Li Amedê hatiye dinyayê û ji Stewrêya Mêrdînê ye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Dicleyê beşa mamostetiya Îngilîzî xwend. Li Zanîngeha Mardin Artukluyê mastera bêtez û li Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê mastera bitez di beşa Ziman û Çanda Kurdî de qedandiye. Teza wî li ser “Hînkirina Kurdî Wekî Zimane Yekem” e. Xebatên wî bi piranî li ser zimannasiyê û hînkirina zimên in. Niha li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa ziman û edebiyata Kurdî de weku hîndekar dersên ziman dide. e-mail: resulteacher@gmail.com