî û Tirkî. Ev çend sal in di komelaya Şarkiyata Diyarbekir de dersên taybet ên Farsî dide. Xweda temenekî dirêj û welûd bide Seyda.

Helbestvaniya Wî
Seyda helbestvanekî klasîk e ku di dîroka edebiyata Kurdî de, di serdema modern de dîwana xwe nivîsiye. Hemû helbestên di dîwanê de (ji bilî 4 helbestan) bi kêşa ‘erûzê nivîsîne. Her sê mesnewiyên ku jiyana feqiyan ji me re rave dike, heta vê demê di tu helbestên helbestvanan de nehatine dîtin. Ji teref mijarê ve ev helbestên yekem in. Ev hersê mesnewî ji bo folklora Kurdî girîng in.

Berhemên Mela Ehmed Yalar
Berhemên Kurdî
1-Dîwana ‘Işqê Ev dîwana ku li ber destê we ye.
2-Gêştname/ Seyranname I (Rojek pêncşema Feqiyan) Mesnewiyek li ser kêf û şahiya feqiyan e. Ji 63 beytan pêk hatiye. Di nava dîwanê de di binê sernavê mesnewiyan de bi cih bûye.
3-Geştname/ Seyranname II (Rojek Biharê) Mesnewiyek li ser jiyana feqiyan e. Ji 74 beytan pêk hatiye. Di vê dîwanê de hate çapkirin
4-Meftûhane
Mesnewiyek li ser meftûhanê hatiye nivîsîn. Meftûhane, çandek ji çanda medresê û feqiya ye. Ev menzûme ji 89 beytan pêk hatiye. Di bin sernavê mesnewiyan de, di vê berhemê de bi cih bûye.
5-Tecwîda Hêja
Der barî ‘ilmê tecwîdê de hatiye nivîsandin. Pexş e. Fedîleta Xwendina Quranê, Şert û adabê xwendina Quranê, ‘Ilmê tecwîdê, Terzê xwendina Qurana Pîroz, Tecwîd, Dûa xitma Quranê, Çed helbest û şi’rên bijarte di derheqê xwendin û xebat û kar beşên vê pirtûkê ne. Nehatiye Çapkirin.
6-Wergera Seyahetnameya ‘Ebdurrahman Nacim
‘Ebdurrehman Nacim Dadgerê dadgeha îstînaf a Amedê ye. Dema tayinî Amedê dibe, ji Stenbolê heta Amedê cih û warê ku tê de derbas dibe wek menzûm bi Farsî tîne ziman. Seyda ev berhem ji bo weqfa İsmail Beşikçi ya Amedê wergerandiye. Ev werger ji teref Seîd Veroj ve di kovara Nûbiharê de hatiye weşandin. Ev berhem ji 14 rûpela pêk hatiye.

Berhemên Tirkî
1-Şafii İlmihalî/ Sualli Cevaplı (Îlmîhala Mezhebê Şafi’î, tevî pirs û bersivan)
Îlmîhaleke li ser mezhebê Îmamê Şafi’î bi pirs û bersîv hatiye nivîsandin. Seyda û hevalê xwe M. Selîm Bilge bi hevre nivîsandine. Ev berhem di sala 1983an de hatiye çapkirin. Weşanxana Eser Neşriyat ew çap kiriye. Ji ber ku ji zûde çap bûye me bi dest nexist. Bes me wêneyê pirtûkê ji înternetê wergirt û di pêvekê de bi cih kir.
2-Yeni Arap Edebiyatı Gelişim Tarihi (Dîroka Geşedana Edebiyata ‘Erebî Ya Nûjen) Ev behrem nehatiye çapkirin. Mijara wê edebiyata ‘Erebî ya nûjen e. 88 rûpel e.
3-Şerefname’nin Tercümesi- Hazro Beyleri Bölümü (Tercumeya Şerefnameya Şerefxanê Betlîsî- Beşa Mîrên Hezro)
Ji Şerefnameya Şerefxanê Betlîsî beşa Mîrên Hezro ji teref Seyda ji bo begên Hezro hatiye wergerandin. Seyda ev werger daye begên Hezro. Ev werger nehatiye çapkirin.