Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê ew, rêberên wî û mezinên wî û heke hebe civat, milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ji bo wî her çi lazim be, amade bikin û pêşkeşî wî bikin. Li gor vê rastiyê, di vê xabatê de ji aliyê çapemenî û medyayê ve ji bo zarokên Kurd çi hatibe kirin, weku bîbliyografiyayek hatiye dayîn. Herwiha yekem kovara zarokan a Kurdî ku bi navê “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” bi zaravayê Soranî derçûye, hatiye kurmancîzekirin û digel nusxeyên xwe yên orjînal hatiye weşandin.
- Etiket fiyatı
- 260,00
- İlk Basım Tarihi
- gulanê 2020
- Kitap Adı
- Girr Û Gallî Mindallanî Kurd
- Yazar Adı
- Kenan Subaşı
- Sayfa Sayısı
- 183
- ISBN
- 9786059413350
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Kurdolojî
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar