<p>Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye.</p>

Agahiyên Têkiliyê

Îngilîzî
  • Îngilîzî
  • Bengalî
  • Almanî
Dolarê DYAyê
  • Dolarê DYAyê
  • Euro
  • Yenê Japonî
Zarokên LI Ber Tevna Mehfûrê

Zarokên LI Ber Tevna Mehfûrê

Hûşengê Moradîyê Kirmanî

Marka: Nûbihar
ISBN: 9786257383516
Pîvan: 180×115 mm
Hejmara Rûpelan: 128 rûpel
Kategorî: Zarok
Sala Çapê: rezberê 2022
200,00 ₺ %25 150,00 ₺

Ji bo pirsên we yên derbarê siparîşê de

+90 552 795 44 21
Zarokên li ber Tevna Mehfûrê qiseta zarokên xebatkar e. Ew zarokên ji ber feqîrî û neçariyê di temenên xwe yên biçûk de ji mil û qeweta xwe girantir bar hildigirin. Zarokên ku divê li gund û kolanan, li dibistanê, li deşt û beyaran dest bidin hev bilîzin, bikenin, bigirîn, şer bikin û jiyanê bi hev re bijîn û fêr bibin, ne ku di bin hukmê mezinan de biheciqin û xeyalên wan bi ro de biçin.

Hûn dê di vê kitêbê de qiseta Nimiko û Sefero bixwînin, ka çawa di bin îhtirasa mezinan û êtîmî û hejariyê de xeyal dikin û dijîn. Lê derdê Nimiko gûzên çargurçik û daxwaza Sefero jî cotek ji wan pêlavên çilwilî yên bajaran in.

Hûn dê di vê kitêbê de qiseta Rizo bixwînin, ku hêj di zikê dêya xwe de ye tê îcarekirin. Lê derdê Rizo tenê têrxwarin e.

Hûn dê qiseta Esedo û Xecîceyê bixwînin ku ew şelûşeht bûne li kargehên xalîçerêsiyê. Derd û fikara Xecîceya xwarovîçî ew e ku bi selametî zaroka xwe bîne dinê.

Her du qisetên Hûşengê Moradiyê Kirmanî, daweşandina gurzekî ye li giregir û hukumdarên dimeşin li ser xalîçeyên sor û hişyariyek e ji bo Nimiko, Sefero, Rizo, Esedo û Xecîceyên hemû dinyayê, û nexasim -ku em bizanin- ji bo yên Kurdistanê.
Bihayê etîketê
200,00
Dîroka Çapa Yekem
rezberê 2022
Navê Pirtûkê
Zarokên LI Ber Tevna Mehfûrê
Navê Nivîskar
Hûşengê Moradîyê Kirmanî
Hejmara Rûpelan
128
ISBN
9786257383516
Marka
Nûbihar
Kategorî
Zarok
Cure
Basılı Kitap
Zimanê Weşanê
Kurdî
Zimanê Orîjînal
Kurdî
Mezinahiya Pirtûkê:
180 x 115
Cureyê Kaxeza Bergê
Bristol
Hejmara Giştî ya Çapê
200
Hejmara Stoka Niha
59
Navê Markaya Jêrîn a Weşanxaneyê
Nûbihar

Pirtûkên Wekhev

Du Çîrok Û Nameyek

Çetoyê Zêdo

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Bilûrvanê Gundê Bimişk

Hans Christian Andersen

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Dest Bi Dibistanê Dike

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Dibe Xwediya Pisîkekê

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Daweta Noko Û Nîskê

Çetoyê Zêdo

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Wenda Dibe

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Abşûran

Elî Eşref Dervîşiyan

200,00 ₺ %25 150,00 ₺

Dilşa Dest Bi Mekteb Kena

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Pizzayê Çêdike

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Du Legleg Zozan Û Gernas

Çetoyê Zêdo

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Hînî Ajotina Biskilêtê Dibe

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺

Dilşa Futbolê Dilîze

Liane Schneider

150,00 ₺ %25 112,50 ₺