<p>Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye.</p>

Agahiyên Têkiliyê

Îngilîzî
  • Îngilîzî
  • Bengalî
  • Almanî
Dolarê DYAyê
  • Dolarê DYAyê
  • Euro
  • Yenê Japonî
Mesnewiya Yûsuf Û Zuleyxayê

Mesnewiya Yûsuf Û Zuleyxayê

Ayhan Tek

Marka: Nûbihar
ISBN: 9786059413497
Pîvan: 230×160 mm
Hejmara Rûpelan: 431 rûpel
Kategorî: Xebatên Edebî
460,00 ₺ %25 345,00 ₺

Ji bo pirsên we yên derbarê siparîşê de

+90 552 795 44 21
Mesnewiya Yûsuf û Zuleyxayê

Yûsuf û Zuleyxa, herçiqas zêdetir wek çîrokeke dînî/edebî bête zanîn jî, ew ji çîrokekê zêdetir e. Lewra di vê serpêhatiyê de kodên muhim ên hafizeya insaniyetê hene. Ji ber wê yekê, xwûnerên vê çîrokê aşinayê wan kod, motîf û epîzodên wê ne. Çunku ev çîroke, çîrokeke hevpar e ku parçeyek çîroka herkesî di vê çîrokê de heye. Loma jî ji edebiyatê heta resm û tiyatroyê, ji huner heta ilahiyatê di gelek qadan de ev çîroke bûye mijara berhemên girîng. Di edebiyata klasîk de jî cihê mesnewiyên Yûsuf û Zuleyxayan gelek girîng e ku şairên edebiyata klasîk wek armanc xwestine wê “çîroka herî xweş” -yanî bi gotina Qur’anê “ehsenu’l-qeses”ê- binivîsîn. Di edebiyata mesnewiyê ya Rojhilatê de metnên li ser vê çîrokê cihek taybet digirin û numûneyên wê yên nivîskî gelek in. Di edebiyata Kurdî de jî numûneya wê ya yekem metnê Selimiyê Hîzanî ye. Di vê xebata Ayhan Tek de, çîroka Yûsuf û Zuleyxayê ji aliyê bingeha xwe ve digel tesîra wê ya edebî hatiye vekolan. Digel transklîterasyona metnê mesnewiya Selîmiyê Hîzanî, di vê xebatê de arkeolojiya çîroka Yûsuf û Zuleyxayê jî hatiye tehlîlkirin. Bi vî şiklî bi giştî di edebiyata Rojhilatê de û bi taybetî jî di edebiyata Kurdî de ev çîroke hatiye vegotin. Di vê xebatê de digel analîzeke berfireh, edîsyon-krîtîka Yûsuf û Zuleyxayê hatiye kirin. Bi vî şiklî dê xwendevan û lêkolîner bikaribin li ser wê çîrokê ferqên nusxeyan û serencama berhemeke klasîk ya di nava destxetan de mabû bibînin.
Bihayê etîketê
460,00
Navê Pirtûkê
Mesnewiya Yûsuf Û Zuleyxayê
Navê Nivîskar
Ayhan Tek
Hejmara Rûpelan
431
ISBN
9786059413497
Marka
Nûbihar
Kategorî
Xebatên Edebî
Cure
Basılı Kitap
Zimanê Weşanê
Kurdî
Zimanê Orîjînal
Kurdî
Mezinahiya Pirtûkê:
230 x 160
Cureyê Kaxeza Bergê
Bristol
Hejmara Giştî ya Çapê
0
Hejmara Stoka Niha
-13
Navê Markaya Jêrîn a Weşanxaneyê
Nûbihar

Pirtûkên Din ên Nivîskar

Hâmîsiz Şâir, Babasız Metin

Ayhan Tek

370,00 ₺ %25 277,50 ₺

Pirtûkên Wekhev