Kenê Reş

Diya Ciwan di sala 1953an de li herêma Botan hatiye jiyanê. Di 5 saliya xwe de bavê wê Mele Osmanê Şûzî ew daye ber xwendinê. Li ber destê gelek mela û şêxên din jî xwendiye, mîna Mele Eliyê Eruhî û şêx Îzzeddînê Medreseyî. Di 7 saliya wê de diya wê emrê xwedê kir û kete ber destê pîrik û jinbavê. Ji biçûkaniyê ve gelekî girêdayî wêjeya Kurdî bû. Di 9-10 saliya xwe de gelek helbestên Cezîrî, Xanî û Feqiyê Teyran jiber kiribûn.
Di sala 1966an de bi kurmamê xwe re li bajarê Qamişlo şû kir. Di sala 1975an de, digel zarok û malxuhê xwe ve çû Şamê. Di sala 1977an de dest bi nivîsandina helbestê kir. Yekemîn helbesta wê di sala 1982an de, di kovara Berbangê de li Swêdê weşiya. Yekemîn dîwana wê Pêlek ji Deryaya Kovanên Min di sala 1992an de derçû. Ev yekemîn pirtûka helbestê ya jinê ye ku li Rojavayê Kurdistanê derketiye. Heta niha tevî vê pirtûka li ber deste we, 13 berhemên wê derketine. 5 heb ji wan, li zimanê Erebî hatine wergerandin. Gelek tekstên wê li Îngilîzî, Rûsî û Tirkî jî hatine wergerandin. Ji destpêka salên 90î heta îro gelek nivîsên wê di rojname û kovarên Europa û Kurdistanê de derketine. Heta niha ji 40î zêdetir xelatên wêjeyî wergirtine.
Diya şeş zarokan e.