Hûşengê Moradîyê Kirmanî – di sala 1944an de li Kirmana Îranê hate dinê. Digel nivîskarîya edebîyata zarokan di ciwanîya xwe de di radyoyê de jî kar kiriye. Yekem çîroka xwe bi navê Kûçeyê Ma Xoşbextha (Kolana Me Bextewaran) di Kovara Xoşe de nivîsî. Şêwaza wê bi piranî mîzahî ye û yek ji nivîskarên realîst ê Îranê ye. Yekem kitêba wî ya çîrokan di sala 1971an de bi navê Mesûme çap bû. Digel gelek xelatên edebî yekem xelata xwe li ser navê kitêba Beççehayê Qalîbafxane / Zarokên li ber Tevna Mehfûrê di sala 1976an de ji lijneya taybet a Hans Christian Andersen wergirt. Kirmanî heya niha nêzî 21 berhem nivîsîne ku nêzî 9 ji van berheman bûne fîlmên sînemayê yan jî rêzefîlmên televîzyonan.

Berhemên wî: Mesûme, Qissehayê Mecîd (bûye rêzefîlm), Beççehayê Qalîbafxane, Nexl, Çekme (bûye rêzefîlm), Xomre, Moştê ber Pûst, Tenûr, Morebbayê Şîrîn (bûye rêzefîlm), Lebxendê Enar, Mêhmanê Maman (bûye fîlm), Ne Ter û Ne Xoşk, Şoma ke Xerîbe Nîstîd, Piloxoreş, Mislê Mahê Şebê Çehardeh, Nazbaleş, Hûşengê Duwom, Abê Enbar, Tehê Xiyar, Qaşûqê Çayxorî, Men Qezalê Netersîdeî Hestem.