Kenê Miriyan Gunehê Guran
Ji bo herkes li ber min rabe û bêje kerem bike, li helbestên min binêrin û bêjin, weeeeyyy! ya tu heya niha li kîjan qulê de mayî, em li esmanan li te digeriyan, lê me tu li ser rûyê erdê dîtî, te çawa ev şahesera nivîsiye, lê li bin axê de veşartiye û ez jî bi bişêrî di bin simbêlan de “na lo hûn abartmîş dikin” bêjim, min helbestên xwe dan ber hev û weşanxane û weşanxane geriyam. Ez bêjim deh tu bêje bîst, ez bêjim bîst û tu bêje çil. Gava min digot, dosyayeke min heye ji bo çapê, ji min dipirsîn: “Cureyê wê çi ye?” -Helbest e. -Na. (kul û ta) …. -Polîtîka me ya weşandina pirtûkên helbestan tuneye. (Ez bimîzim polîtîkaya we). Min ev di dilê xwe de got.
- Bihayê etîketê
- 200,00
- Dîroka Çapa Yekem
- gelawêjê 2021
- Navê Pirtûkê
- Kenê Miriyan Gunehê Guran
- Navê Nivîskar
- Mem Med
- Hejmara Rûpelan
- 87
- ISBN
- 9786059413671
- Marka
- Nûbihar
- Kategorî
- Hîkaye - Çîrok
- Cure
- Basılı Kitap
- Zimanê Weşanê
- Kurdî
- Zimanê Orîjînal
- Kurdî
- Mezinahiya Pirtûkê:
- 210 x 135
- Cureyê Kaxeza Bergê
- Bristol
- Hejmara Giştî ya Çapê
- 500
- Hejmara Stoka Niha
- 129
- Navê Markaya Jêrîn a Weşanxaneyê
- Nûbihar