Bi teqandina gulleya ewil ya ji mala Heso re, ji mala Cibo jinek hatibû kuştin. Piştî vê kuştinê mala Cibo li pey tolhilandinê bûn lê nizanibûn yê çawa vê meseleya tolhildanê hel bikin. Gotin heger em jî biçin mêrekî ji wan bikujin, ewê jî doza heyf ilanîna mêrekî bikin, na heger em jî biçin jinekê bikujin, ev li me nayê, ji me re dest nade. Mala Heso jî xwe mehçûb hîs dikir, ji ber ku heya niha di nava êl û eşîran de tu eşîrekê ji eşîreke din jin nekuştibû û bi kuştina jinekê xwe serkeftî hîs nekiribûn. Hêdî hêdî navê mala jinkujan li wan bar dibû.
Piştî bûyerê wext derbas bû, ne tenê li cem malbata kujeran û li cem malbata kuştî, li derdorê jî di meseleya tolhildanê de serê kesî ne zelal bû. Gelo mala Cibo yê heyfa xwe hilaniya? Û heger hilaniya yê çawa hilaniya?
- Etiket fiyatı
- 220,00
- Kitap Adı
- Leheng Nafirin Nivîskar Wan Difirînin
- Yazar Adı
- Memed Serpor
- Sayfa Sayısı
- 110
- ISBN
- 978-625-6605-96-1
- Marka
- Nûbihar
- Kategori
- Hîkaye - Çîrok
- Türü
- Basılı Kitap
- Yayın Dili
- Kurdî
- Toplam Baskı Sayısı
- 0
- Güncel Stok Sayısı
- 0
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar
Memed Serpor, li Bazîdê hatiye dinê. Li Stenbolê dijî û parêzer e. Heta niha gelek helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Nûbihar, Tîroj, Çirûsk, Jehr û Kürt Tarihi de hatine weşandin. Zewicî ye û li benda Dilşayê ne.
Berhemên wî:-Esmera, Helbest, bi Tirkî, Artshop, 2010-Berdin Bila Tarî Be, Helbest, Nûbihar, 2012-Janistan, Helbest, Nûbihar, 2014-Kenê Miriyan Gunehê Guran, Çîrok, Nûbihar, 2019-Kevirê Selîm, Çîrok, Nûbihar, 2022-Leheng Nafirin Nivîskar Wan Difirînin, Çîrok, Nûbihar, 2026