Û rûyê min di nava du destên min da hepsî ye.
Şilî dibare bi ser siya şevê da.
Helbesteka nîvcî hêdî-hêdî dilê min şil dike.
Bêriya lêvên te bi ser lêvên min da digire.
Helbestkarê min!
Dilopên şiliyê serê xwe didine ser kevirên kuçeyan.
Kilameka qedexe sîngê min dişewitîne.
Bêhna şiliya destên te bi ser dilê min da digire.
- Etiket fiyatı
- 160,00
- Kitap Adı
- Wexta Hezkirinê
- Yazar Adı
- Bedriye Topaç
- Sayfa Sayısı
- 72
- ISBN
- 978-625-92037-1-3
- Marka
- Nûbihar
- Türü
- Basılı Kitap
- Yayın Dili
- Kurdî
- Toplam Baskı Sayısı
- 0
- Güncel Stok Sayısı
- 0
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar
Bedrîye Topaç di sala 1977an de li Dêrsimê, li gundê Markasorê ji dayîk bûye. Perwerdehiya xwe ya seretayî di maweya heft salan de, li dibistana şevmîniyê qedandiye. Sala dawîn ya dibistanê û amadehî li Enqereyê xwendiye. Endamtiya kovara Herdê kiriye. Nivîs û çîrokên wê yên pêşîn di sala 2011an de di kovara Şewçila û rojnameya Newepelê de weşiyane. Niha li Dêrsimê dijî; ji aliyekî ve jî di kovara Vateyê de çîrok û helbestên wê diweşin.
Berhemên wê:
Bero Sûr, Çîrok, Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir 2012.
Wextê Heskerdişî, Helbest, Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir 2013.
Menewşî, Çîrok, Weşanxaneya Vateyî, Stenbol 2021.
Sebr, Helbest, Weşanxaneya Vateyî, Stenbol 2023.
Berhemên wê yên bûne Kurmancî:
Binefş, Çîrok, Weşanxaneya Vateyî, Stenbol 2023.
Wexta Hezkirinê, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2026.