Grîgory Petrov di1866an de li Rûsyayê hatiye dinyayê. Yek ji keşeyê herî navdar û di heman demê de nivîskarekî gel ê ku pirtûkên wî herî zêde dihatin xwendin bû. Piştî ku bi sedema hin fikir û ramanên xwe ji dêrê hat
qewirandin, bi tevahî xwe da karê nivîsandinê. 
Petrov, ji ber rexneyên xwe yên derbarê Şoreşa Cotmehê, neçar dimîne ku welatê xwe biterikîne û here. Di serdema Sovyetê de berhemên wî li welatê wî têne qedexekirin.
Nivîskar ji bo dermankirina nexweşîna pençeşêrê diçe Parîsê, lê baş nabe û di sala 1925an de dîsa li heman bajarî jiyana xwe ji dest dide. Bêguman berhema wî ya navdartirîn Welatê Sosinên Spî Fînlanda ye.