“Melayê Cizîrî edebiyatnasekî Kurd ê sedsala XVIan e. Şairê qesra mîr û hukumdarê hukumeta Cizîra Botanê, nûnerê dewra muqtedîr û serdestiyê ye di dîroka edebiyata Kurdî de. Ew şairê qesr û dîwanê ye. Di helbesta wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Lewma Mela banê estetîka helbesta Kurdî temsîl dike.
Şebçirax romaneke biyografik e û bi çîroksaziyeke pisporane xwînerê xwe derdixe rêwîtiyeke rewnaq. Di kuçe û kolanên bajarê xewn û xeyalan, Cizîra Botana qedîm de dide gerandin. Li warê Dîcle û Firat, li welatê mîr û medreseyan, li Kurdistana dewrana zêrîn dike mêvan. Her wisa xwîner dike rêhevalê naveroka riste û beytên Mela, hevaldersê tehsîla wî û hemderdê işqa wî ya dilêş û dilgeş.
Romana Şebçirax ji hêla vehunandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de. Hasil ŞEBÇIRAX bi şewq û şemala xwe ronahiyekê direşîne li ser tarîtiyên dem û serdeman.”
- Etiket fiyatı
- 250,00
- İlk Basım Tarihi
- Eylül 2025
- Kitap Adı
- Şebçirax Romana Melayê Cizîrî
- Yazar Adı
- Gülistan Çoban
- Sayfa Sayısı
- 160
- ISBN
- 9786257383455
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Roman
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar