Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)

Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî daniye Civata Nemiran û Şoreşên Kurdî. Di cîlda ewil de Palo dike ku lehengên Kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog ên navxweyî, bi heman rengî kesayetên bi navên sembolîk bide axaftin. Di cilda duyem de jî şairên Kurd ên serdema klasîk li dor çarçoveya mantiq û honandineke şanoyî dide axaftin û rêça dîrokî ya têkoşîna Kurd bi awayekî serkeftî tîne zimên. Palo di vê berhemê de Kurd û Kurdistanê datîne navendê û li dor van, li ser mijarên wek despotîzm, çînên civakî, koletî, kolonyalîzm, nezanî, bêdewletbûn û hwd. hin pêşniyazên bingehîn kirine ku ev pêşniyaz hê jî rastiya xwe wenda nekirine.
Şair doza Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye bingeh; herwiha jiyan, ax, welat û gelek baweriyên din ên mîtolojîk, hizr û ramana dîrokî û jiyana rasteqîn, wekî hêmanên bingehîn ên pêkhatina vê zanava etnîkî tesewur kiriye. Ji vî alî ve ev berhem bêhn û teşeya Şahnameya Fîrdewsî dide.
 

Mela Ahmedê Palo

Mela Ehmedê Palo: Di sala 1920an de li gundê Palo Sêraçurê hatiye dinyayê. Di roja 9ê gulana 1991ê de li rojavayê Kurdis­tanê, li gundê Qamişlo Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqiya defin bûye. Li Kurdistana Rojavayê bi navên “Ehmedê Palo”, “Mela Ehmedê Palo”, “Mele Palo” yan jî tenê “Palo” tê nasîn.

Berhemên Mela Ehmedê Palo yên ku mîna kitêb weşiyane ev in:
1-Dewr û Gera Kurdistanê (şîîr), Şam 1994
2-Rêzmanê Kurdî (gramer), Şam 2000

Destnivîsên Mela Ehmedê Palo yên ku hîn neweşiyane jî ev in:
1-Bîr û Bawerî (şîîr)
2-Civîna Nemiran (şîîr) (Ji deh hezar beytan pêk tê)
3-Baxê Evînê (şîîr)4-Baxê Niştimanî (şîîr)
5-Pehlewî û Civîndarî
6-Birîna Niştimanî
7-Ferhenga Tirkî-Kurdî
8-Ferhenga Erebî-Kurdî


Navê Kitêbê Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Ahmedê Palo
Wergêr / Lêkolîner Amadekar: Mehmet Yıldırımçakar, Veysel Başçı, Yakup Aykaç, Rêzan Palo
ISBN 978-625-7383-50-9
Cûre Helbest
Rûpel 768
Ebat 16.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB