Medresetuzzehra, projeya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye ku çareseriya perwerdehiya Kurdan di xwe de dihewîne. Ev proje, bi xusûsiyetên xwe yên gelemperî rêçareyek e ku ji bo alema Îslamê û bi taybetî jî bi çareseriya pirsgirêkên Kurdan ve ‘eleqedar e. Ev proje, nêrîneke berfireh û însanî ye, lê hê jî pêk nehatiye. Encamên vê pêkneanînê yên dijwar li ber çavên me ne. Medresetuzzehra zanîngeha alema Îslamê ye, navenda wê coxrafyaya Kurdan e. Naveroka wê perwerdehî, biratî, aşîtî, wekhevî û ‘edalet e. Bi kurtasî ev proje wiha dikare were puxtekirin: Îttihda Îslamê, biratiya gelan, perwerdehiya bi metodên nûjen, têkelkirin û jihevfamkirina ehlê medresê, tekya û mekteban, hurmetgirtina ji hemû zimanan, berterefkirina nîjadperestiyê û herwekî din. Helbet ev ramana ku sed sal berê ji teref Bedîuzzeman ve hatibû pêşniyazkirin, îro jî baş nehatiye têgihandin. Bi giştî alema Îslamê, bi taybet Kurd muhtacî vê projeyê ne. Mamoste Adil Yıldırımçakar, nêrînên Bedîuzzeman bi analîzên berfireh di vê xebata xwe de bi awayekî zanistî vekolaye.
- Etiket fiyatı
- 210,00
- İlk Basım Tarihi
- Mayıs 2020
- Kitap Adı
- Umrek Û Mirazek -Bedîuzzeman Û Medresetuzzehra-
- Yazar Adı
- Adil Yıldırımçakar
- Sayfa Sayısı
- 248
- ISBN
- 9786059413459
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Kurdolojî
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar