Mela Mehmûde Bazîdî di sala 1797an de li Bazîdê ji dayik bûye. Bazîdî li bajarê xwe dest bi xwendina pêşîn kiriye, paşê çûye Tebrîzê û li wir xwendina xwe qedandiye. Piştî ku bi salan li medreseyan muderrisî kiriye di sala 1854an de çûye Erziromê û li wê derê bi August Jabayê (1801-1894) konsolosê Rûsyayê yê Erziromê re têkiliya wî çêbûye. Bazîdiyê ku Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî dizane, bûye mamosteyê zimanê Kurdî yê Jaba. Dema ku Jaba ji Bazîdî fêrî Kurdî dibe her wiha jî bi wêjeya Kurdî re eleqedar dibe. Bi xêra vê eleqeyê Bazîdî teşwîq kir ku berhemên Kurdî berhev bike û di warê aborî de piştgirî da wî. Di encama van xebatan de 54 berhemên ku piranî bi Kurdî ne, ji Akademiya Zanistên Rohilatnasiyê ya Petersbûrgê re hatin şandin. Li gor agahiyên berdest Bazîdî heya sala 1868an jiyaye. Bazîdî di qadên cuda yên wekî edebiyat, ziman, dîrok û folklorê de gelek berhem amade kirin. Berhemên wî yên sereke ev in:
1. Tewarîxî Cedîdî Kurdistan.
2. Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (Wergera Şerefnameyê).
3. Risaleyî Tuhfetul-Xîlan fî Zimanê Kurdan.
4. Mem û Zîn Hikâyesi.
5. ‘Adat û Rusûmatname'ê Tewayifê Ekradiye.
6. Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan.