<p>Nûbihar, 1992’den beri Kürtçe yayıncılık yapan bir dergi ve yayınevidir.</p>

Agahiyên Têkiliyê

İngilizce
  • İngilizce
  • Bengalce
  • Almanca
ABD Doları
  • ABD Doları
  • Euro
  • Japon Yeni
Tarîxa Meyafarqînê [Çapa Taybet / Özel Baskı]

Tarîxa Meyafarqînê [Çapa Taybet / Özel Baskı]

Emîn Narozî

Marka: Nûbihar
ISBN: 9786257383967
Boyutlar: 240×165 mm
Sayfa Sayısı: 616 sayfa
Kategori: Dîrok û Lêkolîn
Basım Yılı: Ekim 2023
1.200,00 ₺ %25 900,00 ₺

Sipariş sorularınız için

+90 212 519 00 09
Tarîxa Meyafarqînê [Çapa Taybet / Özel Baskı]Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.

Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.

Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.

Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.

Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.

Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.
Etiket fiyatı
1.200,00
İlk Basım Tarihi
Ekim 2023
Kitap Adı
Tarîxa Meyafarqînê [Çapa Taybet / Özel Baskı]
Yazar Adı
Emîn Narozî
Sayfa Sayısı
616
ISBN
9786257383967
Marka
Nûbihar
Yaş Grubu
Genel Kitle
Kategorî
Dîrok û Lêkolîn
Yayın Dili
Kurdî
Kitap Boyutu:
240 x 165
Kapak Kağıt Türü
Bristol
Yayınevi Alt Markası Adı
Nûbihar

Yazarın Diğer Kitapları

Tarîxa Meyafarqînê

Emîn Narozî

800,00 ₺ %25 600,00 ₺

Benzer Kitaplar