M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zanîngeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bilî şiîr û formên şiîrên mîstîkî û xebatên li ser estetîk û hunerê, ew li ser folklora Kurdî xebatên lêkolînî jî dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedîm yên Kurdan xebatên wî yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mîtolojiya Kurdî” ye, ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetîk, şiîr û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolînên wî hene. M.  Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastikî xebatên xwe didomîne.
 
Berhemên wî yên edebî yên ku heta niha hatine çapkirinê ev in:
- Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfîn, 1993)
- Arzeba (Weşanên Sî, 2001)
- Şêhneya Dînan (Weşanên Şemal, 2014)