Hêriş Kemal Rêkanî di sala 1986 li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdiya ya Duhokê hatiye dinyayê. Sala 2008-2009an dîplomaya seretayî li Peymangeha Merkezî ya Mamostayan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016
bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Niha li Zankoya Duhokê (Beşa Dîrokê) xwendekarê masterê ye. Di gelek kovar û rojnameyan da helbest, hevpeyvîn û meqaleyên wî hatine belavkirin.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
- Baxçê Pêzanînan, (Duhok: 2003)
- Gaziya min, Dîwana Mela Yasîn Rêkanî 1934-2005, (Duhok: 2009)
- 200 Pend ji Gotinên D. Îbrahîm Feqî, (Duhok: 2013)
- ‘Eşîretên Behdînan 1514-1919 (Vekolîneka Belgenameyî Dîrokî) (Duhok: 2019)
- Ji Dîroka Mîrgeha Behdînan (Duhok: 2019). (Berhevkirineka Hevpişk).
- Gencîneya Behdînan (Destnivîsên Zana û Mîr û Hozanvanan, li Sedên 9-15 mş./15-20 z.) Bergê Yekê. (Duhok: 2020).
- ‘Eqre fi Sene 1951 ( ???? ?? ??? 1951 ) Şakir Fettah, Murace‘e: Hîriş Kemal Rêkanî, Merkezu Jîn, (Silêmaniye; 2020). (Bi Zimanê Erebî)
- Ji Gulên Baxê Muxlisî Mela Ehmedê Nalbend 1890-1963 z. (Duhok: 2021). Gelek berhemên wî yên çapnebûyî jî hene.